1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Peyvên Somerî yên di kurdî de dijîn
Peyvên Somerî yên di kurdî de dijîn,peyvên,somerî,yên,di,kurdî,de,dijîn

Peyvên Somerî yên di kurdî de dijîn

Gelek kes li ser têkiliya zimanê somerî /sumerî û kurdî dinivîsînin. Ji bo rastî neyê tevlihevkirin min jî leksikona di bin navê „Innsbrücker Sumerisches Leksîkon“ ku bi şirove û mînakên gelek balkêş hatiye amadekirin, berê xwend û dû re jî ev gotinên îro jî di zimanê me de bi formên cûda dijîn, jê derxistin.

A+ A-

Fergîn Melîk AYKOÇ

 

SumeriKurdî

 

dirîg /tirig=tarî /tarig, tarîtî

şû  / şa=şev, şan

şû.tag=şelt (ruyê nivînan, şeltê nivînan)

na / nu=na

cin /şîn=çûn / şî (kirmanckî/zaza)

şudû=şidandin, bişidîne.

Gan=giyan, can,  nû zayî

gu gau=ga (dewar)

 i.bî= dîtin (dibîne)

u. dî=dîtin

me / men=min, ez

engur=kûr /en kûr (ji bo avê) mînak ev çem pir hûr e.

Kal=kahl / negîhîştî

ge ke=keç  „Keça min pir delal e.“

eger=eger / sebep mînak: Tu egera vê dizanî? 

Rib=rev, reb, direbe (di kurdî de cih guhertina dengên „b û v“)

ki=ku (li kî derê ye /li kuderê ye)

da=dan, dayîn

tur=ter, ciwan (Ew hîn ter e, pir ciwan e. Ew hîn ter bû, teze bû)

ma.al=mal hebûn  (malê min heye.)

gun=gun, reng (gunê wî / wê pir xweş e)

ca=mal, cih

kal /gal=kalê mezin, bi hêz

kal ga=bi hêz (Ew êdî kalê qert e, bi hêz e)

şa=şahî, stran

uz, iz=biz, bizin

eş gal=parastgeha mezin, eşgal  (eşgalê wî /wê çawa bû./ şekl, teşe)

car=car, li ser hev, carandin

şû.mar=şamar, (şamarek lê da)

cî. par=cih, war, mal (cihê we heye, hûn li ku dimînin)

sar= kirina nava şermezariyê (li hember wê êrişê ez sar bûm û mam)

e.ze=pez

î.ne şe=anaha şûn de, îna şûn de, ji vir û şûn de

mara / mera=mira, me ra, (ji mi(n) ra avê bîne)

ur=kezeb, ciger (hûrê pez, hûrê min)

ma=man, mayîn, xwe li paş girtin.

Urgî /urg=gur, gwirg, verg

kar=karmend

xul=xilxil, xibar, xurde (xîç, kuç, xîbar û kevirên li ser hev kombûye) 

dumu=doman, dunde (dumu gudu / xudu = zarokên xwedê /kurd)

şîta=şeta avê, (ev çema li vir şet şetiye) delta

zu=zan, zanîn, nasîn

zal=resen, mezinRustemê Zal (?)

zalag=zelal

şî /zî=jîn, jiyan

bûr=bûrîn kirmanci/zaza (nan bûrî)

tar=ruxandin, tar û mar kirin (Mal û melalên me tar û mar kirine.)

ku= kun, qul, deriyê şikeftê

î.sî / îş=êş

gel gil=gilik, quz

namûr=gernas, nemir

egî=axa/aga

ba=reşandin, li ba kirin

kur=ko, kuwe, diharê kurê (lutke ya çiyê)

dub=dep, texte depistan (dep-istan)> dibistan

kes=biyanî, kes /kesek xerib

geştû=hest, hişmend, geşt

şîr=helbest, şîîr

dumu mu /mi=domanê mi, dundeyê mi(n)

dama mu / ama mu=diya min, ma mi, maka min

eşe / eja=kij / kîjan

arezu/ arazu=arzû (pehlewî jî) daxwaz

a. la=alandin (girêdan pêçan)

a. meş= mêşîn, peza mêşîn

an.na=Anna (nav) / Anahîta (xwedawenda dayîk)

arxuş=arxweş, bi wîjdan

ar.rî=Arî /pesin, paqij (gelê Arî)

a.şe.er=êş, êş kişandin

bal=paşgîna ji 1ekeran rengdêr çêdike. Dîtbar (l > r)

libbu.bal=hişbar, dîtbar

bulux, balux= balix bûn, gîhîştin, mezinbûn.

ê. ma=ê min

dumu. Kur. Er=kurê çiya

 

hevoke

i. bi. Nam. mu. un. Dug. Ru:

i.bi.....du=dîtin

na=na

mu=min

un=hûn, un, wum

 

wateya hevokê: Xwezila wan ez nedîtibama

 

îşîn=gihîştî

u e. vişîn, vikşîn= vekişîn ev darana gelek vekişyane, genim vekişyan e (Almanî wachsen)

ki. se. Ga=kesegan, teşe, teşeyê pir mezin

ki sur. Ra=sînor

kuş / kuj=kuştin / bikuje

lu=lo (ji bo mêr) mêr

lugal=mêrê mezin (lo yê gal / gil/ gir) key, qiral