
Ji Modernîteya Kapîtalîst ber bi Konfederalîzma Demokratîk: Analîzek li ser dîtina Ocalan
JI BO SWÊDÎ PDF BITIKÎNIN! (KLICKA PÅ PDF:EN FÖR SVENSKA!)
Mahabad Felat
(Min ev nivîs, ji bo rêveberiya Partiya Çep bi zimanê swêdî nivîsî. Lê ji ber grîngî û aktueliya mijarê min nivîs wergerand kurmancî- M.F.)
Teza modernîteya kapîtalîst û teza modernîteya demokratîk a ramanwerê Kurd Abdullah Ocalan e.
Modernîteya kapîtalîst
Ocalan modernîteya kapîtalîst weke sîstemeke li ser sê stûnên bingehîn bi nav dike:
• Kapîtalîzm – sîstemeke aborî ya kedxwar û çewisîner.
• Netewedewlet – sîstemeke navendî (centralized) û zordar.
• Îndustriyalîzm – modeleka pêşkeftinê ya wêranker û hiyerarşîk.
Li gor Ocalan, modernîteya kapîtalîst bi taybetî ji bo jinan, kêmneteweyan û ji bo çîna karkeran biyanîbûn, îstîsmar û çewisandinê diafirîne.
Modernîteya demokratîk
Wek alternatîfa modernîteya kapîtalîst, Öcalan modernîteya demokratîk pêşniyaz dike ku li ser van bingehan rûdinên:
• Konfederalîzma Demokratîk – pergaleke siyasî ya ne hiyerarşîk û xweser.
• Aboriya ekolojîk û kooperatîf – modeleke aborî ya domdar û piştgirîxwaz.
• Rizgariya jinê – Hêza jinê wek hêza sereke ya guherînê.
Modernîteya demokratîk armanc dike ku bi demokrasiya yekser desthilatdariyê desentralîze bike û hevbeşiyên herêmî xurt bike.
Li Rojava ku bi sîstemeka li ser bingeha konfederalîzma demokratîk hatiye pêkanîn û tê birêvebin, bandora vê ramanê xurt e.
Her du tez du perspektîfên cuda yên li ser pêşketina civakî û pêkhateyên hêzê nîşan didin:
Modernîteya kapîtalîst bûye sedema pêşketina teknolojîk û pêşvebirina aboriya gerdûnî, bi pêşbazî û teşwîqên aborî nûbûn afirandiye û hin sîstemên demokratîk û mafên takekesî bi dest xistine. Lê ev yek, dubendî û newekheviyên kûr ên civakî û aborî jî bi xwe re afirandiye. Herwiha mirov û çavkaniyên xwezayî, ji bo berjewendiyên xwe îstîsmar dike û dibe sedema emperyalîzm, neteweperestî û zordestiya li ser hindikayiyan.
Modernîteya demokratîk balê dikişîne ser wekhevî, demokrasiya herêmî û domdariyê, xwerêveberî û tevlêbûna gel teşwîq dike, azadiya jinê û hişmendiya ekolojîk derdixe pêş.
Modernîteya kapîtalîst bûye modela serdest, lê pirsgirêkên wê bûne sedem ku eleqeya ji bo alternatîfên wekî modernîteya demokratîk zêde bibe. Teza Öcalan a modernîteya demokratîk rexneyeke radîkal li ser kapîtalîzm û netew-dewletê dike, lê pirs ew e ku ev model dikare di asteke berfirehtir û mezintir de çiqasî pêk bê.
Tişta çêtirîn, dibe ku mirov hevsengiyek bibîne - hin nûbûn û karbidestiya kapîtalîzmê bihêle, û zêdetir bi wekhevî, ekolojî û demokrasiya herêmî re têkel bike.
Tevgerên şoreşgerî yên grîngî nadine motîvasyona civakî û dînamîkên civakî û bi awayekî xurt, bi armanc û bi zanebûn birêxistin nakin, zêde bawerî jî nadin. Ger şoreşek wiha çêbibe jî, nikare mayende be. Şoreşên sosyalîst ên li gelek welatan ev yek bi zelalî nîşanî me da. Her wiha hişmendiya baviksalarî çiqasî bi angaştên pêşverû û şoreşger xwe bide der jî, di dawiyê de wê grîngiya pêwîst nede rol û potansiyela jinê. Tevgereka wiha eger şoreşê pêk bîne jî nikare pirsgirêkan çareser bike û lewma jî mayînde nabe. Di vê perspektîfê de rastiya ku Ocalan gelekî li ser pirsgirêka jinê radiweste û çareseriyan pêşkêş dike, herwiha bandor û encamên wê yên li Rojava jî, vê baweriyê dide ku Modernîteya Demokratîk dikare bibe alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst. Helbet zehmetî hene, bi taybetî li herêmeke wek Rojhilata Navîn ku giringîdan bi rola jinê, pejirandin û bilindkirina wê pir dijwar e, lê pêkane. Ger ev dijwarî bên derbaskirin, dê deriyên çareseriyeke mayînde vebin. Ev cîhana alternatîf dikare bersiveke gerdûnî bide pirsgirêkên civakî yên kûr ên ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatine afirandin; wekî newekheviyên kûr ên civakî, cudakarî, dubendî, girîngîpêdayîna zêde ya li ser ferdperestiyê, daxistina rûmeta jinê û têkbirina potansiyela wê.
Du pirsgirêkên bingehîn ên tevgerên şoreşger ên berê:
1. Kêmbûna motîvasyon û rêxistinbûna civakî – Gelek şoreşên sosyalîst têk çûn, ji ber ku nekarîn dînamîkek civakî ya demdirêj û kûr biafirînin. Dema ku coşiya şoreşgerî ya destpêkê winda bû, civak bi gelemperî vegeriya avahiyên desthilatdariyê yên kevn.
2. Şoreşên baviksalarî ne temam in – Tevgerên herî pêşkevtî jî gelek caran nekarîne hişmendiya baviksalarî bişkînin, ev jî bûye sedem ku modelên wan ên civakî di dawiyê de strukturên desthilatdariya kevnar biparêzin. Rizgariya jinê yan hatiye bipaşxistin yan jî weke pirsgirêkeke duyemîn hatiye dîtin ku ev hemî jî, şoreşan netemam û bêîstiqrar dike.
Modernîteya Demokratîk wekî alternatîf:
Ocalan balê dikşîne ser rola jinê û vê bi berdewamiya demdirêj a şoreşê ve girê dide. Li Rojava tevlîbûn û pêşengiya jinan, di aramî û serkeftina tevgerê de bûye faktoreka girîng. Dema ku jin bi awayekî komî xwe birêxistin bikin û bi awayekî aktîf di biryargirtinê de cih bigirin, lengereke civakî ya kûrtir a guherînê çêdibe.
Lê dijwarî pir in, bi taybetî li Rojhilata Navîn, ku hem îstîsmara kapîtalîst û hem jî avahîyên baviksalarî ku xwe di nav şaneyên civakê de bi kûrahî bi cî kirine. Ji bo avakirina modelek alternatîf di rewşeka wiha de sebir û berxwedaneka pir mezin divê. Lê jixwe ji ber van dijwariyan, her serkeftinek xwedî grîngiyeka mezin e.
Alternatîfa gerdûnî ya kapîtalîzmê?
Ger modernîteya demokratîk ji derveyê Rojava, li deverên din ên cîhanê jî bikaribe bi pêş bikeve, wê bikaribe li dijî kapîtalîzmê jî bibe muxalefeteka mezin.
