Romanên Kurdî û em
Fêrgîn Melîk Aykoç
Mixabin ku em di warê nivîsandin û xwedinê de, bi giştî di wêjeyê de jî; wekê welatê xwe yê di nava dagirkeran de dabeşkirî, baweriyên xwe yên bi mij û mijika dînên biyanî herimandî, civaka me ya bi eşîrî ji hev dûrketî, hin siyasetên me yên bi rengê eşîrî û di siya dagirkeran de parçebûyî em wisa kirine, em ji hev zîtol zîtolî ne, xwerû jî têgîhîştin û hişmendiya me!... Dema yek ji diyarede û pêkhatineke dîrokî /demî re „baş“ bêje, sedîsed yê din „here lo ew ne baş e,“ dibêje. Yek rûsipî bike, yê din rûreş dike. Dagirker jî bi dilşadî li vê rewşa me sêr dike, dema pêdivî pê bibîne, bi rêya hinan li hev sor û mor dike.
Her kom, komik û komalên li Ewropayê, yan jî çar kesên tên ba hev, li gel wê herêmparêzên qaşo kone yên li ser dikê, yên bi hev re qedeheke araq vexwarine, xwebaqilên mejîpîj, tenê berhemên kesên hawîrdora xwe derdixin pêş, wan wekî berhemên serkeftî pêşkêş dikin û didin nasandin. Bê wan ti hebûn û rastiyên din nabînin, naxwazin bibînin. Heta li hin herêman hewldane ku pêşî li berhemên hinan bigirin, ev agahî çendî car bi aliyê gelekan ve gihiştiye ber destê min. Mînak bi sedan e. Carnan rewş wisa tarî dibe, mirov nizane bi vê rewşê bikene, yan bigîrî. Bi gotineke kurt li ba me ne wêje, ked, ne rastiyên wêjeyê, hejên li ber pêla agir xijexijeyê bi carê ve diqirçe û dibêje pisss û xevra diçe û vê rewşa kambax serdestî wergirtiye.
Berê li ser înternetê gelek malper hebûn, her malperî tenê gotar û reklama berhemên kesên nêzîkê xeta xwe, yan jî hin pesên parçeyê din yên xeta wan a siyasî nedihat nasîn, didan nasandin, li ser wan dinivîsîn. Mixabin ku hin nirxandinê têzên lîsansê jî, hima bigire di vê çarçoveyê de ne. Bê guman dema lîsans be, ji bo sosa zanistî mirov hinek behsa mînakên cihanê jî dike, du hevokên wan berewird dike ku ew têz yan jî xebat rengekî zanistî û akademik bigire, da ku yê divê wê xebatê erê bike jî pê bawer bike. Bi giştî di her warî de mînakên wiha pir beloq hene. Em bi çend mînakên bênav, yan jî xilç dike, lê nav paymal nakebidin:
Mînak 1. Kesekî nav ne girîng e, romaneke pornoyî nivisîbû, weşanxaneya ku çend berhemên wî diweşandibû, weke prensîb ev neweşand, dû re weşanxaneyeke din ew weşand. Yek li Stenbolê bi tevê wî rûdine qedeheke araqa tirkan vedixwe, piştê wê paragrafeke „pênc rêzî“ ya li ser jineke pîr tê de dibîne (jixwe bê wê paragrafê yê din rezalet e) û hewl dide ku bi rêya wê paragrafê wê romanê derxe qatê heftan û nivîskarê wê li kêleka nivîskarên navdar yên cihanê bide bi cih kirin.
