
Kurd û Nexşeya Jeopolîtîk a Guherbar
Di vê serdem û sedsalê de êdî yên ne amade, ne kurd in, lê dagirkerên Kurdistanê ne. Loma jî wê têk biçin!
Mahabad Felat
Di yekem çaryeka sedsala 20an de, dema dewletên emperyal nexşeya cîhanê û bi taybet ya Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe diguherandin, kurd ji aliyê siyasî, dîplomasî, leşkerî, hişmendiya netewî, birêxistinkirin û bitevgerkirina dînamîzma civakî ve ne amade bûn. Hewldanek hebû bi navê ”Komeleya Bilindbûna Kurdistanê (Kurd Tealî Cemîyetî)”, ev komele li Stenbolê ji aliyê rewşenbîrên kurd ve hate avakirin û li bajarên Kurdistanê jî şaxên vê komeleyê hatine vekirin. Hewldaneka bi rûmet û bi bandor jî bû, lê di mercên wê rojê de ev hewldan têre nekirin mixabin. Sedemên ve yekê, mijara gotareka dirêj e.
Ji ber van hemiyan, hêzên wê serdemê ku guherandina nexşeya Rojhilata Navîn ji xwe re kiribûne armanc, ji bo kurdan û destekdayîna kurdan ne amade bûn, ango vê yekê weke hewldaneka berhawa dîtin û li gor berjewendiyên xwe tevgeriyan.
Di mêzîna jeopolîtîk de rola Tirkiyê
Di encama van hemiyan de, amadekarî li gor rêya bazirganî û enerjiya Asyayê hatine kirin ku wê, bi ser Deryaya Reş ve bûna ev rê. Ev grîngiyeka stratejîk da bermayiyên osmaniyan ango Tirkiyeyê ku li ser kavilên dewleta osmanî hat damezirandin. Roleka din a grîng a vê dewleta nû jî, sekularizma wê ya relatîv bû. Ev rol di destpêkê de bi rêya avakarê dewleta Tirkiyeyê Kemal Ataturk ve hate girtin û birêvebirin. Li gel muxalefeta derdorên îslamîst jî, zêdetirî 70 salî, kemalîst bi desteka welatên rojava, desthilatiya dewleta tirk ji dest xwe bernedan. Ev yek, li Rojhilata Navîn, di nav dewletên musulman de, Tirkiye wekî giraveka ewle dida xuyan ku ev jî, ji bo welatên rojava û bi taybet ji bo ewlehiya Îsraîlê pir grîng bû. Lewra dewletên îslam ên din, potansiyela îslama siyasî û belavkirina vê hişmendiyê di nav xwe de dihewandin. Ev her du sedemên bingehîn û rewşa kurdan ku li jor bi kurtî hatine ravekirin, her tim bûne sedema gorîkirina gelê kurd.
Bêdengiya Cîhanê li Ser Siyaseta Tirkiyê
Welatên rojava û hêzên cîhanî, ji ber van sedeman û berjewendiyên xwe, li hember her cure kiryarên dermirovî yên dewleta tirk a dagirker bêdeng man û ne tenê bêdeng man, lê desteka sîyasî, dîplomasî, aborî û leşkerî jî danê. Kurd, gelek caran serî rakirin, lê ev serîhildan herçendî pir bi rûmet jî bûn, bi sînor man û bi komkujiyeka mezin têk çûn.
Nexşeya nû ya Rojhilata Navîn
Piştî sed salên din ango îroj, careka din guherandina Nexşeya Rojhilata Navîn di rojeva hêzên cîhanî de ye. Lewre biryar ew e ku divê êdî rêya bazirganiyê û enerjiya parzemîna Asyayê, ne ji ser Deryaya Reş lê ji ser Deryaya Spî, ber bi welatên Rojava ve bê vekirin. Ev rewş, yek ji rola stratejîk a dewleta dagirker a tirk ji holê radike. Piştî partiya îslamîst AKP li Tirkiyeyê bi ser ket û dewletê ji destê kemalîstan derxist, têkiliyên xwe jî bi hêzên îslamîst ên li Rojhilata Navîn, Asya û bakurê Efrîkayê re zêde kir. Di nav demê de hêzên bi xwe ve girêdayî ava kir û ji van deveran hêzên paramîlîter perwerde û fînanse kir. Rûsya, vê yekê, li hemberî NATOyê û armanca wê ya belavbûna li Asyayê û li Rojhilata Navîn, ji bo xwe wekî derfeteka mezin dît. Lewre Tirkiye di heman demê de endamê NATOyê bû û li gor Rûsyayê, Tirkiyeya nû, amade bû wekî hespê Troyayê di nav NATOyê de, li dijî NATOyê bê bikaranîn. Bi vî rengî dê bikaribûna rê li ber pêşkeftina NATOyê û armancên wê yên bidestxistina enerjiya Asya û Rojhilata navîn bihata girtin. Ango hesab ev bû. Lê hesabê der û yê malê her car hev û du nagire.
