Peyamberên Kurd
Mûsa Dojender
Ez bawer im, di dîroka mirovahiyê de berxwedana gel a herî demdirêj, berxwedana kurdan a li dijî Împaratoriya Asûran e ku nêzî hezar salî ajotiye. Di vê berxwedanê de dem bi dem bi pêş ketine û dem bi dem xwe bi paş ve kişandine û dem bi dem hin deveran ji Împaratoriya Asûran rizgar kirine û li wan deveran bi azadî jiyane. Di encamê de vê împaratoriyê tune kirine û konfederasyoneka dêwîn ava kirine.
Kî bûn yên serkêşiya van berxwedanên nêzî hezar salî domiyan kirin? Çi ji wan pêşengan hat? Metodên wan ên li dijî Asûran çibûn? Asûriyan çi kir ji bo dawî li van berxwedanan bîne? Em çima navên pêşengan nizanin? Em çima nizanin çi kirine, çewa têkoşiyane?
Ji bo lêkolîna van pirsan materyal hene? Çi cure materyalên nivîskî an ne nivîskî hene? Mirov dikare çewa xwe bigihêjîne van materyalan?
Ya rastî, ji bo mijar neyê têgihiştin, ji bo li daneyên li ber destan neyê nihêrtin, ji bo veşartina materyalên grîng ên her roj li ber çavên me ne, ev pirs pirsên baş in.
Yên nikarin dîroka xwe binivîsin, tiştên ji aliyê kesên din ve hatine nivîsîn jî wekî dîroka xwe dibînin. Ev divê wisa be jî. Lewre tişteka din tune li holê. Dema li Seleheddîn xwedî nedihat derketin, ereban digot ”Seleheddîn ereb e” û tirkan digot ”Seleheddîn tirk e”. Û hema bêje herkesî jî dabûne bawer kirin. Piştî kurd lê xwedî derketin, bi şerma mezinahiya derewa xwe dagirker dev ji Seleheddîn berdan. Diyar e raza vî tiştî di xwedîlêderketinê de ye. Bi sedan, bi hezaran mînakên bi vî rengî hene.
Dagirker ji bo dîroka me jê bibin, tune bikin, ji destê wan çi hat kirin û hîn jî dikin. Loma jî, divê her kurdekî bi mijarê ve girêdayî û serê wan dixebite, divê li dîroka xwe xwedî derkeve. Çi materyal hebin, wan bibînin, li ser wan kûr bibin, bixebitin û lê hûr bibin.
Tiştên dîrokê yên em dibêjin wenda bûne, tiştên dibine sedema vê ramanê jî, di rastiyê de û li gel her tiştî jî nekarîne bêne tunekirin û hîn jî bi hemû bêhempatiya xwe ve li holê ne û her roj ji me re dibêjin; ”binihêrin, me bibînin, em dîroka we ne, li me xwedî derkevin”. Lê ji ber mêjî hatine dagirkirin, nabînin mixabin. Mêjî û dil hatine serobinkirin, berovajîkirin, nayêne dîtin, mixabin.
Lîsteya peyamberan a li jêr, di nav yên heya îroj ji me re hatine hiştin de bi tenê yên li Amedê jiyane ne ku hîn gorên wan jî li wir in.
Elyesa, Zulkif, Harunê Asafi, Hellak, Harût, Enûş, Zinnûn, Emer Pîrîcan, Hurmuz, Yûnis, Îlyas, Êmlîxan. Ev bitenê yên di derba yekem de hatine bîra min in.
Tê gotin ku 124 hezar peyamber hebûne. Ev hejmar dikare li Kurdistanê hîn zêdetir be. Mêrdîn, Ûrfa û li gelek deverên Rojava, yên Rojhilat û wd. ciyên tê gotin gorên peyamberan lê hene, pir zêde ne.
Kî bûn ev? Nêrînên wan çi bûn? Çi mercên civakî û komelî ew neçarî serkêşiya têkoşînan kirin? Xiyalên wan ên komelayetî çi bûn? Li dijî kî û çi têkoşiyan? Ji bo çi têkoşiyan? Wêrekiya têkoşîna li dijî împaratoriyeka dêwîn a Asûriyan ji çi palpiştên civakî girtin? Ez bawer im em dikarin gelek pirsên bi vî rengî li dû hev rêz bikin.
Dema hûn li çavkaniyên teolojîk binêrin, hema bêje hemî jî wekî îbranî têne pênaskirin. Baş e, ev agahî çendî rast e? Ez bixwe di rastiya vê de bi şik im û bi raya min ev ne wisa ye.
Li Kurdistanê dê ewqasî kes serkêşiya têkoşîn û berxwedanan bikin û dê hema bêje hemî jî wekî îbranî bêne pênasekirin! Qet bi serê mirov nakeve ev.
Rastiya wê çiye?
Ez nikarim angaşteka li ser bingeha agahî û belgeyên teqez bikim. Xwezî daneyên berçav hebûna ku me bikariya em pêvajoyeka nîqaş û pêşkeftinan bidine destpêkirin. Lê di destê me de ji bilî çîrokên şolî yên teolojîk pêve tiştekî din tuneye. Ev jî ji bo angaştên berçav dest û lingên me girêdide.
Lê ez bawer im, ji ber vê rewşa heyî jî kesek nikare mafê me yê hilsengandin, awir û nirxandinan ji me bigire. Loma jî ez awirek didime ser vê mijarê. Serokên serdem û zemîna xwe yên wekî peyamber hatine pênasekirin divê wekî îbranî neyêne nirxandin, ev li gor nêrîna min şaşî ye. Ev kes dikare kurd jî bin, lew pêkaniya ku ev kurd bin, ji ya îbranîbin zêdetir e. Loma jî, grîng e nîqaşên bi vî rengî ji aliyê kesên di mijarê de şarezane ve bêne kirin.
Gengazî, grîngiya nîqaşan derdixine holê. Piştî rewşeke gengaz heye, pir pêkan e ku ev pêşengên wekî peyamber hatine pênasekirin, kurd bin.