Keleha Xolxolê
Fêrgîn Melîk Aykoç
Çawa min berê jî ragihandibû. Ez ê vê carê jî kelehên di nava sînorên parêzgeha Çewlîgê (Çolik/Bingol) de bidim nasandin. Ev parêzgeha me gelek girîng e. Lewre ew eyaletên Amed û Dêrsimê bi Serhedê ve girêdide. Ûrartûyan li vê devera eyaleta Dêrsim û navenda Ûrartûyan bi hev ve girêdide jî, ji bo parastina rê û gel gelek keleh ava kirine. Ez ê hemû kelehên agahiyên wan li ber destên me hene, yek bi yek bidim nasandin.
Xolxol (Yayladere) li berpalê rêzeçiyayên ji Duzgin Baba digire ber bi bakur ve dirêj dibe, ta digihîje Tarî û Silbûsê ava bûye. Dever devereke zozanî ye. Xolxol berê wek nahiyekê bi Gêxiyê ve girêdayî bû. Dû re dema şerê çekdarî li vir bilind bû, ev cigeha şêniyê wê li dora 500 – 600 kesî ye û piraniya wan kumsorî ne, ji ber mabesteke stratejîk kirin navçe (qeza) ku bikanin pêşî li Tevgera Azadî bigirin. Tenê bi wê jî ne man, bi qasê 5 km li Rojhilatê Xolxolê jî bendava Muxbêtê çêkirin û bi vê bendavê têkiliya devera Çanê û Xolxolê qut kirin. Yanê ji ber jeostratejîkbûna heremê ev der kirin navçe. Ev navçe bi qasê 20 km li başûrrojavavayê Gêxiyê, 30 -35 km li Rojhilatê Kilisekê (Nazmiye /Dêrsim) ye. Ciheke gelek stratejîk e. Ji ber vê sedemê dagirkerên Tirk di 1987 de ev der bi tevê Azapêrt (Adakli) û Endersiyê (Yêdîsu) kirin navçe (Qeza).
Li dor Xolxolê gelek kavilên cigehên kevn hene, li ser van cigehan ta niha ti lêkolînên zanistî pêk nehatine. Mînaka herî balkêş jî “Bajarê Wenda” ye ku di nava gelek çîokên herêmê de cihê xwe girtiye. Ev bi aliyê lêkolîneran ve jî hatiye “erê” kirin, lê cidî nehatiye girtin. Di bin zinarên Avşar a Pergasur de (Mezra gundê Seterê ye) bi dehan ode û holên mezin yên di zinaran de hatine kolan hene. Ji teraştina dîwar û banê odeyan, sewkiyên rûniştinan ku di ber dîwarên wan şikeftan de hene, bi zelalî tê fêmkirin ku ji dema Ûrartuyan ve maye. Her wiha li pêş wî baxirê 60 – 70 m. bilind gelek xirbeyên ji teraştina kevirên wan tên fêmkirin ku pir kevn e û ji dema Ûrartuyan ve maye, hene. Ev li gindê Xasko jî tê dîtin.
Li ser rêzeçiyayê ku ji başûrê Silbûsê dest pê dike, hetanî Xwarikê dirêj dibe, gelek girên wek vokanên serbixwe hene. Keleha Xoxolê li ser girê herî stratejîk ê mirov dikane ji wir ji Gêxiyê bigire hetanê Qurûca li Rojhilatê Depê her derê dibîne, hatiye avakirin. Keleh li ser girê zinarîn e. Gel jê re “Baxirê kelê” jî dibêjin. Baxirên li ser gir herî kêm 40 – 50 mêtre bilind in. Di ber gir re çemeke piçûk diherike. Kelehe bi qasê 2 km li Rojavayê navçeya Xolxolê ye. Mirov dikane li ser hemû girên li herêmê hene, kelehê bibîne. Niha rêyek jî hetanê kelehê vekirine.
Mirov bi çavên lêkolînerî li teraştina di baxir de her wiha teraştin û bi cihkirina keviran de têdigîhîje ku Keleh di dema Ûrartûyan de hatiye avakirin. Ev hem di çavdêriyên arkologên ji bo agahiyan lê nêrîne û hem jî di vegotinên kesên di kelehê de geryane de hene. Ew di derenceyên ku ji bo derketina ser kelehê di baxir de hatine kolan de jî zelal dibe. Yanî xebateke Demjiyana Hesin e. Dema mirov hildikişe kelehê di nîvê derenceyan de li aliyê rastê ciheke wek derî heye. Ev hem ji şêmûga (binderî) wê de hem jî di perwazan de xuya dike. Derî bi qasê 1,20 m fireh e. Lê derî girtîye, bes mirov nizane ku xwestinin di wir de odeyekê bikolin, yan jî li pişt wî zinarî ode hene. Pêdivî bi lêkolînên bingehîn heye. Li aliyê rojhilatê kelehê li ser zinêr bi teraştinê ciheke rast ê bi qasê 10 mêtre kare hatiye amadekirin, bes li bakurê wî zinarî wê ji bo ji serma bakur biparêzin hîştine, hin cih jî bi kevirên sertîkî hatine lêkirin. Li ber wan zinaran jî sewkiyeke bi qasê çogek bilind amadekirine. Li aliyê başûr sarinceke çar koşe di zinar de kolan e. Li gel wê ciheke bi qasê 5 metrekare hatiye sererastkirin jî heye. Her wisa li dor kelehê jî, di zinêr de teras hatine kolan. Ew hin avahiyên di kelehê de bi kerpîçan hatine lêkirin, nîşanê me dide ku ev keleh Piştê Miladê jî hatiye bikaranîn.
Agahiyên di destê me de ev in. Li vê devera me jî, hin cihên gelek taybet hene Wekî Pergasor ku me li jor daye. Li gundê Xasko jî germink hene. Tê bawerkirin ku ew avana ji ber mîneralyên xwe ji bo tendûristiya mirov gelek baş in. Her sal gelek kes diçin ser van germikên Xasko. Li wê deverê jî gelek kavîlên kevn hene lê hê lêkolînek rast li ser nehatiye kirin.
Navê çiyayên Silbûs û Tarî bi navê koma mûzîkê li her derê belav bû. Tarî bi qasê 16 – 17 km li bakûrê Keleha Xolxolê ne. Tarî gireke ji zinaran e, li Rojavayê gundê Baqiyan wek dîwarekî bi qasê 300-400 m bilind dibe. Bi tevahî zinar in, li dîharê wê jî hin xirbe hene, ti lêkolîn li ser çê nebûye. Li pişt Tariyê jî çîyayê volkanik Silbûs heye, li dîharê Silbûsê xirbeyek heye jê re “Ziyareta Silbûsê” tê gotin. Hetanê keleheke din bimînin di xweşiyê de.
YENI ÖZGÛR POLITIKA