QINÛTUK Û PÊKENOKÊN LICÊ
Bêguman, ji bo nivîskarekî ya herî girîng ew e ku di serî de bi dîrok û çîroka xwe bizanibe û li gor wê binivîse.
Baweriya min ew e ku rêya pêşketin û serkeftina nivîskar di rêya xwenasîn û danasîna çanda jê bûyî de derbas dibe.
Di vê nivîsa xwe de jî ez ê behsa xebatên xwe yê li ser çanda qinûtik û pêkenokên herêma Licê ji we xwendevanên Amîda Kurd re bikim.
Herêma Licê di warê vê çand û hunerê de xwedî rolekî girîng û dewlemend e.
Di dîroka Licê de çend kesên navdar hene ku hewceyî naskirinê.
Yek ji van kesan Hecî Qedriyê Dehbiloyî ye. (Dehbilo gundekî li ser taxa Qerehesen a navenda Licê ye)
Hecî Qedrî di sala 1933'an de li gundê Dehbilo hate dinyayê û di sala 2015'an de li Amedê çû ser dilovaniya xwe.
Hecî Qedrî debara xwe bi çerçîtiyê dikir. Hema hema li her gundê Licê digeriya û ji kirrox û mişteriyên xwe re qinûtikan digotin.
.....
Hecî Qedrî rojekî kinc û kirasên firotinê barê kerê xwe yê boz dike û diçe Goma Xicîkan. Dikeve nav gomê û deng lê dike, dibêje;
-Ha werin, ha werin, ha werin dorê
Qazaxan bistînin bibin lê kin li pîrê
Bila biçe avê bîne ji bîrê
Heke kalo bê ji Licê lê bihîrrê (bihîşê)
.....
Hecî Qedrî rojekî diçe gûndê Licokê, mêze dike camêrekî li bin dara mişmişê rûniştî ye. Jê re dibêje;
Te xwe da ye binê dara mişmiş
Zikê te dike xuşa xuş
Porê te bûye gija gij
Hecî Qedrî kerê nake degiş
.....
Hecî Qedrî rojekî diçe gundê Huseynik û barê xwe li bin darekî tûyê datîne û radixe erdê. Zarok lê dicivin ku ji xwe li kincan mêzebikin. Di nav zarokan de yekê kej ê boz heye di nav toz û gevzikê de dilîze, Hecî Qedrî jê re dibêje;
Bozê,
Te çi xwe kiriye nava tozê
Serê te mînaye kankila gozê
.....
Hecî Qedrî rojekî diçe gundê Pûneyn. Keç û qîzê Pûneynê lê dicivin û jê re dibêjin;
-Xalê Hecî ka dibêjin tu qinûtikên xweş dibêjî, hela were em ji te re bêjin tu dikarî li hev bînî?
Hecî Qedrî dibêje keremkin!
Qîz dibêjin û Hecî Qedrî dibersivîne..
Bîr
- Ez mîna me tîr
îkî
-Mirîşk diçe ser sergoyê ber dîkî
Ûç
- Serê te mînê goza pûç
Dort
-Meriv jina ciwan bîne dibe xort
Bêş
-Li min mêze nakî ez ê cixarekêş
Alti
- Çi bi serê min de hatiye ji destê qîza xaltî
Yedî
-Nêçîrvan seydê dikin kedî
Sekiz
-Bes mîna mêşê bikin vize viz
....
Hecî Qedrî rojekî diçe gundê Feynter (Gundekî Hênê ye) mêze dike qefleyekî jinê Feynteriyan ji wê de tên diçin heriyê (Mûyê Pez) dişonin. Yeka ciwan jî bi wan re ye wek bûkekî zêr di qirka wê de hene.
Hecî Qedrî ji vê bûkê re dibêje;
-Didanê bavê te mîna bû bêr an
Ji xêra serê mêran re tu bûyî xwediyê wan zêr an
Hecî Qedrî di behsa serpêhatiya şivan û xwediyê pez wisa dikirin:
Camêrekî sê heb bizinê xwe bi xwedîkirina sê meh şivanî dide ber yekê.
