1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hiwa Khoshnaw
  4. Kerkûk carek din dişewite
Kerkûk carek din dişewite,kerkûk,carek,din,dişewite

Kerkûk carek din dişewite

Kerkûk carek din dişewite û teqîna bomba nêzîk dibe

A+ A-

Hiwa Khoshnaw

 

Di dema dawî'da rewşa Kerkûkê gelek tevlîhev buye û mirov bêhna şerê etnîk û taaifî dike. Hersê netewperstên Kurd, Arab û Turkmenên girêdayiya Turkiya'yê mîna Qazan diqîrînin.

 

Henek provaksyonên weke şewitandina Genim û çandiniya gundên Kurdan tên encamdan, lê ew yek tenê gerimkirdina rewşa şere. Aşîretên kû van karan diken, serokên wan li Hewlêrê dirunin!!

 

-Şovênizma Arabî dixwaze carek din têza yekiyetiya Irakê bi zor bide cêanîn.

 

-Şovênîzma (henek Turkmenên girêdayi'ya Turkiya'yê piştî hatina çavuşoğlu jibo Irakê harbune. Ew nîşandide ku Turkiya li Surya karê wî bidawî buye, dixwaze Irakê tevlîhev bike.

 

-Li kelekê tevlîheviya Kerkûkê, Deaş jî carna car serê xwe derdixe, xwe bihêz dike. Ev yekjî dibe ku pilanek Amerîka û hevalbendê wî bin jibona kontrola xwe li herêmê bide meşandin û ev yek li hember Iran û Şîî'yan weke kartek nîşan bide.

 

-Rewşa Kurdên talankar û girêdayiya derve, ji hemiyan tevlîhevtire.

PDK&YNK piştî zextên Amerîka li ser Iranê zêdetir muhtacê Turkiya dibin. Herdû partî ne dikarin serbixwe bibin û ne dikarinjî Irak'ek a dêmokrat biafrînin. Kurdên başûr tenê dixwazin rewşa qaçağçêtiya petrolê û nokeriya xwe biden domandin. 

Kurd sê tiştan dixwazin: 1-Destelat (post) 2-Ekonomiya qaçağ 3- Serbestiya hatin û çûna wan bo derwe (Balefirxane). Xalên 2 û 3 yemîn raste rast di destê Turkiya daye û li ser xala 1 mînjî rola wî heye.

Rewşa Kerkûk ne nûye, lê berê hebuna Celal Talbanî li Bexdayê, heger nekariba rewişê çareserjî bike, dikarîbu kontrol bike û herkesî îdare bike. 

Rewşa Kurdan li Başûr bê elternatît maye. Nemûmkîne PDK û YNK bihên gohortin, çareseriyên mîna Kongireye Netewî/Nîştîmanî'jî tû caran serkeftî nebûne û Turkiya û Iranjî rêknaden elternatîkek a nu derkeve meydanê. Kesayetiya Başûr li gor parçeyên din gelekî zêdetir hatiye xistin, jiberkû aliyên şerê vê kesayetiyê diken, Kurdin, cilê kûrdî, zimanê kûrdî û Kurdîniyê diden meşandin.


Gotinên miftehî :