1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. KEÇIKA WENDA SÎNÊXANA ÇEWLIGÎ Û ÇÎROKA WÊ YA TRAJÎK
KEÇIKA WENDA SÎNÊXANA ÇEWLIGÎ Û ÇÎROKA WÊ YA TRAJÎK,keçika,wenda,sînêxana,çewligî,û,çîroka,wê,ya,trajîk

KEÇIKA WENDA SÎNÊXANA ÇEWLIGÎ Û ÇÎROKA WÊ YA TRAJÎK

A+ A-

Ev çîrok rastiya qêrîn û hewariya kurdan bi xwe ye..

 

 

Wekî tê zanîn li ser erdnîgariya Kurdistanê bi hezaran çîrok û serpêhatiyên veşartî hene ku nehatine bihîstin.

 

Çîroka Sînê, yek ji van çîrokan e ku li ser erdnîgariya Kurdistanê bi xwînê hatiye nivîsandin. 

 

Bi salan nasnameya keça kurd Sînê ji civakê hatiye veşartin.

 

Bandora tirs û xofa li ser kurdan hatiye ferzkirin li ser malbata Sînê jî çêbûye û vê êşa giran bi salan kişandine dilê xwe û di nav bêdengiyê de jiyan e. 

 

 

Ev çîroka pê behsdikim, yek ji çîrokên nimûne ye di nav dîrokê de.

 

Di rastiyê de çîrok û serpêhatiyên bi vî rengî xizmeteke pîroz e ji bo ronakirina dîrokê.

 

 

*****

 

 

RÊWÎTIYA ÇÎROKÊ

 

Agahiyên di derbarê vê çîrokê de bi alîkariya Fîkreta qîza Sînê û zavayê wê Ehmed hatine berhevkirin.

 

Ehmed, neviyê Arifê Faris e.

 

Arifê Faris, yek ji qehremanê serhildana 1925"an e. Di heman demê de xalê Zaza Yado ye. Zaza Yado, yek ji efsaneyên serhildana Şêx Saîd e.

 

Pirahiya civîn û plansaziyên serhildanê li koşka dîrokî ya Arifê Faris çêdibû. Bi taybet rabûn û roniştina Şêx Saîd û Şêx Şerîfê Kelaxsî zêdetir li vê qonaxê çêbûne.

Bi vê boneyê Şêx Saîd navê koşkê weke Koşka Belek guherandibû.

 

SÎNÊ KÎ YE?

 

Sînê, qîza Seyfî'yê kekê Arifê Faris e.

 

Seyfî beg, di wê demê de li Dara Hênê muduriya katibê karê nivîsê dikir.

 

Her çiqas kar û barê Seyfî beg, li Dara Hênê be jî li gundê Xerîb dijiya.

 

Bi navê Mihemed Elî û Sînê du zarokên Seyfî beg hebûn.

 

Navê Sînê an Sînemxan, di zaraveya kirmançkî de kurtenavê Sînaye'yê ye.

 

Peyva Sînê, ji bo ku di wateya sing û dil de tê bikaranîn, mirov dikare bêje kurtenavekî evîndariyê ye. 

 

Navê Sînê, di zaraveya Kirmançkî de, tê wateya Sînaye.

 

Ji bo Sînê wenda bûye, malbatê jê re Sînê û Sînaye gotine.

 

Ji bo zayenda peyva Sînê an Sînaye jin e, tim di êriş, zilm û êşên giran de derbas bûye.

 

Ji bilî van neyîniyan, di nav civaka kurd de navê jinên bi kêr pêveka Xanê digirin. Weke mînak, navê hunermenda nemir Meyremxan û Sînemxan'a qîza Celadet Bedirxan.

 

Bi sûdwergirtina van navan min xwest Sînê ya Çewligî wek Sînêxan bidim nasîn.

 

ÇÎROKA SÎNÊXANÊ

 

Civîna tevgera 1925"an a Şêx Saîd, li qesra belek a apê Sînêxanê Arifê Faris çêdibe.

Di vê civînê de tevahî mezinê malbata Sînêxanê biryara tevlîbûna serhildanê digrin. 

