Ol û Felsefe,ol,û,felsefe

Ol û Felsefe

A+ A-

Têkiliya felsefe û olê çi ye? Ev pirs gelek caran di warê felsefe û teolojiyê de bûye mijara gengeşiyan. Nêrînên xurt hene ku qebûl dikin felsefe li Yewnana Kevnare bi rexnekirina baweriyên olî dest pê kiriye. Li gorî vê têgihîştinê, ku dipejirîne felsefe wekî rexnekirina olê dest pê kiriye, di Serdema Navîn de bi olê re hatiye girêdan û ji bo baweriyên olî hatiye bikaranîn. Felsefe û ol li ser têkiliya mirov û cîhanê radiwestin û bi heman pirsên mîna “Çi baş e?”,“Xerabî çi ye?”,  “Kana qencî û xerabiyê li ku ye?”, “Mirov çawan dikare xwe bigihîjîne têgihîştina exlaqî?” re têkildar in. Lê ol bi rêya ku van hemûyan bi hêzeke xudayî ve girê bide, bersiva van hemû pirsan dide, felsefe dijberî vê pirsa hêza xudayî, xweda bi xwe jî dike ber lêpirsînê ku ev di olê de gunehbariya herî mezin e, ne tê hilanîn ne jî tê danîn. Her wiha ol hişmendiyeke girseyî ye. Felsefe hişmendiyeke teorîk û elîtîst e. Ol xwedî baweriyeka bêşirîk û guman e, lê felsefe hemû rastiyên xwe bi hiş û mêjî ve girê dide ango dixwaze bi wan ve girê bide û di heman demê de hemû vedîtinên zanistî wekî pêdivî û pêwîstiyeke berfirehkirina zanîna jiyanî û cîhanî pêşwazî dike. Ol her çendî ji hemû derfetên zanistê sûd digire jî, lê di kûrahiya hişmendiya xwe de ol, dijberî zanistê ye û beriya hemûyan jî, hemû fenomen û rûdanên xwezayî bi biryarên xudayî ve girê dide, hemû tişt û rûdanên din jî bi vê ve girêdayî, rave dike.

Sedemeke din a ku girêdanek di navbera ol û felsefeyê de pêk tîne jî derfetên xwendinê ne. Heta dawiya Serdema Navîn ango destpêka salên 1600’î û demek piştî vê serdemê jî di nav cîhana xirîstiyanan de xwendin bi giranî li dêran û di nav keşîşan de pêkan bû. Ev rewş û derfet, bi xwe re pêşkeftinên ramanî jî diafirandin û pê re lêgerînên li ser têgihîştina hebûnê zîl didan. Di cîhana îslamê de jî ev bi giranî dîsan li medreseyan bi pêş diket ku loma sofîzm, felsefe, wêje û zanist jî li medreseyan, di nav oldaran de geşe bi xwe didan. Loma ku yan bisînor diman an jî bi bedêlên giran encam digirtin. Jiyana Giordano Bruno (1548 – 1600), Galileo Galilei (1564 – 1642), Manî (217 – 276), Helacê Mensûr (858 – 922) ji bo vê mînak in. Ji ber vê yekê gelek zanyar him ji bo jiyana xwe û him ji bo bidestxistina derfetên pêşvebirina zanistê û zanyariya xwe, li patronajekê digeriyan ango li sitareyekê digeriyan, xwe davêtine bext û pêsîra key, şah, padîşah an jî dewlemendekî.

Belê rast e ku felsefe ji bo piştrastkirina angaşt û baweriyên olî hatiye bikaranîn û îroj jî tê bikaranîn, lê felsefe ne li ser rexnekirina olê afiriye. Felsefe, li ser rexneya mîtolojiyê, ol li ser veguhezîn û lixweanîna mîtolojiyê geş dibe. Mîtolojî jî encama lêgerîn û watepêdayîna fenomenên xwezayî ye. Felsefe li ser bingeha wêrekiyê, ol li ser bingeha tirsê radibe. Ango felsefe wêrekiya tewrî mezin û ol tirsa herî mezin e. Yên reng û teşe didine van her du aliyan, ev wêrekî û tirs in ku encamên van her du aliyan diyar dikin. 