Kapîtalîzmê dubendiyên mezin ên civakî û aborî afirandiye. Di bin navê azadiyê de giranî daye ferdperestiyê û jinê wekî amûreka di xizmeta vê pergalê de xemilandiye û bi her cure şêwazên ji rastiya potansiyel û dînamîzma jinê bi dûr, ji bo berjewendiyên vê pergala kapîtalîst û baviksalarî bikar aniye. Ger pergalek mîna Modernîteya Demokratîk, bi pêşangî û birêxistiniya jinê van pirsgirêkan çareser bike û di heman demê de aboriyek bikêrhatî û aramiya civakî jî bi pêş bixe, wê bikaribe vê dînamîzm û potansiyelê jî li ser lingê wê bide rawestandin û meşandin ku ev dê bibe serkeftin, pêşkeftin û aramiya hemû civakê û mirovan.
Ev potansiyela Modernîteya Demokratîk heye. Lê pirs ew e ku çawa dikare were adaptekirin û mezinkirin. Ma dikare li derveyî Rojava were pêşxistin û di civakên tevlihevtir de were pêkanîn?
Her çiqas fikir û îdeolojî taybet bin jî, di heman demê de xwedî potansiyel in ku li nav civakên cuda jî bikaribin belav bibin û xwe li rewşên cuda bînin, ango adapte bikin. Lê teza Ocalan a xwe di pratîk û têkoşîna li Rojava de dide der, ne tenê ji bo û li gor civaka kurd hatiye formulekirin û bipêşxistin. Berovajiyê wê, raman û çareseriyeke alternatîf e ku gel û civakên cuda, bawerî û çandên cuda bikaribin bi hev re, di nava civak û parvekirinê de bijîn. Pratîka Rojava di heman demê de piştrast dike ku ev raman dikare pir bi hêsanî jî, li van civakên cihêreng were adapte kirin. Bê guman li nav civakên cuda jî pirsgirêkên hevpar hene ku li benda çareseriyekê ne. Her çend cûdahiyên me hebin jî, sedemên ku me digihînin hev jixwe di xwezaya me de ne. Loma jî û li gel dijwariyên mezin, li ser bingeha teza Modernîteya Demokratîk, bipêşxistina çareseriyekê jî pêkan e, tenê têkoşîn, ked û dem divê.
Modernîteya Demokratîk ne teoriyek e ku bi çandek an çarçoveyeka taybet ve bê bisînorkirin. Lê modelek e ku dikare li civakên cuda were anîn. Lewre ev tez, li ser prensîbên gerdûnî yên wekî wekhevî, rêveberiya xweser, cihêrengî û dabeşkirina bi dad a çavkaniyan hatiye bipêşxistin.
Her çendî cîhan xwedî cihêrengiyên mezin be jî, lê xwedî gelek pirsgirêkên bingehîn ên hevpar e jî:
• Newekheviya aborî - Cûdahiya navbera dewlemendan û xizanan her diçe zêde dibe.
• Pergala baviksalarî – Jin hîn jî bi awayekî sîstematîk tên marjînalîzekirin.
• Xerabkirina xwezayê – îstismarkirina hovane ya kapîtalîzmê ya xwezayê krîzeke cîhanî ye.
• Navendîbûna siyasî – Netewdewlet û kartel hêzê di destê xwe de kom dikin.
Ji ber vê yekê, pêkan e ku ramaneka bi vî rengî bi vê pergalê re qayîş bikşîne û ji derî Rojavayê Kurdistanê jî ji xwe re zemînekê bibîne. Mifteya serkeftina modernîteya demokratîk dikare di vê berfirehiya wê de veşarî be. Lewre ev raman ne şabloneka amadekirî ye ku were kopîkirin, lê dikare prensîbên vê ramanê li şert û mercên cuda jî were anîn.
Aloziyên li ber belavbûna ramanî
Divê mirov realîst be û têbigihêje ku ji bo belavbûn û cîdîtina vê ramanê, pêvajoyeka dijwar, ked û dem dixwaze. Desthilatdariyên xwedî hêza mezin wê zû bi zû dest ji desthilatdariya xwe bernedin. Gelek gel û civak bi pergala kapîtalîzmê re ewqasî zêde hatine girêdan ku nikarin rêyeka din xiyal jî bikin. Lê jixwe guherînên civakî bi derbekê re nabin, hêdî hêdî dibin. Hêzên ku wek mirov me bi hev ve girê didin, ji hêzên ku me ji hev vediqetînin bihêztir in.
Modernîteya Demokratîk dikare li welatên pêşketî, an li nav civakên ku xwedî roleke xurt in jî pêk were?
Teza Öcalan helbet ne "şabloneke" e ku were kopîkirin. Jixwe em ji ceribandinên sosyalîzmê dizanin ku pêkanîna şablonan ji bo civakên cihêreng di dema dirêj de dibe sedema pirsgirêkên mezintir. Wekî din, Öcalan mîna Marksîzmê pergala kapîtalîst bi tevahî red nake. Ev yek ji taybetmendiyên bingehîn e ku ramana wî ji Marksîzmê cuda dike. Öcalan ol, cudahiyên civakî û encamên erênî yên pergala heyî yên weke xweşiya civakî û pêşketinê red nake. Berovajî vê, ew di wê baweriyê de ye ku ev hemî jî, dikarin di sîstemeke konfederal a demokratîk de bêtir werin pêşxistin û di nav demê de, bi vê pêşkeftina azad xwe bigihêjine rastiya xwe ya resen. Lewre ev pergal di pêşketinên civakî de wekhevîxwaztir e. Ew dibêje cudahî û pêşketinên ku sûdê didine civakan, bêyî bêne redkirin jî, ev pergal dikare pêk were. Ji ber vê yekê teza Öcalan dikare di civakên pêşkeftî de bêtir were pêkanîn. Lê, pêvajoyên derbasbûnê her dem bi êş in, bi taybet pêvajoyên veguherîna civakî. Lê em dizanin ku pergala kapîtalîst a heyî li şûna ku aştiya civakî û wekheviyê ava bike, bi şer hewl dide rê li xitimandinên xwe veke. Loma jî, alternatîfa Öcalan pir realîsttir xuya dike.
Ocalan pergala kapîtalîst bi temamî red nake, lê ji aliyên wê yên pozîtîf sûdê werdigire ku ev jî di navbera ramana wî û Marksîzma klasîk de yek ji cudahiya herî balkêş e. Marksîzmê gelek caran pergala kapîtalîst bi tevahî red kiriye û xwestiye li şûna vê pergalê, bi ceribandineka nû, pergala sosyalîst ava bike û pêşengiya vê ramana nû kiriye. Vê jî, bi modelên ji jor ber bi jêr ve ku strukturên hêza hiyerarşîk diafirînin, pêk aniye.
Pragmatîzma Öcalan modêla wî hê guncavtir dike
Öcalan li şûna tunekirina tişta heyî, parastin û bikaranîna tiştên bikêr û baş, veguhezandina tiştên bêkêr û nebaş diparêze. Ev yek, di civakên pêşkeftî û xwedî refaha civakî de ku kapîtalîzm hê jî neheqiyên kûr li nav van civakan ava dike, derfeta pêkanîna Modernîteya Demokratîk zêdetir dike.
