Mijara Tewrat û Musa,mijara,tewrat,û,musa

Mijara Tewrat û Musa

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Di mijara baweriyên Samîyan de, lihevanîn û mîtolojiyên têkiliya xwe hîç bi jiyanê re tine hene, li gel wê çîrokên nayê hiş û aqilan jî tê de bi cih kirine, lê di pêvajoya salan de bi azînên hovane û cûda wisa di hîş û bîra mirovan de dane perçîmkirin, rastî nikane li hemberê wan xwe bide pejirandin. Ji wê divê ev mijareyana gav bi gav bi awayekî bêtirs werin vekirin. Em hêdî hêdî hewl bidin. Ji van Mijareyan yek jî mijareya hebûn û nebûna Mûsa ye.

Ezê di vê derbarê de ji şiroveyan bêtir dîtinên lêkolîner, zanyar û ramanweran derxim pêş, şiroveyan ji xwinêran re bihêlim. Ji ber ku dîn û dînên hewayî /semawî, xwerû dînên di nava Samiyan de derketine, bi rengekî wisa di mejî û giyanan de dane rûniştin, vekirina rastiyan dikane bibin gulle û li mirovan vegere, lewre êdî ne mejî ew siya mejî korkiriye, biryar dide.

Hûnê di dema xwendinê de bibînin. Di vî warî de hemû zanyar, lêkolîner û ramanwer di wê baweriyê de ne ku Fraun Exnaton wek Musa hatiye pêşkêşkirin. Yanêkesekî bi navê Mûsa tine, Exnaton weke Mûsa hatiye raberkirin. Ji wê emê berê hinek nasnameya Exnaton vekin. 

 

Ev Exnaton kî ye?

 

Exnaton (Echnaton) navê wî yê di resmiyeta Fraûnên Misrê de „Amenophis IV. e. Ew kurê Amenophis III. û keybanû Tejê ye. Anegori Serweriya Misirê ya pêvajoya nû ew Fraunê 18. ne.

Ew bi keça padîşahê Mîtanniyan. Şûttarna II. ya bi navê „Tadûxapê“ re dizewice. Navê Tadûxapê bi zewacê re dibe „Nofretete /Nefretîtî.“

Exnaton gelek di bin baweriya Mîtaniyan Mîthra (xwedawendê rojê) de dimîne û ew jî Mithra dipejirîne û bi navê „Aton“ li Misra Fraunan wî dide pejirandin. (têbinî: Tevahiya zanyaran bawer dikin ku ew di bin baweriya Mîtaniyan de maye)

Fraunê ciwan û navdar „Tutanxamûnê“ ku mumya wî xwerû hatiye pêçan, kurê Exnaton û keça Mîtaniyan Nefretîtî ye.

Exnaton Perestgeha „Karnak“ ji bo xwedayê rojê Aton dide lêkirin.

 

Agahiyan zanyaran ya li ser rûberîna Musa û Exnaton

 

„Pêçeka yan jî masura Tora (Kuka beşeke Tewratê) bê ku nivis jê biçe, yan jî ew pêçek birize, dikane bi sedan salan bi wê awayî were parastin. Masûra Tora ya herî kevn a ku di navbera salên 1155 – 1255 piştê mîladê hatiye nivîsandin û wek ya herî kevn tê zanîn niha li muzeya zanîngeha Bologna /Îtalyayê ye. Lê wisa kevn bûye, dikane ji hev bela bibe. ….

Anagorî lêkolîner û dîrokzanên baweriyên cihû û xiristiyanan yê navdar „Hallo Lilly“; Mûsa  berê Mîladê jiyaye û li ser girên nîvgirava Sînayê ew peyamên baweriyê wergirtiye. Lê ev peyamana nehatine nivîsandin, bes bi devkî hetanê sala 500 î berê mîladê yanê dema cihû ji bindestiya Babîlonê difilitin tê. Tê gotin ku wê demê beşên Tewratê yên bi navê „Esra û Nehemia“ di bin bandora baweriya Babîlonê de hatine nivîsandin û li darekî weke masûre hatiye pêçandin. Bes ev tenê gotine, ew masûra wan beşan li ber dest tine (1)“

Tebinî: Li „Kamrun“ di şikefteke wê cigeha li keviya gola Lût /Derya Mirî rolek /masûreyeke nivîsandî hatiye dîtin, hin tiştên li ser pêçeka wê masûrkê qopya baweriya Zerdeştî ye (Mînak; mijara şerê „ronahî û tarîtiyê“ têde heye), hin ji baweriyên Mezopotamya û hin çîrokên heremî li ser hatiye nivîsandin. Divê mirov wê û „Tewratê“ yan jî beşên Tewratê tevlihev neke, naveroka wê ji ya Tewratê cûdatir e. Bes hin hewl didin wê jî wek bingeheke Tewratê bibînin. 

