1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Hesen Harrani
  4. Peyva SAYÎN - Hasan Haranî
Peyva SAYÎN - Hasan Haranî,peyva,sayîn,hasan,haranî

Peyva SAYÎN - Hasan Haranî

A+ A-

 

 

 Hasan Harranî

Ev peyv qaşo bi Tirkîye û dîsa qaşo ji hesibandinê, balgirtinê û rêzgirtinê hatîye.

 

 

Lê heya niha çawa bi qasî zanîn û famkirina xwe min gelek peyvên ku Kurdîne û ji Kurdî hatine dizîn û kirina nava hewşa zimanê Tirkî deşîfre kirîye niha jî ezê ji we re peyvekî din deşîfre bikim.

 

 

Ez peyv wekî we di sernavê nivisêde kî dît peyva Sayin e.

 

 

Di  Tirkî de qaşo ev peyv ji koka Say’ ê hatîye ki di mana hurmet û hesibandinêdeye.

 

 

Lê ne wihaye.

 

 

Niha em vê peyvê di nava Kurdî de di gelek mînakan de bibnin.

 

 

Mînak dema lihevhatinek çêdibe alîyê mexdûr ku bi daxwazên normal nikarin şertê ê alîyê din jibo lihevhatinê qebûl bikin lê jibo qedrê nabeynkaran qebûl dikin; dibêjin “ me saya van camêran qebûl kir”

 

 

Dîsa dema yek di karekî de biserdikeve lê di bingeh de li pişt wê serkevtinê de yekî din hebe dibêjin te bi saya serê mêran, saya serê filankes te ev qezenç kir.

 

 

Dîsa dema yek bi tiştek bawer dike dibêje me saya camêran an jî bi saya camêrtîya te bawer kir.

 

 

Yanî bi saya qedir û hurmeta te wê ev mesele hal bibe.

 

 

Mînakek din jî ev e: te bi saya me xwe xelas kir.

 

 

Bae ew çax ev peyv di Kurdî de çîye û tê çi wateyê?

 

 

Peyva saya ji zelalî û pakîyê tê.

 

Bi tiştên pak û zelal û sade jî tê bawer kirin û hurmeta wan heye.

 

Kaxizekî ku qet nivîs lê nehatîye nivisîn jêre pela saya dibêjin.

 

Di eslê xwe de kaxizê ku ti tişteklê nehatîye nivisîn û xwerû bixwe maye re dibêjin.

 

 

Ji esmanê bê ewr û bê mij re sayî tê gotin. Esmanê şîn kehlîn û zelal esmanê sayîye.

 

 

Wekî me di van mînakan de jî dît Sayî, saya di heman wateyêdeye û koka xwe pakbûnîye, zelalîye û bê qisûrîye.

 

 

Kesên ku di nava civakê de bê qisûr an jî pir kêmqisûrbin, di duristbûnîya xwe de, di gotin û sozê xwe de pak û rastbin di nava gel de kesên bi rêz û bi hurmetin.

 

Ev hurmekarî û pakbûna wan, rastgobûna wan jibo mirovan bûye sedema ewlebpnê û bawerbûnê.

 

 Loma jî gotine bi saya wan.

 

 

Dema tê gotin bi saya wan, tê famkirin ku xwestine bêjin bi saya pakbûn, rastgobûn û zelalîya wan.

 

Yanî bi ew emel û gotinên wan û tevgera wan bawer bûne û loma jî bi qedrê wan hatîye zanîn û jibo qedr û saya wan qebûlkarî çêbûye.

 

 

Di Kurmancî de ev peyv ji zûve nehatîye bikaranîn. Lê di Kirmançkî de heye.

 

Mînak Kurmanc ji Sey Riza re Seyîd Riza dibêjin. Lê Kirmanç Sey Riza dibêjin.  Ez di wê bawerîyêde me ku Dêrsimî rast dibêjin. Mirovên me yên Kirmanç baştir dizanin. Di vê mijara Sey de ger şaşîyek min hebe fikarin rast bikin. Lê di qeneta min de ev heye.

 

Peyva SEY û peyva  Sayî yeke. Û bi bawerîya min ev peyv tenê di Kirmançkî de hatîye parastin 

 

Mînak di nava Kirmaçkande Sey Elî, Sey Nesîmî Sey Riza Sey Haydar hene. Bi raya min navê Sey ne navin sifetê rêzgirtinêne.

 

Ev rastîyeke ku peyva Sayin ne Tirkîye û Saya û Sayîya Kurdî derbasî Tirkî bûye. Yanî wekî gelek peyvên din, ev peyv jî hatîye dizîn.


Gotinên miftehî :