SEKVAN -3-
Mordem ZEL
Beşa 1.
Ev bû demeka dirêje kûçikê me Reşo di nav êşeka ne diyar da ewta ewtê dikir; car caran dengê wî li ber derî, carna jî li dûrî malê dihat. Min fêm kiribû xetereyekî heye, lê ji ber acizî û bêxewiyê çavên min venedibûn ge ez rabim binêrim; tevahiya roja min, bi bergîrê me yê xûteng û bi qewirandina çûkên reş ên êrişê genimê min bi erd reşandibû dikirin ve derbas bûbû. Eynî ava min derketibû; ger bihêştana ez ê bi mehan razama. Pêdiviya kûçikê me bi alîkariyê hebû. Weke xilmaşê xewê ez ji nav cihê xwe hilpekiyam; ji bo derketina derve li derî geriyam, lê min derî nedît; te digot qey ketime bîreke bê binî. Bi ku derê ve diqesidiyam li dîwar diqelibiyam. Ronahiya lîşo ya heyvê, di nav guliyên dar û dehlên pelweşandî da hêdî hêdî di şibaka odeya tarî da diketin hundir û zirîq didan ser têdana dîwar. Dema li derî digeriyam, linga min li cerê tije av qelibî û cêr şikiya; ava jê rijiya palasa ge ji mûyê bizina hatibû çêkirin û li erdê raxistî bû şilopilo kir; bibe nebe min derî nedidît. Ev mîratê derî li ku bû? Piştî min derî nedît ez hêrs bûm û min çêrr û dijûnê Reşo kir. Her ku dem derbas bû dengê kûçik hat birîn û di nav bayê payîzê da, weke pêxas bifîkînin tepisî çû. Wê çaxê tirseke pîs kete dilê min, vê carê bi rastî jî serê Reşo di belayê de bû. Dêya min û Şîrîn'a xwişka min a li odeya din razayî bûn berya min ji malê derketibûn; dayîka min, bi lez û bez dimeşiyan û diqîriyan digotin; “Bocî, bocî, bocî!”
***
Şîrîn jî diqîriya û bang li min dikir; “Cem, Cem, derkeve der kûçikê me xilas ke, wî xwarin!” Piştî çend deqeyan şûnda min derî dît û derketim îwanê. Min ji pişt deriyê derve bivir girt û ez beziyam. Dayîk û xwişka min ji malê pêncî metre berjêr ber bi bostan ve baz didan. Garana wehşan kûçik di nav bostan da tengezar kiribûn. Her yek ji wan bi qasî nîv tonî giran ev wexşên hanê, li dora kûçik helqeyekî çêkiribûn û fersendê nedidan ge bireve. Bi şevê tarî bû; di nav şitlên firingî, garis, fesûle û kartolan de min kûçik û wehşan xeyalî be jî, ji hevdû derdixistin.
Dayîka min li dû min bang kir; “Ev ne gur in, wehş in!”
“Xwe nêzîkê wan nede, dê te perçe bikin!”
Min guh neda dayîka xwe. Min bivirê xwe girt û weke mexluqatekî hov wehrawehr kir û bi pêhnê pêxas, ji jor da tazî bi ser garana wehşan ve meşiyam. Dayîka min û Şîrîn bi dû min ketin. Dema gihaştim nêzîkê bostan, yek ji wehşan kozika ge me bi darên mazî çêkiribû xira kir û bi ser min de hat. Ewqas serê wî mezin gewdeyî wî xişin bû ku di tariya şevê de dişibiya girekî biçûk. Dema bi ser min de hat ez reviyam, bi dû min ket. Çivîkên Beytik û Qijikên Alik ji hengameya kûçik û wehşan ditirisiyan û di nav tariya şevê de elotewşkî virda wêda difiriyan. Yek ji qijikan li serê min qelibî û ket erdê. Nîyeta wehşî tunebû dev ji min berde; serê xwe bilind kiribû, di poza xwe ya dirêj da helmeka bêhno berdidan û li dû min xirexir û fişefiş dikirin. Ewqas zû dihatin, ne pêkan bû ez xwe jê rizgar bikim. Tam xwe digîhandin min kûçik ji para ve bi boça wî girt. Wehşî çawa xwe zivirand ge êrişê kûçik bike, min fersendê dît û bivir li nava serê wî xist.
