LI BER DERGEHÊN BALEFIR’GEHA SILÊMANÎYÊ Û…! (Paşgotina bûyerên pêkhatî)
K’îme ez? –
K’urdê serfiraz,
Dijminê dijmin,
Dostê aştîxwaz…
Ez xweş mirov im,
Ne hirç’û ho vim,
Lê, çibkim –
Bê şer’
Dijmin naçe der! …
CEGERXWÎN
… Carna di jîyanê da hinek tişt pêk tên, yên ku yek bi yek hevdu dubare dikin. Û ji vana dibe ku ji hezaran yek jinişkêva, ji nedîtî va pêk bên. Wekî dinê ewana pêk tên, ji ber ku bingeha wan, hêza ku van dilivîne û dike t’evgerê, yek e!
Ev r’amana hate ber heşê min, dema p’eywirdarên ewlek’arîyê di balafir’geha Silêmanîyê ya Başûrê K’urdistanê da ez û lêgerênerê k’urd Ebdulr’ahman Patîyêv dane r’awestandin, nehiştin em bik’evin welatê xwe û bi lezobezo em veger’andin heman balafir’ê, ya ku em gîhandibûn wir… Û ev hemû hema wek çalakîyeke leşkerî-sîxurî ya bi r’êk û pêk pêk hat, yeke wek wan, ên ku di fîlmên Holîvûdê da didin xuyan…
Û li vir mejûyekî normal bêzar dibe, nikare têbigihîje û bersîveke heşmendî ji bo wê bibîne.
Lewra jî, ji bo ku ev buyer bê têgihîştin, ezê hinekî ji dûr va destpê bikim.
Em ji Moskovayê diçûn, ku her’in Şengalê, ji bo ku hem cejna Êzdî bi gelê xwe r’a pîroz bikin, hem jî beşdarî Konfêransê bibin…
Êvara 13ê berfanbarê, dema me êdî k’arê xwe dikir derên ser r’ê, her’n balafir’geha Moskovayê, bi têlêvîzîyîonê hate r’agîhanidin, ku balafir’ên leşkerî yên r’êjîma faşîst a T’irkîyayê êrîş birine ser Şengalê û êwirgeha p’enaberan a ser navê p’akrewan R’ostem Cûdî ya li Maxmûran, ku di encamê da cangorî û birîndar çê bûne…
Wê demê ji hêlekê va em p’ir’ dilkovan bûn, ji hêla dinê va jî em di qulçekî dilê xwe da şad bûn, ku em diçin herêmeke welatê xwe, li k’u şer’ û êrîşên dijmin hene, û emê mirovne here bextewr bin, eger bextê me lêde, em jî li ser xaka kal û bavên xwe p’akr’ewaan bibin…
Lê wek ku tê xuyan, hevk’arên r’êjîma AKP a faşîst, ên ku di Başûrê K’urdistanê da li ser desthilatê ne, ji p’akr’ewanbûna me jî ditirsin…
Em – du k’urd bi van hest û hêvîyan bi balafir’ê ji Mosovayê bê pisgirêk û astengî fir’îne bajarê Şarcayê yê Êmîratên Ereban, ji wir jî çûne Silêmanîyê – bajarê duyem ê Başûrê Kurdistanê … Lê wek ku dihat xuyan ewan êdî benda me bûn, ji me pirsîn, k’a em hatine çi? – Me got, ku em diçin Şengalê, ji bo ku beşdarî pîrozbahîyên cejna Êzdî û konfêransê bibin, gotin, ku vîza pêwîst e. Me got, ku ji me r’a hatye gotin, pirsgirêk nine, ji bo hevtêkê an çend r’ojan vîzayê bidin me! Yekî ji wan, yê ku, wek ku haş ji delk’ûdolabên ji jor va plankirî nînbû, berê me da p’encereya ku lê vîzayan didin – li serfêza wê bi tîpên nêonî nivîsa VIZA bi r’onîya xwe ya sor mêvan vedixwandin… Em çûn, li pêşîya me nêgrekî afrîkî (r’eşik) sekinî bû, li dû wî t’irkek… P’eywirdarên ewlek’arîya balafir’gehê bi r’îzgirtin pêşîya yê t’irk k’etin, pêr’a şîrin-şîrin bi t’irkî axivîn, ew birin odeyekê, ê r’eşik paseporta xwe di p’encerê r’a da hindur’, jê r’a gotin, ku ew xwe bide alîyekî û bendê be… Dora me pêr’a gihîşt,. Paseportên me girtin, di hindur’ da li lîsteyekê nihêr’în, peyr’a paseportên me dan p’eywirdarê ewlek’arîyê yê li r’ex me sekinî û gotin, ku vîza me nine û divê em veger’in… Min k’arta xwe ya r’ojnamegerîyê nîşanî yekî ji wan da, got, ku ez nivîsk’arê k’urd im, endemê Yekîtîya r’ojnamegerên R’ûsîyayê, PEN a k’urd û ya navnet’ewî me! Min got – çawa dibe, ma K’urdistan jî weha dibe, ma ne dema em xwendk’ar bûn, k’omeleya me hebû û wê demê di Başûr da şer’ diçîû, û me dixwast, ku em bên ji bo K’urdistanê şer’ bikin û p’akr’ewan bibin!? Ma meyê xwe ji bo r’ojeke weha şehîd bikira? Ma ewqas qet’lîam û şehîd ji bo vê r’ojê çê bûn?