Tengezariya kapîtalîzmê û pêdiviya bi alternatîfeka nû
Kapîtalîzm li şûna reformên civakî, hewl dide krîzên xwe bi şer çareser bike. Mînakên vê di dîroka nêzîk de gelek in. Lê ev şer krîzên aborî û siyasî çareser nakin, bi tenê heya krîzên nû, temenê pergalê dirêjtir dikin. Di vê çarçoveyê de modela Ocalan ne tenê xwestekek e lê di heman demê de pêdiviyeka grîng e jî. Lewre li hember vê şêwaza wêranker, rêyeka aştiyane û demokratîk pêşkêş dike.
Modernîteya Demokratîk xwedan berfirehiyek e ku ji gelek modelên şoreşger ên berê realîsttir e û di civakên pêşketî de jî xwedî potansiyela pêkanînê ye.
Lê ji bo li welatên pêşketî grîngiya Modernîteya Demokratîk bê dîtin pêdivî bi çi heye? Tiştek heye ku dikare lez bide pêşveçûneka wiha? Ji bo di nav van civakên di warê endustrî û demokrasiyê de pêşketî ev model bikaribe pêk were çi pêwîst e?
Krîzeka kûrtir a pergala kapîtalîst: Pirê caran, dema mirov êdî pê dihesin ku pergala heyî bi kêr nayê, guherîn dest pê dikin ango pêkan dibin. Dema di nav civakê de cudahiyên aborî kûrtir bibin, krîzên avhewaya cîhanê xerabtir bibin û pergalên siyasî bêtir bêîstiqrar bibin, wê demê bêtir kes jî dikarin bikevin nav lêgerînên modelên alternatîf.
Mînakên pêkhatî yên serkeftinê: Ji bo raman li cîhanê belav bibin, divê mînak û delîlên berçav ên pêkhatî û bikêrhatî hebin. Ger Rojava û ceribandinên din ên modernîteya demokratîk îstîqrara demdirêj, dadmendiya civakî û domdariyê nîşan bidin, wê hîn zêdetir bibe îlham.
Pêşketina bihîsyarî û perwerdeyî: Li gelek welatên pêşketî, mirov di nav jiyana takekesî û serfkar de asê mane. Belavkirina zanyariyên li ser sîstemên alternatîf û ronîkirina awayên din ên birêxistinkirina civakê, dikare alîkariya rêlibervekirina vê şêwaza jîyanê bike.
Lêanînên teknolojîk û aborî: Civakên pêşketî pir zêde bi teknolojî û bazarên global ve girêdayî ne. Ji bo ku Modernîteya Demokratîk li van deveran pêk were, divê nîşan bide ku çawa dikare avahîyên aborî û teknolojîk ên tevlihev bi rê ve bibe bêyî ku bixwe bikeve nav kaos û bêserûberiyê.
Tevgerên populer û peyandinên gelî: Dîrok nîşan dide ku guherîn pir caran ji jêr dest pê dikin. Ger bêtir însiyatîfên taxî û herêmî dest bi ceribandina Konfederalîzma Demokratîk bikin, ev raman dikare hêdî hêdî belav bibe û bandorekê bike.
Xala yekem ” Krîzeka kûrtir a pergala kapîtalîst ” rast e, lê ne pêdivî ye. Ger xalên din werin ronî kirin, bêyî ku krîz faktorek diyarker be jî, guhertin dikare çêbibe.
Civakên di warê teknîkî, endustrîyalî û demokrasiyê de pêşketî, ger delîlên şênber ên karkirin û pêkanîna wê bibînin, krîz xirabtir bibin û mirov ji modelên alternatîf zêdetir haydar bibin dikarin ji dil nêzîkayî bi Modernîteya Demokratîk bidin. Guhertin di şevekê de pêk nayên, lê têkelbûna rast a faktoran dikare pêşketinek biafirîne.
Krîza kûr a pergalî dikare bibe katalîzator, lê divê ji bo guhertinê nebe pêdiviyeka erê û nayê. Ger hayjêhebûn, perwerdehî, mînakên pratîkî û tevgerên gelî bi têra xwe xurt bin, bêyî ku em tûşî hilweşîneka mezin bibin, veguheztin dikare bi rengekî xwezayîtir pêk were.
Ne erêna ye ku guherîn li ser bingeha bêhêvîtiyê şîn were. Guherîn dikarin her wiha bi îlham û dîtina tiştên çêtir jî pêk werin.
Peresan(evolution) an şoreş?
Ji nerîneke şoreşgerî ya kevn veguhezîna ber bi nêrîneke peresanî ve, bi taybet jî ji ser ramanên Ocalan, girîngiya guherînên gav bi gav, domdar a li ser bingeha guherînên civakî nîşan dide û ev wekî nerîna şoreşgerî ya kevn, metirsiya serhildanên ji nişka ve û metirsiya afirandina hiyerarşiyên nû di nav xwe de nahewîne.
Fikra Ocalan a Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk, ji şoreşa sosyalîst a klasîk bêtir nêzî guhertineke peresanî ye. Ew li şûna hilweşandina desthilatdariyê û li şûna wê dewleteke nû, qala xwebirêxistinkirin, xweserî û avakirina sîstemên alternatîf ji hundir ve dike. Ew stratejiyek e ku di dema dirêj de domdartir xuya dike. Lewre, li şûna zordestî û kontrola navendî, ew xwe li ser bingeha dînamîkên civakî û beşdariya civakî dihone, ava dike.
Demokrasiya radîkal
Öcalan dibêje ku ew demokratekî radîkal e û ev nêrîn û nêzîkayî pir balkêştir xuya dike. Ramana Öcalan a demokratbûna radîkal xwedî reng û ahengeka ji ya sosyalîzma tê zanîn cudatir e. Lewre ew ne tenê xwedî armanca guhertina pergala aborî ye, lê guhertina tevahî ya pêkhateya civakî ji xwe re dike armanc. Ango divê hêza herkesekî li ser biryarên jiyana xwe ya taybet zêdetir be. Civak divê li ser bingeha wekhevî, dadî û bi cihêrengiyên xwe ve ji nû ve bê birêxistinkirin. Binavkirina xwe wekî "demokratekî radîkal" tê wateya hewldana ji bo demokratîzekirina hemû aliyên jiyanê. Ji aboriyê bigire heta çandê, heta ku em xwe ji aliyê siyasî ve çawa birêxistin dikin. Ew ramanek e ku ne tenê ji nû ve dabeşkirina çavkaniyan e, lê ji bo afirandina civakek e ku mirovên têde bi xwe xwediyê wê hêzê bin da bikaribin li gorî pêdivî û daxwazên xwe teşe bidine jiyana xwe û birengînin.
Ew pênase ji, xwe wekî sosyalîst binavkirin, balkêştir û dînamîktir xuya dike. Ji bo guhertinê rêyek maqûltir, berfirehtir û pratîktir xuya dike. Di rewşeka wiha de ne tenê elîtek bi ya din diguheze, lê li ser nirxên bingehîn ên demokratîk ku li ser her aliyên jiyanê, di her astê de hûr û kûr dibe, tiştek bi tevahî ji nû ve ava dibe.
Ev jî dide xuyan ku demokrasiya radîkal ne tenê teoriyek siyasî ye, lê felsefeyek e ku em çawa dikarin li ser bingeha wekhevî, bi domdarî bi hev re bijîn.
Bi sosyalîzma klasîk ve girêdayî demokrasiya radîkal, çawa? Çiye ya vê yekê ew qasî balkêş dike?
