KÎNE EM?,kîne,em

KÎNE EM?

JI BILÎ KURDBÛNÊ HER TIŞT IN EM(!)

A+ A-

 

 Mahabad Felat

Li gor hin vegotinên mîtolojîk, kurd bermayîyên qewmekî wenda ne ku ji Atlantîsê, di dema binavbûna Atlantîsê de 200 û li gor hin çavkaniyan jî 500 kes ji wan karîbûne xwe rizgar bikin û hatine li Zagrosan bi cî bûne û ji wê derê li cografyaya niha belav bûne. Di nav demê de wekî kurd hatine binavkirin.

 

Li gor ereban û bi taybet musulmanên fundementalîst, kurd nebiyên cinan in. Xizmetkarên Hezretî Silêman ên cin hebûne. Rojekê 200 li gor hin vegotinan jî 500 cinên xwe dişîne bakurê Ewropayê ji bo her yek jêre jineka herî bedew bi xwe re bîne. Lê cin dema jinên ewropî dibînin, her yek bixwe dibe evîndarê jina ku dîtiye û wan jinan nabin ji Silêman re, lê bi wan re dizewicin û ji bo bikaribin xwe ji Silêman biparêzin, diçin li Çiyayê Zagrosan bi cî dibin û ji wê derê li ciyên îroj lê ne belav dibin û ev qewmê cinan wekî kurd têne binavkirin. Qewmekî lanetkirî, gunehkar û dojehî ye. Loma kuştina wan jî û her tiştên wan jî li musulmanan helal e.

 

Li gor xirîstiyanan, kurd ji nîjada Nefîlîm in. 

Nefîlîm kîne?

Ferîşteyên xerab ên ji aliyê Xuda ve ji bihuştê hatine avêtin,  (li gor hinan 200 û li gor hinan jî 500 ferîşte) bi jinên li ser ruyê erdê re dikevine têkiliyê û ji wan zarokên dêwîn ên pir mezin çêdibin. Ev zarok wekî nîjada nefîlîm têne binavkirin. Dema mezin dibin, ji şidetê hez dikin û xerabiyan dikin. 

 

Di Încîlê de ji bo nîjada nefîlîm wiha tê gotin: Kurên Xwedê, çav berî qîz û jinên mirovan dan, di bin bandora delaliya wan de man. Wan dev ji ciyê xwe yê li asîmanan berdan, ketin timtêla mirovan û her yek ji bo xwe qîzekê hilbijart û pêre zewicî. (Yahuda 6; Destpêk 6:2).

Di encama vê têkiliya derxwezayî de nîjadeka ne normal a têkel afirî (Destpêk 6:4). Ev dêwên ku navê Nefîlîm li wan hatiyê kirin, zordest û çavsor bûn. Ji ruyê wan de cîhan bi xerabiyan hate dagirtin. Wan şidetê û tirsê wekî mîrateyekê ji mirovan re hiştin. (Destpêk 6:5; Hejmar 13:33).

 

Li gor asûriyan, kurd qewmekî ne diyar e çi ne û ji ku derê hatine, lê ew beriya vî gelê ne tu gel, ango beriya kurdan, li Mezopotamyayê bi cî bûne.

 

Li gor farisan, kurd jixwe êleka îranî (aryenî) ne û faris jî nûner û berpirsên îraniyan in. Kurd êleka îranî ya netebitî ye, loma caran divê guhê wan bê kişandin (ev guhkişandin dikare wekî sêdarê jî bê şirovekirin).

 

Li gor tirkan em êleka tirk a çiyayî ne. Li deverên berf lê pir e em jiyane û berfa li binê piyê me kiriye qert û qurt û navê me bûye kurd. Lê caran jî em kuyruklî (bi boçik) ne, lê bi her halî, nezan, pîs, gemar, birçî, diz, tolaz, pirço, gêj û hov in. ”Kürtten evliya koyma avluya” (ewliyayên kurdan jî nekine hewşa xwe). Ev e hişmendiya wan a gelemperî. Biratî? Dereweka bê binî! Tenê dema bixwazin li me siwar bibin (hema gotina siwarbûnê çi bi bîra we aniye ew e) qala biratiyê dikin.

 

Li gor ermenên nîjadperest kurd bîjiyên asûran in, ji têkiliyên wan ên qirêj çêbûne. Û jixwe êzdî jî ne kurd in, ew di koka xwe de digihêjine Ermenan, lewre Xaldî bapîrên ermenan in û êzdî jî Xaldî ne. (Li vir him li xaldiyan xwedî derdikevin û ji xwe re bingehek ji derewan diafirînin û him êzdiyan ji kurdayetiyê û kurdan ji êzdayetiyê dişon) Dîsa sedema herî mezin a komkujiya ermenan kurd in. Wan ermenan ji serdema xaldiyan ve her tim kuştine. Kurd ji bav û kalan ve kujerên ermenan in. 

