Hilbijartinên Başûr
Dema peyva „hilbijartinê“ tê bihîstin, di mejiyan de rêbayeke demoqratîk reng vedide. Dibe ku li welatên hin normên demokratîk bi awayê kevneşopî rûniştibe, ev rengê demokratîk hetanî radeyekê hebe, lê li welatên weke Tirkiyê xwerû jî li welatên îslaman ev rengê hilbijartinê bi tevahî şêlû û ji hemû nirxên demokrasiyê der in. Li vir di bin wê rûpoşî de her cûre dekbazî û sextekarî siya xwe berdaye ser hilbijartinan, ji wê hêza serdest yan jî rengên bi wê ve girêdayî tim bi hêjmareke zêde derdikeve pêş û vê re hilbijartin tenê dibe rûpoşa xapandinê.
Di nava welatên îslamê de çiqas texlît jî be, di warê hilbijartinan de li gel hemû sextekariyan welatê ku piçek jî be, nezikê mijara hilbijartinê ya ewropiyan dîsa Tirkiye ye. Di dîroka Iraqê de hemû hilbijartin tenê wek nav hilbijartin bûn. Mînak; Saddam tim dihat hilbijartin. Yanê sandiq hebûn, lê anegorî fermanê dihat dagirtin. Parastina deng û sandiqên hilbijartinê jî di destê xafiyeyên Saddam de bûn. Baş tê zanîn ku eger şoreş û guhertineke bingehîn çê nebûbe, gelên bindest jî di warê hin ananeyan de dişibin serkarên xwe.
Yanê li welatê di nav sînorên fermî yên Iraqê de hişmendiya demokrasiyê qels bû û qels e, her wiha di nava Şîa, Sunî, Kurd, Ereban de feraseta aîdiyetbûna ji bo Iraqê kêm e, her yek li ser rengê xwe ye, ji ber kêmbûna aidiyetbûnê çavên her hîzbekê li derve ne, hêza xwe ji derve digrin. Ev dibe sedem ku hêzên wekî Erebîstana Saûdî, Amerîka, Îran, Tirkiye mûdaxaleyî Iraqê bikin û dikin jî. Her hîzbeke wê xakê ji bo berjewendiyên xwe pişta xwe dide van welatan yekî, yan jî bi fermana wan welatan tevdigerin. Iraq di dîrokê de bi giranî navenda Şîa bû, hê jî wisa ye. Eger bikane bendê xwe ji destê Îranê derxe, dikane bibe navenda Şîayeke demokratîk. Şîa di dîrokê de ji bo guhertinê hertim vekirî bûne. Eger ku rêberên siyasî, olî yên Şîa yên Iraqî li ser esasê prensîbên Îştîhatî Şîî bimeşin, dikarin gûhertinên demokratîk pêk bînin. Herwiha dikare gûhertinek demokratîk di civaka Şîa ya Iraqê û hemû civaka Iraqê de bidin rûniştin. Heta dikarin di çanda siyasî ya Iraqê de bibin bingehê gûhertinen demokratîk.
Li Başûrê Kurdistanê du partiyên sereke hene, PDK û YNK. Başûrê Kurdistanê di navbera xwe de kirine du parçe, Hewlêr û Suleymanêye. PDK weke partî ji rengê partîbûnê dûr, bi awayê saziyeke malbatî û hin eşîran xwe birêkxistin kiriye. Ji damezrandina xwe vir ve hemû kursiyên sereke yên partiyê di destê malbatekî de ye. Tewanê vê malbatê yên li hemberê Bakur, Başûr û Rojhilat bi belge û îspatan tên zanîn. Têkiliyê wan yên bi dagirkeran re, di derekeyeke metirsî û karesetê de ye. Hima çîroka strana „Şêxê Zirav“ bi serê xwe vê îspat dike. Ev rastî li aliyekî em li awayê birêkxistina wan binêrin: Rêvebiriya Hewlêrê di warê birêkxistiniyê de rengê emîratên ereban jî li pey xwe hîştiye. Bav serokê her tiştî ye, Birazî /zava serokê herema otonom e, Kurê yek serokwezîr e, yek serokê artêşê, yê din jî serokê îstîxbaratê ye. Peyayên eşîrên di nava partiyê de jî tenê di bin siya wan de hin erk wergirtine. Têkiliya wan û hin welatên dagirker ji têkiliya wan û ya YNKê xurttir e. Bi vê têkiliyê hem zirar daye tevgera Rojhilat û hem jî ya Bakur. Mînak: Li hemberê bi aliyê Tirkiyê ve dagirkirina Başûr û valakirina bi sedan gundan, avakirina baregehên leşkerî bê deng man, (di rastiyê de erêkirin) heta li hin cihan bi pêşmergeyên Roj ew parastin. Li gel wê xwerû di hilbijartina walîtîya Kerkukê de li ser fermana Tirkiyê bi YNKê re tevnegeriya, bi eniya Tirkmenan re tevgeriya, lê bi ser neket. Bi vê têkiliya bi dagirkeran re gelek zirar dane doza Kurdistanê, bes ev rengê wê ne nû ye.