Öcalan desentralîzasyonê (merkeziyetiya ademî) derdixe herî pêş ku ev helbet ne bi dilê gelek kes, derdor û welatan e. Desentralîzasyon yek ji dijwariya herî mezin a vîzyona Ocalan e. Ew alîgirê pergalek e ku tê de hêz ne di destê dewleteka navendî de ye, lê di nav pêkhateyên xwecihî û herêmî de tê dabeş kirin. Ev jî di asteka bilind de kontrola li ser jîyan û civakê, li civakê bixwe belav dike. Ev di nav pergaleka federe ya berfirehtir de, bi afirandina yekîneyên ku xweser têne birêvebirin û xwe bixwe xwe birêxistin dikin ve girêdayî ye ku ev jî şêweyekî Konfederalîzma Demokratîk e.
Çima desentralîzasyon ji bo gelek welatan pirsgirêk e?
Ji bo gelek dewletan, bi taybet ên ku ji berê ve strukturên hiyerarşîk ava kirine, desentralîzasyon ji bo desthilatdariya wan a navendî metirsiyek çêdike. Lewre desentralîzasyon li dijî pêdiviya dewletên klasîk a navendîkirina hêzê, metirsiyek diafirîne ku ew bi pêkanîna vê pêdiviyê dikarin kontrola xwe ya li ser hêz û yekîneyên herêmî yên mezin bidomînin. Dewlet bi gelemperî pergalên xwe li ser nasnameyek neteweyî ya bihêz û hewcedariya hevrêzkirina siyaset, aborî û çavkaniyan, di astek berfireh de ava dikin. Desentralîzasyon tê wê wateyê ku siyaset dikare bibe herêmî û piralî, ku dikare alozî û nakokiyan bi rayedarên navendî re çêbike.
Mînak, li Rojhilata Navîn, ku xala sereke ya referansa Öcalan e, dewletên mîna Tirkiyê (û neteweyên din jî) strukturên xwe yên hêzê li ser netewdewlet, dewleteka yekgirtî ava kirine. Pergaleka nenavendî, ne tenê kontrola wan a siyasî, lê di heman demê de têgihîştina wan a li ser yekitî û nasnameya neteweyî jî dike tengasiyê.
Feydeyên desentralîzasyonê
Desentralîzasyon, di vê serdema global û krîzên ekolojîk de, di heman demê de gelek derfetên potansiyel peyda dike:
• Li ser çavkanî û biryarên civakên herêmî, zêdetir xweserî û kontrolê dide wan bixwe.
• Pergalên domdar, maqûl û demokratîktir diafirîne ku ev pergal bikaribin zûtir bibine bersiv ji pêdivî û pirsgirêkên herêmî re.
• Derfetê dide çareseriyên cihêreng û ji aliyê çandî û etnîkî ve pêkutiya navendî ya li ser civakên pirreng radike ku ev ji bo wan civakan dibe destkeftiyeka mezin.
Cîhanek ji civakên nenavendî pêkhatî pêkan e?
Ramana Öcalan a desentralîzasyonê nêrîneka utopîk e, lê ne tenê armanceka bi serê xwe ye, di heman demê de rêyeka pratîkî ya avakirina civakên bêtir demokratîk û domdar e. Pirsgirêk ew e ku wê gelek dewlet neçar bimînin dev ji beşeka mezin a kontrola xwe berdin. Bi taybet dewletên otorîtertir wê vê yekê bi dilê xwe nekin. Lê eger desentralîzasyon karibe di asteka piçûktir de pêk bê (wek li Rojava), dikare bibe mînak ku li deverên din, bi taybet li deverên ku mirov hest dikin civakên wan di bin pêkutiya kontrola hêza navendî de ye, belav bibe.
Strukturên desthilatdariyê bêyî şer dest ji hêz û kontrola xwe bernadin, lê fikrên Ocalan ên derbarê desentralîzasyonê de rêyeke dûrî desthilatdariya navendî nîşan dide ku ev jî ber bi xweseriya herêmî ya domdar, a dê civak bikaribin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin ve dibe.
Desentralîzasyon dikare di civakên dêmanîtir de çewa pêk were?
Dikare li welatên pêşketî û xwedî pergala navendî jî, êdî modelên nenavendî bê dîtin?
Her tişt pêkan e. Lê bêguman rêyeke dûr û dirêj û bi aloz e. Xwegihandina armancan dijwar be jî, ya hêza bipêşxistina veguherandinan dide mirovan, dibe têkoşîn bixwe be.
Çendî giran û ne pêkan xuya bike jî, gelek sedemên mirovan hene ku ji bo guherînê têbikoşin:
• Ji bo dad û wekheviyê: Gelek kes ji bo cîhaneka ku her kes tê de xwedî maf û derfetên wekhev in, li dijî newekheviyê têdikoşin, şer dikin. Di cîhaneka ku dewlemendî û hêz di destên hindekan de kom bûne de, têkoşîna ji bo civakeka wekhev û xwedî maf, pirsgirêkeka exlaqî û kesayetiyê ye.
• Ji bo nifşên nû pêşerojeke baştir: Guhertin pir caran ne ji bo me ye, lê ji bo nifşên piştî me ye. Eger em ji bo afirandina rêyeka cuda ya baştir hewl nedin, dibe ku em cîhaneka ku ji bo zarok û neviyên me hîn bêtir bêdad û riziyayî ye bihêlin. Ji bo ji nifşên nû re cîhaneka baştir û azadtir bê avakirin, têkoşîn tê dayîn.
• Avakirina derfetan: Ramanên Ocalan ên desentralîzasyon û Konfederalîzma Demokratîk ne tenê rexnekirina sîstema heyî ye, di heman demê de vîzyona pêşerojeke baştir e. Ew xwe bi pergala aborî û polîtîk a heyî ve girê nade, lê ji bo çareseriyên nû rê û qadên nû diafirîne. Têkoşîn, baweriya bi alternatîfa li dijî pergala kapîtalîst e ku dikare li ser hêza herêmî, civakî û hevgirtinî were avakirin.
Berxwedan: Dema mirov pêkutî û zilmê li der û dora xwe dibîne û dixwaze li dijî wê tiştekî bike, ev bi mirov re hesteka xurt a berpirsiyariyê diafirîne. Rêya li pêş mirov dirêj û bi astengiyan dagirtî xuya bike jî, berxwedana li dijî statukoparêzan wêrekiya parastina baweriya xwe ye.
Ji bo azadiya ferdî û kolektîf: Gelek kes ne tenê ji ber pêkutiyên aborî, lê di heman demê de ji ber normên civakî, homojenbûna çandî, wêrankirina xwezayê û ji bo azadiyê jî têdikoşin. Mirov dixwazin xwedî derfetên biryardayîna li ser jîyana xwe bin û di nav civakeka xwedî derfetên pêşketina azad a ferdî û kolektîf de bijîn. Ev tê wateya serîhildana li dijî pergalên ku rê li ber xwegihandina azadiyê digirin û tê wateya avakirineka nû.
Dijwariya têkoşînê beşek ji hêza guherînê ye: Têkoşîn bi xwe, her çendî dirêj û dijwar be jî, xwedî hêzeka cewherî ye. Ew ne tenê rêyeka ber bi armancekê ve ye lê di heman demê de pêvajoyeka pêşketina hişmendî, avakirina hevkarî û bitevgerkirina mirovan e jî. Ne tenê bi guherandina pergala dadî û aborî ve, lê ew bi afirîneriya guherbariya hişmendiya mirovan, pêşandana pêkaniya birêxistinkirina jîyaneka cuda ve jî girêdayî ye.
