1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Nameyek ji Mamê min re
Nameyek ji Mamê min re,nameyek,ji,mamê,min,re

Nameyek ji Mamê min re

A+ A-

 

Îbrahîm Osman

 

Mamo, vê carê jî dîsa mîna carên berê, birîna me ya ji hûndir de qamûşgirtî, bi bêbextî hate xwînkirin. Dilopên xwîna me ji xencera piştê niqûtîn ser wêrana axa hêsîr û dîlên fermanan Mamo.

 

 

Qewlê me ne ev bû Mamo. 

Na. 

Ne wexta çûyina te bû. 

Ev leza te ya beyî xatirxwestin ji bo çi bû? 

 

 

Ma ne hîna perçeyên laşên me di nava qîlên çepel de li bende rizgarkirinê bûn Mamo? 

Tu yê bi Dewrêşî li Hedbên siyar bibiya, li erdê boz û leylanê bihatayí hawarê? 

 

 

Çavên bi hezaran sêwiyan li bende hatina te qerimîn. Em tev li bende hatina te ne. Divê tu werî Mamo. Şengala histûxwar li bende hatina te ye.

 

 

Tu dizanî ku te bi çûyina xwe re civakek ji bermayên fermanê, oleke li ber devê şûrên wehşên Xwedênenas bêxwedî hîşt Mamo. Te neheqî li mekir Mamo, neheqî.

Te bi çûyina xwe re em bê pişt û bêxwedî hîştin.

Te barê meyî giran, girantirkir Mamo.

Ew kulîlkên hêviyê ku te bi keda xweyî 40 salan çandibûn û bi xwîdana eniya xwe avdabûn nûha çilmisî û histû xwarin Mamo. 

Na, bi sonda qesemê ne dema çûyina te bû. 

Hê pirr zû bû ji bo çûyinê.

Ma ne soza me hebû ku em li hewşa quba Çilmêran govenda azadiyê bigerînin, xwazgîniyan ji Kora Simoqiyan, Geliyê Kersê û Geliyê Şilo bînin tola fermanan bi destên xwe hilînin.

 

 

Belê Mamo tu bawer bikî, min bîra mirina xwe dibir, lê qet rojekê ji rojan bîra nivisandina nameyeke bi vê nolê nedikir ku ez ê binivisînim. Ez ji bo nivisandina vê nameyê bexişandina xwe ji te dixwazim Mamo. Li min negre ku qîrîna min lal e, rondikên min zuhane.

 

 

Wekî îro li bîra min e. Destpêkê em di çîroka xewnekê de li hev digeriyan. Em ciwan bûn, xwîngermbûn, tiyê azadiyêbûn. Dema me cara pêşîn hev dît, bayê sirgûnê, ê nefiyê û koçwêraniya malwêran em dabûn berxwe, ji parzemînekê avêtibûn yeke din. Em destevala û bê nasnamebûn.

 

 

Soz û peymana di navbera me de, ewilî bi awirên germ ên mişt dilsozî û baweriyê destpêkir. Pişt re ev wergeriya bext, hêvî, gotin, kilam, çîrok û romanê. 

 

Em ji heman axê bûn, xweziyên me jî yekbûn. Lê li wê heyamê nemir Evdo (Abdûllah Savgat) ji bo me tevan sitêrkeke bi nîşan bû.  Ji xwe wî jî zû, pirr zû terka me kir. Û niha jî te...

Di riyên dirêj de dema ez û tu dibûn rêwî, ew hevokên bijartî ku min ji manîfestoyê ji berkiribûn, dixwendin û te li min guhdarî dikir. Soza me ji hev re hebû Mamo.  Qaşo em ê heta dawiya çîroka xwe bimeşiyana!?

 

 

Her yek ji me, mîna peleke kesk ku berwext ji dara xwe biqete, ji koka xwe qetyabûn. Erda ku em jê veqetiyabûn, hişkezûha, tîav bû. 

Qimil ketibû zeviyê hêviyan. 

 

Qirê li baweriyan xistibû. Nirxên mirovan bûbû mîna zibilgeha qesaban. Bedenê mirovan ji bêxwedîtiyê lareşî bûbûn. Bendera wêrekiyê di bêdengiya mirinê de lal bû. Nasnameya hebûnê di xewneke tirsnak de berbî wendabûnê ve kuçe li xwe badida.

Di wê heyama ku li welatê me, kambaxî desthilat bû de, giştiya demsalan deriyên xwe berwxt digirtin. Tu bizir nedigiyaşt bênderê. Qurnên sitewr bîjî diwelidandin Mamo. Bîjiyên bi qiloç.

 

 

Me pirsek ji xwe pirsî“Divê em çawa bijîn?“ û em ketin ser şopa bersifa pirsa xwe. Bi vî hawî em di tûnêla reştarî re meşiyan. Di zikê heyamên wenda de em li çarenivîsa xwe geriyan.

Te bê navber heman pirs ji xwe pirsî û li bersifa wê geriya. Bê rawestan tu hetanî dawiyê jiyana xwe bi serbilindî meşiya. Tu bi hest, deng, bawerî, çalakî û hebûna xwe bû qîrîna giştiya çand, ziman, nasname û baweriyên Mezrabotan. Eger ne ji wî dengê teyî ezîz bûya, wê hejmara kuştiyên fermana dawiyê bi dehhezaran bûya Mamo. Tu sitar, sitûn û hêvîbû ji bo miletê xweyî mazlûm.

 

Te bi qasî Manî êşa miletê xwe kişandin, tu bi qasî Hurmuz werek bû mêrxaso. Min di reşikên çavên te de nûra Şems didît. Li ser xetên rûyê te rahm û qudreta Xwedayê Tamûz hebû. Sebra te ji a Nebî Eyûb bêtir bû. Qewta Çilmêrên Çiyayê Şengalê xwe di zend û bendên teyî ku binkeftin nasnefikirin de dida der.

 

 

Tariyê ji zû ve perdeyên xwe berdane erdê, lê em hê jî mistên xwe ji bo rojê vedikin. Dest û milên me ji hêla cîranên me ve bi xinizî hatin jêkirin, lê em hîn jî cîranên xwe himbêz dikin. Mal û xaniyên me yek bi yek hatin şewitandin, lê em hîna hemû agiran pîroz dibînin. Hemû hebûnê me hatin talankirin, lê em dîsa jî deriyê dilê xwe ji bo mirovatiyê vekirî dihêlin.

Em qurbaniyên bêbextiyên cîranê xwe ne Mamo. Xişr û rihelên bûkên me di sindoqên cîranên me de veşartîne, keziyên keçên me bi dîwarên cîranên me ve bi dardene Mamo. Bawerîya meyî pak û hebûna meyî bêzirar dibe sedema kuştina me û fermanan.

Bira dilê te rihet be Mamo. Di serî de malbat, heval û şagirtên te sondxwarîne ku liyaqî te bin, tola te li erdê nehêlin, armanc û hêviyên te bi serkeftinê tacîdar bikin.


Gotinên miftehî :