Bes ew rola li ser „Esra û Nehemia“ hatiye nivîsandin jî îro di piyaseyê de tine, tiştên heyî tenê bi devkî û vegotin in. 

„1370 - 1350“ berê Mîladê fraun Exnatonê (Amenophis IV.) bi keça padîşahê Mînatyan Şuttarna II. Nefretiti /Nofretete re zewiciye. Vê jî jiyan û baweriya Exnaton guheriye. Jiyana Exnaton û mîtolojiya Musa wekî hev in, lema piraniya Zanyarên dîrokî di wê baweryê de ne ku Mîtolojiya Musa li ser jiyana Exnaton hatiye afirandin. Exnaton li Misira antîk yekem kes e ku li dij ruhaniyên Misra kevn serî hildaye û yek xwedatî parastiye. Wî ji xwedayê xwe re „Aton“ gotiye. Xwerû jî ji bo Aton sembola rojê hatiye bikaranîn. Lema hin zanyar di wê baweriyê de ne ku ew di bin bandora Nefretîtî de maye û bi awayê Mîtaniyan „Roj“ wek yek xweda pejirandiye. Bê Exnaton di dîroka Misrê de kesekê din yê li dij rahîb, yan jî ruhaniyên Amon (amîn, amen, amûn. Belê peyva „amîn“ ji navê „Amon Ra“ tê.) derneketiye.

Nofretete /Nefretîtî

Em ji „Malpera Geo. dê“ (Malparek zanistî û cidî ye) paragrafek ji bo zelalkirina nijada Nefretîtî bigirin: „Jiyana Nofretete bi tevahî li Axet-Aton derbes nebiye. Anegorî agahiyan ew di sala 1370 yi de Li welatê Mîtannî ango li bakûrê Suriya îro weke keça padîşah (Şûttarna II.) hatiye dunê. Navê wê yê wê demê „Tadûşepo /a“ bû ye. Pir dû re navê „Nofretete“ girtiye. Dema hê keçeke azev e, wê ji bo ku bi Amenophis III. re bizewice tînin Misirê. Bes di dema dewetê de Amenophis III. dimire. Ji wê ew bi Amenophis IV. re yanê bi Exnaton re dizewice. Wê çaxê navê Nofretete digire. Ev nav tê wateya „xweşikiya ji wê ve tê.“ (2)

Di nava qiralîçeyên /keybanûyên Misrê de herî zêde ew derketiye pêş, piştê wê jî „Kleopatra“ bi nav û deng e. Bes bandora wî li Exnaton dibe. Exnaton di bin bandora baweriya Mîtannî „Xweda Mîtra“ de yek xwedayî diparêz e. Xwerû jî li dij rahîb û ruhaniyên Misirê tekoşîneke dijwar dide. Dema dimire, rahîbên bi baweriya „Amon Ra“ termê wî mumya nakin, parçe dikin û dikin quleke zinar. Yanê jê Toleya xwe hildidin.

Têbinî: Bê Exnaton jî ti rengekî yan jî bûyareyeke bikane bibe bingehê çîroka /mîtolojiya Musa tine. Li gel wê di ti daneyan de behsa cihûyên li Misrê jiyane û serî hildana nayê kirin. Heta behsa serîhildanên koleyan jî nayê kirin. Her wiha ti belgeyeke cihû ji Misrê vegeryane, yan jî hatine welatê xwe jî tine. Ango Cihûyan Kesayetiya Exnaton wek Musa venivîsandine, çîrokek ji bingehê baweriya xwe re çekirine, navê welatê xwe kirine welatê pîroz û her kesî jî pê bawer kiriye. Bes, têgîna „welatê pîroz“ jî tenê afirandineke cihûyan e.

Li ba îslaman ji Talmud ê re „tewrat“ dibêjin. Bes çend beşên wê hene. Mînak „Tora“ Anegorî daneyên berdest di sadsala 500 piştê Mîladê de hatiye nivîsandin.... (3) Yanê ne kevn e.