***
Wehşekî din ji para ve hat û zikê kûçik qelaşt, kûçik li erdê dirêj bû. Wehşê ge min bivir li serê wî xistibû jî bi wê derbeyê çend deqeyan li derdora xwe dolamalî bû û bi ser kûçik de ket. Bi hewldaneke dawî xwest êrişê min bike lê bi ser neket. Zêde dem derbas nebû mir. Wehşên din jî weke evîndarên biçin seyranê giran giran meşiyan û di binê siya darên gûzan de wenda bûn. Dema min kûçik ji binê wehşî derxist êdî miribû. Bi mirina kûçik xemgîn bûm; ew, ji bo min ne tenê kûçik bû, dostekî hêja û hevalekî dilpak bû. Gelek caran min û dewarên me ji gur û herç û beraz an parastibûn. Mirina wî ji bo mala me wendahiyeke mezin bû. Reşo, kûçikeke pir wêrek û qurnaz bûn; kûçikê ge bi sedan xeteriyên qotûkêş derbas kiribû bi awayeke erzanî li ber deriyê me bihata kuştin, bi rastî jî ne li benda tiştekî wisa bûm; lewra jî di tarîtiya şevê de min ji mirina Reşo'yê bê rih li erdê dirêjketî bawer nedikir. Min kûçik avêt ser milê xwe û heta qeraxa erxê ya li ber mala me bû min wî anî. Xwîna wî di nav pişta min de heta timanê min dilop kiribû hatibû xwarê. Timanê min tev bi xwînê sor bûbû. Dêya min û xwişka min jî li dû min bi girînî dihatin. Herdû jî nikaribûn li kûçik binêrin û hema wisa di derî de têketin hûndirê malê. Min jî li kêleka kûçik çong da erdê û lingê xwe yê tazî di binê tava heyvê de di ava weke zêr û zîv diherikiyan de şûşt û xwîna ser kincê xwe paqij kir. Min fêm kir ge bi vî hawî ez nikarim paqijiyê bikim, hema min hemû kincên xwe der anî û bi çipuryan di nav avê de dirêj ketim. Av pir sar bû. Dayîka min dema li hundir lembeya qazaxiyê vêxist ronahiya wê da derve jî. Bi hezaran beqên ge li derdora avê dijiyan weke gotina xwe bikin yek, hemû bi yek dengî dikirin qîreqîr û dengê kundên ge li ser darên dehlan qûqînî dikir ditepisandin.
***
Tarîtî weke dêwekî tirsnak bi ser xwezayê de rûniştibû. Bayê, porê min ê reş û dirêj li hev diqeliband û tevî pûş û palaxê erdê bi ser min de dibarand. Bi vî hawî tirs li ser min çêbû. Di nav avê de tenê çend deqeyan min li ber xwe da. Dema ji avê derketim canê min bûbû weke qalibê cemedê. Dîsa min li ber serê Reşo çong da; bi destê xwe min serê wî firikand. Serê wî cemidî bû. Ez tirsiyam. Ji mirîbûna kûçik tirsiyam. Rabûm ser piya û ji wê derê dûrketim. Tirsa mirinê min hişkobiringo kir. Qasek min fêm nekir bê ka çi bi min bû; canê min lerizî; li derdora min bi hezaran tişt zindî bûn, dara biyê li ber min bû weke çiya, bû dêw bi ser min de hat. Ew zindiyên xulqtehl ji çar aliyan da dor ji min girtin; diqîriyan, bang dikirin, dinaliyan, hîşahîş dikirin, dikeniyan, dengên tirsnak ên sosret derdixistin, weke gurên har ê zivistanê dor ji mala me digirtin û dizûriyan. Min li ber xwe neda û destê xwe da ser guhê xwe û reviyam malê. Min dexîloka derî ji para ve kişand û demeke wisa li ser piya sekinîm û min guhdariya şevê kir. Gelo çi bi serê min de hatibû? Gelo ew dengên min bihîst û tiştên min dît rast bûn. Dilê min, dikir ji qefesa singê min derkeve di devê min de were der. Nesekinîm, ji wê derê jî reviyam. Dayîka min agirê kuçikê zindî kiribû; ji aliyekî de ji bo kûçikê me digriyan, ji aliyekî de xwêya di çenga xwe de diavêtin nav pêta agir û dia dikirin. Hêstirê dayîka min, ji çavên wê yê kesk weke laserê bi ser sûreta wê de dihatin xwarê û tevlî agirê kuçikê dibûn. Şîrînê jî pişta xwe dabû dîwarê ber kuçikê, weke mirovek têgihîştî yê sed sal li dû xwe bihêle li dayîka min dinêriya û ew jî digiriyan. Ev halê Şîrînê min hestiyar kir. Xwişka min a delal êdî mezin bûbûn û berpirsiyariyên giran ê nav malê bi me re parvedikirin. Halbûkî hê zarokek sêzdeh salî bû. Weke şîlanê qam avêtibûn; weke şîlanê bejnzirav û nazenîn bû.
