JI EDŞANÊ HETANÎ NAÎROBÎ
(Vê nivîsê diyarî kelha rûmetê û berxwedana legengên Kobanî dikim)
Îbrahîm Osman
Gava hûn vê ser nivîsê dixwînin, hema yekser dengekî zîzî beloq tê ber guhê min, ku hinek weha dibêjin:
“Lawo malneketo, macEdşan li ku û Nairobî li ku? Yek li parzemîna Efrîqa yek li Asya. Navbera wan herdûyan tam 6.345 Kîlo Metre ye. Tu çawa û bi çi aqilî wan tîne ba hev? Çi girêdana wan bi hev re heye?”
Belê bêguman, di aliyê erdîngarî de her du deverên mijara vê nivîsê, pirr û pirr dûrî hev in. Naîrobiya paytexta Kenya, warê reşikên Efrîqa ye. Edşan jî gundekî biçûkî warê Kurdên rengesmere. Lê li her du ciyan jî, bêbextiyek û rûreşiyeke dîrokî heye ku wan bi hev ve dide girêdan. Bêbextiyek li xerabbajarê kunemişkan, yek jî li navenda CIA qewimî.
Ezê vê girêdanê hevde bi hevde vekim. Hetanî dawiyê bixwînin eger hûn qanih nebûn wî wextî gilî û gazinan ji min bikin.
Du maqûl. Du mêrxas. Du bûyer û bêbextiyek dîrokî ku wê tu caran neyê jibîrkirin.
Di navbera her du bûyeran de 215 sal û 6.345 KM dûrbên hebin jî, xefk û davka bi bêbextî li pêş du egîdên Kurd hatiye danîn xwedî heman taybetiyê ye ku gengeşî li ser nabe. Bêbext heman bêbextin û armanca wan yeke. Osmanî, bermayên osmaniyan, hêzên bêbextî navdewletî û îxaneta hundir tilya xwe li vê bêbextiya mijara gotinê xistine.
Di her du bûyeran de jî, yê bêbextî lê hatine kirin du gernasên Kurd in. Her du jî evîndar, her du jî serhişk û serhildêr.
Ên bêbextî lê hatine kirin, yek ji bine mala Evdoyê Milhim e, ê din ji binemala Hisênê Ocê ye. Navê yekî Dewrêşê Evdî ye, yê din jî Evdile Ocalan e. Yek kurê Evdiyê Milhim û Eyşa Welî ye, ê din kurê Emer û Ewaş e.
Dibe ku hin kesan ji we navê Edşanê ne bihîstibe. Di dîrokê de lî Edşanê çi qewimiye, jê agahdar nebin û nizanibin. Nairobî jî her welê.
Bi kurtayibe jî ezê
pêwendiya navbera bûyera Edşanê û Naîrobî çi ye, zelal bikim.
Belê, lehengên her du bûyeran jî ji Ruhayê ne. Her du jî Ciwan in. Lê ji xwe bawer û xwedan vîn in. Qibilgeha her du egîdên me daxwaza jiyaneke azad e. Ê yekê bi 12 kesan, ê dudiyan jî bi 6 kesan dest bi serhildêriya destpêkê kir.
Lehengên me, her du jî ji du malbatên jar û feqîr in. Her du malbat, du reh û tamarên serhildêr ên hişkin ku ji hêla dagirkeran ve bi hêsanî nehatine daqurtandin.
Sal 1784. Osmanî, Turkmen û Erbên Gêsî, bi hev re tifiqîn û li dijî eşîra Milan elama şer ragihandin. Siyarên wan, bi şervanên xwe ên herî bijare, qîzên neqane ji bo lîlandin û halanan di şervanan hildin, xistin todeyên deveyan bi xwe re anîn û ji bo şerê Milan bikin, koçên xwe li biniya Girê Edşanê danîn.
Edşan girekî biçûke li binya navçeya Wêranşarê. Wêranşar di navbera beryê û Çiyayê Qerejdaxê de mîna kelayekê ye.
