1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Hewldanên Bêrûmetkirina Rêberên Gel: Rêbaz, Motîv û Berxwedan
Hewldanên Bêrûmetkirina Rêberên Gel: Rêbaz, Motîv û Berxwedan,hewldanên,bêrûmetkirina,rêberên,gel,rêbaz,motîv,û,berxwedan

Hewldanên Bêrûmetkirina Rêberên Gel: Rêbaz, Motîv û Berxwedan

A+ A-

Mahabad Felat
Di her serdemên dîrokê de, dewletên dagirker, pergal û desthilatdarên zordar her tim di nav heldanên bêrûmetkirin û rûreşkirina rêber û pêşengên ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin de bûne. Ev rêber û pêşeng ne tenê ji bo gelê xwe bûne sembolên siyasî, di heman demê de bûne rêberên exlaqî û bîrdozî jî. Dema desthilatdariyeka zordar têkiliyek xurt û dilsoz di navbera rêber û gel de dibîne, bi stratejiyasereke ya propaganda, manîpulasyon û sîxuriyê, hewl dide vê têkilî û girêdanê bişkîne, tube bike.
Mînak:
Di dîrokê de, gelek rêber, fîlozof û ramanwer ne tenê hatine çewisandin, lê di heman demê de bi rûreşkirin, bêrûmetkirin û kuştinên erjeng re jî rûbirû mane. Desthilatdar vê bi armanca tunekirina wan û bi wan re nav û dengê wan jî, li dijî rêberên gel, fîlozof û ramanweran ev tişt dikirin.
Serdema Antîk û ya Navîn:

Sokrates (470–399 BZ) – Serwerên Atînayê ew bi "xapandina ciwanan" û "bêrûmetkirina xwedayan" sûcdar kirin. Berî ku cezayê îdamê bidinê, wî bêrûmet kirin û ji bo civakê wekî metirsiyek nîşan dan.
Hypatia (z. 360–415 PZ) – Rêberên Xiristiyanan, li Îskenderiyeyê gotegot belav kirin ku ew sêrbaz û dijmina Xirîstiyantiyê ye. Ev gotegot bû sedema lînçkirina wê. Girseya gel ew tazî, li kolanan dane ber kevir û daran. Ew girseya nezan, bi tazîkirin û li kuçe û kolanan lînckirina Hypatîayê xwestibûn wê bêrûmet bikin û paşê bikujin.
Giordano Bruno (1548–1600) - Dêrê ew bi bêdînî tewanbar dikir û wî wekî ”metirsîdar û xapînok” binav dikir. Bi van navlêkirinan dixwestin ew piçûk bixînin û şewitandina wî di çavên gel de rewa bikin. Sedemeka din jî bi cezayê şewitandinê, belavkirina tirs û xofê bû. Dê kesek êdî newêribuya nêrînên Bruno û yên li dijî daxwaz û armancên dêra xirîstiyan binine ser zimanên xwe. Lê wisa nebû bê guman. Tirs heya ciyekî bi bandor e, lê mirovahî ji tirsê mezintir e.
Sedsala 19-20

Karl Marx (1818–1883) - Ew ji hêla hukûmet û medyayê ve wekî "tundrewparêzek metirsîdar" û "tevlîhevkarek civakî" hate binavkirin. Ji ber vê jî sirgûn bû.
Oscar Wilde (1854–1900) - Desthilatdarên Brîtanî meyla wî ya zayendî bikar anîn da ku navûdengê wî xera bikin, bavêjine zîndanê û dawî li kariyera wî ya edebî bînin.
Leo Trotsky (1879–1940) – Piştî ku bû hevrikê Stalîn, berî ku li sirgûnê bê kuştin, bi propagandayê, wek “xayin” û “dijminê gel” hat tewanbarkirin.
Rosa Luxemburg (1871–1919) – Beriya ku ji aliyê hêzên paramîlîter ve bê kuştin, li Almanyayê ji aliyê hêzên rast û çep ve wek “şoreşgereka dînik” hat şermezarkirin.
Che Guevara (1928-1967) - Piştî mirina wî li Bolîvyayê, cesedê wî ji hêla dijminên wî ve hate eşkere kirin da ku mîrateya li dû xwe hiştiye piçûk bixînin, wî şermezar bikin û bawerî, dînamîzm û motîvasyona gel û şoreşgeran bişkênin.
Dema niha

Nelson Mandela (1918–2013) - Hikûmeta nîjadperest a Afrîkaya Başûr ew wek "terorîst" bi nav kir û xwest berî ku ew bibe semboleka azadiyê, wî bikuje.
Julian Assange (1971– ) – Ji aliyê hikûmetên rojavayî ve ji bo kêmkirina piştgiriya ji bo karê wî, rastî kampanyayek berfireh a rûreşkirinê hat ku jê re digotin "sîxur", "tecawizkar" û "xayin".
Edward Snowden (1983– ) –Ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve wekî "xayîn" hate binavkirin. Ev yek li seranserê cîhanê bû sedema nîqaşên mezin ên li ser azadiya axaftinê û bandora hêza dewletê.
Çima hêzên dagirker û desthilatdariyên zordar êrîşî rêber û pêşengên gel dikin?

