Ji devê Ewliya Çelebî Fermana Şengalê -2-
"Ferman bi destê Melek Ahmed Paşa fetihkirina Çiyayê Bi Por, Çiyayê Sîncarê
Agît YAZAR
Xelek 2
....Eskerên li gel Paşayê me hatibûn, di sawgura sibehê de xwe di nava zinarên Sîncarê de veşartin û ketin kemînê. Heta Serlekê me Serlek Zipir 40 bêyreq, nola mozên zer, arê bi şewat bera Çiyayê Bi Porr(çiyayê şengalê) û ew jî ketin kemînan. Dema roj hilat û dinya ronî bû, konên artêşên bi qasî deryayê li Pahnava Sîncarê vegirtibûn û nola lalezaran ew der xemilandibûn.
Heta sê rojan eskerên îslamê lek bi lek kişiyan hatin li Guhera Sîncarè kon û holikên xwe vegirtin û ew der xemilandin. Roj bi roj esker nola deryayê museletî li ser Kafirên Bi Por bûn.
Dema min ev hîkaye ji Firarî Mustefa Paşa re digot, ew ji xwe re dima seyer û heyirî. Wî jî li min vegerand û got:
'Ewliya Efendiyê can û ceger, ew çiqas ceng kiriye û çendîn malê ganîmetê ji vî çiyayê bê yom anîye! Tu pê nizanî bê van melûnên Yezîdî çiqas kul xistine li ser dilê min. Di rûyê wan de Paşê gelek name ji min re şand û ez şermezar dikirim. Lê min ji ti kesî re negot û min rakirina fermana van kesên bi por di dilê xwe de kedî kir. Paşê me sefera li ser Xanê Bilîsê ji xwe re kir hincet û me berê eskerên xwe yên nola deryayê arasteyî wê hêlê kir. Bi emrê Elahê qadir û zindî, bi saya wan nameyan min guhê gelek kesan kişand û min tibabek malên wan ji wan sitendin. Paşê jî me rişmeyên hespên xwe ber bi vî alî ve şikandin û binêre vaye me ev der dorpêç kiriye.
Paşê jî Firarî Mustefa Paşa ji min tika kir got: 'can û cegera min Ewliya Efendî, tu bide xatirê Xwedê tu dê ji min re tim wanî qala fethên Melek Ahmed Paşa bikî.
Ez ê bûyera Çiyayê Bi Por(çiyayê şengalê) bikudînim û pêde biçim:
Ez benî wekî cenabê we jî pê dizane, hingê tam 70 beyreq sekman û piyadeyên bavê te, herwiha 10.000 jî yên axayên din hebûn. Tevdekên wan egîtên Abaza, Çerkez û yên Gurciyan bûn. Evana tev di gotina hev de bûn û xwedî namûs û xîreta Muhemedî bûn. Tevdekên wan ji dil û can êriş dibirin bi ser Yezîdên Melûn yên li serê Çiyayê Bi Por. Evana digotin înşeallah em ê bi şûrên xwe yên tûj, pirça serê temamê Yezîdan buqusînin, em ê mal û milkên wan ji xwe re wekî xenîmet ji xwe re bînin û em ê tola şehîdên Kerbelayê tola hz Husên ji wan hilînin. Evan egîtên Çerkez, Abaz û Gurciyan xîret dikirin êrişî ser Yezîdên Ser Pirç dikirin û digotin; em ê qîzên wan yên nola sitêrkên ezman pak û bedew bînin ji xwe re bikin carî û kole.
Û eskerên me yên Saricayê şikir dikirin ji tanriyê mezin re û digotin înşaleh em ê tevî wezîrê pîrê me Sultan Ahmed Han, Nasûh Paşa efendî ew ê ji heq van Yezîdên Bi Por were der. Ew ê tola Saricayên me ji vî Çiyayê Bi Por bistîne. Li cenga vî çiyayî, 7.000 egîtên me şehîd ketibûn. Înşaleh em ê tola van şehîdên xwe ji van Yezîdan hilînin. Hingê temamê tufnekçiyên me bi sond û peyman bi dil û can, temamê xaziyên muslumanan û bi hewldanên Melek Ahmed Paşa efendî temamê xaziyan bi xelat kir û ew teşwîqî şer kirin. Hinek ji wan bi çavtirsandinê ew şandin cengê.
Serê sibê ji 70-80 derên Çiyayê Sîncarê bi werîsan hilkişyan serê çiyayê asê, derketin ser her derên Çiyayê Bîsutûnê. Cî cîna dest bi cengê kirin. Şer, tam heft saetan di navbera Qewmê Şeytên de û eskerên Melek Ahmed Paşa de kudand. Şer ew çend dijwar bû, Melekên li ezmanan li ber şerê Melek Ahmedê li ser rûyê erdê lêvên xwe digezandin. Di vî şerî de 700 heb cengawerên me ketin li ser axê û şerbeta şehadetê vexwarin. Herwiha 3.060 Yezîdên Ser Bi Por telef bûn çûn.
Şer, heta tarî ket erdê berdewam kir. Paşê, dahola navberê bidin şer lêxist. Herkes di kozikên xwe de tilî li ser dîkê tivingê sekinîn. Xwarin û pêdiviyên wan li wan belav kirin.
Di wê tariyê de Kurdên Yezîd hatin diziya tiştên eskerên me. Eskerên me 800 heb kelê wan bi dest xist û ew şandin cehnimê, 75 heb jî zindî ji wan zevt kirin.
Wexta rojê avêt der û bû sibe, temamên xaziyên misilmanan ketin nava rez û malên Çiyayên Sîncarê, 300 herêm talan kirin ji hev de xistin. Lêbelê ne mirîşkek, ne çivîkek, ne ta, ne derzî, ne kelpîrek, ne xwarin, ne vexwarin û heta ne libek xerdel jî nedîtin(ango gûyê xwe jî ji wan re nehiştine) bi fermana Paşê melaên wan da ber pêta arekî kulxan, suloriya pêta agir çû bi qatê ezmanê heftan û heyştan re derket..."
Dê bidome…
Wergera ji Tirkî: Agît Yazar
Têbinî 1: çi eleqeya tola Hz Husên bi vê komkujiya miletê Êzdî heye gelo? Gelekî eşkere ye dekbaziyek mezin di vir de xwe dide der. Ji qazî xwe li kerikî û nezaniyê datînin; Êzîdî wekî Yezîdî bi nav dikin, ango herwekî heşa xelkê me yên Êzdî ji Yezîdê lawê Muawiye ne û bi vî awayî miletên alîgirê Hz Elî jî li Kurdên Êzdî gurêx dikin.
Têbinî 2: werger ne bi dilê min e. Lewra bi Tirkiyeke gelekî tevlihev û lewitî hatiye nivîsandin. Encax ez dikanim wanî li hev biedilînim.