KURTEÇÎROKA RESÛLÊ MALA ZELO
Mordem Zel
Resûlê Mala Zelo, kesekî îsyankar ê li hemberî dema post modernîst û jiyana wê bû.
Sedema pêbehskirin û nivîsandina jiyana wî jî ev xal e.
ÇÎROKA NAVÊ WÎ
Resûl, ji malbatekî binkî ya gundê Husênika girêdayî ser navçeya Licê ya Amedê ye. Malbata wî bi kenarnasîbûna xwe malbatekî Kurd û Kurdewar e.
Bavkalê wan ê herî mezin navê wî Resûl bûn. Jê re Resûlê Beza dihatin gotin.
Resûlê Beza, di xortaniya xwe de mêrxasekî pir bi kêr bû.
Di dema xela û birçîbûnê de li dijî zordestiya beg û mîran û talana dizî û şelandinê serî rakiribû.
Piştî Resûlê Beza, torineke wî çêdibe û navê wî jî Resûl datînin.
Ev Resûl jî, demekî dirêj ji gundê Husênik re keyatî dike û bi navê kayatiyê weke Resûl Keya tê nasîn.
Piştî Resûl Keya, torinekî wî çêdibe û navê wî jî Resûl datînin lê hezar mixabin nexweşî lê peyda dibe û di zarokatiya xwe de diçe ser dilovaniya xwe.
Yek ji birayên Resûlê Biçûk, ê mezin Hesen (Hesenê Mala Zelo) navê Resûl li lawekî xwe datîne.
Di çanda Kurdan de, jiyandina navê bav û kalan kevneşopiyekî taybet e, heta dinya hebe jî wê ev çand bê domandin.
ÇÎROKA WÎ
Ev çîroka ez ê behs bikim a Resûlê Mala Zelo ye, ango ya Resûl Korkut e..
Resûl, tenê nimûneyekî ye di jiyana mirovahiyê de, bi sedan kesayetên wek wî hene hewceyî pêbehskirinê ne..
Resûl di sala 1961'an de li gundekî kevnar û dîrokî hatiye dinê. Ev gund bi navê dîrokî Şahqulî, bi navê kevn Husênik e û girêdayî navçeya Licê ya Amedê ye.
Resûl, heta 12 saliya xwe li gundê Husênik dijî û piştre malbata wî koçê bajarê Edeneyê dike.
Dibistana seretayî heta 12 saliya xwe li gundê cîran Pîrikê dixwîne.
Ya navîn li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê û lîseyê jî, li lîseya Pertevniyal a Stenbolê dixwîne.
Piştî lîseyê, dibistana bilind TIB'ê di rêza yekemînde qezenç dike.
Resûl, xwedî ramanekî kûr û zekayekî tûj bû.
Bi vê zeka û ramana xwe ya pêşverû û şoreşgerî, li dibistanê û derdorê bala herkesî dikşîne ser xwe.
Resûl, di dema xwendinê de li Stembolê, li ber mala xwarzanê bavkalê xwe diman. Xwarzanê wan ji malbatekî navdar Mala Hecî Ûsiv ê Licê ne.
(Ev malbat, di heman demê de, malbata şaredarê berê yê Licê Nazmî Balkaş e)
Dibistana bilind bi alîkarî û di bin hîmayeya wan de dixwendin. Di wan deman de fikrê şoreşgerî li Stenbolê pêşketî bûn û hema hema li ser herkesî bandorê çêdikirin.
Fikr û ramanên şoreşgerî li ser wî jî bandoreke mezin çêkiribû.
Bi xebatkarî, zîrekî, wêrekî û zekaya xwe derdorên xwe ditirsandin.
Van hêlên wî yên derasayî, li derdora wî dibûn sedema tirs û fikaran û ji hêla cûdabûna îdeolojîk de yên dijberê fikrê wî dikirin nav hewldanên girtina tedbîr an.
Bavê Resûl, (Hesenê Mala Zelo) digotin; "piştî dibistanê qedand divê karê çûyîna leşkeriyê texîr bikira. Ji bo texîrê serî li şubeya leşkeriyê da, lê serîlêdana wî nehate qebûl kirin û wî birin leşkeriyê."
Leşkeriya xwe li bajarê Îzmîrê kir.
Çi tê serê wî di leşkeriyê de tê.
Di vî warî de çend spekulasyon hene.
Yek, tê gotin di leşkeriyê de bi hinceta nexweşiyê derzî lêdane û piştî derziyê di jiyana wî de sedî sed guhertin çêbûye.
Ya din jî, dibêjin bi minesebeta têkiliya cînsî ya bi keçikên biyanî re ev nexweşî lê peyda bûye.
Îddîayek din jî, dibêjin ew li hemberî jiyan û civaka kaotîk û piştî hatina derbeya 12 îlonê û şikandina xeyalên kesên şoroşger, li metropolan nexweşiyek travmatîk derbas kiriye.
Dibe tenê yek ji vana rast be û dibe vana hemî her yek di kêliyek de jî rast bin.
Lê, encam naguhere. Encam xerabûna saxiya mirovekî ya ji hêla ruhî de ye.
