PIŞTÎ KONFERANSA SEDSALÎYA LOZANÊ
Hasan Harranî
Îro di ser konferansa sedsala Lozanê de şeş roj derbas bû. Ev çend roje dixwazim li ser konferansê nivîsek binivîsim. Lê min kir nekir ka ez nivîsek çawa binivîsim rast nekir.
Di dermafê konferansê de li ser medyayê û Televîzyonên Kurdî gelek xeber û analîz hatin kirin. Vana bi piranî hêlên konferansê yên baş kişandin ser ekran û quncikên xwe.
Buguman gelek hêlên vê konferansê yên baş jî hebûn. Divê mirov bê ûjdanî neke û ked û mafê kesên beşdar bûne kesên di organîzasyon û amadekarîya wê de cih girtîye înkar neke.
Dîsa dereng be jî jiber ku ev konferans bû wesîle jibo hatina gelhev yên gelek partî û rêxistin û jibo bi hevudu re nîqaşkirina pirsgirêkên navxweyî û navcîhanî û nîqaşkirina mijara
peymana Lozanê ji her hêlî de gelek girîng bû. Divê mirov vê rastîyê bibîne.
Jibo kes û partîyên ku di pêkhatina vê Konferasê de rol lîstine jî dixwazim sipasîyên xwe ji wan re pêşkêş bikim.
Lê ez dixwazim di vê konferansê de tiştên nehatin kirin û hêlên ku kêm man divîya çawabana bisekinim.
Lewre bi gorî min kar û xebatên hatin kirin hêja bûn lê ne li gorî formatek ku bibe bersiv jibo wê peymana reş a Lozanê.
Ji ber vê yekê min xwest li ser kêmanê û divîya bi çi formatek bihata amadekirin û hinek jî kêmasî û ne amadebûna rêxistinên Kurdan bisekinim.
Herkes tiştên baş tîne ziman û lê xwedî derdikeve. Lê kes li şaşêyan xwedî dernakeve. Ez dixwazim li şaşîyan xwedî derkevim da ku em bikaribin pêşîya xwe bibînin.
Piştî van gotinan em derbasî mijara xwe bibin.
Di serîde dixwazim vîya bêjim: Ji vir heyvek û nîv berê di dawîya hewildanên Partîyan de di serê min de tiştekî wiha çibûbû.
Çi bû ew?
Wê dîsa hemî partîyên Kurdistanê kaya yekîtî û Kurdistanekî serbixwe li ba bikin lê wê hebûbekî jî ji nava wê kayê dernekeve.
Belê tirsa min ev bû, û bi gorî min ev tirsa ku di hundirê min de bû bi piranî jî pêk hat.
Kaya ku her sal bê li ba kirin heb têde namîne û heb jê dernayê. Ev kaya ku em dibêjin, ev bû deh (10) sale Kurd herî kêm çar pênc (4-5) caran li ba kirîye. Êdî ewqas hatîye li ba kirin
ku bihêle heb bide, şûna hebê de qeslê dide.
PKK jibo gelek partî û rêxistin bîne gel hev gelek hewl da. Ev hewldan tiştekî baş bû. Lê pihêtîya hewldanan dema li ser esasê qezenckirina partîya xwe bi piranî bê bînakirin bê
guman encamên wê jî wekî ku tê payînkirin dernakeve û derneket.
PKK bi riya KCK û KNK bi gelek partî û rêxistinan re hevdîtin û îstîşare da kirin. Me got ev tiştekî baş bû lê amadekarî, çêkirin û derxistina vîzyona sedsalê mixabin pêknehat.
Di bawerîya min de, di ti program û armancên partî û rêxistinekî de di demekî kurt de Kurdistanekî yekgirtî û serbixwe nîne. Ev di serê PKK ê de jî nîne di hiş û mejîyê gelek partî
û rêxistinan de jî nîne.
Jixwe ti partî û rêxistinekî jî ne bi çavjixwebirîna xwe ne jî bi amadekarîya xwe ji tiştekî wiha re amade nîne.