Roja şer hat ber deryê eşîra Milan, du qasidan nameya elama şer anîn ji Temir Paşa re, milan dest hilneanîn. Temir Paşa neçar ma keça xwe Edûlê derxist bazarê. Dewrêş rahîşt fîncana qahwê ya ser bixwîn ku mîna jehra marên kaşan dihat bi navkirin û li gel 11 hevalên xwe ji bo kifşê daket qada şer. Ew bi şev û rojan li gelî û şargên bi guman li dujmin geryan. Li kêleka Girê Edşanê li dujminên xwe rast hatin. Dewrêş û koma hevalên xwe bi 4-5 hezar siyar re ketin nava şerekî giranî bêveger.
Di şer de, pir kes hatin kuştin. Gelek hesp bê siyar nan. Gelel bûkên dest bi hine di binê konan, navbera çît û rewagan de li bende hezkiriyên xwe jinebî man.
Hevalên Dewrêş giş di şer de hatin kuştun. Dewrêş li beriya Wêranşarê li kêleka Girê Edşanê, bi tena serê xwe ma. Wî qet hêviya xwe wenda nekir. Mîna ku artêşek li pişt wî be, ji bo tola hevalên xwe rake bi wêrekiya şêran daket nava enya dijber.
Her cara ku Dewrêş rima xwe di nava guhên Hedban re derdixist û mîna şêrekî dadiket qada şer, dujmin ji hev tîş tîşî dikirin, çend hesp bê siyar dihîştin û dîsa vedigeriya ser gir. Berê xwe dida çiyayê Qerejdaxa xopan û hilma bayê hinik dikşand pişka xwe.
Dujmin heyirî mabûn. Tirs û heybeta Dewrêş leşkerên dijber qidûmşikestî kiribû. Li ser plangeriya Kose Weysê Kal, Dewrêş bi bêbextî û fen û fûtan kişandin erda kunemişkan. Her du lingên Hedban di kunemişkan de çûne xwarê û şikestin. Dewrêş li qada şer bê derfet ma. Siyarên Ereb û Turkmenan bi hev re êrîş birin ser Dewrêş.
Bûyera dudiyan jî ya 15 Sibata 1999 ye ku li paytexta Kenya Nairobî rû da. Li ser gef û tehdîdan Ocalan ji Şamê derket. Lê ew bi felsfe, bîrdozî, û zanebûna xwe ji dinya bêbext girantir bû. Lema bedena wî di derekê hilnehat. Dewletên dinyayê lê hatin hev. Bi plangeriya CIA û hevalbendên wê, çawa bi fikra Kose Weys Dewrêş kişandin erda kunemişka, her wilo jî Ocalan kişandin Nairobî. Vê carê dewleta Yûwnan ket dewsa Kose weys û serkêşiya bêbextiyê kir.
Çaxa Ocalan li Îtalya bû, di hevdîtineke xwe de ku bi M.Baksî, Şivan Perwer û Gulîstan Perwer re pêkanîbû, rewşa xwe dişiband ya Dewrêşê Evdî. Ocalan Dewrêş wekî mêrxasê xwe bi nav dikir. Ocalan piştî ku bi bêbextiyeke navdewletî dîl hat girtin û birin zîndana girava Îmralî, li wê derê ev helbst nivisî.
Xwezî li çiyayê şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma
Li ser pişta hespê boz li deşta Mûsilê bûma
Dema Derwêş birîndar dibû, biketama bin çengê wî
û ber bi çiyayê Kurdistanê ve berjor biçûma
Min jê re bigota,
binêre, va ye bi hezaran Edûlê û Diwanzdeh Hewarî hene
Min jê re bigota
Li van çiyayê ku Xwedavendan lê textê xwe daniye
Rihet û aram razê
Min jê re bigota;
Mirin...
Ji ku tê û çawa tê bila bê
Êdî xeman nexwe!
Ya ku hatiye erêkirin, Kurdbûn û jiyana azad e
Êdî ev rastiya ebedî ye...
01.11.2021