Mirov çima têdikoşin? Ji ber ku guherîn pêkan e û xwedî vîzyona cîhaneka azad a mayende ya dadwertir e û hêjayî têkoşînê ye. Her çendî ew dijwar be û giran bimeşe jî, têkoşîn bixwe beşek ji wê rêwîtiya ber bi wê dinyayê ve ye.
Nêrîna ”her tişt pêkan e” îlham dide: Rojava mînakeke bi hêz e ku çawa demokrasiya radîkal û desentralîzasyon dikare di bin şert û mercên dijwar de pêk were, an jî bi kêmanî dest bi xebata avakirina vê yekê bike. Balkêş e ku ramaneke wiha berfireh û piralî ya birêxistiniya civakî karîbû li herêmeka wiha bi aloziyan dagirtî dest pê bike. Her çendî hîn bi tevahî ne diyar be jî, ew mînakeka bi hêz a îlhamê ye ku jîyaneka wiha pêkan e. Bi taybet di vê pêvajoya damezrandinê de, ya bi mirovan dide hestkirin ev e û ev hest mirovan dike nava tevgerê, hêvî dide, loma jî pir grîng e.
Civaka kozmopolît a Rojava: Rojava ji bo komên etnîkî, ol û kevneşopiyên cuda hewl dide pergal û jiyaneka pirreng, pirdeng, wekhev ava bike û bi pêş bixe. Ev nîşana pratîkî ya Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan e ku di navenda wê de desentralîzasyon, xwebirêxistinkirin û femînîzm, herwiha li dijî pergala baviksalariyê rabûn heye. Ji bo vê, qadên xweser hatine afirandin û ji bo xurtkirina rola jinê di aliyê siyasî û civakî de, xebatên sîstematîk têne meşandin.
Li ser zeviya mirovahiya pêşverû tovek nû tê çandin û Rojava nûneriya vê tovê dike îroj. Ev nûnerî, li herêmeka ku ji şer, zordarî û destwerdanên biyaniyan zirarên mezin dîtiye, tê kirin û her çendî ev rê pir dijwar be jî, lê bi rêgezên xwe yên pirreng, xweser û demokratîk ve, dikare bê gotin ku ji niha ve rêyeke alternatîf afirandiye.
Perwerde, têkoşîn û enerjî: Mezinbûn û belavbûna pergaleka bi vî rengî li civakên din, mijara demê ye û pêdivî bi têkoşîn, zanîn û enerjiyeka mezin dibîne. Pergala nû ya li Rojava hatiye avakirin ne tenê avakirina pergaleka nû û saziyên pêve girêdayî ye, lê avakirina çanda hevkariyê, perwerdekirina mirovan di pêkanîna pratîkî ya demokrasiyê de, belavkirina raman, hestên berpirsyarî û hez û hêza vê felsefeya jiyanê ye jî. Ev pêvajoyeka fêrbûnê ya dînamîk e, ku mirov bi berdewamî gotûbêja pêşeroja xwe dikin.
Raman û rêxistinên bi vî rengî, xwedî wê potansiyelê ne ku di mercên herî giran de, li civakên din jî belav bibin. Bê guman, ji bo vê gelek xebat û girêdaneka xurt û demdirêj divê, lê ev di heman demê de bi bestdayîn û pêşandana awayên jiyana alternatîf ve jî girêdayî ye. Gava mirov dibînin ku ramanek, di asteka bi sînor de jî be, dikare bibe rastiyek, pêre jî derfeta pêbaweriya ku guherîn dikare di astên mezintir de jî bibe, diafire.
Wusa xuyaye ku Rojava ji bo guherînên civakî mîna laboratûarek e. Eger mirov di van şert û mercên dijwar de jî rêyên afirandina civakên pêkhatî, domdar û dadperwer bibîne, pêşketina tevgereka bi vî rengî li cîhên din, li gorî şert û mercên din jî, dikare pêkan be.
Ji bo bikaribe pêşerojeka baştir bê avakirin, girêdana bi prensîbên rast, bibiryarî, hînbûn, û sebir divê. Û wisa xuya ye ku, ji bo pêşandana pêkaniya cîhaneka din, Rojava him mînakek e û him hêviyeka mezin e.
Ji bo mînaka Rojava li Rojhilata Navîn û li welatên pêşketî jî belav bibe dijwariya herî mezin çiye?
Pirsgirêka herî mezin a belavkirina mînaka Rojava li civakên din, hem li Rojhilata Navîn û hem jî di civakên pêşketî de, ew e ku sîstem nû ye û mirov pir caran ji tiştên nû bi guman in. Ew pêşî xwe dûr digirin, xetereyên wê di ber çav re derbas dikin û çavdêriya mînaka heyî dikin ka çendî li ber xwe dide û bi ser dikeve. Lê hinekên din jî, hewl didin wê fam bikin û pênase bikin.
Dijwariyeka din jî ev e ku mirov bi hêsanî dev ji hînbûnên xwe bernadin. Dijberî wê, tişta hîn bûne diparêzin. Lê astengiya herî mezin a civakên Rojhilata Navîn, hişmendiya baviksalarî ye ku jiyanê bi kûrahî bi rê ve dibe. Ango pergala serdest a mêr, kêşe û astengiya herî mezin e. Ev rewş di civakên pêşketî de pir maqûltir e, û ev dikare wekî avantaj were dîtin. Loma jî, dikare ji bo wan dijwartir be dev ji bextewariya ku di encamên êş û berdêlên mezin de bi dest xistine berdin. Lê ev bextewariya van civakan jî, demokrasiya wan a jê sûdê werdigirin jî xwedî kêmasî ne û kemasiya van, di jiyana van civakan de jî kêmasiyan û xweziyan diafirîne. Teza Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk, rawestana Demokratiya Radîkal, hewldanek e ji bo jiholêrakirina van kêmasiyan. Loma jî, belavkirina vê tezê û vê rawestanê li hemû beşên civakê, pêdiviyeke mezin bi ravekirin, dazanîn, perwerde û têgihiştinê dibîne ku mirov xwe bikaribin bigihêjînine wate û kûrahiya wê.
Em dikarin van dijwariyan bişkînin û bêtir bifikirin ka em çawa dikarin nêzikî wan bibin:
1. Şikberiya bêriya nirxandinê
Mirov li gor xwezaya xwe, di destpêkê de ji guherînan bi guman in. Bi taybet jî, li hember pergalên nû yên nehatine ceribandin şikberî zêde ye. Ev tirs, ji nenasiyê tê, loma jî hewldan û daxwaza parastina statukoyê jî di rewşên wisa de bêtir xwe dide der, lewre statuko bi kêmasî be jî, tê nasîn û mirov xwe bêtir ewle dibînin. Herwiha yên di van pergalan de berjewendiyên xwe dibînin (çi kapîtalîst, çi feodal, çi baviksalarî), alternatîfên nû tundtir red dikin. Ji bo pir kesan jî, veguhestina pergala ku dinasin bi pergaleka nenas re, bi rîsk û metirsî xuya dike.
