“ROJAVA“ Ronaya Beri Tariyê!
Cîhaneke ku bêdawî bi tariyê rapêçayî bifikirin ku ji wendabûn, tunebûn û mirinê pêve wê çi bide mirovan
Ronaya berî tariyê, şewq û nûra tewrî pîroz e ku çirûskên tîrêjên wê di çavên zindî û jîndaran de dimeye. Lewre ronayi bi hebûna xwe jîn, zayin û evînê diafirîne. Tarî reşayî, dojeh, qetran û mirinê bi xwe re tîne. Tarî û ronayî. Du hebûnên dijberin ku armancên wan jî ji hev cûda û xweserin.
Cîhaneke ku bêdawî bi tariyê rapêçayî bifikirin ku ji wendabûn, tunebûn û mirinê pêve wê çi bide mirovan. Li dojeha tarî û tarîstanê jîn, evîn û hezkirin nine, ji dîwar û perdeyên wê tenê mirin dibare. Ji ber wê ye ku ji roja mirovan xwe nas kir û heta bi roja me, tarî weke sembola mirin ê û rohanayî weke sembola jiyan û azadiyê tê pejirandin. Çawa ku miryan di nav kefenê spî de radestî reşayê dikin her wisa jî li ser miryan reşgirêdan mînaka vê ya herî li ber çave ku reşgirêdan temsîla heznîtiyê dike.
Belê, bizrê bereketa rindî û bedewiya jiyana mirovatiyê, li welatê agir û rojê destpêkê ji çirûskek ronayî û dilopek av, destpê kir. Berî tariyê av û ronayî hebû. Destpêkê di navbera mirovan de ciyêwazî nebû. Her kes bi qasî hev mîna hev bû. Di ser hemû zagonan re ’’gotin’’ hebû. Lê piştî ku ax hate parvekirin û li ser wê axê sînor hatin danîn û al hatin hildan, şerê di navbera ronayîperest û tarîperestan de mohra xwe li hemû şer û pevçûnên dîroka mirovatiyê xist. Tariya ku her der dagir kiribû, ronayî, xweşî û azadî li ber çavê mirovatiyê wenda kiribû. Ronayî êdî xewnek bû. Tenê dikarîbû di xeyalan de were jîn kirin. Lewm hîna di destpêka tariyê de prometheus neçar ma ku li dijî xwedayên tarîperesat serî rake û agir bidize. Pişt re şerê ronayî perestan xwe di kesayeta xwedawendên wek star û înana de da der. Nûh neçar ma ku hilkşe ser çiyayên herî bilind û li wir xwe biparêze. Wî şerî bi Spartakûs domand û heta roja me şerê lêgera ronayê li dijî xwedayên tarîperest bê navber berdewame.
Belê ji destpêkê heta niha şerê di navbera tarî û ronayê de her çiqas bi nave ol, çand, çîn, serdest û bindest û gelek navên din de tê meşandin jî, di esasê xwe de şerê hebûn û nebûnê ye. Şerê jiyan û mirinê ye. Yek hewil dide ku cîhna me ji hemû qirêjan paqij bike û wergerîne cewherê wê yê destpêkê yê buhuştîn, û a din jî dixebite ku cîhanê bike dojeh, tarîstan û bihiştê dişîne ’’axretê.’’ Ji roja detpêka dîroka têkoşîna mirovatiyê de heta bi vê gave, mirovayî li pê xewn û xeyalekê têdikoşe. Ev xewn û xeyal îro li ’’Rojava’’ digihîje encamê. Ciyê ku ronahî lê wendabûbû û tariyê destpêkiribû, perda tariyê li wir bi destê mêrxas û jinxasên kurd tê çirandin û ronaya pîroz bi tîrêjên xwe xwena hezar salan a mirovatiyê şênber dike û mizgîna azadî û aştiyê li ser baskê kevaoka ku mizgîna xêrê anî ser çiyayê cûdî arasteyî Nûh kir, niha jî li deşta binya çiyayê cûdî heman mizgîn û xelatê radigihîne hemû mirovatiyê.
Di hêla erdnîgarî de nav rojava be jî, wê ji îro pê de qet roj li wê derê neçe ava.
Lehengiya Rojava ji nirx û ruhgeşya tekoşina van 40 salen dawî te. Bi taybet di kesayeta berxwadana Kobanî de, di warê qehremanî, mêrxasî, jinxasî, hevgirtin û berxwedana bi derfetên sînordar ên kêm de, ku bi fedekarî û werekiyê cîhan hejand, gelek kelhên berxwedanê yên di dîroka mirovatiya hemdem de navdar li pê xwe hîştin û bi tîpên zêrîn navê xwe li lênûsa mirovatiya pêşverû a lehengan de nivisand.
Rojava bi vê berxwedana xwe ya rewa û mafdar, bû nola qada têkoşîna ronayîperestan li dijî hêz û xwedayên tarîperest, hov û tîranên serdemê, yên dijminê tevayiya mirovatiyê. Rojavaya biçûk ku di qada şer de bi serket, bû hêviya hemû mirovatiya pêşverû di têkoşîna li dijî gemarperst û tarîperestên sedsala me de. Di heman demê de ew bû kelha xwe lêgirtiya û şoreşgerên sedsala XXI yekê. Êdî alên azadîyê, demokrasiyê, aştîyê, hevgirtin û biratiya gelan, bêkes û bindestan li bircên rojavayê kurdistanê dihejin û bi şanazî peyamên dilsoziyê dişînin hemû parzemînan. Rihê şehîdên hemû şoreşên cîhanê yên pêşverû di serkeftina gelên rojavayê kurdistanê de digihîjin erşê şadîmaniya bêhempa. Rojava sembola destkeft û rûmeta hemû mirovayiya hemdeme.
