1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. PIŞTÎ HELBIJARTINÊ
PIŞTÎ HELBIJARTINÊ,piştî,helbijartinê

PIŞTÎ HELBIJARTINÊ

GELO WÊ PEYAMA KURDAN DAYÎ RAST BÊ DÎTIN?

A+ A-

 

Hasan Harranî

Kurdistan û Tirkîyê helbijartinekî a dawî derbas kir. Ev helbijartina herêmî a rêveberîyên  Şaredarîyanbû.

 

Di vê nivîsê de naxwazim bikevim nava hol û holikên berîya helbijartinê û piştî helbijartinê. 

 

Lewre wan û hol û holikan herkes pir hindik dît û dizane. Li ser wan lîstik,  dek û dolaban gelek tişt hatin gotin, hatin nivisîn û hatin xwendin. Tişta ez bêjim di vî warî de wê dubarebe. 

 

Ji ber vê, ez dixwazim li ser hêlekî vê helbijartinê ya ku kesî qet nîqaş nekir û neanîn ber çavan binîm ziman. 

 

Belkî jî bi zanebûn hin derdor naxwazin vana bên rojevê û bên nîqaşkirin.

 

Çîye ev? 

 

Çend salên dawî de Tevgera Kurd ji xwe re rêyek dîyar kir û li gorî wê rê li gorî armanc û projeyên xwe hinek yekîtî û tifaqan di nabeyna xwe  û partî  û  "çepgir"ên Tirk de ava kir. 

 

Navê vê rê Tirkîyebûn danîn. Sîyaset û gotinên di xatirê vê rêde hatin meşandin û kar û barên hatin kirin di dem deman de gelek caran di nava alîyên Kurd de bûn mijarên nîqaşê. 

 

Bi piranî girse û dildarên li pey vê Tevgerê vê riya hatibû bijartin an jî qebûlkirin wek xavkirina dewletê û neqeb vekirina riya çareserîyê ya gelê Kurd didîtin. Hinekên din jî vîya wekî teqtîk famdikir û wiha pê bawer dikir. Lê alîyekî din a kêm jî di serî de vê gavê jibo pêşeroja doza gelê Kurd wek xetereyek mezîn û talûke dîtin û di serî de ji vê rê re îtîraz kirin, rexne kirin û dirêj dirêj vê mijarê nîqaş dikirin û hîna jî dikin. 

 

Nêrîn û ramanên van derdoran bi piranî ev bû. 

 

Tirk bi dek û dolabin. Çepên Tirkan jî wek şaxên parastin û ewlekarê dewleta netewperest kar dikin û nîyet û armanca wan li hemberî Kurdan kontrolkirine û dixwazin Kurd ji dewletê qut nebin û bi dewletê re sadik bimînin. 

 

Jibo bê yekê jî nêzîkatîya ku nîşanî Kurdan bidin ne jibo mafê Kurdan û çarenûsa wan e. Jibo entegrekirina netewa Kurd a bi Tirkan re ye. Ew wek xizmetkarên bi dizî û veşartî ên asîmîlasyona gelê Kurde. 

 

Nêzîkbûna van hêz û partî û rêxistinên Tirkan  ji hewcedarîya xuyakirina îhtîmala xurt a qutbûna Kurdan e.  Yanî kengî dîtine ku Kurd  ji Tirkan dûr dikevin û îşaretên qutbûnê didin nîşandan, wê demê ketine nava hewldana qaşo biratîyê û qaşo têkilîyên şoreşgertîyê. Her ku dîtine  wê Kurd ji xwe re li qada navcîhanî rêyek bibînin ev partî û rêxistinên Tirkan û kesayetên wan ên pir muhteber  şîrînîyan dikin û damara biratî û xelaskirina Kurdan wan digire. Lê di eslê xwe de ti car xelasî û mafê netewa Kurd ji vana re nebûye derd û bar. Nêzîkbûna wan tenê ji ber wê sedemêye ku Kurdan bi dewletê û civaka Tirk ve girêbidin. Her wiha hêvîyên binî vala bidin Kurdan û nehêlin Kurd ji dervayî Tirkan û Tirkîyê ji xwe re rêyek çarenûsê bibînin.

