KANYON (GELÎ)
Mordem Zel
Kurdistan, bi erdnîgarî û avhewaya xwe xwedî bi hezaran çavkaniyên avê ye. Ji ber ku mehûbûnên bireh û debiyên bi hezar salan û demsalî zêdeyî nivînkirinê bûne newal û mesîlên kûr çêbûne û ev bûne sebebê çêkirina kanyonan. Di lîteratora zimanê kurdî de ji bo Kanyonan, yekser Gelî tê gotin, lê li gor şikilgirtina xwezayê navên weke Newal, Xirînc, Nîhal, Kend, Dol, Zixir, Gêdûg, Newal, Mesîl, Gewer, Neqeb, Darbend û çend navên din jî hene têne bikaranîn.
Li ku derê Kurdistanê hûn bigerin hûnê rastî bi kîlometreyan dirêj, bi deh metreyan kûr, çavbirisîn û di heman demê da bi dîmenên heybetî kanyonan bidînin.
Ev kanyonên bi heybet zêdetir li cihên ku mehîbûn zêde çêbûye û li herêmên ku tebeqeyên fetlonek û zinarên dijwar lê hene bêtir in. Serejêrên berpalên van kanyonan zêdene û binkehiya wan tune ye. Çem, qada herî bilind a navbera du rasteyan mehû dike û kanyonan çêdike. Li eraziyên çiyayî kanyon dibin sebebê hêsantirkirina çûn û hatinan.
Her çiqas ev kanyonên xwezayî ji aliyê hêzên desthilat ve weke cihên tûrîzmê bêne bikaranîn jî, gelek kanyonên din jî hene hêjayî zîyaretkirinê ne.
Ziyaretkirina tenêtiyên bêdawî yên hezar salan hizûrê didin dilê meriv. Zinar û latên bi dirêjahiya xwe sed metreyan hene, tevî coşa çir û sûlavên xwe bi hezar salane hawirdorê bi rengê pîroze dixemilînin.
Ev jîngehên nepenî yên zêde nayên zanîn him ji bo kifşkirinê him ji bo kelecan û macerayê hêjayî dîtinê ne. Di heman demê da ji bo bêhnvedanê û dîtbariyên bi heybet jî cihên gelek guncan in.
Ev dîtbarî û îhtîşamiyên derasayî ne pêkane meriv bi çend hevokan rave bike. Ji bo têgihîştineke baş divê meriv bijî, bidîne û pê behs bike.