 

Bavê Sînêxanê, Seyfiyê Faris di serhildanê de bi hawayekî nediyar tê şehîdkirin.

 

Dêya wê jî, di çûna mala bavê xwe de heman aqûbet tê serê wê.

 

Sînêxan, di 11 saliya xwe de sêwî dimîne.

Sînê, êdî dibe zaroka sêwî ya miqîmî ya qesra belek.

 

Wê demê apê Sînê, Arifê Faris û Zaza Yado li çol û çiyayên Çewlikê heta Palo û Licê şerê çekdarî dikin.

 

Apekî Sînê yê din jî heye, jiyana wî jî dramatîk e.

Li çarşiya jêr a Çewlikê bi şerqatên bi têl û qamçiyan tê îşkencekirin û jiyana xwe ji dest dide.

 

Trajediyeke din jî, tevahiya jin û zarokên malbatê koçî aliyê bajarê Qeyseriyê û hwd têne kirin.

 

Sînêxan, tenê yek ji zarokên şahidiya zilm û zordariya li ser malbata xwe kiriye.

 

*****

Piştî şikestina serhildanê, leşkerên dewletê bi ser qesra belek de digirin.

 

Çi zar û zîç hene, tevahî têne topkirin û dibin qampa Çewlikê.

 

Di serdegirtina qesrê de, tesadufî Sînê ne li wir bûye û ji vê êrişê rizgar dibe.

 

Cîranê wan ê ku tevlî serhildanê nebûne ji tirsa, Sînê nahewînin û wê dibin dikin axura qesra belek de vedişêrin.

 

Sînê, bi rojan li vir veşartî dimîne.

 

Qesra belek a dîrokî ku cih û warê serok û rêberan bûye êdî bêxwedî dimîne.

 

Di dema serhildanê de wisa tişt diqewimin ku, dê weled davêje, kes nikare li zarokê xwe jî xwedî derkeve.

 

Ji ber tirsê herkes dikeve etîra canê xwe û her weha derî li ser hevdû têne girtin û silav û merheba tê birîn.

 

Li gor dewletê, xwedîderketina li malbatên serhildêran û zarokê wan weke sûcê mirinê an koçberiyê tê hesibandin.

 

Zilma tê kirin, bav ji ewlad, bira ji bira diqetîne.

 

Ji ber zilm û felaketên dewletê, bi hezaran jin û zarokên bêçare hebûne ku aqûbet û xweziya xwe bi avêtina çemê mûradê anîne.

 

Di wê demê de li Çewlikê, beytarekî tirk ji bo sehkirina heywanê Arifê Faris tê peywirdar kirin.

 

Rîvayet ew e ku, temamê heywanê herêmê bi garanê wan ve bêne talankirin.

 

Beytar, dema diçe axura Arifê Faris bi Sînê re rûbirû dimîne û Sînê bi wê paqijiya zarokiyê ji tirsa di xwe re diçe.

 

Cîran, bi tirs be jî ji beytar re dibêjin ku Sînê ya reben a di xwe re çûyî keçika qesrê ye.

 

Qesra belek, êdî ji bo dewletê bi sabiqa ye, sûçdar e, bêkes e û bi mora zilmê hatiye morkirin.

 

Beytar, Sînê dibe cihê muayeneyê.

Sînê, ji tirsa lal dibe, ji bo ku bi tirkî jî nizane derfetê beytar tune pê re biaxive.

 

Bi alîkariya beytar û hevala wî ku jinek bi şivqet e, Sînêxan di demek kin de tê ser xwe.

 

Beytar, piştî demekî kin, tayînê Amedê tê kirin û nasnameya Sînê dide ser xwe. Him lê xwedî derdikeve, him jî wê vedişêre. 

 

Êdî ne pêkan e ku tu kes bizanibe Sînêxan ji malbata Arifê Faris e.

 

Ji bo Sînê, êdî jiyaneke nû destpê dike.

Dîtina Awê Saxyêr, Mehlê Wevêr, Fêk Derêy Wûyîr, Aftor û hwd ji bo wê dibin xeyalên dûrî aqil.