 

Ev nêrîn her çiqas ji hêla alîyek hindik û bêbandor ve bê ziman jî,  lê ev nêrin her tim nêrînek bi îsabet bû û heya îro tiştên hatine kirin jî vê nêrînê rast derxistine. 

 

Tevgera Kurd piştî karesata 1999 an heya 2010 bi awayekî ciddî xwe kom kir û carek din li hemî deverên Kurdistanê bû hêzekî maqûl û dil û hezkirina piranîya Kurdan girt.  Di nava civakê de di gelek hêlan de bi rêxistin bû. Di wê demê de hejmara Şaredarîyên ku bi dest xistibû 108 bû. Di bin banê Yekîtîya Şaredarîyên Rojhelat û Başûrê Rojhelat de hejamara şaredarîyan gihabû 156 an. Ev jibo herêmê bi awayekî defakto herêmekî otonom didan nîşandan. 

 

Di bin rêberîya partî û tevgerê de bi destê şaredarîyan gelek sazîyên ku tovê netewbûnê diçandin ava bûbû û bi riya van kar û baran rihekî netewîyetî, aîdîyetekî Kurdayetî li dilê hemî Kurdan û li hemî deverên Kurdistanê şîn dibû û rehdidan. 

 

Ber bi salên 2012 an ve êdî ev li qada navnetewî jî dihatin niqaşkirin û ev avakirin û sazûmanî avakarîya herêma Kurdistana Bakur balê dikişandin. 

 

Zîyaretên delegasyonên welatên rojavayî bi awayekî rûtîn didomîyan. 

 

Delegasyonan  şaredarî û rêvebarîyên herême wek sazî avahîyên dîplomasîyê didîtin û  miemeleyekî wiha bi wan dikirin. 

 

Ev rewş bala îstîxbarata dewletê dikişandin. Di pişt derîyên qefilandî de ev mijar bi awayekî tirsnak dihatin ditîn û ji dewletê re rapor dihatin amadekirin. Li ser van raporan sazîyên dewletê li hember van pêşketinên li Kurdistanê rûdidan diketin nava fikarê. 

 

Dewlet çûyîna vê pêvajoyê didîtin û dizanîbû ku ber bikuveye diçe. Xwest bêyî ku zeman winda bike, bi lez û bez bikeve nava hewldanên pêşîlêgirtinê. 

 

2009 an heya 2012 an amadekarîya vê yekê kir. 

 

Pêşî qol û şaxên xwe yên "çepgir" kire hereketê û wan kir nava kar û lebatên têkilîyê bi Kurdan re. Di bin navê çareserîyê de partîyek hepar bi navê HDP ê jî bi van der û doran dan avakirin. Armanc bi partîyek wiha bêhtirîn mirovên xwe di nava qada tekoşîna gelê Kurd de bi cih bikin û di îhtîmalekî hilbûna gelê Kurd de bikaribin kontrol bikin û nehêlin Kurd di riyekî cuda de biryar bigirin. 

 

Û ev wekî ji hêla dewletê ve hatibû pilankirin tingir tingir meşîya. 

 

Li bajarên Kurdan hilpekînekî parastina herêman peyda bû û jibo vîya yekîneyên parastin û berxwedanê jî hatin birêxistinkirin. Şerê bajaran rû da û Kurdan xwest herêmên xwe biparêzin. Xwestên nehêlin tiştên ku  heya wê demê hatibû avakirin û pêşxistin ji hêla dewletê ve bên belavkirin. Lê mixabin hêzên ku qaşo di bin navê biratîya gelan û şoreşgerên Tirkîyê hatibû milê xwe dabû Kurdan bihêle dest bidin çeperên berxwedanê, jibo kes alîkarî neke û partîya hevpar jî bertekên xurt nede nîşan hewl didan. 

 

Bi vî awayî hêza berxwedanê bê alîkarîya sîyasî û gelî hiştin û girseyên gel jî bi piranî bi hewldanên van hêz û kesan pasîfîze bûn an jî hatin pasîfîzekirin. 

