Medyaya civakî û bandorên wê li ser kurmancî
Ziman bi Pêşkeftina derfetên jiyanê re û bi bikaranînê re bi pêş dikeve. Axaftin, xwendin û nivîsandin sedemên herî bingehîn ên pêşkeftinê ne
Ziman bi Pêşkeftina derfetên jiyanê re û bi bikaranînê re bi pêş dikeve. Axaftin, xwendin û nivîsandin sedemên herî bingehîn ên pêşkeftinê ne. Ji bo hersiyan jî bikaranîneke gelemperî divê. Ango hewldanên ferdî nikarin rê li ber têkçûna ziman bigirin, eger ew hewldan nebine sedema bandoreka mezin a civakî.
Dan û stendinên rojane yên ji ser medyaya civakî, ji dan û stendinên rojane yên têkiliyên fîzîkî berfirehtir in û tiştên têne parvekirin dikarin bi derbekê re bigihêjine bi sedan, bi hezaran kesî. Tiştekî balkêş hatibe parvekirin, bi rêya parvekirina van parvekirinan ji aliyê têkiliyên ji ser medyaya civakî ve, ev hejmar dikare pir zêdetir jî bibe. Bê guman ev hemî di warê têkiliyên rojane û xwegihandina hejmara kesan de sûdmendiyek, fêdeyek e. Dimîne li ser mirov çi bi çi reng, teşe û armancî û ya grîngtir jî bi çi zimanî diweşîne. Di mijara ziman de jî, grîngiya bikaranîna ziman derdikeve pêş. Ev grîngî ji bo zimanên bûne zimanên fermî û yên dibistanan ne pir grîng be jî, ji bo zimanê kurdî/kurmancî xwedî grîngiyekê ye.
Ji bo hinekan ev xwedî grîngiyeke mezin be jî, ji bo hinekan ev grîngî ne di radeyeke bilind de ye. Ya grîng bikaranîna ziman e. Şaşî hebin jî, di nav herikîna demê de, bi rexne û hişyarkirinan, bi parvekirinên li ser rastnivîsîn û rastbikaranîna ziman dê sererast bibin.
Ji bo min her du nêrîn jî ne şaş in, di nav xwe de xwedî rastiyên grîng in. Lewre him bikaranîna ziman a rojane ya di nav herikîna jiyanê de û him bikaranîna rast a ziman her du jî grîng in. Di rewşa me de ev îroj ne pir pêkan e, ango demeke dirêj divê. Lewre ev tişt bi perwerde û xwendinê ve sererast dibe û rûdinê.
Medyaya civakî, qadeka wêrekiyê ye jî. Di têkiliyên rû bû rû ango fîzîkî de mirov di xwebikaranînê de û di anîna ziman a hin tiştan û pêşxistina hin helwestan de ewçendî wêrek nînin. Dîsa kesên di civatan de an li ba kesên din nikarin, newêrin an naxwazin biaxivin hene. Ev qada medyaya civakî ji bo wan jî xwedî taybetiyeke grîng e.
Wêrekiya ji ser medyaya civakî xwe dide der jî, di nav xwe de û ji gelek aliyan ve him erênî û him neyînî ye. Dimîne li ser ka kî, çi, çima, çewa, bi çi şarezayî û armancî derdixe pêş. Lewra ev wêrekî pir caran dikare bibe sedema mirov bibêjin ”na êzingê min”! Ango di şaşiyên xwe de bi rik û dewamî bin û hewl bidin şaşiyan li ser kesên din jî ferz bikin. Lê li gel vê jî, gelek parvekirinên xweşik ên li ser ziman û rastnivîsîna ziman jî derdikevine pêş û ev bi derbekê re dikarin bigihêjine gelek kesan.
Medyaya civakî, berfirehtirîn û mezintirîn civak e ku mirov kengî û çewa bixwaze dikare xwe têde bibîne û wêrektir bîne ziman. Di civateka ewçendî berfireh de pir ecêb nîne ku şaşî û caran di şaşiyan de îsrar jî bibin. Lê di dan û stendinên bi zimanekî ku nebuye zimanê perwerdeyê û hatiye qedexekirin, her wiha xwediyên wî zimanî di nav xwe de ketibine nav pêvajoya xwebişkaftinekê ango otoasîmîlasyonekê de, êdî pir zêde grîngî ji rastnivîsîn û rastbikaranîna ziman re namîne. Daxwaz û helwesta bikaranîna ziman a bi çi rengî be jî, bêtir derdikeve pêş.
Ya hatiye serê zimanê kurdî û bi taybet kurmancî, ev e. Loma jî û ji ber van hemû sedem û daneyên li jor, medyaya civakî, derfeteka mezin e ji bo kurmancî.
Mahabad Felat
2019.02.27