 

Êdî, di koçberiyê de dikeve nava xak û avekî nenas û dar û berên jê re xerîb.

 

Beytar, li Amedê navê Sînê dike Îkbal û dide ser nifûsa xwe.

 

Koka navê Îkbalê erebî ye û di wateya bextê vekirî û daxwaziyê de tê bikaranîn.

 

Jina beytar, bi boneya heskirina ji Sînê, navê Naciye lê dike.

 

Naciye jî, navekî erebî ye û di wateya azadiya ji dojehê û bihuştiyê de tê bikaranîn.

 

*****

Keçika sêwî ya bêbext a Çewlikê Sînê, êdî li derdora xwe bi navê Îkbal û Naciye tê bangkirin.

 

Wateya van herdû navan, di heman demê de dibin şîfreyên pêşeroja Sînê.

 

Bavê wê, dêya wê, apê wê hatine kuştin û ew bi dilekî kul, sêwî û weke bi ewladî li malekî xerîb, her kêlî tê qetilkirin.

 

Ev weke şerîda fîlmekî xwînî tim li ber çavê wê ye.

 

Bav û dê, ap û bira hemû hatine kuştin û tu kes li jiyanê nemaye. Bi kurtasî bêkes maye...

 

Trajediyeke din jî, li malekî beytar ku ji çand û zimanê wan dûr e dijî..

 

Dibe ku li ser kaqiz ewlad be lê kes bi êşê wê nizane... 

 

 

***** 

Tayîna beytar derdikeve û diçe Dilokê. Wê demê Sînêxan 16 salî ye.

Beytar, dixwaze ku keçika kurd a bedew Sînê bi yekî merivê xwe re bizewicîne lê ev pêk nayê.

 

Di wê demê ciwanekî bi navê Muharrem Keskîn heye, li ber beytar dixebite.

Ev ciwan aşiqê Sînê dibe.

 

Beytar, ji Muharrem re dibêje; keçika tu pê re bizewicî qîza min a manewî Îkbal e, navê wê yê rastî Sînêxan e!

 

Sînêxan, ji destpêkê heta dawiyê çîroka xwe ji Muharrem re dibêje.

Û dibêje; Mêzeke, tu ji kesî re behsa çîroka min nekî, nexwe wê di pêş de bi dewlet û malbatê tev re serê me bikeve belayê.

 

Bi kurtasî, him tirsa ji dewletê heye him ji malbatê.

 

*****

Ciwanê bi navê Muharrem, êdî aşiqê Sînê dibe, û rîska xeteriya ji dewletê û malbatê bê digire berçavan û dizewicin

 

Muharrem, piştî çend salan agahiyên Sînê daye di serê wî de mezin dibin û dikeve nava lêpirsînê.

 

Her çiqas kes bi hestên Muharrem nizanibe jî, xwesteka wî ya însanî ji bo Sînê dilşad bike dereng be jî dikeve meriyetê.

 

Muharrem, ji walîtiya Çewlikê re daxwaznameyekî dinivîse û dişîne.

 

Ev daxwazname, 15,16 salên piştî zewaca Sînê û 21,22 salên şûnda ku wenda bûye tê nivîsandin. Texrîben di 1947'an hatiye nivîsandin.

 

Muharrem, di kurte daxwaznameya xwe de behsa wendabûna mêrê wê yê di serhiladana Şêx Saîd de dike û dibêje malbata wê li Çarşiya Jêr rûdinin.

 

Muharrem, di daxwaznameyê de behsa hinek merivê Sînêxanê jî dike û navê wan jî wekî birayê wê Mihemed Elî, kurapê wê Mihemed Sidîq "Helîmê Faris" û yek ji malbata wê bi navê Hesen "Aydar" dinivîsîne.

 

Berî nivîsandina daxwaznameyê, qanûna paşnavê zû derketiye û ne Sînêxan ne jî Muharrem nizanibûne ku malbatê paşnava Ayçîçek girtine.

 

Li ser daxwaznameyê, walîtiya Çewlikê ji bo lêkolînê heyetekî ji mirovên akîl erkdar dike.

