1. Tekst

  2. Gotar

  3. Asya Xerzan
  4. Pîrê Moristankan
Pîrê Moristankan,pîrê,moristankan

Pîrê Moristankan

A+ A-

 

 Asya Xerzan

Rojeke germ a havînê bû. Piştî nîvro dema ku ez çûm erebeya xwe bişom, min dît ku camêrek li ciyê şûştina erbeyan serê xwe xistiye ber xwe û li erdê dinêre. Ez jî di ereba xwe de runiştibûm û li benda dora şûştina erebê bûm. Lê sekna zilam bala min dikişand. Min dixwest bizanim, ka ew wisa ziq li çi dinêre. Dîsa xêrnexwaza ez nezerî kiribûm, çavên wan nerije. Gava min û xurifyê xwe dansa Valza dikir, ji nişkave êş û birqek wek birûskê li pişta min da. Min nedikarî li ser xwe bisekinim. Lê min dixwest bizanim camêr li çi dinêre. Ez bi zehmetî ji erebê peya bûm û bi gavên piçûk hêdî hedî ber bi camêr ve meşiyam. Min silavek lê kir û jê re got: 

„Merheba“ 

Wî jî serê xwe ranekir û her wisa li erdê dinêrî û bi dengekî nizim got:

 „Merheba!“ 

Min jê pirsî; 

„Tu li çi dinêrî?“ 

Wî got: 

„Ez li trafîqa moristankan dinêrim. Îro pir qerebalix in. Tedarika xwe dibînin, wisa xuya dike ku ev amadekariya zivistanê dikin. Ji xwe re xwarinê kom dikin da ku zivistanê birçî nemînin.“ 

Wî bi dazanînek pirsî: „Ma tu dizanî rihberê herî jêhatî û karker morîstank in?“ 

Min got: 

„Na, min nizanîbû!“ 

Min dêhna xwe da dinyayê, hewayeke 39 derece kelegija havînê û zêde germ bû. Kincên li ser camêr, sako û şal gewr bûn, kirasê wî spî, krawata wî sor û gorên wî yên rengê sor di nav pêlavên wî yên marka Bally ya Swîsreyê de li ber çavêm min ketin. Porê wî yê çîq spî temenê wî nîşan dida. Lê çavên wî şînşîn wek şînê deryayî, wekî ezman şîn şîn te digot qey xortekî 20 salî ye, Bi nêrîneke ewqas xweş û zevengî li nav çavên min nihêrî. Ji ber êşa pişta xwe min nikaribû rawestim, hêdî hêdî li kêleka rê çûm û hatim ew jî bi min re meşiya. Wî bi dengek nerm pirsî 

„Tu Alman î?“ 

Gava min got „na ez Kurd im!“ Di cih de sekinî û li nav çavên min nihêrî, bişirî û got: 

„Tu bi xwe bawer û serblind dibêjî; ez Kurd im, wisa diyar e tu keça Ocalan î!“

Min hê bi hestekî serbilintir got:

 „Erê ez bi Kurdbûna xwe serbilind im!“ 

Wî gote mîn:

„Ez ji Kurdan hez dikim. Ez Kurdan dihebînim. Kurd qewmekî arî ne. Em ji heman nijadê ne. Lê Kurd di dîrokê de jî gelek navdar in. Min gelek caran li ser wan xwendiye jî. Kurd her tim di sefernameyan de bi Camêrî, wêrekî, şervanî û mêvanperweriya xwe têne nasîn. Yên ku genim kedî kirine û kirine xizmeta avabûna mirovahiyê, kalikên we ne. Yên ku îro jî mirovahiyê li dijî hovîtiyê diparêze û berdêlên giran didin dîsa Kurd in. Em dinya alem bûne şahidê destana berxwedana keç û xortên Kurdan. Kurd li dijî tarîtiyê bûne nûnerê ronahiyê. Bi rastî ez bi nasîna Kurdan şanaz im.“

Sekinî, bi hesret û dilovanî li min nêhêrî û pirsî: 

„Gelo rewşa tenduristiya Ocalan çawa ye? Heyfa Ocalan ku di zîndanê de ye.“ 

Em hem dimeşiyan û hem jî me sohpet dikir. Navê min pirsî.

„Tu dikanî navê xwe ji min re bibexşînî?“ 

Min got:

„Ez Asya me.“ 

Wî jî got: 

„Ez Pîrê Moristana me!“ 

Destê xwe dirêj kir û destê min girt. Destê min hejand û bi rûyekî ken got: 

„Ez pir dilşa me ku destê jineke Kurd digrim.“ 

Temenê min pirsî. Min temenê xwe negot lê min roja jidayîkbûna xwe jê re got: 03.10 Dema ev dîrok dît, bi çavên xwe yên keske şîn li min nêrî û got: 

„Ez dixwazim di rojbûna te de, te bikim mêvan. Were beşdarî konsera şahiya min bibe.“

Ma mirov dikare ji kesekî evqas şirîn û rûgeş re bêje „NA!“ Camêr di rojbûna min de ango roja 03.10 de konserek da çêkirin û hemû hatina konserê diyarî zarokên sêwî kir. Ez hêvî dikim ku konsera vê carê wê ji bo zarokên Kurdistanê be.

 

 


Gotinên miftehî :