Nerazîbûna Batmanîyan
Hesen Harranî
Rojnamevan Halîl Dalkiliç di nivîsa xwe ya dawî de li ser meşa ku derdorên oldar ên radîkal li Batmanê li darxistibû rawestîye. Mijarê ji hêla encam û sedemê ve baş pênase bike jî, di nava vê nivîsê de hinek kêmasî û nedîtina bûyerê heye. Divê mirov tevî sedem û encamê peyam û armanca van bûyerên wiha ku ev bû sed sal zêdetire li Kurdistanê tên li darxistin rave bike.
Di vê nivîsa xwe de ez dixwazin berîya sedem û encaman, li ser armanc û peyamên vê bûyerê û bûyerên wekî vîya bisekinim.
Lewre bi ya min Kurd hîna jî bi temamî nebûne miletek tam polîtîk. Hêşyarî û bertekdayîna hestyarî zêde nakeve rêza asta polîtikbûnê. Ji ber ku polîtîkbûnî ew tişte ku tevî zanîna tekoşîn û mafê xwe, divê tu bi her çalakîya ku bikî bizanibî peyam û armanca xwe jî dîyar bikî an jî bidî raya cîhanê. Aha Kurd di vê asta polîtîkbûnê de maalesef kor û nefamin.
Dibe ku ev gotina min tal û tûj were dîtin, lê mixabin rastî ev e, ez çibikim.
Niha ezê ji dawîya mijarê de werim. Carinan hatina berepaşkî bêtir bala mirovan dikişîne. Jiber ku ezberê xera dike.
Niha ezê jî wiha bikim.
Serê sedsala bîst(20)an dîsa wekî niha cîhan bi şerê parvekirin û cî girtinê de di nava teflûdûxanekî de bû û kes aramanca kesî nedidît. Îngilîz li hêlekî, Elmanî û Osmanî li hilekî, frensî û Îtalî li hilekî ketibû nava erdnîgarîya rojhilata navarast. Kî bi kî re bû, destê kî di cêbika kî de bû ne dîyar bû. Yên xwedî lîstikê tenê dizanî bû çi dikin. Yên ku hay ji lîstikê jî nebû şaş û maş bû li paş bûn.
Hinek derdorên din listîkê fam kiribûn jî ji ber ku hêza wan tine bû tenê hevalbendî dibû qedera wan. Xwezî Kurdan jî wê demê rewşê fam bikira bila ê wsn jî hevakbendî biban para wsn lê ê Kurdan ev jî bi destê wan neket.
Înglîz, frens, Elman û Îtalî xwedî lîstikê bûn. Li rojhilata navarast jî gelek milet pêkanerên vê projeyê bûn. Wekî Ereb, Tirk, Faris û yên din.
Di serî de Kurd û Ermen jî yek ji van miletan wekî miletê pêkaner bû jibo vê projeyê. Lê paşê ji ber bêferasetî û nefamîya Kurdan ev tişt jibo Kurdan guherî.
Niha mijara me ev e çima ev rol guherî?
Misyoner û dîplomatên wê demê yên Elman û Frensî û Înglîzan di dewrêde bû.
Van mîsyoneran di nava miletên Rojhelat de diçûn û dihatin. Mînak Mîsyoner Lawence di enîya miletên Ereb de çalak bû, George Lloyd jî li ser miletên ku li nava Tirkîyê dijîya bi çalak bû û gelek têkilîyan çêdikirin.
Mixabin di wê demê de Kurd rewşa cîhanê tehlîl nekirin û lîstik û projeyên dihatin rêsandin tênegihaştin. Ew hesasîyet û alîgirîya dildarî ya olî bû wek perdeyek reş nehêşt ku erd û ezman kifş bikin da çi li der û dorên wan diqewime.
Ji ber ku bûyerên derdora xwe nedîtin û fam nekirin dewleta Osmanî bi hêsanî Kurdan jibo armanc û emelên xwe bikar anîn.
