1. Tekst

  2. Gotar

  3. Zana Farqînî
  4. Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan - 1
Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan - 1,mîtolojiya,kurdan,û,pîroziya,hin,ajalan,1

Mîtolojiya kurdan û pîroziya hin ajalan - 1

A+ A-

Zana Farqînî

 

Destpêk

Wekî gelek aliyên kurdan, mîtolojiya wan jî têra xwe nebûye mijara lêkolînên akademîk û bi hûrgilî xebat li ser wan nehatiye kirin. Ev yek ne ji nebûna mîtolojiya kurdan lê ji ber rewşa siyasî ya gelê kurd e ku serdestên wan rê nadin akademîsyenan da ku lêgerîn û lêkolînan li ser van waran bikin. Aliyekî din ê meseleyê jî, bi ya me berhevnekirin û qeydnekirina zargotina kurdî ya bi temamî ye.

 

Der barê vê yekê de tesbîteke balkêş a W. J. Ong heye. Ew di berhema xwe ya bi navê “Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi” (Çanda Devkî û Niviskî Teknolojîbûna Gotinê) de amaje bi nêzikahîtêdan û helwesteke serincrakêş a lêkolîneran dike. Diyar dike ku lêkolîner, li şûna zimanê devkî berê xwe didin deqên (metnên) nivîskî ku ev yek ne bêsedem û tesadifî ye. Ev rewş, ji pêwendiya pihêt a cîhana lêkolînê ya bi nivîsê diqewime, ji lew re kesên ku ji nivîsê bêhay in û di nav çanda devkî de dijîn, lêkolînê nakin.[1] Bi rastî jî, gava em bi taybetî li ser zimên û çanda kurdî bifikirin, em dê bibînin ku ev peyteke gelek rast û di cih de ye. Heta zargotina me nehatiye qeydkirin û derbasî nivîsê nebûye, em bi awayekî analetîk û lêkolînî li serê têr nesekinîne. Loma heta ku nivîsar (metin) nebe, wisan dixuye ku dê lêkolîn û tiwîjandin jî pir zehmet be.

 

Der barê mîtolojiya kurdan de gava ji yekî piçek xwenda û hişyar bê pirsîn ew dê bikare navê çend mîtên aîdî kurdan bibêje ku ew jî dê ji hejmara tiliyên destekî ne zêdetir bin. Mîna mîtolojiya Kawa û Dehaq a der barê Newrozê de, ya kurdên êzîdî ya li ser afirandinê ku di Mishefa Reş de heye[2], wekî ya kurdên Ehlî Heq û hwd. Lê rastî tiştekî din e ku sûcê wan kesan jî nîn e. Tawan a rewşenbîr û serkêşên kurdan e. Mixabin bi qasî xebat û têkoşîna siyasî, bayex bi xebatên zanistî nehatiye dayîn. Kitêbxaneyeke kurdî nehatiye duristkirin ku der barê kurdan de kî çi meraq bike û bixwaze çi hîn bibe, bikare jê sûd wergire û mirad bi daxwaza xwe bike.

 

Çendî bi awayekî teorîk bê gotin ku raboriya neteweyan hinek di ziman û çanda wan de veşarî ye û bi vê gotinê hanê ronakbîr û zanyarên kurd baweriya xwe bînin jî, mixabin mîna gelek warên kurdolojiyê mirov nikare bibêje ku lîteraturek baş der barê mîtolojiya kurdî de çêbûye.

 

Yek ji pîrên xebatên li ser mîtolojiyê Erns Cassirer ku çarçoveyeke teorîk jê re çêkiriye, wiha dibêje: “Di nav hemû bûyerên çandî yên însanî de, ew ên ku herî hindik ji analîzên mantiqî re guncan (musaîd) in, mîtos û dîn in.”[3] Di gel vê rewşa hanê di jiyana mirovan de cih û bandoreke wê ya berbiçav heye. Ji lew re Cassirer pê de diçe û dibêje ku tu bûyereke sirûştî û tu bûyereke jiyana mirov nîn e ku li şiroveyeke mîtolojîk neyê û şiroveyeke wiha nexwaze.[4]

 

1.     Mît

Mît tiştên aşopî ne ku xeta di navbera wê û dîrokê de bi giştî şolî ye, heta qet tune ye.[5] Mît, ku ji ber hewla mirovan a şirovekirina sirûşt û bûyerên sirûştî, çêbûna dinya û gerdûnê ya li ser afirandinê derketine holê, xwedî gelek aliyan in. Ew bi tenê ne li ser sirûşt û bûyerên sirûştî ne, berhemên xeyala mêjiyên mirovan in ku dixwazin qabiliyetên dersirûştî jî bidin mirovan û wan bikin kesên derî adet. Belim ji ber ku xwezaya mirovan jî ji tiştên derasayî re ne biyan e, hîn jî hem baweriya xwe bi tiştên mîtolojîk tîne hem jî pîroziyekê etfî wan dike.