 

Di lêkolînê de heyet hin agahiyên di derbarê malbatê de bi dest dixin û di vê çarçoveyê de bi malbatê re dikevin têkiliyê û piştre agahiya saxbûna Sînê didin malbatê.

 

Agahiya saxbûna Sînê di nav malbatê de şanaziyeke mezin çêdike û çarşiya jêr dibe weke qada cejnê. Dengê kêfxweşî û şanaziyê bi qêrîn ji mala Arifê Fariz heta Mehla Wevêr tê bihîstin.

 

Yên bi wan re ev hisiyat heye baş fêm dikin, bê ka bextewarî û şanazî çi ye.

 

Li ser saloxdayîna Sînê, di serî de birayê wê Mihemed Elî, pismamê wê Mihemed Sidîq û 10,12 kesên ji malbatê ji bo dîtina wê diçin Dilokê.

 

Muharrem, li malbata xwe temîn dike ku nekevin nav kelecanê û bi qaydekî baş wan pêşwazî bikin.

 

Çend kesên ji malbatê ku diçin Dilokê, li ser pirsan, salox û silûxê Sînêxanê digirin.

 

Sînêxan, êdî bi navê Îkbal û Naciye tê naskirin û zimanê xwe yê dayîkê (Kirmançkî) ku bi salane neaxiviyê ji bîr kiriye.

 

Ji bo neyê naskirin û tehdayê nebîne, ji aliyê beytar ve hatiye pişaftin.

Weke bi hezaran zarokên Ermenî û Xirîstiyanê ku ne tirk û misilman bûne û hatine pişaftin.

 

Sînêxan, çawa çav bi kekê xwe û pismamê xwe dixe, wan nasdike.

 

Muharrem û malbata xwe mêvanê xwe bi rêzdarî û bi hurmet pêşwazî dikin û wê şevê Sînê û malbata wê bi hesreta dehsalan bi tenê dihêlin.

 

Malbata wê, dixwaze ku Sînê bibin Çewlikê û bi merivên din jî bidin nasîn.

 

Muharrem û malbata xwe vê biryarê di cih de dibînin û erê dikin.

 

Wê demê du zarokên Sînêxanê hebûne.

Sînêxan yekî bi xwe re dibe, yekî li Dilokê dihêle û dikevin ser rêya welatê bav û kalan.

 

*****

 

Sînêxan, dixwaze ewilê biçe merivê xwe yê li navenda Çewlikê ne bibîne û piştre tevî kekê xwe Mihemed Elî derbasî gundê xwe (Xerîb) bibin.

 

Demsal bihar e, dema zêdebûna avê ye, wê demê pireya ser çemê Oxnûtê yê Kanîreşê ku yek ji şaxê çemê feradê û çemê mûradê ye bi lasera avê re xira dibe.

 

Ava çemê feradê, ji berê de asê ye, xwînî ye û xeydok e, rê nade ku Sînêxan derbasî gundê xwe bibe.

 

Stranên li ser asêbûna feradê hatine çêkirin baştir asêbûna wê rave dikin.

 

 

Çemê feradê, astengiyê derdixe pêşiya Sînêxanê û dibe sebebê neçûndina wê ya cih û warên bav û kalan.

Lê Mihemed Eliyê kekê wê bi biryare ku Sînê di çem de derbasî jeber bike.

 

Mihemed Elî, Sînêxanê û xwarziyekî xwe bi hespê xwe yê reşbelek derbasî jeberê çêmê feradê dike û diçin gundê xwe.

 

Sînêxan, di mêvaniya xwe ya ewil de, bi hesreta dehsalan, sê mehan ligel malbata xwe dimîne.

 

Sînêxan, piştî sê mehan divê êdî derbasî mala xwe ya Dilokê bibe.

 

Mihemed Eliyê kekê wê û pismamê wê Mihemed Sidîq wê dibin Xarpêtê.

 

Muharrem jî wê demê tê Xarpêtê û wan pêşwazî dike û tevî Sînê bi rêya trênê derbasî Dilokê dibin.

 

***** 

 

Di navbera herdû malbatan de çûn û hatin zêde dibin û bi munasebeta van têkiliyan Fîkreta qîza Sînê bi Ehmedê (Ehmed Ayçîçek) pismamê Sînê re dizewicînin.