Rojava, piştî şerê cîhanê yê dûyemîn, bi qasî çil salan bi navê binxetê dihat binavkirin. Navekî wê yê taybet tinebû. Desthilatdaran ew bê nav û bê nasname hiştibûn û ji derveyi Dicle û Ferat tu rê û durb jî nemabûn. Ew di tûrikê biranînên Dewreş û Edûlan de jî, her xwet tenê weke binxet ma. Di nav hemû kurdan de ew herdem BINXET BÛ. Tucaran nebu Sürya, ne ji bona zeyan ne ji ji bona merxasan. Tenê binxet... Yên ji heman netew, çand, ol, ziman, adet, eşîr û malbatan bûn, di nav şev û rojekê de ji hev qetiyabûn. Çarenivîsa dabeşkirina gelên herêmê ne li gorî çand, ziman, netew yan jî erdnîgariyê hatibû xêzkirin, lê belê bîlaekis li ser daxwziya serdestan li ser maseyê hatibû xetkirin. Xêrnexwazên wê serdemê, li gor berjewendiyên xwe nexşe çêkiribûn û gel ji hev veqetandibûn. Perçeyek bûbûn serxetî yek jî binxetî. Şiveke hesinî ku pişt re li herdu aliyên wê mayin hatibûn çandin, weke şûrekî devtûj miletek, neteweyek û welatek perçe kiribû. Malbat bûbûn du perçe. Helbet ev rewş bi preçekirinê tenê nema. Weke dergûşeke ku tu bi kotek ji maka wê biqetîne û bê parastin deyne sifra gûrên birçî û dev bi xwîn, dakû were daqurtandin.
Yên sersebeb ewin ên dijminên do dostên îro. Yên ku do ji bona berjewendiyên xwe welatê me perçe kirin, bi her awayî piştgirî dan dijminên gelê kurd, mîna ku ji van kirinên xwe poşman bûbin, yan jî ji sedema çerx berovajî zivirî, îro li cem gelê kurd di eniya şoreşê de mil dane milê gelê kurd û hêviya xwe bi serkeftina gelê kurd ve girêdane. Helbet ji bo gelê kurd ev yek ciyê şanazî û serbilindiyê ye. Eger li vêderê behsa nirx yan jî rûmetekê were kirin, ew jî milkê gelê kurd û rihê wan yên berxwedêre. A ku li lênûsa serkeftinê were nivisandin dê ev be.
Îroj çavê hemû mirovayê li bende mizgîniya serkeftina gelên rojavayê ye. Gelên rojavayê yên aştîxwaz û azadîxwaz kurd, ermenî, ereb, türkmen, asûrî û hemû gelên herêmê di yek eniyê de civiyanê û layiqî navê xwe li berxwe didin. Helbet bi qasî serkeftinan ewqasî jî dil dişewitin, mal wêrandibin û gor zêde dibin. Ango ev wisa bi hêsanî bi ser nakeve.
Gelê kurd ji bona parstina jiyanek azad û hevbeş bênavber îro berdêlên mezin dide. Çawa ku qehremanên YPG û YPJ ê di qadên şer de bi ser dikivin û kozikên xwe saxlem dikin û bernadin. Ên pêşengiya vê berxwedanê dikin jî, lazime bi stratejiyake zelal, hedef û armancên demdirêj û demkurt, di eniya siyasî, dîplomasî û tifaqan de bi bingehîn û hûrgilî nêzîk bibin xwşik bi axifin û saxlem çêkin. Tifaq, lazime ji asta têkilî û berjewendiyên rojane, istixbarî û rexistinî derkeve, bigihîje asta netewî û fermiyeta xwe ya siyasî. Îroj her çiqasî şert û mercên cîhanê û herêmê hatibin guhartin û xwedan ciyêwaziyên cûdabin jî, ji ber ku kurda di dîrokê de pir şer kirine, lê herdem destkeftiyên xwe di qada siyasetê de wenda kirine. Ji ber van û gelek sedemên din divê pirr bi hişyarî tevbigerin. Ji ber ku dagirkerên kurdistanê li her beşê welêt qet tahmûla wan ji bo destkeftên gelê kurd nîne. Xêrnexwazên gelê kurd wê pêvajoyê bê dek û dolab û bi bêdengî yan ji nedîtî ve ne şopînin. Berovajî, ji bo ku kurd negihîjin armanca xwe û li rojava statuyekê bi dest nexin, çi xerabiyên ji hikmên wan werin dê texsîr nekin. Lê ba bi her hawî li ser daxwaziya gelê kurd û ji bo serkeftina kurdan digobile. Wê ti hêz nikaribin li ber serkeftina gelê kurd xwe rabigrin û bahoza azadiya gelan rawestînin.
Xaleke girîng û esasî, ku weke encam lazime were gotin û binê wê were xet kirin ew jî ev e; Bîrdozî û felsefeya ku ev gelana bi tevvayî giyandine hev, rihê têkoşîn, berxwedan û hevvgirtinê daye wan, bê guman ên rêberê gelê kurd serok apo ne. Belê hêzên ku bûn sebeba perçekirina kurdistanê çawa ku îroj li cem gelê kurd cih digrin, zû yan dereng wê neheqiya ku wan li gelê kurd û rêbertiya wî kirine bibînin û ji ber vê helwesta xwe fedî bikin. Lewre serkeftin wê her bibe ya gelê mafdar û berxwedêr.
İbrahim Osman