1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. Mijara Enkîdo û Somerîyan
Mijara Enkîdo û Somerîyan,mijara,enkîdo,û,somerîyan

Mijara Enkîdo û Somerîyan

A+ A-

 

Hasan Harranî

Lêkolînvan û nivîskar birêz Necat Zivingî li ser mijara Enkîdo û Somerîyan gotarek nivîsîye û

di dîwarê xwe de parve kiriye.

Min jî ew gotar xwend û min hinek xalên balkêş, lê şaş dît û min wek nimûne di dîwarê xwe

de parve kir.

Du armancên min hebû.

1- Ji ber ku nivîs dirêj bû min xwest testa xwendina şopîneran bikim. Gelo çiqas mirov

nivîsên dirêj dixwînin!?

2- Min xwest bibînim çend hevalên min û çend kesên li ser mijara dîrokê hayîdarin

kêmasîyên di vê gotarê de dibînin.

Xwendevanên hêja!

Dîrok tenê bi zanînê, yanê tenê bi xwedî agahîyên pir nayê famkirin. Ev jî pir girînge lê tenê

têr nake.

Bi vîya re divê nêrîn û kabiliyet şîrovekirinê û jihevududerxistinê jî hebe. Nexwe her tiş wê

tevlîhev bibe. Şaşî û rastî wê mil bi mil herin.

Şaşîyên birêz Zivîngî çine?

1- Roniştandina mijarê li ser zemînên ku bi wergirtinên pispor û dijdîroka Kurdan û

bîyanîyanve hatîye çêkirin daye bicîkirin.

2- Destgirtina bûyeran û ji qalibên wergirtî derneketin.

Emê niha vana vekin.

Birêz Zivingî biryar nedaye ku bê ka Somerî ji ku hatine.

Ji Hindûyê an ji Qefqasîyayê.?

Kî ji ku hatîye ispata wî şopên li pey wî ne.

Metafora ga û gamêş û mangê metaforekî hê jî jîyandare li Hîndûyê.

Ger mirov li vê yekê binêre divê mirov bêje ku bela ku bav û dayîka Gilgamêş jî bi metaforekî

ga û mangetîyê hatine teswîrkirin ew çax em dikarin bêjin Somerî ji Hindê hatine.

Lê dibe ku berevacîyê vîya jî rast be.

Lê ev rastîyeke ku metafora Ga û Mangê sembola jîyana niştecihîye. Pîrozîyên civaka

hilberînerîya ax û zevîyan e. A pêgirînerên cotyarî û bajarvanîyê ye.

Ga di bajarvanyê de makîneya kar û xebatê ya serekeye. Barkişandinî, kar û barên çolê û

zevîyan û cotkirin bi van sewalan bû û ev sembola hêz û bereketê bû. Ji ber wê yekê ne kû

bav ev tiş bû xweîfadekirina di van tiştan bû ev yek.

Çaws kû paşê mirovan xwe bi hêz kujerîya Şêr de dabû îfadekirin ev tişt titekî wiha bû.

Îca em jî bipirsin Somerî ji ku hatine? Bi gorî nêrîna min ne ji Qefqasîyê dibe ku ji Hindê

hatibin. Lê ev nêrînekîye. Ev îhtîmal bêhtirîn li aqil tê.

Şopên şaristanyê li Hindê ji berîya Somerîyan hîn nehatîye dîtin. Ger çêbûye jî kifş nebûye.

Ahenga navend û derdorê li vir derdikeve pêşîya me. Li vir ev pîvan ji mere rêyekî nîşan

dide.

Dibe ku Somerî helqeyek firehtirîn ji ya kakila Hindê be.

Dîrok heya roja nû çarçova pêşdeder û fireh ku tim li derdor çêbûye dide îspatkirin. (Ji vîya

re têkilîye naven de çewrê dibêjin) Yanî helqeya fireh û pêşketî di navendê de derneketîye û

çênebûye. Naven pîr dibe û helqeyên derdor ji ber ku ciwanên çemberê fireh dikin.

Wek Ûrûk û derdorên wê Riha Xatîşa, Finîke û hwd.

Mînaka din şaristanîya Greekê û helqeyên wê yên din Roma û Ewropa.

Wekî Ewropa û Helqeya din ya Emrîka.

Yanî her tim derdor ji navendê re kiras guherandîye.

Di vê projeksîyonê de em dikarin bêjin dibe ku Somerî helqeyek pêşketî û bêhtirîn fireh ya

domahîya Hindê be. Ne milana ji Qefkasîya.

Lewre zimanê Hindê û Somerîyan ya Somerî, Kurd û Faris û hinek miletên din yek e. Û îro

ew zimanê Somerîyan gelek peyvên wî hîna jî di zimanê van gelên ku me nîşandan de dijî.

Pêşî em di hêla ziman da vê tevlîhevîya ku di birêz Zivîngî de xuya dike em rakin. Yanî

zimanê Somerîyan ne maka zimanê Çîn û uygur û uralê ye. Ew xas be xas zimanê arîye.