 

Di heman demê de Fatma'ya qîza pismamekî xwe jî, ji lawê xwe re dixwaze û wan dizewicînin.

 

Van zewacan di dîrokê de dibin sebebê xurtkirina hesreta bi dehsalan û bextewariyeke bêhempa dikin nav herdû malbat an.

 

Sînêxan, di sala 1993'an de tevahî êş û kulên xwe yê jehrî, ji dinyayê bardike û ber bi koça dawî ve diçe 

 

Muharrem, weke rewşenbîrekî di muduriyeta maliyê de teqawit dike û dibe emekdar.

 

Tevahî zarokê xwe dide xwendin û wan dike xwedî meslek.

 

Nexwe, Muharrem kesekî hestiyar û camêr nebûya wê neketa nav lêgerîna malbata Sînê.

 

Ev jî nîşana camêriyê ye, û ev camêrî zêdetir di Muharrem de hebûye..

 

***** 

 

Sînêxan, keçika sêwiya bi hesreta ditina welatê xwe û keçikek xurbetî bûn.

 

Ew dizanibûn, bê ka dûrketina ji çanda xwe, welatê xwe û heskirina ji xaka xwe û veqetandina ji malbatê çiqas zor e.

Bi salan bi van hestan jiya bûn.

 

Li gor behskirina Fîkreta qîza wê, dema bidîta yek bi kurdî (zaraveya kirmançkî) biaxive, weke dostekî û yekî ji malbata xwe bidîne kêfxweş dibû. 

 

Her cara ku kurdekî bidîta hestiyar dibû û girî bi çavê wê diketin.

 

Sînêxan, ji bo bi kesên wek bavê wê yê manevî beytar û mêrê xwe Muharrem re hatibûn naskirin, mirov dikare bêje jinekî bisihûd bûn. 

 

Lê, digel şivqet û merhemetê, bi hezaran qîz û bûkên me hene ku ji ser esl û feslê xwe hatine dûrxistin û di nav pergala qirêj de dijîn. Divê ev jî neyê jibîrkirin.

 

Her çi dibe bila bibe, divê em li wan bigerin û çîrokê wan binivîsin.

 

Şik û guman jê nîne, êş û kulê kurdan di çîrokên bi vî rengî de veşartî ne.

 

Ji devê Fîkreta qîza Sînê gotinên bi kul û keser;

 

"Dayîka min, heta mir jî, bêkesî û sêwîtiyê li derdora xwe ji kur ve dikişandin. Weke kevokeke bitirs di her kêliya jiyana xwe de hîs dikirin.

Çimkî, birîndar bûn; min van hemû tiştan di çavên diya xwe de didîtin û ji nêrînên wê min fêm dikirin."

 

*****

 

Çîroka, malbata Keskîn yên ji Dilokê û malbata Ayçîçek ya ji Çewlikê, bi boneya Sînê, di dîrokê de weke kînayet û hestên tolhildanê di hiş û mejiyên civakê de şax daye. 

 

Mirov, dikare bi çavdêrî û nirxandinên vê çîrokê bigîje hin hestên mirovahiyê.

 

Çîroka Ermeniyekî li Amedê ku bi darê zorê kirine misilman hê jî tê behskirin.

 

Ev Ermeniyê Amedê ku li taxa Xançepekê rûdine, heroj diçe mizgefta mezin nimêj dike.

 

Her ku ji malê derdikeve di ber dêra Sûrp Giragos diçe û disekine. Berê xwe bi dêrê ve dike û di nav bêdengiya xwe de dia dike;

 

Dibêje; Çûndina min a mizgefta mezin ne ji dil e, her çiqas biçim jî dilê min bi te re ye.

 

Ev çîrok jî, dişibe, kurahiya hesreta dilê Sînêxanê, û dûrketina ji çand û ziman û welatê wê yê bi qesra belek hatiye xemilandin.

 

Li gel rêz û silav an.

 

Mordem ZEL

23/01/2019 Licê

  

 Çavkanî: Orhan ZUEXPAYIJ