Ragihandin û perwerdekirina li ser vê yekê ku çima Konfederalîzma Demokratîk û desentralîzasyon feydeyên berbiçav pêşkêş dike, dikare bibe rêyek ji bo çareseriya vê gumanê. Bi rêya mînakên berçav ên bi kêr dikare pêbaweriyek bê afirandin. Rojava jixwe bi me da zanîn ku di rewşeka aloz û dijwar de ev model çawa dikare pêk were. Lê divê mirov bêtir bi mirovên din jî bide famkirin ku ev model dikare li civakên din jî were anîn (adaptekirin).
2. Dilsariya li hember destjêberdana ji rûtîn û hînbûnên xwe
Mirov bi hêsanî dev ji hînbûnên xwe bernadin. Ev yek li Rojhilata Navîn, ji ber pergala baviksalarî û desthilatdariya mêr a xurt û kûr a li ser vê pergalê şînbûyî, rastiyeka berçav e. Lê herwiha li welatên ji aliyê aborî û îndustriyê ve pêşketî û xwedî demokrasiyeka relatîv jî rastiyek e, lewre li van welatan jî, wê mirov nexwazin neçar bibin û dev ji berjewendî û rehetiya xwe berdin. Ji bo guherînê, pêdivî pê heye ku mirov grîngiyên xwe di ber çav re derbas bikin, wan ji nû ve bikin rêzekê. Ji bo jîyaneka dadwertir, wekhevîtir û xweştir, caran dikare pêwîst bike ku mirov dev ji berbijariyên xwe, rûtînên xwe û rehetiya xwe berdin. Mînak; li civakên pêşketî ramana kêmkirina xerckirinê û desentralizekirina hêzê, dikare gelek kesan bitirsîne, ji ber ku ev li dijî hînbûnên ku hesteka ewlehiyê dide wan û li dijî pergala wan a aborî, metirsiyekê diafirîne.
Ji bo vê, nirxên mirovan divê ji nû ve bêne pênasekirin. ”Eger derfetên madî û xerckirin nebe wateya jiyanê çiye?” Lê eger em bikaribin li hemberî vê ramanê, xweşiya jîyanê ya hevpar a ji bo herkesî baş vebêjin û ji bo vê jî rêyên alternatîf nîşan bidin, wekhevî, dadî berdewamiya jîyana wekhev û bi hev re, derxine pêş, wê demê ev civak jî wê bikaribin pêdiviya bi ji nû ve sererastkirina civaka xwe û xweşî û bikêriyên vê yekê, baştir bibînin.
3. Astengiya li ber pêşkeftina mirovahiyê - hişmendiya baviksalarî:
Hişmendiya baviksalarî ne tenê li Rojhilata Navîn lê li gelek deverên cîhanê belkî kêşeya herî mezin û berfireh e. Ev pergal li nav gelek civakan ev bi hezaran sal in heye. Guherînên li nav van civakan, pêvajoyên giran dimeşin, dijwar û xweragir in. Rojava, pêkaniya rola navendî ya jinê ya di her aliyên jîyanê de, nîşanî me da. Lê ji bo vê, di helwest û nêzîkayiyan de guherînên mezin û bingehîn divê û ev guherîn pirê caran rastî dijwariyên pir mezin tên.
Perwerdekirina li ser mafên jinan û grîngiya potansiyela wan a di civakê de beşeke girîng a pêvajoya guherînê ye, lê di heman demê de avakirina sazî û pêkhateyên ku rê li ber pêkanîna vê potansiyelê û pêşengiya jinê vedikin grîng in. Pirsa mezin ew e ku normên çandî û olî çawa dikarin werin veguheztin ku bikaribe ji nû ve, bi rengekî ku guherînan pêk bîne û di heman demê de ji şert û mercên herêmî re bihîstyar be.
4. Di civakên pêşketî de xweşî û geşdariya relativ û xweragiriya civakî
Di civakên pêşketî de, devjêberdana mirovan ji xweşî û geşdariya relatîv, dijwartir e. Bi taybet jî dema kûrbûna newekheviyê an krîza ekolojîk wekî metirsiyeka grîng nebînin. Loma jî, perwerde, bihîstyarî û hişyariya li ser encamên demdirêj ên bandorên wêranker ên kapîtalîzmê yên li ser mirovan û cîhanê, dibe xwedî girîngiyeke mezintir. Pir kes di wê baweriyê de ye ku xweşî, geşdarî û bextewariya wan mayende û domdar e, lê ev pergal bi rastî pir lawaz e, û têgihîştineka bi hêz divê ku newekheviya cîhanî û kirîzên ekolojîk ne tenê gefê li xizanan dixwe, lê li her kesî dixwe.
Ji bo belavkirina Konfederalîzma Demokratîk li van civakan, dikare stratejiyek li ser bingeha nîşandana bikêrbûnên desentralîzasyon û tevlêbûnên civakî û herêmî bê pêşxistin. Bi pêşxistina ramanên li ser hilberîna herêmî, domdarî, civak û berpirsiyariya hevpar, dibe ku mirov bikaribe li ser nirxandineka nû ya li ser hişmendiya pergala kapîtalîst jî, nêzîkayiyeka nû bi pêş bixe. Wê demê dikare baştir bê dîtin ku ev pergal bêtir bala xwe dide ser serkeftinên ferdî.
Ji ber vê yekê, belavkirin û pêkanîna Konfederalîzma Demokratîk û demokrasiya radîkal di civakên nû de, çi li Rojhilata Navîn û çi jî li welatên pêşketî, tê wateya bihêzkirina mirovan. Bi wê hêzê, mirov dikarin van alternatîfên ku li ser bingeha wekheviyê bilind dibin, baştir bîbînin û biwêrin biceribînin. Lê di heman demê de pêdivî bi aramî, nêrîneka demdirêj û lêanînên li gor rewşa taybet a her civakî heye. Aliyekî din ê girîng jî; divê were nîşandan ku ber bi desentralîzasyon û demokrasiya radîkal ve gavên piçûk jî dikarin encamên rast derxin holê û herkesek dikare xwe bigihêjîne van encaman.
Ev rêwîtiyeke dijwar e lê pêkan e. Gava yekem a pêkanîna Konfederalîzma Demokratîk li nav van civakên bi van dijwariyan re rû bi rû mane, dikare çi be?
Ev gava yekem li Rojava hat avêtin û ev pêvajo li wê derê didome. Dema mirov bi derfet û domdariya jiyaneke nû qanî bibe, wê ev balkêşî û girêdanekê jî çê bike. Em vê bandorê îroj li Rojava dibînin. Komeka mezin a ji welatên cuda, di bin navê ”Hêzên Enternasyonalîst” de xwe birêxistin kirine û li Rojava ji bo vê ramanê şer dikin, berdêlên giran didin. Piraniya van dilsozan ji welatên ku ji aliyê îndustriyê û aborî ve bi pêş ketine tên. Ev yek, ji bo têgihiştina girîngiya rewşa heyî, berçav û objektîf, mînakeka pir baş e.
Rojava mînakeka li ber çav e ku li gel dijwariyên guherandina pergalên kevnare yên civakî, pêkaniyan destnîşan dike.