Peymanên cîhanî û derfeta Kurdistanê
Bi civînên li Astana û Soçîyê jî, peymanên grîng di nav Rûsya, Çîn, Tirkiye, Îran, Qetar û Îraqê de hatin îmzekirin. Rûsya, wekî rêveberê vê Bloka Rojhilat, ket nav hewldanên bikaranîna hêzên îslamîst. Vê yekê jî bi destê dewleta tirk kir. Lê li hemberî vê kiryar û polîtîkayê kurd astengiya herî mezin bûn û diviya ji holê bêne rakirin. Dewletên ku Kurdistanê dagir kirine û bi taybet Tirkiye, vê hevkariyê ji bo têkbirina tevgera kurd wekî derfeteka mezin dît. Hevkariya navbera van dewletan ango Bloka Rojhilat wekî çîroka kalo û pîrê bû. Yek ji bênefsî, yek ji bêkesî, herduyan li halê hev pirsî. Ango hemû jî li gor xwe, xwedî armanc bûn û hev û du bikar dianîn. Di encama van armancan de DAÎŞ`ê erîşê gelê kurd kir, zirarên pir mezin jî da lê kurdan li ber xwe da û bi ser ketin ku Bloka Rojhilat vê hesabê nekiribû, welatên NATOyê jî nekiribûn. Dema berxwedana gelê kurd dîtin, welatên rojava û DYA hê nû nirxek dane vê berxwedanê û dest pê kirin rastiya gelê kurd û bi îhtimala têkçûna vê berxwedanê re jî, metirsiya li dijî xwe bibînin. Lewre li Ewropayê jî êdî êrîşên DAÎS`ê û komkujiyên mezin dest pê kiribûn.
Ev kiryar, armanc û amadehiyên Bloka Rojhilat, ji aliyê welatên rojava û NATOyê ve bê guman dihatine dîtin, şopandin û analîzkirin û li gor wê jî tedbîr dihatine girtin.
Krîza stratejî ya Tirkiyê
Îroj armanc û rûyê rastî yê hemû hêzan êdî aşkere ye û hemî jî qertên xwe vekirî dilîzin. Tenê Tirkiye hê jî çivan li xwe dixe ku ew jî ji ber bêçaretiya wê ye. Tirkiye di nav vê bêçaretiya mezin de têkçûna xwe jî dibîne. Îran jî her wisa. Îroj, ew herdu rolên stratejîk ên dewleta dagirker a tirk ji holê rabûne. Tenê hewl dide careka din li Deryaya Spî û li Rojhilata Navîn, bi têkilî û kiryarên pir gemar ên bi cîhadîst û hoveberan re, careka din bibe xwedî rol. Lê, di nav wê gemariya ku hêvî pêve girê daye de bêtir têk diçe. Herwiha têkoşîna 40 salên dawî yê Tevgera Kurd, tu taqet bi vê dewleta dagirker re nehiştiye û ev dewlet li ber şikestin û têkçûnê ye. Gotineka wan heye ”Mirovê bikeve deryayê wê xwe li mar dipêçe”. Wan jî eger îroj xwe li mar pêçane, diyar e di nav deryayeka mezin de ne û bi avjeniyê nizanin.
Ne kurd û ne jî Kurdistan ên sed sal berê ne
Kurd ne kurdên sed sal berê ne, lewre xwedî hêzeka mezin a leşkerî û perwerdekirî ne; xwedî hişmendiyeka xurt a neteweyî ne; xwedî rêxistin in û dînamîzma herî bi kêr û mezin a li Rojhilata Navîn in. Xwedî zanyariya siyasî û dîploamatîkî ne. Têkoşîna gelê kurd a li dijî hêzên hoveber, di nav metirsiya mezin a pêşketina cîhadîstan de wekî parazvanên nirx û rûmetên mirovahiyê xwe ji hemû mirovahiyê re îsbat kir. Yekane gel û hêza sereke ya sekuler a ji bo nirx û rûmetên mirovahiyê, ji bo demokrasiyê û mafên her gel û netewe û baweriyê têdikoşin, bedêl didin û bi pêş dikevin, îroj li Rojhilata Navîn, bi tenê kurd in û cîhan vê rastiyê dibîne. Li hember kiryarên dagirkerên Kurdistanê û rîska van kiryaran ji bo welatên rojava, rawestan, hişmendî û têkoşîna gelê kurd wekî alternatîfeka bê hempa xwe dide der.
