Kayyum
Nexweşiya gelê misliman ya bingehîn ev e: „Her peyvê dibin bi erebî ve girêdidin. Divê her kes vê bizane. Erebî zimaneki melez e, li ser bingehê hin zimanan pêhatiye. Xwerû aramî, Arî, grêkî û kiptî. Jiwê dema welatê misliman yan derdorên bi erebî xwendine, peyvek bi bingeheke erebî ve girêdan, divê mirov bi vê pirsê nêzîk be; „Gelo!?“ Peyva kayyum jî ne „kiyam“ a erebî ye. Peyva „kiyama“ peyveke aramî /süryanî ye. Yanê ereban ew diziye.
Peyva „kiyam“ rengdêr e û di wateya henekên xwe bi hin tiştan kirinê de ye. (1)
Bingehê Kayyum ya bi rengê îro bikaranînê; ta diçe digihîje dada imparatoriya Roma yê, Wan jî ji bo deverên ne rasterast weke hemwelatiyê Romayê hatibûn pejirandin, kayyum kesên di bin navê Corator de wek walî dişandin wê herêmê. Li gel wê ji bo malbatan jî „tutor“ (veli) tayin dikirin.
Wateyeke kayyumê jî xizmetkarê mizgeftê ye. Bi navê mizgeftê hin karan rêvebirine (şêlandin). Evê bi navê mizgeftê ji bo destdanîna ser malên têciran jî weke kayum didan ser dewlemendiyên gel. Yanê şêlankarî. (AQP û dizên wê îro vê dike.)
Ansiklopediya îslamî jî vê peyva „kayyumê“ wiha vediunivîsîne: Kesê di cihê xwediyê mal û heyîyê de tên erkdarkirin, wî karî bi rêve dibe re kayyum tê gotin. (Dizê bi navê dîn û îmanê) Di destpêkê de bi giranî jî ji bo malên bêxwedî hatine erkdarkirin.
Anegorî hiquqa wan jî: Ji bo karekî û heyiya kesekî birêvebirinê tê bikaranînê.
Serkariya heyî a AQPê jî bi giranî ji bo şêlandinê vê bi kartîne. Mînak Kayyumê Amedê di nava sê salan de tiştên biri belakiri, firotî, talankirî ne tê de tenê 267 kilo çerez xwariye. Yanê bi milyaran Euro zirar daye şaredariyê.
Li Tirkiyê Qayum
Mijara Kayyuman diçe digihîje serdema Osmaniyan. Cara yekem Osman Gazî keseki mederese qedandî wek Kadi (bi erkê kayyuma) dishîne heremên ku pirsgirêk lê heye. Di serdema Mehmedê dudyan (Fatih) de jî, edî Kadi bi aliyê Kazasker (fermandariya leşkerî ya herêmê) ve dihat pêşniyazkirin, Padişah jî erê dikir. (îro li Kurdistanê erkdarkirina dozger û kayyuman hê jî li ser heman bingehî pêk tê.
Osmaniyan dema deverek dadigirtin, keseke leşkerî weke Beylerbeyî û Sancak beyî bi erkên Kayyuman dişand wê herêmê. Li vir şêlandina gel bi du awayî pêkdihat. Ev deverên dagirdikirin di bin navê şêlandinê de kiribûn di beş yek; Salyane yanê ji berheman bi navê „has, zeamet û timar di bin navên bacêde ji giştan digirtin. Ya din jî ne salyane ýani ji bo xizneya imparatoriyê dirav û zêr bi navê Öşür û havas-î humayun bi kotekê dihat civandin. Li welatê me jî ji vê re „kamçûlê“ gel dişêlandin.