Wek delîla pêkaniyê, Rojava
Rojava mînaka yekem a berçav e ku di nav şer û pevçûnên pir dijwar de jî, ramanên bi vî rengî dikarin werin pêkanîn. Ev yek, bi armanckirina pêdiviyên bingehîn ên mirovan ên ji bo dadwerî, ewlehî, wekhevî û berpirsiyariya civakî ve girêdayî ye. Li Rojava tevî hemû dijwariyan jî pergalên demokratîk, xweser hatine afirandin ku dikarin bandorê li jiyana civakî bikin. Gelek enternasyonalîstên ku li wir têdikoşin, ne tenê ji bo beşdarbûna têkoşîneka siyasî, lê di heman demê de beşdarbûna pêvajoya afirandina civakeka nû jî, wekî derfetek ji bo guheztin û avakirina cîhaneka wekhev û dadwer dibînin.
Balkêşî û hevgirtina navneteweyî
Têkoşîna li Rojava, nîşaneyeka zelal e ku ramana Konfederalîzma Demokratîk ne tenê ramaneka teorîk e lê, li cihekî ku gel bi awayekî aktîf ketiye nav lêgerîna alternatîfa kapîtalîzmê û ya baviksalariyê, ev raman di pratîkê de pêk hatiye. Têkoşerên enternasyonalîst ne tenê ji bo hevkarî û hevgirtinê diçin Rojava. Pirê wan vê wekî derfeteka beşdariya guherandina cîhanê dibînin. Ev kombûn û girêdan, îlhameka resen dide. Bi taybet jî gava mirov dibîne ku mirovên ji civakên pêşketî amade ne ji bo vê beşdariyê berdêlên giran bidin.
Ew hevgirtina cîhanî û vîna afirandina guhertinê nîşan dide ku dema mirov derfeta dîtina pêkaniya guherînê û ji nû ve avakirina civakî dibînin, berdêl çi dibe bila bibe, dikarin xwe tevlî vê pêvajoyê bikin. Avakirina civakeka ji pîvanên baviksalarî dûr, wekhev û ji her reng û dengî re vekirî, xiyal û daxwaza gelek mirovan e û dema mirov derfetên pêkanîna daxwaz û xiyalên xwe dibînin, bê deng namînin. Ev derfet, bihîstyarî û tevgerê xwedî dike, xurt dike. Bi taybet ji bo kesên bandora rasteqîn a ramanên Rojava dîtine, jiyane, ceribandine, paşguhkirina vê rastiyê êdî pir dijwartir dibe.
Em dikarin çi hîn bibin?
Di vir de ya herî girîng baweriya bi pêkanî û domdariyê ye. Dema mirov li Rojava dinêre û pê dihese ku bi rastî jî avakirina alternatîfek domdar pêkan e, ne tenê di asta teorîk de, di asta pratîk û kesane de jî eleqe û girêdan derdikeve holê. Ev jî bi pêşandana encaman û dîtina guherînên erênî ve girêdayî ye.
Ev tecrûbe bi me dide zanîn, eger mirov bixwaze van ramanan li civakên din belav bike, divê mirov nîşan bide ku ev raman, dikare di jiyana pratîk de jî pêk were. Ji bo mirovên civakên din bi vê yekê bawer bikin, divê bandorên berçav û guhertinên erênî diyar bibin. Ev jî, bi destpêkirina cihî, rêxistiniya cewherî, pêvajoyên biryardayînên demokratîk û avakirina qadên berpirsyariyên herêmî ve girêdayî ye. Bi vî awayî, em dikarin dest bi avakirina mînakên piçûk lê berçav bikin, ku mirov pêkaniya têkiliya pêşkeftina civakî ya domdar û ya dadmendiya civakî bibînin.
Avakirina serkeftin û balkêşiyê
Eşkere ye ku dijwariya herî mezin belavkirina ramanên tevgerên bi vî rengî li komên berfireh e. Lê gava mirov fersendekê bibînin û hîs bikin ku cîhanek nû pêkan e, dê rakêşî jî, mezin bibe. Divê ji vir bê destpêkirin. Çawa ku Rojava hem ji bo niştecihên herêmê û hem jî ji bo kesên ku ji deverên din ên cîhanê diçine wê derê bûye qada hevdîtina ramanan, ramana Konfederalîzma Demokratîk jî dikare tevgereka global a mirovên ku ji bo cîhanek dadwertir têdikoşin biafirîne.
Ev mînakek e ku nîşan dide, dema mirov li hev kom bibin, bi hev re tevbigerin, guhertinên piçûk çawa dikarin bandorên global bikin.
Ji bo hem di nav civakên herêmî û hem jî di asta navneteweyî de ev raman bikaribin bi berfirehî bêne belavkirin, çalakiya yekem a berçav dikare çi be?
Ji bo afirandina bandoreka gerdûnî, pir girîng e ku hêza potansiyel û amûrên rewşenbîrî hebin ku bala hêzên cîhanî bikişînin. Ew hêza potansiyel divê dema pêwîst bike bikaribe xwe biparêze. Mirov nikare tenê di qada ramanan de li dijî hêzên cîhanî têbikoşe. Divê gavên berçav ên vê potansiyelê nîşan didin, bêne avêtin û balê bikişînin. Berxwedan û têkoşîna dîrokî ya li Rojavayê Kurdistanê vê potansiyelê nîşanê hemî cîhanê da. Bi taybet jî şer û serkeftina jinan li dijî hêzeka hoveber a wekî DAIŞ’ê, bala hemû cîhanê li ser Rojava kom kir û cîhan li ber vê berxwedanê rêz girt. Ev jî piştrast dike ku gava herî girîng derxistina holê ya potansiyel, dînamîzm, hêz û vîna jinê ye. Xwebirêxistinkirineka bi vîna azad a jinê û destekkirina vê ji aliyê her aliyên civakê ve pêdiviyeka jîyanî ye.
Ji bo têkoşîna li dijî hêzên serdest ên cîhanî, raman bi tena serê xwe têre nakin. Ev raman divê bi gavên pratîkî, serkeftinên berçav û jêhatîbûna parastina xwe ve bêne xemilandin.
Hêz û rêxistinbûna jinê ji bo zêdetir belavbûna Modernîteya Demokratîk bingeh e.
Tevlîbûna jinê di avakirina civakê û têkoşîna parastinê de, ne tenê pergala baviksalarî ji hev belav dike lê di heman demê de dînamîzmekê jî bi xwe re diafirîne ku ev dînamîzm ji bo hevkariya navneteweyî dibe hest û besteka ku dike nava tevger û rêxistiniyê. Cîhan mînaka berçav a vê rastiyê li Rojava di pratîkê de dît, jîya.
Hin pêşniyaz:
• Divê zêdetir akademî, kooperatîf û projeyên rêveberiya xweser bêne avakirin ku jin karibin xwe bêtir perwerde bikin û projeyên civakî bi rê ve bibin.
• Di navbera jinên ji welatên din de têkiliyên xurt bêne ava kirin, tecrûbe û stratejiyên xwe bi hev re parve bikin, û piştgirî bidine hev.
• Nimûneyên pratîkî yên xwerêxistinkirina jinan li deverên cuda derxin pêş û nîşan bidin ku ev ne tenê li Rojava, lê li her derê pêkan e.
Hişmendî û seferberiya navneteweyî
• Pêşxistina kampanyayên navneteweyî ji bo belavkirina hişmendiya li ser rola jinê di veguhertina civakî de û pêşandana mînaka Rojava.
• Di medya, belgefîlm û platformên civakî de bikaranîna çîrokên jinên pêşeng û rêber.
• Pêkanîna zêdetir projeyên hevgirtinê yên enternasyonalîst, wek piştgirî, danûstendin û serdana hev û din a jinên ji welatên cihê.