Li gor min, nêzîkayiya herî bi rik, bi xezeb, xerab û bi metirsî jî yê ermenan e. Derfet bi destê wan bikeve wê ne kêmî tirk, ereb û eceman li me bikin. Dostaniya kurd û ermenan ku qalê dikin jî dîsa bingeha xwe ji xweşbîniya kurdan girtiye. 

 

Li gor azeriyan, tu têkiliya kurdan bi Medan re nîne, lewre medên rastîn ew in. Med bapîrên azeriyan in. 

 

Li gor ewropiyan, kurd nebiyên Seleheddînê Eyûbî ne û sedema serê wan in. Kurdan nehişt ku bi rêya xirîstiyaniyê li Rojhilata Navîn belav bibin.

 

Li gor hin êzdiyan, ew jixwe ne kurd in û kurd sedema bingehîn a hemû fermanên bi serê wan ve hatî ne. Hin ji wan dibêjin em Xaldî ne û Xaldî ne kurd in. Hin ji wan dibêjin em Êzîdî ne û zimanê me jî êzîdîkî ye, kurdan ev ziman ji me girtine û navê xwe lê kirine. 

 

Li gor hin kurdan, kurd ne arî ne lê samî ne û koka wan û ya yahûdiyan yek e. 

 

Li gor gelek kurdan jî, kurd qewmê kewê ne, ji xwe re xayîn in, loma çi bê serê wan, musteheq in. Bi kurdan dane bawerkirin ku rast e kurd û kew dijminên qewmê xwe ne. Bêyî ku bibînin yên vê xirabiyê bi herduyan jî dikin nêçîrvan bixwe ne. Kewê reben hewl dide xwe rizgar bike, loma diqîre, ne ji bo qewmê xwe bi zanebûn bike dafika nêçîrvan! Ev zilma nêçîrvan e, ne tewanê kewê ye! Heman tişt ji bo kurdan jî derbas dibe. Dîsa ne tenê kew û ne tenê kurd in yên li ber zilma nêçîrvanan bi vê psîkolojiyê tevdigerin, lê navê kewê û yê kurdan derketiye carekê! Tu kîjan ajeleka kûvî girê bidî, wê biqîre. Dîsa xiyaneta bi tenê dikine malê kurdan, di nav hema bêje hemû gelên cîhanê de hatiye jiyîn û heya di nav hin gelan de ji yên kurdan zêdetir hatiye jiyîn ku hinekê ji van gelan îroj bi tenê navê wan maye di nav rûpelên dîrokê de.

 

Li gor hin kurdan, dê û bavên wan, an bapîrên wan kurd bûne, lê ew ne kurd in, ew tirk in, ereb in, ecem in. 

 

Kurt û kurmancî, ji bilî xwe em her tişt in, lê di heman demê de ne tu tişt in û ne xwediyê tu tiştekî ne. Lewre dema mirov ji xwebûnê derket, êdî ne tu tişt e. Loma ku xêrnexwazên me, me dikin her tişt, lê nakin kurd û li ser navê kurdayetiyê tu tiştekî napejirînin.

 

Wê demê rêya tiştbûnê û xwedîbûnê diyar e; em bibine xwe em hene û xwediyên xwe ne. Ango em çendî xwe bin, ew çendî hene ku ev jî yekser bi ziman ve girêdayî ye. Stûna xwebûnê bi tenê ziman nine bê guman, lê ziman, stûna herî xurt, stûr û ya navê ye. Dema ew tunebe, stûnên din jî li ber hemanan in, ha şikestin, ha şikestin. 

 

Xirîstiyanan Çarşema sor girtin ji xwe re kirin paskalya û jinûvezayîna Îsa. Şeva Çile girtin ji xwe re kirin Noel û roja bûyîna Îsa. Beriya wan Romayiyan bi rêya ola Mîtra ku li ser axa Kurdistanê nas kirin û birin ji xwe re kirin ola fermî û hemû çand û rîtuelên vê olê jî piştre ku bûne xirîstiyan, kirine malê xirîstiyaniyê û li ser navê xirîstiyaniyê heman çand, pîrozbahî û rîtuelan di bin nav û rolên nû de domandin heya roja me jî.

 

Li Newroza me xwedî derketin, li sembolên me xwedî derketin, li nav û nîşan, rê û rêbaz, teşe û şêwaz û felsefeya jiyana me xwedî derketin.

 

Vê cîhanê çîroka me dizî! Cîhan dizê çîroka kurd e û xwe li ser vê diziyê xemilandiye, kemilandiye, reng û teşe girtiye, bi goşt û can bûye.

 

Ev cîhana kambax xwe li ser me şîn kir û dixwaze me di nava xwe de wenda bike. Lew heya em hebin em rîsk in ji bo derketina holê ya rastiya vê cîhanê. Ew dizanin ew çi ne, ji çi ne û çi dikin. Divê em jî bizanin em çine, ji çi ne, çi dikin û divê çi bikin. 

Wê rojê govend e êdî!

 

deyndareke bêbext e ev cîhan

me da wan şaristanî, zar, ziman

him mirovanî û him zad û dan

êrîş in her li xan û man û can

 

2020-07-05

 


Gotinên miftehî :