Rast e ku di navbera felsefe û olê de ji aliyê armancê ve nêzîkahiyek heye, ji lew re her du jî di nav hewldana lêgerîna bersiva hebûnê û ravekirina wê de bûne. Lê cudahî ev e ku, ol li gorî xwe bersiva vê pirsê daye û xwe ji hemû bersivên din re girtiye. Ne tenê girtiye, lê heram kiriye, qedexe kiriye û wekî gunehê herî mezin daye pêş mirovahiyê. Felsefe hewldana nasîna xwe, ya hebûn û jiyanê ye û vê bi rêya gumanlêbirin, gumanlêkirin, rexne û hişmendiyê dike. Xwe bi kûrahiya bîra hebûnê ve berdide û li zemînê digere. Di olê de pirs tune ye, gotin û angaşt hene û pejirandina wan a teqez heye. Pê de çûyîna bi kûrahiyê ve, kafirî û minafiqî ye. Felsefe dijberî vê ye. Her wiha çavkanî û rêbazên ol û felsefeyê hema hema bi temamî ji hev cuda ne. Ji lew re bi taybetî di olên semawî de hemû bersiv, rê, rêbaz, qanûn û agahî ji aliyê Gud, Elah ango Yehova ve bi rêya qasidan wekî wehî tên şandin, loma ku dogma ne, nikarin bên lêpirsîn, lêkolan û bi taybetî jî guman ji van hemûyan bi tu rengî nayê efûkirin. Lê felsefe tovên xwe li nav zeviya rastiyên heyî, kûrahiya bîr û hişmendiyê diçîne û li serê şîn dibe. Hemû tiştên derî van û hemû dogmayan red dike, li dij radiweste. Wekî din jî jixwe ne pêkan e qala felsefeyê bê kirin.

Felsefe di nav hewldaneke bêdawî ya nasîna jiyan û afirîneriya gerdûn û hebûnê de ye. Her wiha di nav lêgerîna armanca bingehîn a hebûna mirovahiyê de ye û birik û guman e. Tu tiştekî girêdayî hebûn, jiyan û mirovahiyê bi tu angaştên nepiştrastkirî û bêbingeh ve girê nade, loma ku felsefe sînornenas e. Ji lew re ji sînoran bawer nake, rast nabîne, wan wekî qeyd û leleyên mêjiyê mirovan û yên jiyanê dinirxîne. Ol jî li van hemû pirsan digere, lê bi rê û rêbazên “xwedayî.” Hemû pirsên bêbersiv bi Xweda ve têne girêdan û hemû pirsên ji wir û bi şûn ve li ser navê olê û Xweda tên qedexekirin û bi agirê cehenemê(!) tên cezakirin.

Dîsan ol û felsefe, li ser rûmeta jiyanê, exlaq û nirxên mirovahiyê û yên gerdûnî kûr dibin û li gorî hişmendiya li serê şîn bûne van rave dikin ku hişmendiya her du aliyan ji bingeha xwe ve dijberî hev in. Loma ku rave û encamên wan jî dijberî hev bi pêş dikevin. Êdî li gorî zemîna li ser in, carinan ol carinan jî felsefe bêhtir derfetên bipêşkeftin û cihgirtina di jiyanê de bi dest dixin. 

Di felsefeyê de gumanberî (skepticism) 

Gumanberî bingeha hemû pirsan û pirs bingeha zanist, felsefe, hûrbûn, kûrbûn, hînbûn û pêşkeftinê ne. Gumanberî her çendî têgihek e ku di felsefe, ol û zanistê de tê bikaranîn jî, lê awa, rê û rêbazên bikaranîna vê têgihê di her sê aliyan de jî cuda ye û divê ev cudahî bên zanîn, têkilê hev nebin. Karakterê gumanber a felsefeyê dibe sedema xwegihandina agahiyên rast û resen, lê di olê de ev bi baweriyê ve tê girêdan. Ji tiştê ku olê gotibe bawer bikî, êdî gumanberî dibe gunebar, ji lew re tiştê ku ol dibêje gotinên xwedê ne û lêpirsîna gotinên afirîner gunehê herî mezin ango kifir e. Bi gotineke din, di olan de bawerî bingeh e, lê di felsefeyê de gumanberî bingeh e ku ev di olê de gunehkariya tewrî mezin e. Loma ku ne pêkan e ava ol û felsefeyê di heman cihê de biherike.

Ol û felsefe du hişmendiyên dijberî hev in, ku di nav şerê pûç û hîçkirina hev û din de ne. Ev bêhtir ji bo olên semawî wisan e, lê olên din jî ne pir ji derî vê rastiyê ne, wekî bûdîzm û hindûîzmê xwedî felsefeyeke jiyanî bin û li ser gelek aliyên jiyanê fikirîbin jî, bi aliyên xwe yên îdealîst û xwegihandina encamên mitleq, ew jî nikarin xwe ji tabûyan û ji dogmatîzmê rizgar bikin. Bi tenê êzdîtî ne di nav vê kategoriyê de ye. Ji lew re di êzdîtiyê de watepêdayîn û baweriya bi rojê û fenomenên xwezayî hene, loma êzdîtiya resen a kevnare ne îdealîst û dogmatîk e. Her ramaneke nû ya felsefî zayînek e û her zayîn nûbûn û bipêşkeftinan di giyanê xwe de dihewîne, ango potansiyela bipêşketinê ye. Dijberî vê ol, xesandî ye, ne zayok e û yên zayî jî dixesîne, dişibîne xwe. Dîsan zanist li ser bingeha felsefeyê û bi prensîbên felsefeyê ango prensîbên nêzî yên felsefeyê şîn dibe û bi pêş dikeve. Lê hişmendiya ku ol li serê şîn dibe cudahiyan ranagire, nikare ragire. Hemû cudahî, reng, deng û teşeyên cuda potansiyelên metirsiyê ne ji bo olan. Loma ku ji her cure guherîn û bipêşkeftinan re jî girtî ne û dijberiyeke tûj li guherîn û bipêşkeftinê dikin. Bi vê taybetmendiya xwe, ol di bingeha xwe de dijberî zanistê ne jî.