Jiber aqda birayetîya olî nedikarîn bû bixwe ku ew aqd betal bikin û jibo çarenûsa xwe tevbigerin. Bi vî awayî bûn xulam û xizmetkarê Osmanîyan.
Înglîz û Frensî jibo Kurdan daxilê nava wê projeya xwe bikin gelek bi Kurdan re dan û standin kirin. Sala 1919 de fermandarekî Înglîz diçe Botanê ba axayekî û jê daxwaz dike ku mîrek û eşîrên Kurdan bîne ba hev û ji wan re dewletek ava bike. Lê bersiva axa ecêb e. " Em ometin ji me re dewlet ne pêwîst e." Seyîd Evdilqadir bi heman hêcet û sebeban hemî daxwazên înglîzan paşve dizivirîne.
Lê tiştekî din dibe.
Osmanî bi dek û dolabin. Li hemberî Înglîzan di nava temamê "axa" xwe de cara pêşîn li bajarên Kurdan çalakîyên girseyî didin kirin.
23 ê Mijdara 1919 an Dîlok dibe dika xwepêşandanê bi destê Kurdaň li hemberî Frensîyan. Piştî vê çalakîya ya Amedê li hemberî Înglîzîyan teqîb dike. Bi deh hezaran mirov kom dikin û li hemberî înglîz û Frensîyan bi van mirovan lanet didin xwendin.
Paşê domahîya van çalakîyên girseyî cara pêşîn dîsa li van herêman Entap Riha û Mereşê li hemberî van dewletan şerê çekdarî didin destpêkirin. Li tu deverekî dewleta Osmanî gel ranakin ser pîyan tenî li bajar û welatê Kurdan milet radikin ser pîyan û Kurd vê yekê ne dibînin ne jî fam dikin ka jibo çi û jibo kîjan armancê bi wan van çalakîyan dane kirin.
Bi van çalakîyên gelî yên wê demê Osmanîyan du tişt bi destê xwe xist
1- Destê Înglîz û Frensîyan ji Kurdan da kişandin.
2- Ji Înglîz û dewletên wê demê yên Rojavayî re bi vê bertek û bê aqilîya Kurdan got herin Kurd ji we re nabin dost û yar.
Wê demê Kurdan bi bêaqilî û korbûnîya xwe him xwe kirin qurbana qatilê xwe him jî dostanîya dinyayê sedsal wenda kir. Lê em çi bikin bê şensîya Kurdan ya wê demê ew bû ku rêxistinekî bi rêkûpêkirî ya muxalefet tine bû ku vê lîstika Osmanîyan deşîfre bike û ji welatên rojavayî re vebêje.
Lê îro rewş cudaye.
Em werin ser roja îroyîn.
Îro dîsa heman lîstik û dolab bi destê hêzên tarî ku li pişt vana Dewleta Tirk û otokrasîya îslamîst a veşarî ku li her welatên Îslamî heye û bi veşarî hêzdar e, heye. Di nava vana de Qatar heye, Îran heye û îxwanên mislimîn heye. Fînans û aqilmendîya van kar û barên li Kurdistanê hemî bi destê van dewlet û ew hêza otokratik a îslamî ve tê bi rêkûpêkirin.
Kilîta felişandina otokrasîya îslamî li Kurdistanê ye. Rizgarîya Kurdistanê ne tenê xelasîya Kurdan e. Îfşakirin û dîyarbûna van hemî lîstik û dolabên ku ji hezar salan de bi navê olê hatina honandine jî. Ev ne mubalaxaye. Ev rastîyeke.
Ev tiştekî ewqas muhîme ku hemî hêzên herêma navarast jibo bêtir Îslamîkirina Kurdan sergirtî lê bi lez û bez xebat dikin.