Çawa dibe?
Evê te bi baldarî guhdarîya min kir û got:
– To r’ast î, kaka, k’a em bir’on! – Û em berbi balafir’ê va birin.
Û yekî dinê paseportên me gîhandin balafir’ê, û em bi zor li balafir’ê syar kirin û berê me dan bajarê Şarcayê yê Êmîratên Ereban. P’eywirdarên kampanîya ereban a Êmîratan bi helwest û nêzîkbûna xwe ya mirovî wisa kirin, ku li şûna r’êvebirîya Başûr, em wek k’urd, wek ku di nava gel da tê gotin, ji şermana di erdê da çûn…
Di r’ê da, di balafir’geha Şarcayê da k’urdekî Slêmaîyê, dît, ku em bi k’urdî diaxivin, nêzîkî me bû. Me nasîya xwe da hev, navê xwe got – Xoşnav! Dema bi pirs-pirsyar ji serpêhaatya me hesya, hizingek k’ûr r’ahişt û got:
– Kaka, hûnê biborînin, lêbelê ew ne k’urd in, ew ku k’urd bûna wê şerm û wijdan û r’ûmeta xwe hebûna, wana her tiştê me firotin, nîvekî welatê me dan xelkê, naha hîç tiştek jî di destê wan da nine, her t’enê dikarin p’îsîtîyên weha yên biç’ûk li hember gelê xwe pêk bînin… – Got, ku berê di navbera herdu malbetan da (mabesta wî a barzanîyan û t’elebanîyan bû!) nak’okî û dijberîtî hebûn, hinek tiştên erênî derdik’etin hole, lê naha, dema r’êfêrêndûmê, dema ku wan li ser firotina welêt li hev kirine, mil bi mil me berbi malwêranîyê va dibin, naha bûne yek, xwe dane bin baskên t’irk û f’arisa, bi wê yekê hukumeta Îraqê şantaj dikin û k’arên xwe yên r’eş, k’irêt û k’etî pêk tînin…
Me bêyî r’ayê xwe bi hev r’a pirsî:
– Ma gel?
Got:
– Gel çi? Di destê gel da çi heye? Gel bi xwe di destê wan da r’ehîne ye, her malek mûçeyên pêşmergetîyê û hinek alîkarîyên dinê distînin… Eger ew dengê xwe bikin, dê mûçeyên wan dibir’in. Ev jî tê wat’eya mirinê. Hema k’î dixaze bemire?
