KELEHA RIBATÊ
Ribat, ango Rabat navê sê kelehên dîrokî û kevnare yên li herêmên Mêrdîn, Êlih û Dersîmê yên bakurê Kurdistanê ne
Mordem Zel
Di derbarê wateya navê van kelehan de çavkaniyeke zelal tune, lê, di lîteratora kurdî de peyva Ribat heye. Ribat, ji bo kewên xweş dixwînin tê gotin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bêje îhtîmala herî zêde ev e ku navê rastî Ribat be.
(KELEHA RIBATÊ (DÊRIK/MÊRDÎN)
Keleh, ji navçeya Dêrika Çiyayê Mazî 14 kîlometre dûr, li bakurê rojavayê gundê Beyrokê, li jorê gundê Ribatê li ser girekî çarstêla tîk hatiye avakirin. Keleh, bi kevirên gewrik û buxreyên herêmê hatiye çêkirin. Bi heybetiya xwe ji kelehê bêtir dişibe bajarekî kevnar û dîrokî. Keleh weke sê beş ji hevdû hatiye veqetandin. Navbera her beşên kelehê bi qasî 15 metreyî bilind û fireh çiya ji hevdû hatiye birîn. Ji veqatandinê bêtir dişibe neqebekî borandinê.
Li kelehê 15 heb birc û 4 heb qûleyên nobedariyê yên bi qasî panzdeh metreyî bilind hene. Ji aliyê rojhilat û rojava ve du deriyên kelehê hene. Bi qasî ku keleh li ser erdê ye, ewqas jî li bin erdê hatiye avakirin. Hin bermahiyên balkêş di bin kelehê de hene, yek ji wan jî bermahiyên qesra Keyê serdemê ye. Cihê ku keleh lê hatiye avakirin cihekî stratejîk û asê ye. Derdora kelehê bi çiyayên heybet û geliyên kûr honandî ye. Tenê ji aliyê gundê Fitnê û Ribatê de hilkişandina jor pêkan e, ew jî bi rêveçûn û meşekî bi qasî seetekî zor û zehmet e.
Beriya ku mirov xwe bigîne keleha mezin kelehek biçûk jî heye. Ev keleha bi heybet a li ser zinarekî asê û dijwar hatiye avakirin ji bêeleqedariyê texrîbatekî mezin dîtiye û gelek beşên wê hilweşiyan e. Qismek dîwar û hin qûleyên kelehê li ser piya ma ne. Bi dehan Sarincên ku bi qasî kadînê mezin di zinar de kolandî û hin beşên kelehê yên weke perestgeh û dêrê jî li piya ma ne. Şopên hin beşên biçûk û qenalên avê yê li ser kevirên zinarî hatine çêkirin jî hene.
Ji bona keleh li qadeke pir mezin û fireh hatiye çêkirin, bi îhtîmalekî mezin bajarekî qelebalix bû ye. Şopên avahiya li aliyê bakurê rojavayê kelehê jî vê dide diyarkirin. Li gor hin îdayên têne kirin keleh di sedsala çaremîn de hatiye çêkirin û bermahiyên ewilî aydê Împaratoriya Romayê ne. Ji îdayê bêtir li aliyê rojavayê kelehê li ser zinarekî wêneyê şêr hatiye neqişandin. Şêr, weke sembola Împaratoriya Pers û Medan e.
Tê gotin keleh ji aliyê Artûkî, Bîzansî û Ebbasiyan ve jî hatiye bikaranîn.
KELEHA RIBATÊ (HEZO/ÊLIH)
Keleha li navçeya Hezo ya Êlihê, ji erdê 1285 metre bilind, li ser girekî zinarî bi kevir û buxreyên herêmê hatiye çêkirin. Berfirehiya qada kelehê bi qasî 3 hezar metrekareyî heye. Tê gotin keleh bermahiya destpêka serdema çaran e lê nayê zanîn bê ka ji aliyê kîja medeniyet ve hatiye avakirin. Keleh, di dema şerê Pers û Bîzansiyan de weke cihê parastinê hatiye bikaranîn û di wê serdemê de yek ji kelehên herî saxlem bûye. Keleh, bi qasî du hezar salan weke cihê xweparastinê hatiye bikaranîn.
KELEHA RIBATÊ (DERSÎM)
Keleha, li Dersîmê, ji parastinê bêtir dişibe şêngehek kû lê jiyan hatiye kirin. Zêdetirî 20 hezar metrekare firehiya kelehê heye. Li gor hin çavkaniyan tê gotin keleh 3 hezar sal beriya niha ji aliyê Ûrartûyan ve hatiye çêkirin. Ji bilî Ûrartûyan hin şopên ku ji serdema Hellenistik, Roma û Bîzansiyan mane jî didin diyarkirin ku ev der şêngehek navendekî ya girîng bûye li heremê.
Li herêma gundê Çemçelî bi navê Ribat, pire û sûlavekî jî hene. Pireya Ribatê, rêgeza navbera Kelehê û Xozatê ye. Di heman demê de ev pire weke xeta ji kelehê derbasî hemû şêngehên Dersîmê dibe ye. Li vêderê dîtina gorên di zinaran de hatine kolandin û şopên derenceyan jî pêkan e. Tê behskirin di hundirê kelehê de borandineke veşarî jî heye. Li nav kelehê gelek bermahiyên kevirên aşan jî hene. Ev jî dide eşkerekirin ku ev der ji bilî şêngehek dîrokî cihekî di aliyê aboriyê de jî xwedî roleke girîng bûye.
Têkildariya van her sê kelehan bi hevdû re heye tune nayê zanîn lê rastiyeke heye, her sê keleh jî ji bêeleqedariyê texrîbateke mezin dîtine û hatine hilweşandin.