Divê vê bêjim bi kêmasiyên xwe yên di derkeya xeteriyê de jî YNK hinek ji PDK ê demoqrattir e, her wiha nezîkê eniyeke netewî ye, weke partî di nava xwe de jî hin erk bi eşîrên din re parvekirine. Yanê hin rengê partîbûnê lê heye. Ew jî li dora Silêymaniyê serdest e. Ji nava YNK tevgera Goran wek nûjeniyekê derketibû, lê mixabin ku ji ber rewş û rêbaya siyasî ya li Iraqê î Başûrê Kurdistanê serdest e, ew jî niha li ser têkçûnê ye.
Hilbijartin,
Bi salan e ji ber ku herdu partiyan nekanîn li hev bikin, li gel wê hêzên derve xwerû dagirkerên welatê me wek Tirkiyê jî ji ber berjewendî û planên xwe yên dagirkeriyê rê nedidan, jiwê her hilbijartin bi paş ve avêtin. Anegorî biryarê, divê vê carê di 20 vê meha cotmehê de hilbijartin pêkwere. Mixabin, alternatîfeke bi bawer ya ku bikane daxwaziyên Kurdistaniyan pêkbîne tine, bes vê gavê hêza herî zêde nêzîkê vê alternatîfê dîsa YNK ye. Lema jî hemû baskên dagirkerên Tirk (peyayên siyasetên têkçûyî yên Bakur, Kurdên bi aşîkarî bi Tirkan ve girêdayî, kurtêlxwirên ji Ewropê diçin Hwelêr û Dihokê) bi awayeke dijminane dij bangaşiya YNKê dikin, tev de mîna endamên PDK ê bin tevdigerin. Hêvî dikim ev rastîya rewşê were dîtin.
Xeteriyeke mezin ji hilbijartinên elektronîk e. Ev dengên bi rengê elektronîk tên dayîn ne li ser xaka Kurdistanê li Yekîtîya Emîratên Ereban tê vekirin û bijartin, lewra navenda wê teknîka elektronîk li paytextê Yekitiya Emîratên Ereban e. Ev emîrat jî dostê Malbata Barzanî ye, gelek razandin û piraniya servetê vê malbatê jî li wir e. Dibe ji vê rastiyê be, rayedarên PDK ê mîna ku ji niha ve serketibin, gelek bixwe bawer tevdigerin.
Mijara herî girîng jî mijara ewlehiya bi azadî deng dayîn û parastina sandiqên hilbijartinê ne. Ev di rastiyê de ne tenê li Başûr li tevahiya Rojhilata navîn pirsgirêkeke sereke ye. Lewre hêzên desthilatdar yan jî xwediyê kotekê bi rengên cûda ewlehiya dengan dikin ber pirsiyarîye. Mînak bikaranîna dengên mukerer, guhertina sandiqan, di bin kotekê de bikaranîna dengan, Di bangaşiya hilbijartinê de ne wekheviya derfettan. Bi hêviya li hember van dekbaziyan jî bi serketina YNK, ango alternatifa herî zêde nêzîkê kurdistanîbûnê.