 

1.1.Cureyên mîtan

Bûyer û lehengên mîtolojîk ku ji serdemên gelek berê mane li aliyekî, di van serdemên modern de jî tiştên xwedî karekterên mîtîk tên afirandin û kes bi xwe jî dibin mît; wekî mîtên dînî, civakî, polîtîk û yên damezirîner. Ji bo mîtên polîtîk ku mirov bibêje li her çar aliyê Kurdistanê gelek serok û serkêşên tevgerên siyasî yên kurd, ji ber têkoşîn, xebat û xizmeta neteweyî, ku hinek jê bi destên dijminan hatine kuştin, bûne mît. Hem bi wan tên bawerkirin hem jî xwedî taybetmendiyeke qutsî ango pîroz in, loma nabe ku kes ji wan xeber bide, rexne li wan, tevger û ramana wan bigire.

 

Ji bo mîtên dînî û yên civakî em hez dikin du mînakan rapêş bikim. Kurd li Rojhilata Navîn wek gelekî zêde bawermend tên dîtin ku di nav wan de gelek tarîqet hene. Yek ji hîmdarê tarîqetan jî Şêx Ebdulqadirê Gêlanî ye, ew hîmdarê Terîqeta Qadirî ye û baweriya berbelav ew e ku ew kurd e. Li ser wî gelek rîwayet hene ku ew xwedî gelek sir û keramet bûye. Yek ji wan ev e: Ji diya xwe re behsa xwe û ezebiya wê dike û dibêjê ku gava ew tevî hevalên xwe çûye hejikan, lê wê werîsê xwe ji bîr kiribû ku bi xwe re bibe. Ew piştiyê xwe çêdike lê werîs pê re tune ye da ku girê bide. A wê gavê ew hatiye hawara diya xwe ku hîn nezewicandî bûye. Wek marekî reş hatiye ketiye bin piştiyê wê, xwe lê pêçaye û bûye mîna werîsekî. Ev yek tê bîra diya wî û bawerî bi lawê xwe tîne ku ew zatekî mezin î xweykeramet e. Di vê vegotinê de diyardeya marê reş heye ku em dê piştre li serê rawestin.

 

Di wexta zarokatiya me de, li ser firar û mehkûman jî gelek çîrok dihatin gotin. Mêraniya wan a “nedîtî” û jêhatîbûna wan li aliyekî, xelkê bawer dikir ku gule û fişek jî di canê wan re naçin. Heta hinan bi Quranê sond dixwar ku wan bi çavên serê xwe dîtine gule li wan tesîr nekiriye û hema mabûn bibêjin ku ew nemir û ne mirinoyî, bi gotineke din ew ne fanî ne.

 

Wisan dixuye ku çêkirina mîtan ne tenê aîdî ramana mirovên seretayî ye, çendî wesfên wan biguhere û hinek ber bi aqilîbûnê ve herin jî, di demên modern de îcar bi xuyangeke din xuya dibin.

 



[1] Walter J. Ong, Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi, (wergêr: Sema Postacıoğlu Banon), Metis Yayınları, Stenbol, 1995, r. 21.

[2] Ji bo agahiyên berfirehtir bnr Roger Lescot, Yezidiler Din Tarih ve Toplumsal Hayat, Cebel Sincar ve Suriye Yezidileri (wergêr: Ayşe Meral), Weşanên Avestayê, Stenbol, 2001, r. 50-52.

[3] Erns Cassirer, Devlet Efsanesi İnsan Üstüne Bir Deneme (wergêr: Necla Arat), Say Yayınları, Stenbol, 2005, r. 74.

[4] Erns Cassirer; h.b., r. 75.

[5] Anthony D. Smith; Milli Kimlik (wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol, 1994, r. 44.