Rojiyên Êzî,rojiyên,êzî

Rojiyên Êzî

A+ A-

 

Ya siyarê rojhilatê rojavayê

Tu bidî xatirê dotê û dayê

Tu me bisitirînî ji qedayê ji belayê

AMÎN.

 

Weke ku tê zanîn, gelê me yê ji ola Êzdî, salê sê (3) roj, rojî digirin.

Ev rojî her sal li Duşemiya piştî dehê heyva Berfanbarê (Kanûnê) tên girtin. Roja çaran erefate, roja pêncan (Înê) cejn e. Ji vê cejnê re Cejna rojiyên êzî tê gotin. Ev her sê rojên ku rojî tên girtin, rojiyê êzî ne.

 

Di dema rojiyê de, sibehê hîna di berbanga tarî de beriya ku tîrêjên rojê cîhanê sor bikin, kesên ji ola Êzdî yên bi toka êzî, radibin paşîvê. Piştî ku paşîv hat xwarin rojî dest pê dike heta ku roj biçe ava û tarî piçekî têkeve erdê. Pişt re fitara xwe vedikin û wê rojê rojî bi dawî dibe. Di wan saetên ku kes bi rojî ye, xwarin, vexwarin û cigare kişandin jî gunehe. Li gorî Êzdiyan, bi av, xwarin û cixarê rojî dişkê û rojî li cem xwedê nayê qebûlkirin. Eger kesê ku bi rojî li derveyî îrada xwe, ango bi nezanî xwe ji bîr bike û rojiya xwe bişkênîne, di kare li dewsa wê, rojeke din rojî bigire û ew tê pejirandin. Kesên temenê wan biçûk di biniya 15 salî re û kesên ku nexweş bin, dikarin rojî negirin û tu guneh ji wan nayê xwestin. Lê ji bilî nexweş û zarokan, her kesê êzdî ku temenê wî/ê di ser 15 salan re be û ne nexwş be, neçare ku rojîyên êzî bigire.

 

Ji bilî rojiyên êzî, civaka Êzdî rojiya ji bo ocax, nebî, xwedan, welî û şêxan jî digirin. Lê ev rojî ne gereke ku her kes bigire û çu ferzeke olî ji bo van rojiya nîne. Her kes li ser daxwazî û raya xwe rojiyan digire. Yê ku nexwaze nagire û li axretê çi guneh jê nayê xwestin.

Di derbarê dîrok û sedemên rojiyên Êzî de, nêrînek weha heye.

 

Di dema hovîtî, cahilyetê de, ango mirov hîna nezan bûn û sir û nepeniya xwezayê nedizanin. Her bûyerên ku ji hêla xwezayê de diqewimîn, mirovên wê demê ne dikarîn wate bidinê û şîrovake rast pêşbixin. Mirov li hember şert û mercên xwezayê mîna evdalan bûn.

 

Di wê serdemê de jîrk, pîr, şêwirmend, remildar û rûsipiyên civakê hebûn. Li gor wê demê nêrîneke van kesan ya astronomî hebû. Di dema xwe de, wan li gorî zanebûn û defetên wê heyamê mijara şev û rojan dipîvan. Tê zanîn ku 12 meha 12 an, roja herî kurte di nava rojên salê de. Wan wê demê nedikarîn wate bidin gohartinên xwezayê û kurtbûna şev û rojan.

 

Şêwirmendek li rewşa kurtbûna rojê dinêre û dibêje; “Eger weha berdewam bike, wê roja me nemîne û demekê were wê dinya tev bibe şev û tarîstan. Pêwîste ku em tiştekî bikin, çareyekê bibînin dakû roja me wenda nebe û cardin li me veger e.”

 

Şêwirmendek ji wan bi vî awayî gel li derdora xwe kom dike û ji wan re qala metirsiya wendabûna rojê dike. Biriyar didin ku xwarinê nexwin, dia û bergeranê bikin heta ku roja wan careke din li wan vediger e.

 

Ji ber wê sedemê roja 12 Meha 12 an ku roj pir kurt bûye, dest bi rojiyê dikin û dia dikin. Roja dudiyan û sisyan jî rojî digrin. Lê roja sisya ew kesê bi astronomiyê re pêwendare û şewirmend e, dibîne ku li gorî rojek berê roj hinekî dirêj dibe. Kêfa wî bi vê rewşê tê û dibêje dêmek rojiya me li cem rojê hatiye pejirandin lewma vaye careke din roja me li me vegeriya.

 

Ji ber vê sedemê jî piştî sê roj rojî roja çarê dikin îd û cejin.

 

Li gorî baweriya min, ev nêrîn ya her zêde nêzîkî rastiyê ye û ya ku mirov bingeh bigre jî ev e.

 

Ango her çendî ku nêrîneke mîtolojîk be, lê rastiyê temsîl dike.

 

(Divê ez li vêderê bidim xuyakirin ku roja erefatê ji bandora ola îslamê di ola êzdî geryaye.)

 

Îbrahîm Osman

 

11.12.17


Gotinên miftehî :