KURTENÊRÎNEK: ÊZDAYÎ
Ezdayiya (Êzdayî) resen şirovekirin, çand û felsefeya afirandin, afirîn, jîyan û xwezayê ye
Ezdayiya (Êzdayî) resen şirovekirin, çand û felsefeya afirandin, afirîn, jîyan û xwezayê ye. Olên din ên li ser vê bingehê şîn bûne mîna Zervanî, Mîtrayî, Zerdeştî, Yarsanî, Brahmanî, hemû ol û çandên Hîndu-Aryanî bi teşeya bingehîn a baweriyên xwe, bi rîtuel û felsefeya xwe, bi nêzîkayiya xwe ya xweza, cîhan, gerdûn û hemû caneweran û bi şirovekirina wan ve, yekser an neyekser di bin bandora Ezdayiyê de şîn bûne û teşe girtine. Piştre li gor rastiya erdnîgarî, civak û desthilatdariya xwe reng û teşe girtine an guherandine û di nav demê de cudayetiya navbera wan her ku çûye zêdetir bûye, reng û teşe ji hev cudatir bûne.
Bi bandora Îslamiyetê û Şêx Adî Bin Misafir, Ezdayiyê jî reng û teşe guherand. Ne tenê guherand, lê ji rastiya felsefeya Ezdayetiyê hema bêje bi temamî bi dûr hat xistin. Îroj bi kastên xwe (caste), bi rîtuel û duayên xwe, bi rengê jîyan û dan û stendinên xwe ve zêde girêdaneka wan bi rastiya ezdayiyê ve nemaye. Kopiyeke pir xerab a îslamiyetê ye ya di nav Ezdayiyê de pêşketî.
Olên Semawî, li ser dijminahiya hev û bi tenê ji bo xwe û desthilatdariya xwe hebûne. Felsefe û zanist tune di van olan de. Çîrokên basît in hemî. Qanûn û felsefeyên wan ên heyî jî dîsa ji Ezdayiyê û beşek ji Qanûnên Hemûrabî hatine girtin û çelexwarîkirin. Jibo berdewamiya desthilatdariyekê jî, armanca yekem û sereke rêlibergirtina pêşkeftina civakî ji aliyê zanîn û zanistê ve ye, ango kirina nav tirs, qalib û hêviyên “buhuşt û dojeh”ê ye. Civak çendî nezan be, temenê desthilatdariya wan ewçendî dirêj e. Di rastiya xwe de yekane û sereke felsefeya olên Semayî ev e. Demek pir dirêj Yahûdîtî ango Mûsewîtî (2550 sal) û Xirîstiyanî (2017 sal) di nav heman tariyê de bûn, bi taybet piştî salên 1700 û 1800î pêşkeftin û guherînên radîkal bûn di nav van olan de, lê ev rastiya wan a li jor naguhere. Tenê li hember demê neçarî guherînên radîkal man. Îslamiyet, bi temenê xwe yê 1400 salî, hîn serdema Engîzîsyon (Inquisition) a Xirîstiyaniyê dijî.
Ezdayiya îroj di reng û teşeya van olên Semawî û bi taybet jî ya Îslamiyetê de ye, ne li ser rastiya xwe ye û heya li ser rastiya xwe rûnenê jî, dê xwe ji ferman û tunebûnan nikaribe rizgar jî bike. Ev ne tenê ji bo civaka Êzdî, lê ji bo hemû kurdan û Kurdistanê derbas dibe. Piştî ku her dar li ser koka xwe şîn dibe, dema ji koka xwe qut bû, êdî navgîneke şewitandinê ye, çoya li destê zaliman, kursiya li binê gemaran e.
Mahabad Felat