Mînak 2. Kesayetiyekê jî têza lîsansa xwe li ser romanên dîrokî nivîsîye. Di wê têza lîsansê de li gel yên Mehmet Uzun, tê de romanekê li ser Şêx Seid jî hatiye nîrxandin. Mixabin ku wê ew roman wek romana dîrokî ya herî serkeftî destnîşan kiriye. Lê tiştekî ji bîr dike. Romanên dîrokî du celeb in; her yek xwedanê hin rêgezan e. Ya yekem li ser kesayetiyên dîrokî yên bi her awayî tên nasînê ne. Ev awa roman divê bi her awayî li ser rastiyan rûne û her xalên jiyana kesayetiya dîrokî tê de bê belovajîkirin xuya bike. Romana dîrokî ya dudyan jî ya sêwirandinê ye. Mirov karekterekê dîrokî diafirîne bi rêya wê bûyareyeke yan jî hin mijareyên dîrokî dinirxîne. Di vir de nîvîskar serbest e. Yanê naverok li ser armanc, xew û xewjîna nivîskar dimîne. Ti têkiliyeke wê romana qaşo dîrokî bi jiyana Şêx Seid re tine. Dema mirov bixwîne, mirov wer zendike, behsa meleyekî ereb yan jî cîranê ereban dike. Di rastiyê de ev li kesayetiya dîrokî heqaret e.
Mînak 3. Romana Mehmet Uzun ya bi navê „Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê“ ye. Ti têkiliya vê romanê jî bi Evdalê Zeynikê re tine, heta mirov yek xaleke jiyana Evdalê Zeynikê jî di wê romanê de nabîne. Dema min xwend min zen kir ku behsa dengbêjeke Siwêrekê dike. Tê de şaşiyên dîrokî yên wisa mezin hene, mirov lal û metal dibîne. Van şaşiyan serê gelek kesan tevlihev kiriye. Piraniya serhediyan mijare Avdal baş dizanin, ji ber ku ew li serhedê bingehê wêjeya gel e. Min çîroka wî ji Apê diya xwe guhdarîkiribû, lema min çendî car ev mijar anîbû rojevê. Di romanê de her tişt belovajî ye. Mînaka herî balkêş jî mijara hespê nav „Gogerçîn“ e. Wî ev hesp weke hespê Evdalê Zeynikê raber kiriye. Lê „Gogerçîn“ ne hespê Evdalê Zeynikê, hespê Tahîr Xan e. Yên di vî derbarî de dixwezin agahiyên têr bistînin, ez êdî nebêjim, bila ji kerema xwe re vê gotara birêz Zerdeşt Öztürk bixwîne. Lînka wê ev e: https://www.seregolaintabe.com/rastiya-evdale-zeynike-sasiya-mehmed-uzun/
Ev roman li hember Evdalê Zeynikê bê hurmetî ye, dîrok û rastiyan ji serî hetanê binî belovajî dike, ti emareyeke çanda dengbêjiya Serhedê têde tine. Mixabin ku bi qasê dagirkeran hin qaşo xwebaqilên di nava me de jî rastiyên me belovajî kirine. Hima li berhemên li ser serweriya Medan hatine nivîsandin binêrin, hûnê vê rastiyê bibînin.
Mînakeke gelek balkêş bidim. Hima bigire li Dêrsimê her kes dibêje: „Şêx Seid hatiye Dêrsimê, peyayê Seyîd Riza pez serjêkiriye, Şêx Seid gotiye; „ez destkoja we naxim!“ Lê em dizanin ku gorbihuşt Şêx Said hîç neçûye Dêrsimê, li Xinusê dostên wî yên herî pêş ji rêya Heq in (Elewî) xwerû jî eşîra Lolan. Mînak vegotinên Apê diya min Hemîd (min di civatê de bixwe ji wî guhdarî kiriye.) Ango di dîrokê de çîrokeke de wiha tine. Bi kurtî wekî vê derew û sextekarî wisa pir in, nayên hêjmartinê.
Ev di mijara roman û wêjeyê de hê malkambaxtir e. Ez jî dikanim sed romanên divê were xwendin. Wekî rêzdar Mahabat Felat nivisîye, sed romanên divê hîç neyên xwendin, rêz bikim. Ne ku ez ji tengalê davêjim, min di „Polîtîka Azad“ de li ser sed romanî nivîsîye. Min nêzîka bîst roman di nîvî de hîştine û nexwendine. Çend ji wan jî li ser înternetê weke şaheser hatibûn nîşandan. Yanê bila hin kes dev ji vê cudaxwazî û pesnên vala berdin. Ev tenê dibin mijara pêkenokan. Min dikanîbû nav jî bidana, lê bila nav li aliyekê bimînin.