A rastî, Resûl, ne mirovekî dîn bûn û ne jî mirovekî kêmaqil bûn.
Himî di dibistanê de, himî di jiyana asayî de kesên bi nîqaşê û munazereyê pê re serî derbixistana tune bûn.
Ev jî, dibû sedema hesûdiyan. Lê, di heman demê de dibû sedema tirs û fikaran jî.
Divê ev jî bê zanîn, di leşkeriyê de serbazekî Tirk miseletê wî dibe.
Ev jî, îdîaaya bi lêdana derziyê ya di leşkeriyê de mîkrobekî derbasî laşê wî dibe piştrast dike. Ji xwe di tetkîkê gelek doktoran de jî rastî vîrusekî nenas hatibûn.
Yanî di wicûda wî de vîrus hatibû tespîtkirin, lê ev vîrus çi bû çi nebû piştî çend salan hat naskirin.
Ev vîrus di hal û tevgera wî de dibû sebeba nêzîkatiyên nevrotîk.
Di milê jiyan û tevgerê de jî, wî pir zêde gumankar û bi weswese kiribûn.
Resûl, piştî vê nexweşiya bi rêya virusê lê peyda bû şûnde, jîyana bajar û metropolan jê re bûbû wek zîndanê.
Li bajaran qet nedikaribû bisekine. Ji civakê û ji mirovan direviya.
Lê divê ev rastî jî bê zanîn, Resûl, li dijberê jiyana postmodern bû.
Ew di gundê xwe de jiyanekî civaka xwezayî jiya bû. Saf bû, paqij bû, bêderew û bê dirûtî bû. Xapandin, lierdêhiştin, hevdu tehsandin tune bû.
Di jiyana wî de, rêhevaltî hebû, dostaniya bêbedêl hebû. Piştgirî û alîkarî hebû. Lê di ew bajarên qerase û xwedî jiyanek kaotîk de ruh û hestên wî ew ranedigirtin. Lewra jî, di dibistanê de di temenekî zû de bû mixalifê pergalê. Qebûl nekir û wekî îsyankarekî li hember sekinî.
Ji xwe ev sekn û nêzîkatiya wî, bû sedema vîrusdayîna laşê wî.
Piştî tenduristiya wî ya ruh lê giran bû nema li stenbolê bisekine û di sala 1986'an de vegeriya gund.
Malbata wî li wir bû, lê ew vegeriya. Li gund jî nediçû nava civakê.
Piştî demekî şûnde malbata wî jî mecbûr ma vegeriya ser axa bav û kalan.
Axaftina Resûl bi miravan re pir kurt bû. Car caran, ew bi xwe diçû gel mirovan û guh didan xeberdanên wan. Car caran jî tevlî sohbetên wan dibû. Lê ev pir pir kêm bû. Bi piranî dûrê insana disekinî.
Resûl, di mal de nedisekinî. Weke zavayê çol û yabanan, bi şev û roj li çolan bû. Di demsalên germ de li cihên vekirî radizan. Ev cih ne diyar bûn. Li ku bibûna êvar li wir cihwar dibû.
Di demsalên sar de ev rewş diguheriya.
Çend cihên wî yên diyar hebû ji xwe re pejirandi bû. Ev cih malavahiyên (Xincîk/Xicîk) rezan bû. Li wir agir dikirin livînên xwe radixist û radizan.
Resûl, tu caran li cihekî tenê nediman. Ew gund bi gund, navçe bi navçe, bajar bi bajar digeriyan. Bi piranî gund û navçeyên çolterên çiya dipejirandin.
Car caran jî diçû cihê dûr. Bajarên Botan û Serhedê. Bi taybet mirovên gund û navçeyên wek Licê, Pasûr, Hênê û gundên Farqîn û Hezro yên çiyayî kesên wî nas nekiriba tune bû.
Ne dîn bûn, lê ji ber vê rewşa wî mirovan ew dîn dizanî bû. Lê dînekî hezkirî û sempatîk. Dînekî ji mirovan re dibû çare û derman. Lewra jî herkesî jê hez dikir.
Resûl, mirovekî dibistana tenduristiyê bû. Lewra jî, ji gelek giyayan derman çêdikirin û ji nexweşiyan fêm dikir.
Herî dawî, di Adara 2010'an de li Enqerê, çeteyên faşîst ê bêser û bêsermiyan êrişê wî dikin û bi vê boneyê tê binçavkirin.
Di binçavan de pê îşkenceyê dikin û xwîn dikeve hundirê wî. Di 17'ê Adara 2010'an de li nezaretxaneyê jiyana xwe ji dest da..
Dema mirov van xalan hemû tîne berhev tenê tiştekî derdike holê. Ev xal jî, bêtehemûliya li dijî Kurdan e. Ev bêtehemûlî, bi hezar salane li her qada jiyanê di meriyetê de ye.
Divê em bi vê bîr û baweriyê weke nirxên netewî li hemû kesên weke Resûl xwedî derbikevin û em bizanibin, dînekî me, ji hezar aqilmendên xelkê çêtir e.
Spasdarî: Di gotarê de keda helbestvanê hêja, Rêzdar Hasan Harranî jî heye. spasî ji bo cenabê wî jî.
17/03/2019 Licê