1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. MAMOSTE ANGO MAMÊ HOSTE Û REBENIYA ME
MAMOSTE ANGO MAMÊ HOSTE Û REBENIYA ME,mamoste,ango,mamê,hoste,û,rebeniya,me

MAMOSTE ANGO MAMÊ HOSTE Û REBENIYA ME

A+ A-

Mam, ango ap, ji birayê bavê re, ji pismamên aliyê bavê re (bira û pismamên dayikê wekî xal û xalan têne binavkirin) tê gotin. Caran ji bo dost û hevalên bavê, yan jî ji bo kesên nenas ên temen mezin, ji bo rêzgirtinê tê bikaranîn.

 

Ango ”mam” ne gotineke nêtar e, lê nêr e. Loma jî gotina ”mamoste, mamhoste” dikare ji bo jinan jî bê bikaranîn an na, divê bê nîqaşkirin.

 

Lê ez bêtir dixwazim balê bikşînime ser tiştekî din:

 

Di civakên modern ên pêşkeftî de, mirov navên wiha li gor karê xwe yê profesyonel digire. Ango karê ku mirov debara xwe pê dike, jiyana xwe pê didomîne û dema mirov a xebatê bi giranî digire. Mînak; li Swêdê, mamosteyek 40 salan wekî mamoste kar jî kiribe, piştî teqawid bibe, êdî nema kesek jêre bêje mamoste û ew bi xwe jî pê dilxweş nabe dema jêre bê gotin mamoste. Di cî de dibêje; ”Ez êdî ne mamoste me”.

 

Em di gelek waran de kopiyeke xerab a civaka serdest in. Ya rastî em ne yekser kopî ne jî, lê em kopiya, kopiya kopiyê ne. Lewre civaka tirk bi xwe civakeke kopiya kopiyê ye, heşifî ye.

Ev gotina ”mamoste” jî, çewa tirk ji bo bidine nîşan ku kesên întellektuel in û wekî ”hocam” bang li her kesekî û li hev û du dikin, em bi heman armanc û şêwazî gotina ”mamoste” bikar tînin.

 

Gotina ”mamoste”, ji soranî derbasî kurmancî bûye û her çendî li gor min divê ev gotin ji bo kesên perwerde didin bê guhartin û armancê diyar nake û heta pir dûrî armancê ye jî, hezar mixabin ku ev gotin di kurmancî de jî rûniştiye. Ne bi tenê rûniştî ye, êdî bê ser û ber û bêyî pîvan tê bikaranîn.

 

Stranbêj, dengbêj, helbestvan, nivîskar, temen mezin û heta her kesekî ku dikare du gotinên bi kurdî binivîse, wekî ”mamoste” tê pênasekirin. Tê rewşekî wisa ku êdî ew kesê ”mamoste”, dibêje asîman çiriyabû min dirût. Ew jî têre nake, di çelexwarîbûnê de gavek jî dive li pêş bin, loma bi xwe van pênaseyan li ber navên xwe dikin di medyaya civakî de. “mamoste, nivîskar, hozan û wd. bêvankes”.

 

Mirov pênaseyên xwe bi karê xwe û ji karê xwe û bi rûmetdayîna civaka xwe, ji civaka xwe digire, bi xwe li xwe nake. Dema te bi xwe ew kir, ev encama tênegihiştinî, neşarezayî û nezaniyê pêş dike.

 

Loma jî, pîvan û prensîb namînin. Her kes dibe her tişt. Îcar dema di civakekê de her kes her tişt be, nema kesek li kesekî din guhdarî bike an ji ked û keft û lefta hev û du re rêz bigirin. Êdî her kesek Mehemed Elî ye.

 

Loma jî divê çareyek ji vê gotina nêr “mamoste” re bê dîtin û pêşniyazên li ser vê bêne pêşxistin û nîqaşkirin û divê êdî ew pîvanên civakên pêşkeftî di nav me de jî rûnên, ango ew ji me re bibine mînak, ne civakeka mîna civaka tirk çelexwarî û heşifandî.

 

Mahabad Felat

2019-07-12