1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Otorîteriya Demokratîk -1-
Otorîteriya Demokratîk -1-,otorîteriya,demokratîk,1

Otorîteriya Demokratîk -1-

Kes û partiyên ku bi rêya hilbijartinan demeke dirêj li ser desthilatdariyê dimînin

A+ A-

Mahabad Felat 

Paradoksa Demokrasiyê

Ravekirina hilbijartinên demokratîk rewatiyê dide desthilatdaran, lê ew carinan ji bo demek dirêj li ser desthilatdariyê bimînin, carinan jî bi rêbazên gumanbar sazî û qanûnên demokratîk bikar tînin.

 

Kesên hatine hilbijartin çawa dikarin demokrasiyê veguherînin desthilatdariyeka otorîter û di heman demê de xwe wekî welatekî ku bi demokrasiyê tê birêvebirin bi cîhanê bidine nîşandan û pejirandin?

 

Wekî mînak; Rûsya (Vladimir Putin): Serokekî ku bi hilbijartinan hat ser desthilatê lê ji bo demeke dirêj li ser desthilatdariyê bimîne qanûnan û saziyan guherand. Hilbijartin berdewam bûn, lê bi nîşaneyên xurt ên manîpulasyon û kontrolkirina medyayê û ya hêzên çekdar.

 

Tirkiye (Recep Tayyîp Erdogan): Erdogan û AKP di çendîn hilbijartinên demokratîk de bi ser ketin, lê piça demokrasiya ku li welat hebû jî, gav bi gav di bin serokatiya wî de otorîtertir bû û nema. Hilbijartin berdewam bûn, lê bi heman şêwaza li Rûsyayê, bi derew, xap, kap, bi rûpoşa îslamê, bi têkiliyên gemar, bi rizandina civakî, bi kuştina refleksên civakî, bi manîpulasyon û kontrolkirina medyayê û ya hêzên çekdar, azadiya heyî û opozîsyon hema bêje neman. Lê rizandin ji bin ve dibe. Loma ku ew li serê ser bin jî, dema bin birize dê pêşî ew ji jor dakevin ku mînakên vê di hemû rêveberiyên otorîter û dîktatoriyan ên li seranserê cîhanê de têne dîtin. 

 

Her wiha rewşa Venezuela (Hugo Chávez û Nicolás Maduro), ya Macaristanê (Viktor Urban) jî, ji rewşa Rûsya, Tirkiye û hemû kesên dîktator û welatên bi dîktatoriyê têne birêvebirin cuda nîne. Lewre kesayet, armanc, kiryar û encamên hemû otorîter û dîktatoran wekî hev in an dişibine hev. 

 

Stratejiyên ji bo parastina desthilatdariyê bi bikaranîna rê û rêbazên demokratîk

 

Guhertinên Destûra Bingehîn: Rêveber çawa rêgezên merc û desthilata serokatiyê diguherînin.

 

Kontrola Medya: Sînorkirinên Medyaya Serbixwe û Berevajîkirina Agahdariya Gel.

 

Opozisyona qels: Çawa serkirde pergalê manîpule dikin da ku opozîsyonê qels bikin û partiya xwe pêş bixin.

 

Kontrolkirin û Manîpulasyona Hilbijartinê: Bikaranîna sextekariya hilbijartinê, qirkirin, an jî rêbazên din ji bo bandorkirina li ser encamê.

 

Di van sîsteman de lawazbûna demokrasiyê

Divê bê nîqaşkirin ka ev rêber çawa dikarin saziyên demokratîk ên rewa bikar bînin da ku demokrasiyê ji hundur ve qels bikin, hilbijartinên azad û adil, serweriya qanûnê û azadiya derbirînê gav bi gav têk bibin. Herwiha gel çawa bi bi rêya piştgirî an bêdengiya xwe ve bi van rêveberan re ye û  çawa tê manîpulekirin?

 

Encamên pêşeroja demokrasiyê

Ev mînak çawa bandorê li têgihiştina global a demokrasiyê dikin û welatên din dikarin ji van pêvajoyan çi dersê bigirin?

 

Demokrasî çawa dikarin bibin pergalên otorîter bêyî ku bi fermî dev ji hilbijartinan berdin?

 

Demokrasî çawa dikare ji bo afirandina hêzek demdirêj were bikar anîn? Tedbîrên pêkan ên ji bo parastina nirx û saziyên demokratîk çine?