Desthilatdar vê yekê ji ber tirsa lawazbûn an wendakirina desthilatdariya xwe dikin û rûreşkirin, piçûkxistin, cezakirin, kuştin, tehdît, tirsandin û hemû kiryarên qirêj ên bi van ve girêdayî, wekî mekanîzmayeka xweparastinê bikar tînin. Lewre ew dixwazin serdestiya xwe bidomînin û gelek caran tevgerên azadîxwaz û ramanwerên rexnegir wek gefên rasterast li dijî xwe dibînin.
Dema rêberek an tevgerek piştgiriya gel digire, kontrolkirina pêşveçûna civakê ji bo desthilatdaran dijwartir dibe û ev dikare bibe sedema guherîna pergalê.
Desthilatdar ji bo desthilatdariya xwe hema bêje hemû caran neteweperestî, serweriya olî, îdeolojiya aborî, derew, manîpulasyon, tirs, tehdît û dîroka berovajî ji xwe re dikine pal û pişt û xwe li ser wan bilind dikin. Ji bo vê pêdivî bi kesên ku dikarin bikar bînin dibînint û eger ev kes ji nav gelê ku dixwazin bi rê ve bibin be, ji bo desthilatdaran hîn baştir e.
Ew bi rêya van polîtîka û kesan di heman demê de sûcên xwe yên şer, ên li dijî gel û civakê, gendelî, kiryarên neqanûnî jî vedişêrin û rûpoş dikin.
Loma jî desthilatdar bi rêya berik û trolên xwe, bi rêya sîxuran, bi taybet jî di demên, grîng, hesas û dîrokî de kampanyayên rûreşkirinê didine destpêkirin û van pêşeng û serokan wekî "terorîst", "xayin", ”nezan”, ”sîxur”, "sûcdar" binav dikin, ango kumê xwe didine serê wan.
Desthilatdarî ji azadiyê ditirse, ji ber ku ev tê wê wateyê ku gel bixwe dikare biryara pêşeroja xwe bide. Yên ku diwêrin azad bifikirin û xwe birêxistin bikin, ji ber vê yekê dibin hedef - ne ji ber ku qels in, lê ji ber ku ew ji bo pergala desthilatdar a li ser bingeha tirs, kontrol û zordariyê metirsî ne.
Ew dixwazin dengên li dijî xwe bifetisînin. Rêberê ku baweriya gel pê heye, di nav gel de yekîtî û ahengeka xweparastin, xwebûn û xwedîderketinê diafirîne. Loma ku dagirkerî û desthilatdar bi rûreşkirin, daxistina rûmetê hewl dide û hêvî dike ku vê girêdan û baweriyê bişkêne û yekîtiya gel a li dora rêbertiyê kom bûye ji hev belav bike da bikaribe li gor daxwaz, armanc û berjewendiyên xwe gel bi rê ve bibe û xwe di nav ewlehiyê de bibîne.
Dagirker, ji bo vê armancê, her rêyên derexlaqî û dermirovî bikar tînin û loma jî jîyanê şolî dikin û ji zelaliyê hez nakin. Herwiha ji bo şikandina dînamîzm, moral û motîvasyona gel, bêexlaqiyê bi pêş dixin î ji bo vê tu sînor û pîvan nas nakin. Di nav wê şolîbûnê de, dixwazin li dijî rêber û pêşengên gel şik û gumanan biafirînin. Lewre dema gel ji pêşeng û rêberên xwe bikeve şikê, heman şik li dijî têkoşîna ji bo rizgarî û azadiya gel jî bi pêş dikeve ku ev jî vîn û daxwaza berxwedanê dişkîne.
Ji bo bêrûmetkirina pêşeng û rêberan, dagirker rêbazên çewa bikar tînin?

Propaganda û dezînformasyon du rêbazên wan ên sereke ne. Loma ku serî li gotegotên derew dixin, rastiyan berovajî dikin, zimanekî qirêj bikar tînin, bi rê û rêbazên cuda û bi destê sîxur û trolên xwe, êrîşên qirêj bi pêş dixin, gel tînin rûberî hev û di nav gel de dubendî ava dikin. Ev hemî ji bo şikandina hêvî û baweriya gel têne kirin.
Kesên xwe ji gel didine nîşan û bi ziman ji herkesekî bêtir şoreşger û welatparêz in, lê di kiryarên xwe de tirolî û sîxuriya dagirkeriyê dikin, pêşeng û rêberên gel wekî gendel, zalim, derewkar, xwefiroş, nezan û lawaz didine nîşan û vê bi her cure rêbazên derexlaqî, ji ser medyaya civakî belav dikin. Bi vî rengî hewl didin di nav gel de bêbaweriyê û bêhêviyê biafirînin.
Dema vî karî dikin, dizanin wê bertek bibin û wan bertekan jî hewl didin bikin egera tevlîhevî, jihevdexistin û dubendiya nava gel. Dema di vir de bi ser bikevin, îcar bi rêya kesên lawaz ên bi van kiryaran dixapin, nûçe û gotinên derew belav dikin, her rastiyên bi tevgerê û rêberayetiya tevgerê ve girêdayî, manîpule dikin.
Bi bertîl, tehdîd an jî manîpulasyonên îdeolojîk, kesên lawaz ên berjewendiyên xwe didin pêşiya berjewendiyên gel, dikin amûrên desthilatdariya dagirker.
Çima hinek kes xiyanetê li gelê xwe dikin?