Dema pê hesya berê me berbi Şengalê bûye, me armanca çûyîna xwe jêr’a r’avekir, ewî got:
– Hûn dizanin, ku Mesûd Şengal qurbana kur’ê xwe Mesrûr kir. Dema DAÎŞê êrîş dibir ser Mûsilê, Mesrûr bi 600 – 700 pêşmergeyên xwe va li wir bendava (baraj) Mûsilê dip’arastin, daîşîyan hemû pêşmerge t’ar’ûmar kirin, herç’ê kuştin, herç’ê dan r’evandin û Mesrûr jî hêsîr girtin… Peyr’a ew bi Mesûd Barzanî r’a k’etin nava p’êwendîyan û ber Mesrûr va Şengal û hinek deverên dinê xwestin. Û di encamê da Bazaranî daxweza wan pêk anî, û Şengal r’adestî DAÎŞê kirin… Ma, hûn nabêjin, çawa Mesûd Barzanî wan r’ojan di Hewlêrê da malovanîya civîna bilind ya serekeşîrên erebên sunnî yên piştgirên DAÎŞê dikir?! – Ewî pirsî, destê xwe berbi serê xwe va bir û paşê li çonga xwe xist û got:
– Va, wê balafir’a min r’agîhandin, ez çûm! Û, k’a gelo ezê paşê bikaribim, veger’im vî welatê bêr’ûmetkirî yê di bin bindestîya çend welatên derva û van bêwijdanên hindur’în da…
Dema Xoşnav çû, min li dû wî li meşa wî nihêr’î: ew bi xwe hê xort e – derdorê 25 – 30 salî, lê di meşa wî da dihat xuyan, ku tiştek di nav wî da şkestye. Ew çi ye: hêvî ye, bawerî ye? Û gotinên wî yên dawîyê hatin bîra min: “… k’a gelo ezê paşê bikaribim, veger’im vî welatê bêr’ûmetkirî…”
… Piştî du sehetan p’aywirdarên kampanîya AirArabia (airarabia.com) her tişt kirin, ku astengîyên teknîkî ên li ser r’êya me derbaz bikin, em gîhandin Moskovayê! Spasyeke mezin ji bo wan mirovan, ên ku di vê cîhana bêwijdan û bêexlaq da mirovbûna xwe winda nekirine…
Û em naha li Moskovayê ne û dixwazin evê bûyera dijmirovî-dijnet’ewî, ya ku di welatê me da li serê me r’a derbaz bû (r’asttir dibe, mirov bibêje – derbaz kirin!) wat’edar bikin, sersedemên pêkhattina wê têbigihîjin…
Û li vir tiştê balk’êş di vê r’ewşê da ew e, ku eger r’êjîma faşîst a t’irk heyşt sal berê r’ê li pêşîya min girt, qedexe kir, nehîşt, ku ez her’im Bakûrê K’urdistanê, li Başûr jî heman tiştî bi spartina r’êvebirîya herêmê hêzên ewlek’arîyê pêk anîn.
Wê demê, deh sal berê hema van r’ojan, ez diçûm Amedê, beşdarî konfêransa çand û wêjeya k’urdî bibim… Di balafir’geha Stambûlê da p’eywirdarên ewlek’arîya balafir’gehê nehiştin,ku ez r’êya xwe bidomînim, ez binçaav kirim, r’ojekê r’awestandim û paşê berê min dan Moskovayê…
Û dema p’eywirdarên “ewlek’arîyê”em ji Silêmanîyê veger’andin, ev bûyera heyşt sal berê hate bîra min, û min hinek weşanên wê demê derxistin û xwest van herdu bûyeran hemberî hev bikim… Û min dît ku di herdûyan da jî heman helwest û heman r’êbaz heye, wek ku bibêjî, ewan fermana xwe ji cîyekî girtine…
Her çiqas derdorên me ji vê bûyerê pir êşyan, lê ji bo min ev bûyera ji nedîtîva nehatye – wek ku r’êjîma AKP a Tirkîya faşîst sedemên xwe hebûn, nehêlin destê min û welatê min bigihîjin hev, wisa jî r’êvebirîya Başûr sedemên xwe “hene”, ku nehêlin destê k’urdan bigihîje hev: ma ne, min ji bo şêweyê r’êvebirina wan, hevk’arîya wan a bi dijminê gelê k’urd ê xwînî yê sedê salan (lê dostê wan ê “stratêjîk”!) ew r’exnekirine, bala wan û ya civaka k’urd û ya navnet’ewî k’işaandye ser xeterîya siyaset û pêkanînên wan a ji bo çarenûsa net’ewî, r’êyên r’ast ji bo wan destnîşan kirye … Û şûna ku ji van dersan