 

Gelê Kurd û tevgera Kurd bi tenê ma. Li nava qada navnetewî jî ji ber nêzîkatî û desteknedayîna sîyaseta rewa hat îzolekirin. 

 

Sedemekî serdehatinên dewletê li ser van heyînên Kurdan yek jî rewşa Rojava bû  Rojava bi lez û bez birêxistin dibû û li hemberî şerê DAIŞ ê bi rêk û pêk dibû û her wiha li qada navnetewî jî hêdî hêdî wek hêzekî meşrû dihat qebûlkirin. Ev jibo Bakur jî îhtîmala vekirina riyekî dîrokî destnîşan dikir. 

 

Jibo ku Kurdên Bakur tenê bên hiştin an jî dora wan bê dorpêşkirin sê sal berê de dewletê ev hêzên ku me anî ziman kirin dewrê. 

 

Kurdan vê yekê hemî dît û jê re şahidî kir. 

 

Kurd bêdil bû ji vê yekîtîyê re lê ked û bedêlên salan hebû. Ji xeynî sazî, avahî  û hêza heyî ti alternatîfek din tine bû ku pişta xwe bidinê. Tenê çare û hêvîya wan çîya bû lê çîya jî piştî çend salan şûnde rewşa xwe ya herî zor û zehmet dijîyan. Li hemberî teknîk û serdeçûnên hêzên leşkerî yên dewletê nedikarîbûn serê xwe derêxin. Bihêle bikaribin gel biparêzin, parastina xwe û mayîna wan ya li jîyanê karekî herî zehmet bû. Tevlî van zehmetîyan îmkana ku bikarîbûya riyekî çareserîyê pêkbînin tinebû. 

 

Di rewşekî wiha de gel bê çare mabû. 

 

Rexne û bertekên li hemberî vê riya hatibû pejirandin her roj ku diçû zêde dibû. 

 

Gel jî êdî ji vê sîyaseta hatibû pejirandin aciz bûbû û bê dil dihebandin.

 

Ev rewş heya helbijartinên gelemperî yên 2023 an a helbijartina gelemperî dewam kir. Fetihkirina dewletê ya ji hundir ve bi destnîşankirina endamên parlementerî êdî çîp tazî liber çavan bû. Sîyaseta Kurd di nava xetimandin û bêçarebûnekî kurde bû. Gelek kesên ku bê dilê Kurdan bû li bajarên Kurdan namzet hatin mîşandan û bûn wekîl. Ev bû sedema dilşikandinekî mezin di nava gelê Kurd de. 

 

Gelê Kurd cara yekemîn ji tevgera xwe re û ji sîyaseta legal re îhtar kişand. Partîya xwe û tevgera xwe ceza kir. Desteka xwe bi rêjeyekî ciddî paşve kijand. 

 

Gelê Kurd bi îzan û feraset bû. Bi temamî destê xwe ji ber tevgera xwe  nekişand lê hişyarîyek ciddî kir. Rêjeya dengan ji % 13 an kişande xwarê %8 an. Ev cezakirinek û hişyarîyek zelal bû.

 

Xwest ji tevgera xwe re bêje ji vê şaşîyê vegere. Ev riya Tirkîyebûnê û hevalbendîya van hêzên ku me di rojên reş û tarî de li erdê hiştin bi dawî bikin. 

 

Lê mixabin hat dîtin ku tevger û sîyaseta legal zêde guh nedan vê hişyarîya gel. Lê ji dervayî rêveberîyên partîyê û tevgerê nîqaşên li ser vê rîya şaş bêhtir xurt û tûjbûn. Êdî kesên ku di nava tevgerêde bûn jî û kesên ku di nava partîya hevparde bûn  jî bi awayekî vekirî û eşkere nerazîbûna li hember vê riya pûç û vala nîşan didan û dikirin mijara nîqaşê. 

 

Dengê nerazîbûnê di mecrayên medya civakî de wek tofanê bilind dibû. 