Di vê serdem û sedsalê de êdî yên ne amade, ne kurd in, lê dagirkerên Kurdistanê ne. Loma jî wê têk biçin!
Kurd divê niha çi bikin?
1. Stratejiya dîplomatîk û sîyasî
- Pêwîst e hevkariyên navnetewî xurt bikin. Kurd divê têkiliya xwe bi dewletên demokratîk ên pêşketî, sekuler, bi welatên Europayê û DYA re û bi saziyên mîna NY re zêde bikin. Di heman demê de mêzîna têkiliyên bi welatên dagirker Tirkiyê, Îran û Îraqê re li gor vê ji nû ve bê sazkirin.
- Kurd divê bi hev re bidin û bistînin û ne wekî yek partiyek lê li her çar parçeyan wekî yek gelekî tevbigerin. Ev wê rê li ber têkçûna hewldanên dîplomatîk jî bigire.
2. Serbixweyiya aborî
- Divê dawî li girêdana aborî bi dewletên dagirker re bê anîn, ango bê radeya herî kêm. Lewre Kurdistan xwedî gaz û petrol e, lê divê alternatîfên din weke aborîya perwerde, xebat û teknolojî jî were pêşxistin.
- Bi pêşxistina têkiliyên nû ên bazirganî re Kurd dikarin bi dewletên nêz û welatên rojava re têkiliyên nû ên bazirganiyê ava bikin û ev têkilî divê ne di bin kontrol û destê welatên dagirker de be.
3. Stratejiya medyayî û raya giştî ya cîhanî
- Daxwaza Kurdistaneka serbixwe divê di medyaya cîhanî de timî bê ziman. Ermenî, Îsraîl û Filistîn ji bo piştgiriyeka global PR`ên xwe bikaranîn. Kurd jî dikarin heman tiştî bikin û bi rêya medya, teknolojî û zanistê mafên xwe destnîşan bikin.
- Diaspora kurd li Ewropa û Amerîkayê hêzeka mezin e. Bi rêya rewşenbîrî, lobî û medyayê dikare daxwaza mafên kurdan bê kirin.
4. Stratejiya leşkerî û ewlekariyê
- Rêya sêyemîn, rêya rizgariyê ye. Kurd divê hevkariyên xwe pir xurt bikin lê bi hêza xwe bawer bin û li gor wê jî xwe birêxistin bikin. Rojava mînaka herî baş û rast e ji bo vê yekê. Yan na wekî di dîrokê de gelek caran bi serê me de hatiye wê ew dîrok xwe dubare bike û roja karê hêzên mezin bi me qediya wê me dev û rû li erdê jî bidin, lê hêz serbixwe be, hevkarî jî dikarin xurttir û demdirêjtir, heta mayende bibin.
- Ji bo ewlekariyê divê siyaseteka jîr were pêkanîn. Bi siyasetên ne sûdmend re divê rûbirû neyê mayîn û divê bala siyasetmedarên kurd li ser berjewendiyên demdirêj be, xwe ji yên demî û neewle dûr bigirin.
5. Pêşveçûna civakî û çandî
- Pêşveçûna nasnameya kurd bi zanist û perwerdeyê pêkan e. Loma jî pêdiviya bi saziyên neteweyî, jiyanî ne. Kurd dikarin zêdetir zanîngehan, akademî û navendên zanistî ava bikin.
- Têkoşîna jinên kurd li seranserê cîhanê deng vedaye. Jin di têkoşîn û biserxistina hemû armanc û xiyalên gelê kurd de rola motorê ango rola sereke û bingehîn dilîzin. Ev di nav civaka kurd de dînamîzm û potansiyeleka bêhempa diafirîne û dibe hêvî ji gel û neteweyên din re jî. Ev reng û wêneyekî cuda yê pêşverû, sekuler û demokratîk jî diafirîne. Loma jî pêwîst e hêza jinan di sîyaset û aboriyê de jî bêtir derkeve pêş.
Gelê kurd di nav rewşên gelek giran re derbas bûn. Ev sed salên dawîn bi taybet bi man û nemanê re gelek caran rûbirû man. Lê bi stratejî û hismendiya rêya sêyemîn, bi bikaranîna rast a cîhan û derfetên djîtal, bi dîplomasiyeka kûr û berfireh, bi yekîtî û hevkariya gelê kurd, bi aborî û tedbîrên ewlekariyê kurd wê mafên xwe bi dest bixin.
”Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e”