Ji ber vê yekê bi gotinekî amîyane gamêş hêk kir.
Li ser vê konferansa sed sala Lozanê pêwîste gelek tişt bên nivîsandin û bi ya min wê bê nivîsandin jî. Lê li gorî rihê sedsalê û vîzyona sedsalek pêşîya me kî çiqas heqê vê yekê bide
ne dîyar e.
Lê ger bi bê alîgirî kes vê konferansê binivîsin bawerim wê van xalan derêxin pêş. Lê bêyî ku neheqîyekî bêheqî li alîyek bikin.
Çine ev xal?
1- Wekî serê sedsala çûyî nebe jî, hat dîtin ku dîsa Kurd ji vê sedsala pêşîn re ne hazir bûn û ne hazirin.
2- Kurdan dîsa sedsala ku jê re amade dibin bikevinê baş tehlîl û pênase nekirine.
3- Partî û Rêxistinên Kurdan jibo rihê netewî û jibo Kurdistanekî yekgirtî ne di hişmendîyê de ne jî di rêzik û bernameyên xwe de û ne jî di tehlîl û analîzên demê û dîrokî de xwe ji qalibên berê dernexistine û her yek di nava pirsgirêk û berjewendîyê xwe yên ku ji forma eşîrtî û herêmî girtine de heps bûne.
4- Kurdan cîhana îro têde dijîn nas nekirine û ji ber wê yekî têkilîyekî navnetewî û dîplomatîk ya nû û jibo qezençkirina netewa xwe û jibo demê serkeftî hîna kifş nekirine.
5- Hemî partîyên Kurd û pêşî de jî PKK, di warê têkildarîya bi hêzên nav netewî re bi xwe ne bawer nêzîk dibin û xwe ji refleksên sedsala çûyî ku ji Komunîzmê û Kapîtalîzmê dewrî vê
sedsalê bûne rizgar nekirine.
6- Ji ber van sebeban nikarin ji qalibê têdene serê xwe derêxin ku cîhana nû tevlî rewş û rengê têkilîyên wî yê nû bibînin.
Ji encama van sedemane ku partî û rêxistinên Kurdistanî pir dereng ketin nava hewldana amadekarîyên sedsala Lozanê.
Bi ya min divê amadekarîyên konferansa Sedala Lozanê bi vî rengî nehatan kirin. Ev konferansên ku di van demên dawî de hatin kirin divîya salek du sal berê bihatan kirin û Kurd
bi van konferansan di nava xwe de hiş û dîtinên xwe di derbarê sedsala pêşîn de zelal bikira û bi vî awayî dest bi amadekarîyên vê fînalê bikiran.
Hunê bêjin çima divîya ev konferans salek-du sal berê bihatan kirin?
Sedema wî ev e:
Ev konferansa 22 û 23 yê Tîrnehê de hat li darxistin ne di formekî konferansa Lozanekî nû de bû. Lewre divîya ev konferans bi muxatabê peymana çûyî de bihatan kirin û alîgirên vê
peymanê îkna bikira û ew jî daxilê vê konferansî bibana. Lê mixabin ji alîgirên wsn hêz û dewletan bihêle sîyasetmedarekî wan, akademîsyanekî wsn jî tinebû. Kurd xwe bi xwere
lêdan û xwe bi xwere lîstin.
Jixwe jibo tiştekî wiha ti amadekarîyên partîyan jî tinebû.
Ev konferansa hat li darxistin bêhtirîn di formekî navxweyîde bû û divîya salek du sal berê bihata lidarxistin û bêhtirîn pirsgirêkên nabeyna partî û rêxistinan de bihata nîqaşkirin û
biryarên jibo xurtkirina yekîtî û çareserkirina problemên navxweyî bihatan girtin.