Felsefe ji bersivan bêhtir dîtin, wêrekî û anîna ziman a pirsan û girêkan e. Wekî, “Em çima dijîn?”, “Başî çi ye û xerabî çi ye?”, “Maf çi ye?”, ” Çi dema em dibêjin maf, gelo em bi rastî qala çi dikin? An em dixwazin bibêjin çi?” Fîlosofî berê mirov dide mirov û dide hêz û ramanên mirov bi xwe, ku ji bo van jî wêrekiyeke mezin divê. Ji lew re di vê jiyanê de tiştê herî dijwar ew e ku berê mirov li mirov û li jiyana mirov be. Li vir jî ol dîsan dijberî vê rastiyê ye. Çinku di olan de berê mirovan li baweriyê ye, divê li baweriyê be, ne li tu tiştekî din û mirov ji bo baweriyê ne û bi xeyalekê tên xelatkirin ku ew jî bihişt e û dîsan bi heman şêwazî tên tirsandin ku ew jî agir e ango dojeh e. Agir ku sedema ronahî, enerjî, germahiyê û bi van re jî sedema jiyan û hebûnê ye, di olên semawî de wekî amûreke herî erjeng a cezakirina mirovan tê sembolîzekirin.

Her tişt li ser bingehekê, li ser zemînekê şîn dibe û her tişt bi qasî xwe ye, dikare bi qasî xwe pêk bîne, ne ji xwe zêdetir.

Felsefe jî û ol jî di heman demê de rê û rêbazên têrkirina mirovan in. Ji lew re birçîmayîn hem tirsa bi qasî mirinê mezin e hem motora xur û ajoyên mirovan e ku divê bê xurandin û têrkirin. Mirov ne tenê bi peydakirina pêdiviyên xwe yên madî têr û hêsan dibin û digihîjin armancên xwe, lê ji ber ku mirov heyîneke hizirmend e, neçar e giyanê xwe jî wekî zikê xwe têr bike û xwe ji birçîna ku wekî ajoya herî xurt tê pênasekirin biparêze. Loma ku divê wate bide tiştan û ji wan hêz û best bigire, teşe bigire. Bi tenê felsefe dikare bi şêwaza herî rast bibe bersiva vê pêdivî û daxwazê, ji ber ku tabû û sînorên felsefeyê tune ne, lê ol li ser tabû û sînoran û li ser bisînorkirinan şîn dibe, xwe dijîne. Di felsefe û olê de nasîn heye, lê nasîna tiştan di her duyan de pir cuda û dijberî hev e. Di felsefeyê de xwenasîn, xwezanasîn, hebûnnasîn, gerdûn û jiyannasîn heye, lê bersiva olê ji bo van hemûyan pir kurt e. Ji lew re ev hemû jî bi biryar û refleksên xwedayî ve girêdayî ne û loma jî divê berê mirovan bi tenê li wî alî be. Esilê vê giring e.