derxin, k’arên xwe li ber ç’avan r’a derbaz bikin, ji bo yekîtîya net’ewî k’ar bikin, heya r’adeyekê ji me r’a bibêjin – spas! Lê ewana bi bir’yar ne ku t’enê p’êwendîyên xwe bi T’irkîyaê r’a xurttir dikin, heya bûne wek nûnerên AKP ên li qezayeke T’irkîyayê… Û li dijî hêz û r’êxistinên net’ewî bi t’irkan r’a weke wan t’evdiger’in, heya di hinek cîyan da ji wan jî xetertir in… Me di dema xwe da her tişt kir, hewl da, wan biraderan hişyar bikin, ku ew r’ê, ya ku ew dimeşînin welêt berbi xeterîyê va dibe, lê ewan bi bir’yar dostanîya xwe “stratêjîk” bi T’irkîya faşîst r’a didomînin, herêm kirine baregeha leşkerî-sîxurî ya T’irkîyayê… Hê salek berê min di gotareke xwe da siyaseta wan a xeternak nirxand (“Trajêdîya k’urdî: sersedemên wê li k’u veşartîne, gelo?”– http://www.amidakurd.net/ku/ tekst/TRAJÊDÎYA_K_URDÎ_SERSEDEMÊN_WÊ_LI_K_U_VEŞARTÎNE_GELO).. Û, eger mirov bi baldarî vê gotarê bixwîne, dê bikaribe sedem û bingehên vê bûyerê tê bigihîje, û dê bikaribe k’ar û kiryarên nûnerên r’êvebirîya Başûr derxe zanebûnê…
Lewra jî, dema hinek dostan ji bo vê bûyerê dilêşîya xwe dîyar kirin, min ji wan r’a got:
– Nizanim, hûn çawa, lê ez hîç jî pê naêşim, normal e, ev têk’oşîna du r’amanên dijber e: yek a net’ewî-mirovî ye, ya dinê ya berjewendîperest a k’omî-malbatî ye, ya firotina nirx û berjewendîyên net’ewî, ya k’etina xizmeta dagerker û dijminê gelê me yê sedê salan û yekbûyîna bi wî r’a! – Û min ew r’êzên helbesta “K’ÎME EZ?” aSeydayê Cegerxwîn, ên ku min ji bo vê gotarê wek serp’eyam hilbijartye, anegorî vê r’ewşa welatê me ya îroyîn veguhar’tin (bila Seyda min biborîne!) û jêr’a xwendin:
K’îme ez? –
K’urdê serfiraz,
Dijminê dijmin,
Dostê aştîxwaz…
Ez xweş mirov im –
Bi bîr-r’aman im,
Ji bo gelê xwe
Ez li ser p’êya me,
Lê ez çi bikim,
Ger dijmin îro
Ne li derva ye –
Di nav me da ye?!...
LI ŞÛNA PEYNIVÎSARÊ.
Dema em veger’yan Moskovayê, di medya civakî da agahîyek li ber ç’avê min k’et: dihat r’agîhandin, ku k’arê r’êfêrêndûma K’erkûkê û Şengalê tê kirin, ku anegorî xala 140 ya Destûra bingehîn a Îraqê statûsa wan dyar bikin, k’a ewê di nav sînorên Herêma Otonom a Başûrê K’urdistanê da bin, an girêdayî Bexdayê bin…
Hema wisa!
Piştî wê, dema r’êfêrêndûma têkçûyî K’erkûkê û Şengalê derbe xwarine, dema gelê wan deveran ç’avtirsyayî bûne, gelek ji warên xwe r’evyane-derk’etine, pêkanîna r’êfêrêndûmê dê bê wê wat’eyê, ku wan herêman bi destûrî r’adestî Bexdayê bikin…
Dibe ku armanca wê r’êfêrêndûma beravîtî jî hema ev bûye?
Eger na, çima hê berî r’êfêrêndûmê me dinivîsî, qêr’în û hewara me bû, ku berî r’êfêrêndûma serxwebûnê divê yên herêman pêk bînin, statûsa wan dyar bikin, paşê ya serxwebûnê pêk bînin! Lê van dostên stratêjîk ên AKP û Erdoxan xwe ker’î buhartin, welat careke dinê kirin bin derbeya dagerkerîyê û p’arçe kirin, ew tiştê heyî jî ji dest dan…
Di vê r’ewşê da, eger hêzên durust û t’endurust ên heremê (û ne t’enê yên herêmê!) bi gel r’a nebin yek, destê van bazirganên xaka net’ewî negirin, gelê me dê hêvîya xwe ya sedê salan winda bike û dê tirjêdîya her mezin bijî…
T’enê yekîtîya netewî û avakirine Hêzeke net’ewî- giştî dê bikaribe welatê me ji malwêranîyên pêşerojê biparêze!
Ezîz ê Cewo
19. 12. 2018
Moskova