Piştî sê mehan diçe ku hesabê xwe bikin.
Şivan jê re dibêje;
-Bizina xişt gurî kuşt
Bizina henar guran xwar
Bizina bel a belanî jî çembil da lêvê xanî
Zarokên gundiyan mizawir bûn bi tûr û kewana pê ve danîn
Li çavê çepê xistin di çavê raste de deranîn.
Navbera gundiyan bûbû dualî
Me goştê wê firot pê wan li hev anî
Postê wê jî me da bi kêrekî kol a kalanî
Piştre nangiranî çêbû û bi ser me de hat xela giranî
Zarok birçî bûn çûn pê pincar deranîn
Dûva wê şikandin şilfa wê tenê anîn
Me şilfê berşêda ew jî ket binê xanî
De vê carê tu derxîne heqê sê mehê şivanî
....
Hecî Qedrî gava xebroşkan digot di destpêkê de van gotinan lihevdianî;
Hûr anî tûr anî
Hey memed sey memed
Navderzî gohderzî
Qelb erzan goh derzan
Çol û çolistan
Berî û beristan
Sê meh çû ma sê meh zivistan
Qîza xocê silêman
Me şîv dixwarin
Paşîva me diman
Serê me kete faq û filyaketa giran
Lawê mala mistê
Bir kayê da bi kapê ker an
.....
Hecî Qedrî behsa meseloka Siloyê Firdeysî wiha dikir..
Serê sibê bû sar
Kûze xwe da diyar
Ket koxa mala muxtar
Mirişkan tê de kir qare qar
Hebî ji wan nehêşt
Hemûyan xwar
Min dest avêt tifinga enexter
Gotin çaqmaqê wê birine Goçxwar
Ez rabûm li kerê xwe siwar bûm
Çûm mala xalê xwe yê pozçangal
Dane ber min nanekî û çend heb xiyar
Min hê loqmeyekî jê nexwar
Yek di derî de derket got
Xalê Silê gurî kerê te xwar
Xalê Silê rabû derket derve..
Mêzekir qijikê got qijt
Yekê din jî bang kir got
-Xalê Silê gurî kerê te kuşt
Xalê silê çû ji gurî re got;
-Ey gurê diserî, te çima xwar vî kerî
Gurî got;
-Ey însanê fehş
Min ê xelkê xwar ga û gamêş
Min ê te xwar kerekî dehş
Ku tu mêr bûna
Te yê sîleyekî li jina xwe bixista
Jina te li lawê te bixista
Qevdî werîs birista
Bi lingê kerê te bixista
Ker nedihat mesîlê
Min dev nedikir pêsîlê
Serpêhatiya Hecî Qedrî û Nûriyê Qetînî..
Nûriyê Qetînî rojekî ji deştê diçe gundê Huseynîk, li mala Sofî Rîzayê Mele Îsa dibe mêvan.
Ew şev li mala Sofî Rîza qonax tê danîn û Nûrî bi xebroşk û pêkenokan dîwanê xweş dike.
Di dîwanê de jê re behsa Hecî Qedrî jî tê kirin. Nûrî mereqa wî çêdibe û dibêje;
-Çawa bi ser min re yekî wisa heye û ez wî nasnakim, divê ez biçîm wî bidînim.
Serê sibê piştî nimêja sibê, Nûrî radibe ji bo naskirina Hecî Qedrî tûrê xwe davêje pişta xwe û dikeve ser rêya Dehbilo.
Dema diçe di rê de li herêma Qişê rastî Hecî Qedrî tê, lê hevdû nasnakin.
Piştî silav û merhebayê Hecî Qedrî jê dipirse, dibêje;
- Tu kî yî, ji ku tî?
Nûrî dibêje;
-Ez ji Huseynîk têm
Hecî Qedrî dibêje;
-Tu çûyî mala kî?