Komar û Kayyum
Di serdema qaşo Komarê de bingehê kayyuman bi Plana kedîkirina rojhilat (şark islahat plani) destpêkir. Ev biryar yan jî plan di 24 îlona 1925 an de li meclisa wan hate erêkirin. Ji bo vê jî wek kayyum 6 serperişt (Müffetiş) hatin erkdarkirin. Xalên bingehîn ên vê planê ev bûn: Divê li navendên parêzgehên weke Malatya, Elaziz, Diyarbekir, Bitlis, Van, Muş, Urfa, Ergani, Hozat, Erciş, Adilcevaz, Ahlat, Palu, Çarsancak, Çemişgezek, Ovacık, Hısn-ı Mansur (Adıyaman), Behinsi (Besni), Arga (Akçadağ), Hekimhan, Birecik, Çermik, di hemu sazî û têkiliyan de Kurdi were qedexekirin (madde 13) Xala girîng ya din jî ya 16 an e. Di wê de ev heye: Di bin navê Haydê keçino biçin dibistanê (Haydê kizlar okula) Ev herdu xal bingehên asimilasyonê ne. Xalên din jî ji kuştin, girtin, derbiderkirinê bigire hetanî cezayên giran yên din hene.
Ismet Înunu jî di sala 1935an de li ser bingeha vê „Plana kedikirina Rojhilat“ (şark islahat plani) raporeke Kurd ya bi giranî ji bo bingehê komkujiya Dersimê afirandinê amade dike. Abdullah Alpdogan jî mina kayyumê xwedan erkên komkujiyê hate tayinkirin. Di wê raporê de bi awayeke bin xêzkiri wiha dinivîse: „Divê komar li herêmê li ser bingehê leşkerî tevbigere. Bi kurtî; ev herdu rapor bingehê politika dewleta tirk ya li hemberê Kurdan e. Komkujiya Dêrsimê jî li ser wê bingehî pêkanîn.
Peywirdarkirina nûnêrê yane wekîlê serokê şaredariyê
Anagori benda yekem ya maddeya 40 ya qanuna dewleta Tirk ku bi hêjmara 5393 yan hatibû derxistin: Di rewşên nexweşî, siyasî, îstifakirin, yan jî girtina serokê şaredariyê yak ji meclisa şaredariyê wek wekilê serokşaredariyê tê hilbijardin. Mînak ev li welatê tirkan pêk tê lê li welatê Kurdan qanûn û biryayra sala 1925 an derbas dibe. Ev di medeya 45 an de jî heye. Bi fermana wezîrê karê hundir walî wek serperiştê (muffetişê) salên 1925 an rasterast dest datinin ser şaredariyê. Yanê li Kurdistanê qanûna guran derbas dibe.
Herkes dizane ku di sala 2016. de ji bo hê zêdetir xwinxwarî û talanê darbeyek bi aliyê Rêveberiya dewlet-AQP ve hatibû organizekirin. Piştê wê ji bo pêşî li doza Kurd û Kurdistanê girtin, talan û şêlandinê di bin hêjmara 674 an de biryarnameyeke di hêza qanûnê de hatibû derxistin û di wê biryarnameyê de bi fermî tayinkirina kayyuman hate mîsagorkirin. Ji vê biryarnameyê re „plana ruxandin û têkbirinê“ jî tê gotin.
Tayinkirina Kayyuman û ekonomî
Ev sazî û mejiyê kayyuman mejiyê osmanî yê talan û şêlandinê ye. Ne tenê kayyumên dane ser şaredariyên li bajarê Kurdistan ji bo çeteyên serkariya Tirkiyê dişelinin. Ta niha Kayyum dane ser 800 – 900 fîrmayên bîyanî û nîv bîyanî, lema sermaya derve newêre li Tirkiyê û Kurdistanê sermaya xwe razînin, lewre ev serkariya bi mejiyê osmanî yê talanker dest datîne ser.
Serokê kori revebiriya Mazars Denge Leon Asaln Coşkun di vî derbarî de wiha dibêje: „Ne tenê dest datînin ser şaredariyan, di mijara razandin û sanayiyê de dest datînin ser fîrmayên me jî û kayyumên haya xwe ji kar tine didin ser û dişêlinin.