Bûyera Batmanê tenê dêyardeyek e ku van rojan xwe daye pêş. Lê bi awayekî paralel van xebatan ji Xelebcê bigirin heya Şeqlewa, ji Hewlêr bigirin heya Semsûr û Rewandizê bi awayekî berfireh tên kirin û bi lez û bez jî bi pêş dixin.
Bûyera Batmanê armanca wê tenê peyam dayîn bû û her wiha nîşandana seknekî bû. Armanca herî girîng ev bû.
Dewleta Tirk xwest ji hêzên rojava re bêje:
"Hey! li wir bisekine. Belesebe hewlnede. Vana wiha ne. Vana ji te re nabin dost û yar. Vana sed sal berê jî ev ker bûn îro jî heman ker in. Siwarê wan jî ez im. Vana bi kêrî te nayên. Me rehet bihêlin."
Peyam ev bû aramanc jî ev bû. Armanca herî muhîm ew bû ku Kurdan dîsa wekî fobîyek bi rojavayîyan bide qebûlkirin û kîn û nefreta rojavayîyan li hemberî Kurdan bide çêkirin û Kurdan ji alîkarî û dostanîya cîhana rojava ve bê par bihêle. .
Di vê mebesta xwe de biserket an neket ew hîna ne dîyar e. Lewre her çalakî di heman demê de zaroka xwe nayîne dinê. Çalakî heye wekî çîvekek bîst rojan de hêk dike, çalakî heye wekî bergîrekî salek şûn de dizê. Lê çalakîyên cîvakî yên xwedî mebestên sîyasî car heye du sal paşê zaroka xwe tînin dinê. Encamên çalakî û xwepêşandana Batmanê jî tiştek wihaye. Encamên wê, wê dereng derkevin holê. Armanc ji xwe ne hema ku heman demê de encam bide bû, jibo dema pêş bû ev çalakî.
Niha gelek dever û derdor li ser vê çalakîya Batmanê gotin dibêjin.
Li cihekî dema nan û agahî hat birîn, nezanî, korbûn û harbûn dest pê dike. Vê yekê herî paş dewlet û otokrasîya îslamî dizanin. Bi sedsalane tebaya xwe bi vî awayî birêvedibin.
Mihemmed bi hezaran mumin û şervan li dora xwe kom kir. Paşê wan birçî hişt û hemî riyên agahî û agahdarkirinê ji wan birî, da ku nizanibin li ku çi diqewime. Paşê sebeba vê birçîbûnê Qureyşîyan nîşanda û ji xwedayê xwe ayeta " destê te hişk bibe Eba Leheb" daxwaz kir. Bi vî awayî dijminê herî nas Qureyşî û Eba leheb hat nîşandan. Paşê sahabeyên xwe bi ew zikê birçî li wan sor û har kir. Pişt re jî ji wan re talan û xenîmet helal kir. Wê çaxê wekî gurên har û birçi êrîşî dijminê xwe kirin.
Ev pisporî ta ji wê demê tê.
Îro jî otokrasîya Îslamî herî zêde Kurdan birçî dihêle, mejî û hişê wan ji cîhanê qut dike û tenê gotin û nefreta dijminî bi riya Quranê zerkê mejîyê wan dike. Hemî derd û xemên wan bi vê jehrê bi wan dide jibîrkirin û ji wan re şeytanekî zindî dike. Ev şeytan her tim li ber çavê wan dide guherîn. Roj tê ev şeytan PKK ye, roj tê Amerîkaye, roj tê hemî cîhana ne misilman e.
Wan bi van kîn û nefretan û bi van refleksan dixe nav çalakîyan.
Başe!
Encam bi kêrî kî tê?
Tenê bi kêrî dewketên dagirker yên li ser Kurdistanê tê. Û tenê xesara wî jî ji Kurdan re ye. Yanî ji wan kesên ku jibo wan dagirkeran van çalakîyan dikin re ye.
Divê Batmanî gavek zû vê lîstikê fam bikin û bi ser hişê xwe ve werin.