1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. HINEKÎ ÊTÎMILOJÎ
HINEKÎ ÊTÎMILOJÎ,hinekî,êtîmilojî

HINEKÎ ÊTÎMILOJÎ

A+ A-

Kekê hêja Ebo Ferhat Ajam di r’ûpela xwe da du wêneyên ji herêma Efrînê p’arvekiribûn: yek ê deştek a nêzî gundê Kaxirê, yê dine – yê gundê Besutê.

 

Ewan wêneyan careke dinê Bihuşta Xwedê anîn bîra min, û min ew li bal xwe barkirin û p’arastin. Her carê, dema ez wêneyekî ji K’urdistanê li bal xwe dip’arêzim, weke hest û hîsên xwe yên wê demê navekî lê dikim…

 

Û weha ew wêneyê deşta di nava gul û gîhayan da xemilî, min navê ‘Mêrga gulan’ lê kir, û destxweda jî ji wê navê ‘Gulemêrg’ hat ber heşê min!

 

Gulemêrg, Gulemêrg! …

Ê, ev çi ne vaê Culemêrgê ye, gelo?!

Gulemêrg jî çawa bûye Culemêrg?

 

Pirênsîpeke zimanê erebî ya hindurîn heye – dema peyveke bîyanî ya bi dengê detpêkê yê ‘G’ derbazî nav wî zimanê dibe, ew ‘G’ dibe ‘C’

 

Eger em bala xwe bidinê: ‘burg’ a îranî/k’urdî derbazî nava erebî bûye, bûye ‘burc/birc’ û bi vî şêwazî veger’yaye nava k’urdî. Wisa jî ‘t’ag’ a îranî/k’urdî derbazî nava erbî bûye, bûye ‘t’ac’ û bi vî şêwazî veger’yaye nava k’urdî.

 

Bi heman prênsîpê p’eyva Gulemêrg derbazî nava erebî bûye, bûye Culemêrg û bi vî şêwazî vegeryaye nava k’urdî!

 

Ango, Culemêrg şêwazê  Gulemêrg a k’urdî yê bilêvkirina erebî ye.

 

Ê, erebî jî çawa û bi çi r’ê û r’êbazan di nava jîyana me da bûye xwedî bandor, ji xwe tê zanîn…

 

Ezîz ê Cewo

24. 04. 2018


Gotinên miftehî :