Lê jibo konferansekî sedsalê ya Lozanê bihata li darxistin divîya berîya konferansê belgeyekî sîyaseta Kurdî ya hevgirtî ku hemî partîyan li ser bihevkirîye bihatan îlankirin û li ser esasê
wê belgeya sîyaseta netewî xwe daxilî sîyaseta navnetewî bikira.
Di nava hevgirtinekî li ser esasê vê belgeyê de- ku ev belge biba sîyasetekî li ser partîyan- komîsyonekî dîplomasîyê bihata avakirin û ev komîsyon û komîsyonekî hevbeş ku
ew jî di projeksîyona vê kimîsyon û wê belgeyê de bi formatekî navnetewî konferansê amade bikirina.
Lê jibo vana bibûya lazim bû ku hemî partî bi giranî jî partîyên mezin yên Kurdistanî wekî PKK ê, YNK û PDK ê hinek tolerans ji partîyên din re bidan nîşandan, da ku herkesî
bikaribana daxilê vê projeyê bikin.
Lê mixabin ti partîyekî di vî warî de ji heft û heştê xwe nehatin xwarê. Di sedsala pêşîn de çi were serê gelê Kurd mixabin vebala wî li stûyê van hemî partîyên mezinin.
Di vê konferansê de tişta min fam kir, Kurd û Kurdistan li ser zimanê herkesî bû, lê di hiş û aqilê ti partîyek de jî tine bû. Nîşana vê yekê jî hewldan û lebatên partî û rêxistinan bû.
PDK ji xwe ji berê de ji Kurdistanek yekgirtî û serbixwe îstîfa kirîye.
YNK jî di xeyalê wî de hebe jî di çalakî û sîyaseta wî de nîne. PKK jî 15 sale ji vê armancê îstîfa kirîye lê hîna jî jibo xwe li ser pîya bihêle takîye dike û behsa Kurd û Kurdistanê dike.
Lê di rastîyê de wî jê zûve dev jê vê armanca pîroz berdaye.
Ji xwe ji ber ku hemî partîyan ji Kurdistanek azad û serbixwe tobe kirine konferans jî li gorî van prensîbên ku me li jor qalkirî pêk nehat. Herkes hat bi şermokî çend gotin li ser dîrok û
dahatûya Kurdistanê kir hewqas. Lê di bawerîya min de belgeyekî ku di sîyaseta qada navnetewî de biqedir were girtin derneket holê.
Ji ber vê yekê hêvîyekî xurt ku pêşeroja Kurdan ronî bike û bike garantîyê dernakeve holê ji hêla partî û rêxistinên Kurdan ve. Lê eger şert û mercên navcîhanî surprîzekî ji Kurdan re
bike ez wî nizanim.
Nêrînekî min ya resen jî ev e.
Çalakîya ku roja yekemînê konferansê de bi girseyî li Lozanê hat li darxistin bi ya min rezalet bû.
Wekî çend roj berê jî ji me re agahî hatibû dayîn, derdorên tevgera azadîyê gotibûn ku wê ev çalakî bi hemî reng û organîzekirina xwe bi awayekî netewî û Kurdistanî be û ti reng û
nîşaneyên partîyan neyê bikaranîn.
Dema vê agahîyê ji me re dan kêfa gelek mirov û kesan hat. Lewre jibo me hemîyan ya girîng tevlîbûnekî hemî Kurdistanîyan bû şûna reng û hesabê partîyan yên gel û
Kurdistanîyan di rojek wiha de derbiketan pêş. Lê dema em çûn qada çalakîyê me dît ku her tişt wekî berê ye û her tişt reng û bengê PKK ye. Hemî dirûşma û al û filama yên PKK bû.
Tek tûk ala Başûr û Rojava yên çepên Tirkan dihat libakirin.
Ez bi xwe şahidê gelek axavtin û şîkayetên mirovan bûm ku gotin vana me xapandin. Em zanîbana nedihatin.
Belkî mirov carek du caran mirovan bixapîne lê mirov nikare her dem mirovan bixapîne.
Divê mirov ji prensîbên bibawer dûrnekeve.