“Jiyanek bêvekolîn, bêlêkolîn ne hêjayî jiyanê ye”. (Sokrates

Ji ber ku berê mirov li çi alî be, ew alî dibe rê û teşeya jiyana mirov. Dikare berê mirov li jor, li roj, li stêrk û li asîman jî be û dikare li kevirekî jî be û olan ji serdema paganan heta olên semawî jî berê mirovan an dane kevirekî yan avahiyeke ji kevir ku loma di olan de bi taybetî avahî pir giring in. Divê ew çendî mezin û bi heybet bin ku ne tenê çavên mirovan, lê giyan û mêjiyên mirovan jî dagir bikin da berê mirovan ber bi devereke din ve nezivire û bi taybetî jî ber bi xwe û asîmanan ve. Lew felsefe bixweveçûyîn be, ol jixweveçûyîn e. Lê di olê de ne lêkolîn, ne vekolîn, ne lêpirsîn, ne lêhûrbûn û ne jî lêkûrbûn heye. Lew ev hemû jî gunehkariyên mezin in. Di olê de fêrbûn heye. Fêrbûna olê, ya daxwaz, armanc, rê, rêbaz, şêwaz, qanûn û sînorên olê heye. Fêrbûna tirsê heye, lê ya pirsê tune ye û ev yek jî, cudahiya herî mezin a di navbera ol û felsefeyê de ye. Ol fêrbûna tirsê, felsefe fêrbûna pirsê ye. Felsefe firehkirina asoyan û pê re xwegihandina nirxên azadiyê, yên azadbûnê ye, dijberî vê ol ji ber taybetmendiyên xwe yên li jorê hatine ravekirin, tengkirin û korkirina bîr û asoyan û ji azadiyê bêhtir girêdaneke biqeyd û lele ya teqez e.  Felsefe ji ramanên cuda re vekirî ye, lê ol reda ramanên cuda û ya hemû cudahî û cudabûnan e. Felsefe ahenga reng û dengê cuda ye, lê ol hemû reng û dengan an dişibîne xwe yan di nav xwe de difetisîne, yan jî maf û derfetên jiyana pirreng û pirdeng ji holê radike. 

Li gorî fîlozofê alman Georg Wilhelm Friedrich Hegel (1770 – 1831), cudahiya ol û felsefeyê ew e ku felsefe ji têgih û nimandinan û ol bi giranî ji hêmayên sehekî bingeh digire. Hegel ol û felsefeyê dide ber hev û balê dikişîne ser wê yekê ku cudahiya navbera her du aliyan ne cudahiyeke razber e. Ji lew re ne bi tenê di felsefeyê de, lê di olê de jî raman û ramyarî heye û ol bi felsefeyê re xwedî naverokeke hevpar e, bi tenê ji aliyê teşeyên xwe ve ji hev cuda ne. Lê bê guman li gel aliyên hevpar ên felsefe û olê, ji bilî teşeyê, ji gelek aliyên din ve jî ku li jorê hatine ravekirin, cudahiyên kûr û bingehîn hene. çinku her çendî her du jî dîtinên li ser sêwirandina jiyan û cîhanê bin jî, rê, rêbaz, teşe, şêwaz, girêdan û encamên wan ji hev cuda ne, loma jî piştî van cudahiyan êdî nikare qala hevkarî, hevparî û hevrêyiyek di navbera ol û felsefeyê de bê kirin. Di olê de giranî li ser baweriyê ye, di felsefeyê de ev li ser têgihîştina rewşenbîrî şîn dibe. Di olê de îman li pêşiya her tiştî ye, lê di felsefeyê de ya giring û li pêş hizir û zanîn e. Ol dogmatîk e, felsefe li dijî dogmatîzmê ye.

Ol jî, felsefe jî berhemên mirovan bi xwe ne. Her çendî hemû olperest an bawermendên olan dijberî vê bin û olê wekî xwedayî, ji xweda hatiye bidin nasîn û wisan jî jê bawer bikin, lê jixwe ji bilî vê çi bikin dê bibe înkariya olê bi xwe û ol namîne li holê. Cudahiyên mezin di navbera olên semawî û olên din de hebin jî, taybetmendiya hemû olan ew e ku ji guherîn û cudahî, pirrengî û pirdengiyan re girtî ne. Ne bi tenê girtî ne, lê li dij in jî. Li Ewropayê, piştî pêvajoya têkçûna engîzîsyonê û destpêka ronesansê û bê guman bedêlên pir giran di ola xirîstiyaniyê de reform û guherîn bûbin jî, ev ne ji ber taybetmendiya olê û xwezaya olê ye, lê li hemberî bipêşkeftina felsefeyê û guherînên li ser hişmendiya felsefeyê, ol neçarî van guherînan bûye, ango zemîna xwe bi giranî winda kiriye. Roja derfet bibîne teqez û bê guman ku dê vegere ser rastiya xwe ya hişk û ji hemû toleransan şûştî. Di bingeha felsefeyê de hezkirina li hemberî hebûnê heye ku jixwe ev e ya ku felsefeyê dike nav lêgerîn û lêkolînên kûr û bêbinî ye. Ji lew re mirov ji çi hez bike, herî zêde dixwaze wî nas bike û dikeve nav lêgerîna nasîn û xwegihandina wî tiştî. Loma ku pirs dike, guman dike, ji rexne, guherîn, bipêşkeftin, guherîn û veguhezînê re vekirî ye. Ango bi van hemû taybetmendiyên xwe ve dijberî hişmendiya dogmatîk a olê ye. Felsefe rexne ye, rexne motora jiyanê û xewnereşka olê ye.

 

Jêderk: Malpera Kovara Philosophia Kurdî 

  • Mahabad Felat
  • 2023/01/30
  • Di hejmara çaran a Kovara Philosophia Kurdî de, hatiye weşandin.

Gotinên miftehî :