Maka zimanê Kurdî, Îranî û Hindû ye.

Em werin ser mijara Enkîdo.

Bi gorî min ev mijar mijarekî êdî gelek zelal e. Enkîdo Gutîye û çîyayîye. Gilgamêş deştîye û

angajeyê jîyana xwecîhîye. Ew wek mirovekî kedîkirîye. Ha te got kedîbûyî ha te şaristanî

famkir. Cudayî nîne.

Divê mirov baş bizanibe ku çîroka Gilgamêş wekî xwe nemaye. Hatîye guhertin. Di dema wê

çaxêde hatîye rojanekirin û ji formên xwe yê orêjînal dûrketîye veguhezîye forma miletê ku di

dema rojanekirina destanê de desthikatdar bûye.

Rojanekirina destana Gilgamêş ku bi destê Sîn Lekke Unînî hatîye kirin li gorî form û

metaforên Aqqadîyan hatiye kirin. Divê mirov vê yekî baş bizanibe.

Aqqadî lê xwedî derketine lê li gorî xwe bi şibandina xwe xwedî lêderketine. Yanî wî ji koka

wî qutkirine û kirine yê xwe. Lê ev pir zelale ku Gilgamêş Aqqadî nîne lê Aqqadî wî kirine ê

xwe. Wekî ku Îbrahîm ne Erebe lê Ereb wî bi zorê dikin ê xwe û li çîroka wî jî him xwedî

derketine û him jî di dema derketina xwe de veguhezandina formên xwe.

Ev çîroka Enkîdo û Gilgamêş jî tiştekî wihaye.

Qaşo ew ji miletekî din û ji jîn şaristanîyek din bûye û Enkîdo jî bîyan, kovî û xerîbê

şaristanîyê bûye.

Ev neheqî û şaşîyeke herî xerabe ku li Enkîdo hatîye kirin.

Enkîdo jî, Gilgamêş jî ji heman miletî bûne. Enkîdo Gutîye û Gilgamêş jî ji milê destê serdarê

bajaran bûye.

Divê mirov çîroka Gilgamêş wiha fêm bike. Berîya zayînê ji du 2500 î û şûnde zêdebûna

qebîleyên Aqqadî çêdibin û li nava bajar û gundên Somerîyan bicî dibin. Ev qebîleyên Amorit

in. Ji ber bejahî û kêmxwarinê û zêdebûna nifûsê xwe li bajar û gundên Somerîyan digirin.

Pêşî wekî xizmetkar û rincber tên bi cîdibin. Qebîleyên Aqqadîyan li hember Somerîyan

paşê ku hejmara wan zêde dibe hêdî hêdî îsyanan dikin. Ta ew îsyana ku berîya zayînê

2330 û 35 an de çê dibe û desthilatdarîyê bi destê xwe dixin.

Ev bûyer bûyera Gilgamêş û Enkîdo bixwe .

Bapîrên Gilgamêş biser nakevin desthelatdarîya xwe wenda dikin û Gilgamêş diçe alîkarî ji

birayên xwe yên çîyan dimînin dixwaze. Û birayên wî yê çîyayî vê daxwaza wî li cî nahêlin û

tên welatê wî jibo wî rizgar dikin.

Enkîdo kovî nîne. Hov jî nîne. Serdarê qebîleyên çîyan e. Tenê miletê wî jê bi bifikar bûye.

Sedema jî ewe ku bajarên Somerîyan ji destê pêxwasên Aqqadîyan digire û teslîmê birayên

xwe dike. Paşê jî jibo qebîleyên xwe fêdeyekî wernagire. Ev e sedema ku bûye mijara

îxanetê. Lewre ew li wir nasekine û dîsa vedigere çîya. Dema tê çîya li çîya jî nikare. Lewre

hînê jêyana deşt û bajaran bûye. Û ji ber vê yekê wek mirovekî bi xeta û bi qebhet hatîye

pênasekirin.

Divê mirov vê yekê baş bizanibe. Her zanîna bi bejn û bal ne zanîne. Zanîna xemilandî

zanîba çêker e û her tim bi guman e.

Ji ber vê yekê divê mirov diroka xwe di dem p çert û mercên wê demê û li gorî formên wê

demê binîrxîne û şîrove bike. Nexwe wê mirov tim şaşîyan bike.

Zanîna hemdemîn pêşî li pişt perdeyan tê nîqaşkirin, neqandin û paşê tinîn pêşberî civakê.

Yanê tiştên di pirtûkan de em dixwînin gelekên wî pêşî di gelek dest û bêjingan de derbas

dibe hêna tê pêş çavê me.

Jiber vê yekê tiştên ku di derbarê dîrok û koka me de tên weşandin û nivîsandin divê dema

mirov bixwîne mirov çelû pênc car bipîve.

Divê mirov xwe ji bin bandora nêrîn û pêşînîşana aqilmendên dijminê xwe rizgar bike. Û bi

wêrekî di derheqê xwe de biaxive.


Gotinên miftehî :