Xweparastina jinê û xweseriya stratejîk
• Çawa ku YPG/YPJ’ê li Rojava pêk aniye, divê mekanîzmayên parastina jinan a li hemberî tundiya fizîkî û ya binesaziyê, werine xurtkirin.
• Ji aliyê siyasî, rêxistinî û pratîkî ve jin di warê xweparastinê de werine perwerde kirin.
• Baş were destnîşankirin ku rêxistinbûna jinan ne tenê mijareka civakî ye, lê hêzeka stratejîk û siyasî ye jî.
Avakirina strukturên aborî yên alternatîf
• Kooperatîfên aboriyê ku jin têra xwe bikin û neçarî girêdana bi pergalên kapîtalîst û baviksalarî nebin, bêne avakirin.
• Li şûna modelên ku li ser armanca parekarkirinê kûr dibin, divê bal li ser hevkarî, hevparî û bipêşxistina aboriyên xwecihî kom bibin.
• Kooperatîfên jinan ên cihêreng ên li çaraliyê cîhanê bi hev ve girêdin da ku hevgirtineka aborî ya gerdûnî biafirînin.
Rêxistinbûna jinan mifteya guherîna gerdûnî ye
Ger em van ramanan bi destekkirina xwebirêxistinkirina jinan, afirandina serkeftinên berçav û avakirina têkiliyên navneteweyî belav bikin, ev feraseta Modernîteya Demokratîk dikare li derveyî Rojava jî belav bibe. Jixwe Rojava nîşanî me daye ku ev yek pêkan e û niha dem dema xurtkirin û berfirehkirina wê ye.
Hin xalên girîng:
- 1. Modernîteya kapîtalîst: Pergalek di krîzê de
Modernîteya kapîtalîst li cîhanê teşeya civaka serdest e. Ev pergal e ku, îstîsmarî, newekhevî, tunekirina xwezayê û biyanîbûnê diafirîne. Ev pergal e ku, xwe dispêre navendîbûna desthilatdariyê, neteweperestiyê, avahiyên baviksalarî û kedxwariya aborî. Û ev pergal e ku, krîzên xwe ne bi guherîna rastîn, lê pirê caran bi şer û zordestiyê çareser dike. Ev pergala kapîtalîst, li gel hin serkeftinên xwe yên aborî jî, ne pergaleka wisa ye ku pêşerojeke domdar ji her kesî re misoger bike.
2. Modernîteya Demokratîk: Alternatîfek ku derdikeve pêş
Ramana Modernîteya Demokratîk a Ocalan, alternatîfek dide ber kapîtalîzmê. Li şûna navendîbûn, reqabet û îstîsmarê, li ser bingeha wekhevî, demokrasiya rasterast, domdariya ekolojîk û rêveberiyên xweser ên herêmî, hatiye avakirin. Di şevekê de têkbirina pergala kevn ji xwe re nake armanc, lê di nava civakê de hêdî hêdî pêkhateyên alternatîf ava dike. Vê bi perwerdekirin û birêxistinkirina civakê re yekser pêk tîne. Ev ne şoreşek e, lê peresanek e (evolution) û xwedî hêzek e ku dikare cîhanê ji binî biguherîne.
3. Konfederalîzma Demokratîk: Modeleka Azadiyê û ya Rêveberiya Xweser
Konfederalîzma Demokratîk pêkanîna pratîkî ya Modernîteya Demokratîk e. Pergaleke civaka sivîl e ku civak xwe bi rêya rêveberiya xweser û hevkariyê birêxistin dikin. Li şûna ku hêz di destê netewdewleteka navendî de were komkirin, hêz li şaredarî, kooperatîf û meclîsên herêmî tê belavkirin. Di vê modelê de, li şûna rêveberî û bandora elîteka piçûk li ser hemû civakê, mirov xwe bi xwe û yekser li ser jîyana xwe xwedî bandor in.
4. Demokrasiya Radîkal: Riya Nû ya Têgihîştina Siyasetê
Demokrasiya radîkal, wek ku Öcalan pênase dike, tê wateya demokrasiyeke ne bi tenê bi hilbijartin û parlamentoyê ve girêdayî, lê ji wan zêdetir. Ango divê kontrola jîyana mirovan di destê mirovan bixwe de be; divê beşdariya yekser û birêxistinkirinên herêmî hebin. Demokrasiya radîkal tê wateya rizgariya ji desthilatdariya navendî. Lê di heman demê de tê wateya berpirsyariya avakirina pergalên ku bi domdarî xwe bi xwe birêve dibin.
5. Rola Jinan: Mifteya Guhertina Rastî
Pergala baviksalarî yek ji pergalên herî zordest ên cîhanê ye. Loma jî, bêyî azadiya jinê, azadiya tevayî ne pêkan e. Li Rojava birêxistinbûna jinan bi rêya YPJê, meclîsên jinan û kooperatîfan, nîşan da ku dema jin rola xwe weke pêşeng û parêzvanên azadiyê bilîzin, civak ji binî ve dikare biguhere. Ev yek li seranserê cîhanê bûye çavkaniya îlhamê. Têkoşîna jinan parçeyeke navendî ya Modernîteya Demokratîk e.
6. Mînaka Rojava: Delîlekî berçav ku cîhaneka din pêkan e
Rojava ceribandineke dîrokî û pêkanîna pratîk a Konfederalîzma Demokratîk e. Tevî şer, astengî û muxalefeta navneteweyî, wan karîbûn civakeke bikêrhatî, piralî û femînîst ava bikin ku tê de komên cuda yên etnîkî û olî bi hev re, bi pergala rêveberiya xweser bijîn. Ev ne pergaleka bi temamî kamilbûyî ye, lewre destpêk e lê nîşan dide ku alternatîfên kapîtalîzmê û netewdewletê ne tenê xiyalên teorîk in, rastiyên pratîk in jî.
7. Pêşeroj: Divê çi bê kirin?
Divê hişyarî û bihîstyarî bêne belav kirin. Divê bêtir mirov ji van ramanan haydar bin û bibînin ku pêkanîna wan gengaz e.
Divê înîsiyatîfên herêmî bêne avakirin. Konfederalîzma Demokratîk dikare bi gavên piçûk, bi kooperatîfan, meclîsên xwecihî û tevgerên yekser ên demokratîk dest pê bike.
Divê rola jinan bê xurtkirin. Hêza jinan di van guhertinan de mifteya herî grîng e. Loma jî, divê piştgiriya xwebirêxistinkirin û pêşengiya jinan bi domdarî bê kirin.
Hevgirtinên navnetewî grîng in. Çawa ku enternasyonalîst ji bo şer diçin Rojava, divê tevgereka cîhanî ya li seranserê cîhanê piştgirîya alternatîfên demokratîk dike, bê ava kirin.
Pêşerojeke gengaz bi çalakiyê tê avakirin
Ev hemû ne utopyayek in, lê ber bi pêş ve rêyek in. Rojava nîşan dide ku guherîn ne pêwist e li benda hilweşîna pergala kevn bimîne, lê dikare li vir û niha, ji hêla kesên ku xwe birêxistin dikin û diwêrin bi pêşerojeke cûda bawer bikin ve were avakirin, bi şerekî ku zanîn, ezm û girêdanê dixwaze; bi têkoşîneka ku dikare cîhaneka bi dadî, wekhevî û azadî ava bike; bi ramaneka ku azadiyê ne wekî ramaneka nedîtbar, lê rastiyeka berçav e biafirîne.