Cigirê wî Baykut jî dibêje ev helwesta Kayyum danina ser fîrmayan, dewlemend û karbidestên bîyanî ditirsîne, lema kes newêre li Tirkiyê sermaya xwe razîne.
Li Kurdistanê
Dama mijar dibe Kurd û Kurdistan hiquqa Romayê bikartînin. Li Romayê kesên bûbin hemwelatiyê Ronmayê yê azad, ew bi awayeke hiquqi dihatin darezandin, lê kesên li koloniyan û ne weke hemwelatî hatibûn pejirandin jî bi qanûna wehşeta daristanê û şer dihatin darezandin. Îro li Tirkiyê ev hiquq di mazatê de ye. Mînak Li Parêzgeha Antalyayê jî serokê şaredariyê hate girtin. Lê kayyum nedan ser wir, ji meclisa şaredariyê yek wek wekîlê şaredar hate hilbijartin, lê li Hekkari bi fermana Wezîrê karê hundir, walî wek wekilê şaredar hate tayînkirin.
Çima vê dikin?
Hedefa kayyuman pêşî li ziman, muzik, çand û ananeyên kurdî girtin e. Kayyuman hemû saziyên ku şaredariyên HDP afirandibûn ji holê rakirin hetanî peykerê Ehmedê Xanî jî ji parkên bajêr rakirin avêtin. Li gel wê hemû hatinên şaredariyan talankirin.
Dewleta tirk, dagirker e, dijmin e, dike. Kirina wan jî bêminet e. Tewanbarên mezin ew Kurdên; di nava partiyên dagirkeran de ne, yên bi navên din û bêmêjîtîyê dengê xwe didin wan, ew qaşo partî, komik û derdorên şal û şapik li xwe dikin û bi wê li gel AQP ê rûdinin û Kes, partî, komik û serokên parçeyên din yên li gel AQP ê ne. Yên ku kayyuman rewa dike ev rengê ixaneta gewr e.
Herbert Philips: Di mijara Romayê de mijara bi aliyê Waliyê Romayê Plinius ve darezandina keşe Sanctus tîne rojevê. Plinius çi dipirse Sanctus tenê bersivek dide : „Ez xiristiyan im!“ Divê em jî êdî ji dagirkeran re tenê bêjin „Em Kurd in!...
Hin Çavkanî
Arthur Jeffery, The Foreign Vocabulary of the Qur"an 245 kararsızdır. (1)
1.^ a b c d e f Bozatay, Şeniz Anbarlı; Demir, Konur Alp. "Osmanlı Adli ve İdari Sisteminde Kadılık: Kurumsal Bir Değerlendirme". Mehmet Akif Ersoy Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi Cilt:6 Sayı: 10 2014-Haziran. 27 Haziran 2017 tarihinde kaynağından arşivlendi. Erişim tarihi: 24 Mayıs 2017.
sobider.net/FileUpload/ep842424/File/osmanli_devleti_nde_kadilar_ve_naipler.pdf
https://bianet.org/yazi/dersim-katliami-nin-uzerinden-78-yil-gecti-169260
https://www.ritimgrup.com/ozel-guvenlikte-zor-kullanma-yetkisi_#:~:text=%C3%96zel%20G%C3%BCvenli
https://www.etimolojiturkce.com/kelime/kayyum/
Islam ansiklopedisi
https://www.batmanexpress.com/yazi/akil-almaz-bir-ayristirma-1041.html
•Heribert Philips, Marion Giebel (Hrsg.): Plinius: Epistulae / Sämtliche Briefe. Lateinisch-Deutsch. Stuttgart 2010 (= Reclams Universal-Bibliothek).
https://bianet.org/yazi/27-mayis-kurtler-ve-sark-islahat-plani-kararnamesi-107183