Gelek kesên qels hêza xwe û berjewendîyên xwe li pêşiya hêz û berjewendiyên gel û têkoşîna gel digirin. Ango ev bingeha xwe ji nezanî û lawaziyê digire.
Dewletên dagirker û desthilatdar dikarin bi zilm û zordariyê jî kesên lawaz bitengijînin, bitirsînin û wan neçarî hevkariyê bikin. Her wiha dikarin hin kesan bi rêya propagandayê qanî bikin ku berxwedan bêwate, bêhêz, pûç û bi tenê zerar e û wê tu carî jî nikaribe li hemberî hêza dewletê bi ser bikeve. Kesên di bin bandora propogandayên bi vî rengî de dimînin, ji ber lawazî û tirsên xwe, li ba ”hêzê” cî digirin û êdî ji her cure bikaranîna dagirkeriyê re amade ne. Giyanên şikestî, kesên baweriya xwe ya têkoşînê wenda kirine, xwe li ba dijminan ewle û parastî dibînin.
Gel û rewşenbîr çawa dikarin pêşeng û rêberên xwe biparêzin û li dijî van kiryar, amûr, rêbaz, stratejî û taktîkên dagirker û desthilatdaran rawestin?

1. Divê van kiryar, amûr, rêbaz, stratejî û taktîkên dagirker û desthilatdaran baş bibînin û wan eşkere bikin. Li dijî wan kiryaran bi tundî û bi biryar rawestin û agahiyên rast belav bikin. Taktîkên ji bo manîpulekirina raya giştî têne bikar anîn nas bikin û eşkere bikin.
2. Yekitiya Gel û Hêza Exlaqî divê were xurtkirin. Ji bo rêlibergirtina jihevdexistin û belavkirina yekîtiya gel, divê yekahengî û nasnameya hevpar were teşwîqkirin, baweriya bi têkoşîna rizgarî û azadiyê û bi bîrdoziya siyasî bê xurtkirin.
3. Raman, felsefeya jîyanî û bîrdoziya Rêberayetiyê divê derkeve pêş, di rojevê de bê girtin û gel û civak li ser vê bê perwerdekirin. Ji bo pêşerojê hêz, destkeftî û vîzyona Rêberayetiyê divê bê nîşandan. Herwiham bi avakirina berxwedaneke kolektîf a xurt û bi zanebûn, divê Rêbertî ji van erîş û hewldanên reşkirin û tecrîdê bê parastin.
4. Naskirin, danasîn û aşkerekirina sîxur û ajanan û bêbandorkirina wan. Yên dixwazin têkoşînê ji hundir ve xera bikin divê bêne naskirin û rê li ber wan bêne girtin. Di nav tevgera berxwedanê de mekanîzmayên parastinê divê bêne afirandin û metirsiya sîxurî û dubendiya gel ji holê bê rakirin.
5. Xweparastin yek ji xala herî grîng e. Hem ji hêla derûnî û hem jî ji hêla fîzîkî ve xweparastin divê bêtir were pêşxitin. Ji bo taktîkên dagirkeriyê yên tirsandin û manîpulasyonê, divê berxwedaneka psîkolojîk a xurt bê dayîn û ji bo parastina gel ji êrîşên fîzîkî û aborî jî, parastina siyasî û civakî were birêxistinkirin.
6. Têkiliyên dîplomatîk û hevbendiyên navneteweyî divê bêne xurtkirin. Herwiha teknolojiyên nûjen divê bi zanebûn, xurt û bi berfirehî bêne bikaranîn û wisa jî tewanbariyên dagirkeriyê bêne belgekirin û eşkerekirin. Ji bo vê divê têkilî bi çapemenî û rêxistinên navneteweyî re bi berfirehî bêne danîn û piştgirîya pêwîst a cîhanî bê girtin.
Di hemû têkoşînên azadiyê de, dewletên dagirker her hewl dane ku pêşeng û rêberên van têkoşînên azadiyê bi rê û rêbazên herî gemar di çavên gel û civakê de û heta di çavên tevgera wan bi xwe de reş û bêrûmet bikin. Ji bo ku gel baweriya xwe bi têkoşîna xwe wenda bike, propagandaya, têkçûn û parçebûnê dikin. Loma jî, mifteya têkoşîna li dijî vê stratejiyê perwerde, hevgirtin û hişmendiya kolektîf a xurt e. Gel bi têgihiştin û li dijî van rêbazan bi awayekî aktîf dikare rêberê xwe û azadiya xwe biparêze.