Mîhrgeh û mihrab
Fêrgîn Melîk Aykoç
1 - Peyva „mihr“ anegorî ferheng û daneyên berdest, bi farsî tê wateya „evin û rojê“ ev peyv di Avesta û Pehlewi de jî heye, her wiha peyveke qedîm ya zimanê kurdî ye jî. Gelek formên wî hene. Mînak; navê „Mihrîmah, Mîhrîcan, Mîhrîban, Mîhrîşah, Mîhrdad û û..“ Her wiha di dema Medan, Manan, Urartuyan û baweriya Mithraizmê de jî peyva „mîhr“ di wateya rojê de hatiye bikaranîn. Ji wê jî, ji cihê perestin /ibadetê re „Mîhrgeh /Mîhrgedeh“ hatiye gotin. Di dema serdestiya Persan de vê gotinê navê Ateşgedeh wergirtiye. Lê hê jî di nava Kurdên Êzdîyên Torê de ji cihê perestin, cem girêdanê û cihê berî li rojê re „Mihrge“ dibêjin.
2 – Di çanda serweriyê pêşiyên me de jî kort û çalahiyên di zinarên berê wan li rojê de wek derî hatine kolan re jî „Mîhrgeh“ hatiye gotin.
Di zimanên din de
Akadî peyva „Mitguru“, di Sumerî de peyva „Mî ru“ tên wateya başî û biriqandinê, her wiha xêr hatinê. Ku wateyeke nêzê wateya peyva Mîhrgehê ye.
Peyva „Mithra“ Mîthraizim jî bi peyva „Mihr“ e têkildar e. Hin zanyar di wê baweriyê de ne ku baweriya xiristiyanî beşek baweriya xwe ji baweriya Mîthraîzmê wergirtiye. Heta mirov dikane bêje; hemû baweriyan bi kêmasî hin têgihîştinên mithraizmê wergirtine.
Di zimanê Grêk û Romayî de; ji cihên çehl ê di zinaran de dihat kolan, yan jî di dîwarê avahiyên perestgehan de dihat kolan /çêkirin; keyser tê de rûdiniştin, yan jî çelahiya di zinar û avahiyan de dihat kolan /lêkirin de peykerên xwedawendan wek „Saturun, Zews“ dihatin bi cihkirin re „Niş“ dihat gotin. Mînak; di perestgeha bi navê „Aedicula“ de.
Peyva Mithraizm jî bi vê peyvê re têkildar e.
Ji ber ku hemû nîşên pêşiyên Kurdan berê wan li rojê bûn, pêşiyên kurdan ji van nîşên xwe yên pîroz re „Mihrgeh /mîhrgede“ gotine.
Di ferhengên etîmolojîyên welatê Misliman wek Tirkan de ev peyva bi raz wiha tê şirovekirin: „ Ev peyva „mihrab“ ya ji tîpên MHRBمحراب pêk tê, Di mizgeftan de çehlahiya di dîwarê aliyê Qilbê de heye re tê gotin. Di dema Serweriya Saba ya berê îslamê de navê vê çalahiyê di perestgehan de navê beşa pêşiya perestgehê bû.“
Di ferhengeke din de jî wiha dinivîse: „Di zimanê erebî de ji bo cihê padîşahan yên di qesran de, her wiha ji bo cihên jin lê diman jî, Mîhrab dihat bikaranîn. Li gel wan di kîlîseyan de cihê wêne û peykerên Ezîz û pirozweran lê re jî Mîhrab dihat gotin.
Îbn Âşûr wiha radigîhîne: „Ereban di destpêka îslamê de peyva „Mîhrab“ tenê ji bo cihê ku xiristiyan û cihuyan lê pez gorî dikirin bikar dianîn. Ev peyv piştî sedsala heftan (VII.) di mizgeftan de jî hatiye bikaranîn.
Li ser gotina Îbn Âşûr em dikanin vê bêjin. Di vê sedsala VII. de hin zana û alimên Kurdan jî bûbûn misliman, hinên wan di nava rêveberiyê de jî cih girtibûn.
Ji ber van rastiyan ez di wê baweriyê de me ku ev peyva „Mihrab“ ji peyva „Mihrgehê“ hatiye wergirtin. Jixwe hemû dane jî vê destnîşan dike. Bi gotineke kurt û kurmanci me pîroziya xwe li cih hîşt, xelkê ji me girt, kir malê xwe, li pey jî firot me û me jî pê bawer kir. Heta di nava gel de gotineke ji bo gunehê herî mezin tê bikaranîn heye: „Di Mîhrgehê (mihrabê) de mîstin!“ Eger dîrok baş were lêkolan, we tenê rastiya; „ji me dizin, ji xwe re malkirin û wek pîroziyên xwe bi tirsa şûr bi me pejirandin dayîn“ derkeve
Hin çavkanî:
Innsburger Sumerische, akadîsche wörterbûch.
Îbn Âşûr (Tefsîrü’t-Taḥrîr ve’t-tenvîr, XXII, 160-161; mihrap kelimesinin etimolojisi ve mânaları hakkında açıklamalar için bk. Zerkeşî, s. 364; Whelan, s. 373-392; Serjeant, XXII [1959], s. 439-444).
Eva Baer: The Mihrab in the Cave of the Dome of the Rock. In: Oleg Grabar (Hrsg.): Muqarnas. An annual on Islamic art and architecture. Band 3. Brill, 1985, ISSN 0732-2992, S. 8–19 (englisch, Online [abgerufen am 30. Januar 2008]).
https://www.etimolojiturkce.com/kelime/mihrap
https://islamansiklopedisi.org.tr/mihrap
Osmanlıca - Türkçe Sözlük'te mihr
https://www.luggat.com/mihr/1/1