 

Mînakên welatên cihê û stratejiyên ku ji bo demek dirêj li ser desthilatdariyê bimînin bikar anîne, dikare van pirsên li ser xeta zirav a di navbera parastina demokrasiyê û îstismarkirina wê de ronî bike.

 

Desthilatdar, ji bo li ser desthilatdariyê bimînin, pêvajoyên demokratîk bikar tînin û di pêvajoya desthilatdariya xwe de pêdivî bi lawazkirina demokrasiyê dibînin. Ji bo kurtkirin an rêlibergirtina vê pêvajoya li dijî nirxên demokrasiyê, pêdivî bi tedbîrên bi baldarî û rast a aktorên rast heye ku bikaribin saziyên demokratîk biparêzin û bihêz bikin. Wekî;

 

Komîsyonên serbixwe yên hilbijartinê û darazê

Saziyên wekî komîsyonên hilbijartinê, dadgeh û saziyên çavdêriyê ji bo garantîkirina hilbijartinên azad û adil bên xurtkirin. Ew li ser avakirina sîstemên ku sextekarî û manîpulekirina hilbijartinan bi rêya çavdêrîkirina zelal û vekolînek serbixwe tê berevajî kirin.

Her wiha rêxistinên navneteweyî yên serbixwe, çavdêrên hilbijartinê, komîsyonên hilbijartinê yên neteweyî û dadgehên serbixwe ne çareseriyeka teqez bin jî, ji bo hilbijartin li gorî prensîbên demokratîk bibin, aktorên girîng in.

 

Civaka sivîl û medyaya azad

Pêşvebirin û parastina medyaya azad û bihêzkirina civaka sivîl ji bo parastina dengên rexnegir û belavkirina agahiyên rast ji raya giştî re, dikarin tedbîrên baş bin. Ev li dijî propoganda û manîpulasyonên dewletê, piştgiriyeka baş dide  rojnamegeriya azad û azadiya ramanê.

 

Rêxistinên wekî sendîkayên rojnamevanan, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên sivîl

her wiha platformên medyaya serbixwe dikarin roleke grîng bilîzin.

 

Zext û dîplomasiya navneteweyî

Bikaranîna zextên navneteweyî, tedbîrên cezakirinê û yên dîplomatîk, dikarin alîkariya rêlibergirtina pêvajoyên têkbirina demokratîk bikin. Daxwazên reformên demokratîk û rêzgirtina ji mafên mirovan re divê di qada navneteweyî de bêne bilindkirin. 

 

Xebatên perwerde û hişyarkirinê

Zêdekirina xebatên perwerdeyê û ya hişmendiya nirxên demokratîk, ya mafên mirovan û anîna ziman a girîngiya hilbijartinên azad dikare bibe sedem ku gel pêvajoyên demokratîk baştir fam bike û biparêze.

Li vir jî dîsa dikare bi saziyên perwerdehiyê û rêxistinên serbixwe yên neteweyî û navneteweyî re hevakarî bêne kirin. 

 

Piştgiriya cihêrengiya siyasî

Divê piştgiriya partî û rêxistinên li ba gel cî digirin û mafên civakê û ya gel diparêzin bê kirin ku di hilbijartinan de alternatîf û encamên rast ên siyasî jî bikaribin derkevine holê. Li vir jî dîsa grîngiya rola platformên medyayî û siyasî derdikeve pêş.

 

Partiyên siyasî û enstîtûyên demokratîk ên navneteweyî, her wiha rêxistinên din ên herêmî dikarin piştgirî û şopandina pêvajoyên siyasî bikin.

 

 

Piştgiriya teknolojî û çavdêriya dîjîtal

Divê teknolojî bê bikaranîn û ji bo vê hewldaneka xurt hebe. Lewre teknolojî dikare ji bo berevajîkirina sansurê, rêlibergirtina manîpulasyonan û pêşvebirina azadiya agahîgirtinê were bikaranîn. Ji bo vê têkiliyên bi saziyên serbixwe yên azad re bêne danîn û xurtkirin. 

Li dijî desthilatdariya otorîter û dîktatoriyê ku pergalên demokratîk bikar tînin da ku li ser desthilatdariyê bimînin, pêdivî bi tevdîrên neteweyî û navneteweyî heye. Saziyên xurt, civaka sivîl a çalak, çapemeniya azad, zextên navneteweyî, perwerde û agahdariyên rast hemû faktorên girîng in.

 2024-10-09

Wê bidome: Demokrasî û feodalîte:


Gotinên miftehî :