Kirmaşan
Kirmaşan mezintirîn bajarê Rojhilata Kurdistanê ye ku hejmara nifûsa wê nêzîkî 1milyon kesî ye u her wiha girîngtirîn bajar a herêma navîn a rojavayê Îranê tê nasîn, Kirmaşan ji aliyê dîrokî û çandî pirr binavûdeng e û damezrandina vî bajarî vedigere sedsala çaran a zayînî.ji wê serdemê heya êrîşa Ereban ya li ser Îranê paytexta duyem a hikûmeta Sasaniyan bû.
Di serdema Selçûqiyan a di sedsala yazdehan a Zayînî Kirmaşan wekî bajarê herî girîng di Kurdistanê de hat hilbijartin.di sedsalên navîn Kirmaşan ango Qermîsên yek ji çar navçeyên navdar yê Iraqa Ecem bû. ku ji herêmên Iraqa Ecem re wîlayetên Çiyayî digotin.sedema vê navlêkirinê jî ew bû ku li gel Iraqa Erebî were naskirin û tevlîhevbûn dernekeve . Wîlayeta Çiyayî an Iraqa Ecem ketibû li şûna Medya Kevn yanî niştîmanê bavkalên Kurdan.
Piştî derbasbûna 11sedsalan ji êrîşa Ereban li ser Îranê di serdema Qacaran dîsan şikilê bajartiyê bi xwe girt û pêş ket.
Kirmaşan bi sedama cihgiriya wê li ser du rêyên Rojhilat-Rojava her wiha ketina li ser rêya Bakurê rojavayê Îranê berbi Başûrê rojavayê vî welatî û nêzîkbûn a bi Kerbela û Bexdayê re girîngiyek taybet daye vî bajarî.
Bajarê kirmaşanê ji bakur bi çiyayê Feroxşa, aliyê bakûrê rojava bi çiyayê Taqbostan û ji başûr ve jî bi Çiya Sipîyê ve girêdayî ye.
Bajarê kirmaşanê xwedî keşûhewayeke hênik a çiyayî ye.
Di sedsala çaran a Zayînî bajarê kirmaşanê wê demê gundekî şên û xweş bûye ji ber hindê Şahên Sasanî ji bo gerûseyran ê dihatin Kirmaşanê.
Di dema sasaniyan de bax û bostanên mezin di vê deverê de hatin çandin û heya demek dirêj cihê kêf û xweşiya Şahê Sasanî bû.
Kirmaşan nevenda cotkarî û çandiniyê ya Îranê ye û piraniya dahata Abûrî ya vî bajarî ji riya çandiniyê ye.
Jêdera navê Kirmaşanê
Kirmaşan gelek caran navê wê hatiye guhertin yanî bi hatina desthilatek nû navê wê jî li gorî wê desthilatdarî yê dihate guhertin.
Di serdema Kasiyan de navê wê Êlibî bûye.
Dema Împaratoriya Hexamenişî de çendîn navê Kirmaşanê hebû
Wekî Kamban, Kermîsên,Kermîşên,Kirmînşan hwd
Piştî Îslamê Ereban navê Kirmaşanê guhertin û navê Qermîsên ji bo wê danîn.
Di dewrên piştre jî Kirmaşan weke Kirmaşanan jî bilêv dikirin.
Navê Kirmaşanê Piştî Serkeftina şoreşa Îranê bi rêberiya Xumeynî careke din hate guhertin û bû Qehremanşehr û lê piştî demekê ser derbasbûna vî navî naveke nû girt û bû Baxteran
Lêbelê ev guhertinên pey hev rastî nerazîbûnan hat û di encam de bi awayekî fermî navê bajêr bû Kirmaşan.
Hîn dîroknas jî dibêjin peyva Kirmaşan ji peyva Kurmancan hatiye wergirtin.
Kirmancan an kurmancan an jî Kurê Mancikan navê hozeke ango eşîrekê bûye ku berî hatina Med'an li vir jiyan kirine.Manc navê hozeke Zerdeştî bûye.
Kirmaşan di nava çiyayên Zagrosê de cih girtiye û bi sedema rewşa av û hewayî ya wê ya taybet û her wiha çiyayî bûna deverê tijî wargeh û şikeftên siruştî ne ku di serdema kevir tim bala mirovan kişandiye ser xwe.
Di kirmaşanê de gelek tiştên dîrokî û kevnar hatine peydakirin ku hin asar dîroka wan heya 200 hezer salî jî tê texmînkirin.
Bajarê Kirmaşanê ji aliyê dîrokî û çandî û hunerî û siyasî ve yek ji girîngtirîn bajarên Rojhilata Kurdistanê û Îranê ye .
Ev bajar gelek nivîskar û zana û bijîşk, dîrokzan, hunermend, derhêner hwd pêşkêşî civakê kirine ku ji ber hejmara zêde ya wan ji gotina navê wan em derbas dibin.
Xelkê Kirmaşanê bi zaravayên Kurdiya Başûrî (Kelhorî), Kurdiya Soranî(zaravayê Cafî),Lekî û Hewramî diaxivin.
Cihên dîrokî û siruştî yên bajêr
Taqa Bostan an Eywana Bostan cihê herî navdar yê bajêr e û em dikarin bêjin nîşana Kirmaşanê ye.
Park daristaniya Taqbostan û Şikefta Perav ku di cîhanê de jî yek ji şikeftên navder e cihên xweş yên bajêr in.
Di bajarê Kirmaşanê de bi dehan mizgeft û muzexane jî hene ku her sal bi hezaran kes ji hundir û derveyî welat serdana Kirmaşanê dikin.
Taqa Bostan hinek kevirnivîs û wêne ne ku dîroka wan vedigere serdema Împaratoriya Sasanî
Ku tê de wêneyên şahên Sasanî wekî Ezdeşêrê Duyem û Şapûrê duyem hatine ferişandin.
Taqa Bostan seyrangeheke binavûdeng e ku hejmarek zêde geştiyar seredana wê dikin.
Bajarê kirmaşanê xwedî petrol e û yek ji wan herêmên girîng ê berhemanîna petrolê ye
Diyarî, Pîşeyên destan,xwarin û şêraniyên taybetî Kirmaşanê
Diyarî û Hediye
Nanê birincê, Kak, Rûnê Kirmaşanî û Nanê Xurmê
Pîşeyê Destan
Xalîçe, Pêlava Kilaş,Cacim, Amûrên Muzîkê wekî Def, Tembûr,Tar,Dîwan hwd,Çerm
Xwarinên Kirmaşanê
Terxîne,Xurîşa darikê bademê, Kebab Parsû,Girara sêva,Girara Ebbas Elî, Şorbeya Kirmaşanî, Şorbeya Baxî
Şêranî
Bêşî,Nanê Biçrik a Kirmaşanî,Nanê Şekirê
Gotara dawî:
5 Mordadê (27Tîrmehê) di salnameya Îranî de roja neteweyî ya "Kirmaşan gerdûna şaristaniyê"hatiye tomarkirin.
Yaqûb Kurmanc