 

Xwendekarê Yahûda Ha Nassî  „Abba“ 219 sal piştî Mîladê li bajarê Sûra`yê akademiyekê damezirand, Di nav de rûhaniyên Babîlon û yên cihûyan cih digirtin. Wan wê demê dest pê kirinin û beşa Tewratê „Mîşna“ ya bi devkî dihat vegotin, wê bi şiroveyan ve derbasê nivîsê bikin. 300 sal dû wê re jî Tewrata Babîlonê ku bingehê baweriya cihûyan werdigire nivîsandin.... (4)

 

Profesorê zanîngeha Ariel yê Arkolojiyê Jonatan Adler bi zelalî radigîhîne ku cihûdîtî çawa tê zanîn, ne ewqas kevn e. Anegorî daneyan xuya dike ku pir dû re derkatibe. Ne ji bo cigehên cihûyan yên bi navê welatê pîroz û ne jî ji bo koçberiya derbiderkirî ti belgeyên dîrokî û arkeolojîkê li ber dest tine. Nivîsên herî kevn Tora di sedsala 2. berê mîladê hatiye nasîn û vegotin. Ji berhema wî ya bi navê "The Origins of Judaism" (Bingehê cihûtiyê) Ji çapemeniya Yale University Press. (5)

 

Rûberandina Exnaton û Mûsa gelek balkêş e. Musa dibêje: „ Yahweh (Yahova /Xwedê) yek e!“  Li pey jî vê dibêje: „Divê ti bê min ji ti xwedayeke din bawer nekî!“ Exnaton jî wiha dibêje: „Ey Aton tu yek î! Bê te ti xweda tine!“ Musa baweriyên din red dike. Exnaton jî hemû xwedawendên Misrî red dike, perestgehên wan digire.....

Her kes behsa Mûsa û li dij baweriyên bi xwedawendan derketina wî dike. Lê her çendî her tiştên Exnaton û helwesta Exnaton li ser tablet û zinarên Misrê gelek zelal û vekirî nivîsandîye, belgeyên dîrokî û arkeolojîk in û gişt li ber çavan e jî, kes behsa wî nake.....

Musa dibe jiyabe, nejiyabe, lê Exnaton rastiyeke dîrokî û arkolojîk yê gelek zelal û vekirî ye.... (6)

Ne tenê di teoriyê de, di rastiyê de Fraun Exnaton Musa ye..... (7)

 

Prof. Dr. Dr. h.c. mult. Jan Assmannê Misirolog û zanyarê çandî yê li Zanîngeha Konstanzê /Almanya profesorî dike, vê şiroveyê tîne: „Pirs têkiliyeke di navbera Exnatonê di sala 1350 berê Mîladê xwedawendên Misra kevn ruxandi û pergala yek xwedayî xwedayê rojê Aton anîye û navbera Mûsayê (1250 berê Mîladê) anegorî ananeyên Hebreşî yekxwedatî anîye û tê gotin îsraîlî ji Misrê derxistî de têkiliyek heye?“ Bersiv; wisa dişibin hev mîna yek kesekî bin....“ (8)

 

Encam:

1)Yekxwedayî ji nava Mîtaniyan (Bav û kalên me Kurdan) beladibe û dibe bingehê baweriyên Samiyan û Misra Antîk.

2)Bi zelalî xûyaye ku kesekî bi navê Mûsa nejiyaye. Mîtolojiya wî li ser bingehê Exnaton hatiye afirandin. Û her kesî ew mîtolojî weke rastî wergirtî, yan jî ji cihûyan kirî ye. 

 

Hin Çavkanî:

 

https://www.zentralratderjuden.de/judentum/riten-und-gebraeuche/die-tora-die-heilige-schrift-der-juden/ (1)

https://de.chabad.org/library/article_cdo/aid/1993319/jewish/Wann-und-wie-wurde-die-Tora-geschrieben.htm (1)

https://www.geo.de/geolino/kreativ/9456-rtkl-altes-aegypten-nofretete-wer-war-die-geheimnisvolle-schoene (2)

http://relilex.de/schlagwort/tora/ (3)

https://www.planet wissen.de/kultur/voelker/geschichte_des_juedischen_volkes/pwiegeschichtederjuedischenreligion100.html (4)

https://www.katholisch.de/artikel/42052-entstand-das-judentum-deutlich-spaeter-als-bisher-angenommen (5)

http://archiv.ub.uni-heidelberg.de/propylaeumdok/3856/1/Assmann_Moses_und_Echnaton_1997.pdf (6)

http://www.aegyptologie.com/forum/cgi-bin/YaBB/YaBB.pl?board=dpusf&action=display&num=1081870537 (7)

https://afrikhepri.org/origine-commune-des-religions-moise-et-akhenaton-seraient-une-seule-et-meme-personne/

https://www.freunde-abrahams.de/echnaton-und-mose/

http://www.evstadtakademie.de/programm/veranstaltungen/veranstaltung/echnaton-und-mose.html (8)

 

https://www.freunde-abrahams.de/echnaton-und-mose/


Gotinên miftehî :