 

Di nava vê tofanê de dengê xêrwaz û xêrnexwazan tev diketin  nava hevudu. Ev bi xwe re xeterîyek din dianî. Ev rewş şûna rê zelal bike û pêşîya mirovan û tevgerê ronî bike bêhtir bi mij dikir û bêbawerîyê belav dikirin. 

 

Lê mijar dîyar bû. 

 

Ger rêveberîya tevgerê bixwesta dikarîbû li ser vê mijarê nîqaşên xurt û kûr bike. 

 

Lewre tevger û partîya legal kêm hindik dizanîbû ev tofan li ser çi radibe an jî rabûye. Bêyî ku kesên xêrnewaz jî heman tişt digotin û wan guhdar bike, qe neba bi aqilê xwe dikarîbû analîzekî van deh salên dawî bike û şaşî û kêmasî çine tespît bike. Lê mixabin ev rewş an jî ev nîrxandin nehate kirin. 

 

Jiber ku nehate kirin, kêmasî û şaşî di pêvajoya helbijartina herêmî ên şaredarîyan de dewam kir û di nîşandana namzetên şaredarîyan de kêmasî û serhişkî dubare bû gel lefteyek din nîşanî tevgerê û partîya legal da nîşandan. Yanî desteka xwe hinek dinjî  kêm kir. 

 

Lê gelê Kurd wekî ku di helbijartina parlemeterîyê de kir, bi heman feraset û îzanê eyarekî bi kontrol da tevgera xwe. 

 

Li metropolên Tirkan deng nedan û wekî bêjin "çi min re bajarên Tirkan" neçûn ser sindoqan. Lê li welat jî ev mijara helbijartinê ji xwe re kir wek mesela namûsê  û bi rik û girr vîna xwe da nîşandan.  Her wiha dema dijmin xwest vîna wî desteser bike bi şeref û heysîyetek mezin û bi zanîn û vînek xurt li şaredarîyên xwe û li vîna xwe xwedî derket. 

 

 

Nerazîbûn û rexneyên derdorê Kurdewar û welatparêz carek din di vê helbijartinê de rastbûn û mafdarîya xwe îspat kir. Ew îspat ew bû ku " çepgirên Tirkan li ti derekî deng nedan DEM ê. Li hemî bajarê xwe jibo partîyên xwe, jibo partîya Kemalîstan deng dan. Kurdan vê yekî bi awayekî sosret dîtin. Ev weka xencerekî jehrî bû li nava pişta Kurdan. Lê holbazî û dekbazîya wan jî dereng nema. 

 

 

Dema AKP ê xwest dest bide ser şaredarîyên Kurdan û Kurdan bi rojan berxwe da û li kolanan ma û nihêrîn wê ev berxwedan mezin bibe dîsa wekî berê bi hewara dewleta xwe de çûn û di bin navê piştgirî û biratîyê de hemî "çepgir" û heya bigihêje partîya Kemalîst holê Wan ê bûn. 

 

Bi vê yekê xwestin cardin kontrola xwe bi vî awayî li ser Kurdan xurt bikin. Dilê Kurdan bigirin û wan bixapînin. 

 

Nêyeta wan ev bû. Lê êdî misas naçe tûr. 

 

 

Tevgera Kurdistanê û Partîya DEM ê divê vê rewşa dawî ya helbijatinan baş analîz bike. 

 

 

Girtina ser heftêyî  şaredarî serkeftinekîye lê rêjeya % 5.7 jî felaketa vê sîyasetêye. 

 

Min berê jî gotibû. Ger tevgera Kurd ji vê şaşîyê venegere helbijartina bê de ev rêje wê were nabeyna  %  4-5 an. Û hemî îşaret jî vîya dide nîşandan. 

 

Kurd li vîn û şerefa xwe xwedî derketin lê cezakirina xwe jî dewam kirin. 

 

 

Kurdan bi helwesta xwe ya Wanê ji tevgera xwe re vîya got:

 

 

Ger ti Kurdewar bî û vegerî ser riya rast emê aha wiha bitere bin. Lê eger ti di vê rê de israr bikî tuyê hê bêterê vê rewşê jî bibînî. 

 

 

07/04/2024 CENÊV


Gotinên miftehî :