Nûrî dibêje;
- Ez çûm mala Sofî Rîza îşev bûm mêvan.
Hecî Qedrî dibêje;
-Qonax çawa bûn?
Nûrî dibêje;
-Baş bûn, qelebalix bûn
Hecî Qedrî dibêje;
-We behsa çi kir?
Nûrî dibêje;
- Min ji cemaetê re xebroşkan got
Hecî Qedrî dibêje;
-Te kîja xebroşk got?
Nûrî dibêje;
- Min xebroşka Huseynê Kurd got
Hecî Qedrî dibêje;
- Te got Huseynê Kurd, Nava min got pirt!
Hecî Qedrî dibêje;
- Navê te bi xêr?
Nûrî dibêje;
- Navê min Nûrî
Hecî Qedrî dibêje;
-Ey birayê Nûrî
Tu merivekî cesûrî
Ew titûne an kamaşe te kiriye binê wî tûrî
Ez nizanim tu ji Dêrxustî an ji Cinezûrî!
Li ser van qinûtikan, Nûrî dibêje;
- Nebe tu Hecî Qedrî bî?
Hecî Qedrî dibêje;
- Erê, Hecî Qedrî bi xwe me
Nûrî dibêje;
- Hê li ser rê tu vî hunerî dikî, ku di cemaetê de be, xwedê dizanê hê çi hunerê te hene.
Piştî hev nasdikin êdî bi hev re vedigerin, Hecî Qedrî diçe Huseynîk û Nûrî jî pişta stûyê xwe dixwrîne û berê xwe dide deşta Qetîn.
MESELOKA OSMANÊ MALA DÎNAN Û BÊRTIYAN
Berê Bêrtiyê ku ji aliyê serhedê dihatin, diçûn heta deşta Qetînê pezê xwe diçerandin, ji bo ku cih û warê wan ne diyar bûn qawirmeya ku ji bo xwarina zivistanê çêkirine birine mala Osmanê Mala Dînan.
Di destpêka demsala zivistanê de jinê Bêrtiyan diçin ku qawirma xwe bînin lê Osmanê Mala Dînan dibêje;
- Wele qawirme filan di mala me de tune qey zarokan xwariye.
Jinika Bêrtî dibêje;
-Hayê bi min hayê
Îro kîloya goşt hatiye tûra kayê
Osmanê Mala Dînan hat û zikê xwe dayê
Jinika Bêrtî dibêje;
-Heciyê Badînan û sofiyê Dadînan
Hemû qawirmê kirine stûyê Osmanê Mala Dînan
Gava jinik wisa dibêje, Osmanê Mala Dînan jî bi ser de vedigerîne û dibêje;
-Gur tê ji aliyê Dêrûnê
Goyê wî wek pella titûnê
Ew ê kû van neqlik û niqûtikan li min bike
Ez ê jê bistînim aliyê qûnê
...
HAFIZÊ FIRDEYSÎ
Hafizê Firdeysî bi eslê xwe ji gundê Huseynîkê ji Mala Hecerê bûn û ji Huseynîkê koçî Firdeys kirine.
Hafizê Firdeysî bi van gotinan li ser gundên Licê pêkenok digotin;
Qetîn di qûna gir da
Îban ji qetîn vir da
Mermerî tev fîsî ne
Fîsî tev hecî ne
Heciyê çov terpî ne
Hev di zargê de diqufilînin
Serê celikiyan dişkînin
Celikî şitilçî ne
Engulî aşê çêkirî ne
Çirê xwe ditefînin
Kerê û dehşê di serhev de diqelibînin
Mêvanan nahewînin
Hewrî pîvazçî ne
Şeqlatî qereçî ne
Huseynîkî bejî ne
Pîrikî ji tîna mirî ne
Kazoyî bîr vedayîne
Hezanî çûlagçî (Caw) ne
Firdeysî koçekçî ne
Kumlîçikê Licîyan
Kofîxwarê Tilîyan