HILBIJARTIN, RÊYA SÊYEM Û PIRÊZEYA ŞAŞ
”Çûk ne bi şaxê ku li ser daniye, lê bi baskên xwe bawer e.”
Gel û civak li ser perspektîf û pîvanên jîyanê têne honan, reng û teşe digirin, xwe birêxistin dikin. Dema bi perspektîfên ji derî rastiya xwe ya civakî, dîrokî, çandî û cografî bêne honan, gel û civak yan pirêza xwe şaş dikin, yan jî pirêzeya xwe wenda dikin ku di her du rewşan de jî encam naguhere. Diçin an li binê guhê zinarekî an yê dîwarekî dikevin, dev û rû li xwe parçe dikin û ev her bi vî rengî xwe dubare dike, lewre pirêze dema wenda bibe an şaş bibe civak gêj dibe, kor dibe, ne pêşiya xwe dibîne û ne jî dihizire.
Roja me dev ji rastiya xwe berda û em bi dû çîrokên li ser dizî û derewan hatine honan ketin, me ew derew ji xwe re kirine ol û bawerî, aha wê rojê perspektîf bi me re nema, pirêze li me şaş bû û bi sedê salan em li vî alî û li wî alî li kevir û kortikan litimîn, ketin, rabûn û car din li zinar û dîwarên di nav mêjiyên me de ava bûne ketin. Me ne giyan bi xwe ve hişt, ne jî jîyaneka bi rûmet. Lewre me perspektîfa xwe wenda kiribû û me bi çavên xelqê didît û li gor wan tevdigeriyan.
Heya kengî? Bi felsefeya jîyanê ya Rêberê Gelê Kurd û têkoşîna Tevgera Azadiyê ya li ser wê bingehê şîn bû re, perspektîfeka me ya nû, li ser bingeha kurdayetiya resen û nûjen û ji nav kavilên hezarên salan careka din biriqî û tîrêjên xwe berî ser civaka kurd da. Ew cewherek e ku dora xwe jî ronî dike û ji derveyê erênaya pergala serdest û ya desthilatdariya dagirker, rêyeka sêyemîn dide ber me.
Di vê serdemê, de ku kapîtalîzma hoveber di nav krîzeka mezin de ye û mîna caran hewl dide bi rêya şer û kaosê xwe ji vê krîzê jî rizgar bike, ev rêya sêyem bûye hêvî û yekane çareserî ji bo mirovahiyê jî. Lewre çareseriyên di nav çarçoveya pergalê de, bi tenê dikarin pirêze li dînamîzma gelan şaş bikin û dikin jî. Lomaye ku têkoşîna ji bo demokrasiyê û ji bo nirx û rûmetên mirovahiyê jî nikare xwe ji vê krîz û kaosê rizgar bike.
Dagirker û dijminên gelê kurd û Kurdistanê jî ji me pir çêtir bi vê felsefeya ”baskê çivîkê” dizanin ku loma jî, bi hemû hêza xwe û tecrûbeya xwe ya sedan salan û bi hemû rêyên erjeng û gemar hewl didin me bê per û bask bihêlin û careka din pirêze li me şaş bikin. Ji bo vê sê çekên wan ên mezin hene ku mixabin her carê jî, ev çek li dijî me pir bi kêr bûne; ol, çepîtî û asîmîlasyon. Wan her ev çek bikar anîne û hey ku bikar anîne, pêre şareza bûne. Loma ku ji bo em nehêlin pirêze li me bê şaşkirin divê em ji wan pir şarezatir û pir hişyartir bin, yan na tu şanseka me li hemberî van gemarî û lîstikan nîne.
Divê bêjim ku di vê hilbijartinên dawî de, careka din pirêze li me şaş kirin. Ez nakevim kitekitan, li ku çi bû, kî çi kir, çewa kir, lê encam û psîkolojiya gelê kurd a piştî hilbijartinê jixwe vê rastiyê pir zelal dide xuyakirin.
Ev yek jî dide xuyakirin ku ji xeta sêyem bidûrketin heye. Ne bi baskên xwe, lê bi şaxa li ser danîne bawer in ku ew şax şaxeka riziyayî û ji bo dafikan e. Di çi qada vê têkoşînê de paşketinek bibe, sedem dûrketina ji vê felsefeyê ye, loma girêdana xurt a bi vê felsefeyê re jî garantiya serkeftin û serefiraziyê ye.
Tirk û demokrasî:
Deve û gêre, an hirç û govend! Dema qala demokratîkkirina tirkan tê kirin ev herdu gotin têne bîra min.
Tirk mirina xwe di hebûna kurd û hemû nirx, rûmet, nav û dengên kurd de dibînin. Ji ber vê jî, heya kurd wekî kurd bimînin û wekî wan pîç nebin, wê ev tirsa jî wan tu carî kêm nebe û her zêdetir bibe. Ji ber vê tirsê jî dê tu carî nirx û rûmetên demokrasiyê di nav civaka tirk de rû nenê. Nîjadperestiyê xwe li hemû şaneyên civaka tirk pêçaye. Loma ku demokrasiyê bi wan ve pine jî bikî, ew pine kirasê wan ê kizirî nagire.
Mahabad Felat
2023-05-15