1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Kawîs Axa û strana Şêxê Zirav
Kawîs Axa û strana Şêxê Zirav,kawîs,axa,û,strana,şêxê,zirav

Kawîs Axa û strana Şêxê Zirav

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

 

VIDEO: http://www.amidakurd.org/video/18-kawîs-axa-sêxê-zirav-[sêx-mahmûdê-berzencî]

Ti strana Kurdî bê wate nîne, her straneke gelêrî xwedanê çîrok û dîrokeke kûr e. Gelek rastiyên dîroka me di xwe de vedişêrin. Heta, ew dikane hemû derew û virên dagirkeran, rastiya rengê xayîn û hevkaran bê kêmasî li ber çavan raxîne. Mirov dikane bibêje; dîroka me di stran, metelok, gotinên pêşiyan û çîrokên me de veşartîye. Bes, em bikanin wan rast bixwînin, wate, çîrok û dîroka wan a bingehîn têbigihîjin.

Bihara sala 2005´an, komeke hunermend li Hewlêrê li ser daxwaziya rêvebiriya herêmê civiyane. Gişt bi kelecan û hêviya afirîna bingeheke yekitiyê ne. Rayedarên Hewlêrê lîsteya stranên divê li ser dikê bên gotin, ji wan dixwazin. Her kes bê gumanekê, bi hêvî lîsteya stranên li ser dikê bibêje, dide rayedaran. Di nava lîsteya Cewad Mervanî de strana Kawîs Axa “Şêxê Zirav” ango strana “Kurd Xayîno” heye. Nêçîrvan bi hêrs dibêje, “Vê stranê ji lîstê derxe, bavêje!” Cewad jî bê ku sebeba vê hêrs û qedexeyê bizane û bipirse, wê stranê ji lîsteya xwe derdixe. Ji ber ku ew stran di nava stranên wan de hebû, pereyên rêya wan jî nadin. Bi rûyê tirş li wan dinêrin û nabêjin; “Ji we re oxir be jî!” Ev helwêst wek girekê li canê wan digere, piştî lêkolînan, ew fêm dikin ku ev stran; helwêsta malbatê ya di dema serhildana Şêx Mahmûd Berzencî de tîne bîra wan, lewma ev stran di nava sînorên rêveberiya Hewlêrê de bi awayekî qedexe ye.

Stranê  “Şêxê Zirê /Zirav” di nava gel de bi giranî bi navê “Kurd Xayîno” jî tê nasîn. Dema mirov çîrok û wateya hawara vê stranê nizanibe, wek straneke ji rêzê lê dinêre. Lê ev ne straneke ji rêzê ye, ne jî tenê hawareke bi “deloy lo hoo” dest pê dike. Dengbêjê gorbihuşt bi vê stranê birîna me ya herî kûr û di vê dema me de hê bêhtir xwîn jê diherike, di bîr û giyana gel de zindî digire. Min carê nivisîbû, dema em li dîrokê dinêrin ji nivisandinên biyaniyan bêtir divê em, teqez li stran, çîrok, gotin û metelokên bav û kalan binêrin, hê wê çaxê em dikanin bigîhîjin rastiyê, lewre rastî di wan de veşartine.

Şêx Mahmûd Berzencî 23´yê Gulana 1919´an li hemberî dagirkerên Ingilîz serî hildide. Major Saone berê bi rêya hin derûdoran hewl dide ku Şêx Mahmûd Berzencî wek eşîrên din îqna bike, bi xwe ve girêde û ji bo xwe bi kar bîne. Lê Şêx Mehmûd Berzencî vê daxwaza wî napejirîne û wek xiyanetê dibîne, li dij Ingilîzan şer dike, hima bigire nîvê Başûrê Kurdistanê ji destê Ingilîzan derdixe û serxwebûna xwe îlan dike. Mixabin ku di wê deme de malbata Barzaniyan û hin eşîrên li Behdînanê bi îngîlîzan re li hev dikin, çawa niha bi Erdogan re li hev kirine û sînorê Rojava girtine, wê çaxê jî bi Ingilîzan re hevkariyê dikin, hem pêşî li hêzên Şêx Mehmûd Berzencî digirin, hem jî pêşî li Kurdên bakur yên ku dixwazin biçin alîkariya Şêx Mahmûd Berzencî, digirin. Ingolîz bi alîkariya vê parçekirina Kurdan bi hemû heza xwe ve diçin ser hêzên Şêx Mahmûd Berzencî û wê serhildana gihîştibû merheleya serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê têk dibin.

Kurdên Soran ji Kurdên bakur re “Turka” yan jî “Kurdên Turka” dibêjin. Di sitranê de ev hevoka jêrîn ji ber ku Barzaniyan pêşî li alikariya ji bakur bihata girtiye, di destpeka stranê de navê eşîra pêşî li alîkariyê girtiye, ji Ingilîzan re bûye alîkar, hatiye dayîn, lê dû re dengbêjan ji tirsa canê xwe û merivên xwe yên li herêmê, nav rakirine û tenê ev hevok maye. “Ezê hindî hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano Kurd xayino! …. Belê fayde nîye, hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano Kurd xayino!”

Xuya ye têkiliya wê malbatê û Ingilîzan ta di wê dema hevkariya Ingilîzan de dest pê kiriye. Dema Îranê bi Rûsan re li hev kir û bi alîkariya Ingilîzan avêt ser Komara Mehabadê, serfemandarê artêşê Mustafa Barzanî nehat girtin, ji bo wî fermana girtinê jî nehat derxistin, ku bihata derxistin, Rûsan dikanîbû ew teslîmê Îranê bikira, lewra bextê Rûsan tine. Di vê mijarê de rola Ingilîzan çi bû? Gelo têkiliyên di dema têkbirina serhildana Şêx Mahmûd Berzencî de pêk hatibûn, bi rolekê rabûne? Rola vê têkiliyê û Komploya li dij birez Ocalan û her sê rêveberên PKK´ê çi ye? Bêguman tev de hêjayê lêkolînê ne.

Em nivîsê bi gotinên vê strana Kawîs Axa “Şêxê Zirê” biqedînin: “Deloy lo deloy lo deloy lo deloy lo deloy lo, deloy lo deloy lo deloy lohoo! Şereka qewimî li çiyayê Sûrdaşê li derî dolê, espê Şêx Mehmûd, kekê Şêx Qadir, babê Letîf lawo xurte diket pêkolê. Şêx Mehmûd bi sê denga gazî diket; Kerîmê Fetah we hemî gelî egîda wewro desthelînanekê biken, belê şerê me; dige fela namînît li deştê, bila şerê me xoş bibît, bikewîte çiya û çolê, deloy lo deloy lo deloy looho Şêxê mino! Belê fayde nîye hewar dikem hewarê turka gele dûre, birano Kurd xayino!”