***
Porê wê yê reş ê dirêj bi ser pêl û rûyê wê de hatibû xwarê. Çavên wê jî wek yê dayîka min kesk bûn. Çend roj berê marekî reş ê weke qîr ku dirêjiya wî bi qasî du qat qama min hebû, bi ser dara mazî ya ber mala me de xwe berdabû xwarê. Min kursiya rûniştinê tê de wer kiribû û lingekî kursiyê şikiya bû. Min ew kursiya lingşikestî girt û li binê şibakê rûniştim. Guliyên dara biyê ya bi hêza bayê dileqiya, camê şibakê dihekandin û dengekî wek qirçêniya diranan derdixistin. Dayîka min, piştî xwê bi ser terafa agir wer kir, bi melkisa ji gezikan çêkiribû û hê gulên gezikê heşîn bû ser agir baweşîn kir.
“Çav. Çavê xirab li ser mala me heye.”
Min axaftina dayîka xwe birî û got; “Wisa neke dayê.”
“Tu bêbawer î, ew Silêmanê bazirganê dewaran te jî şibandî xwe. Divê min destûrê nedan ku tu pê re hevaltî bikî." Piştî karê wê yê paqijiyê xelas bû, teplika ku hefteyekî beriya xwekujiya xwe, bavê min ji postê mêşinê ji bo min çêkiribû girt û di nav malê de çû û hat. Ji aliyekî de digriyan, ji aliyekî de li demirqeyê dixist. Ev hal û rewşa ku dayîka min têde bû, digel halê min ê bêkêf dîsa jî min da kenînê. Ev urf û adet û şêweyên îbadetê, ji min re xerîb û bêwate dihatin, lê zêde bi ser de neçûm. Felaketên di navbera hefteyekî de li dû hev qewimî bûn, min bi fikar dikirin; ewilî hirçan gayê me xwarin, rojekê şûnda guran du heb bizinê me birîndar kirin, mêşinekî me li raste ya erdê bi nefel de linga wê şikest, ev hemû têrê nedikir, bi ser de jî, birûskê dara me ya gûzê ji binî de qijihandibû, îşev jî kûçikê me yê ev deh salin bi me re dijiyan ji aliyê wehşan ve hatibû kuştin. Bûyerên di salekî de nehatibû serê me di navbera hefteyekî de li dû hev hatibûn serê me. Dayîka min, di çend deqeyên lêdana demrûqeyê de çi ziyaret û ewliya û sehabe hebûn navê wan zikr kir û piştre weke di demrûqeya ku bavê min ji bo min çêkiribû de kerametekî hebe sê caran wê maç kir û da ser eniya xwe. Piştre axa ku di tûrikê naylon de pêçayî, bi mîxê ji dara hevrisê yê li dîwarê mala me daliqandî bû danî û sê caran maç kir da eniya xwe û dîsa daliqand. Ew axa ku di tûrikê naylon de li dîwarê malê daliqandî bû, gundiyekî me ji pîrozgeha Dizgûno ya Dersîmê anîbû.
***
Pirî van tiştan bi tîtizî û ji dil dikir ez qimîşê wê nebûm jê re tiştekî bêjim. Piştî ku ew herriya ji pîrozgeha Dizgûno hatibû bi mîxê li dîwar ve daliqand derbasî gel xwişka min bû. Destê xwe di serê Şîrînê de da û porê wê yê reş firikand.
“Bû derengî keça min. Here raze.”
Şîrînê serê xwe da ser singê dayîka min û got; “Ditirsim dayê!”
“Çima ditirsî qîza min?”
“Nizanim dayê. Ez îşev pir tirsiyam. Kêliyekî min got qey dê wehş Kekê min Cem bikujin. Dilê min di devê min de hat. Hindik mabû bikevim bimirim. Qirika min zuha bû, zimanê min hat girêdan lal bûm, min xwest biqîrim lê nikaribûm.”
Ez rabûm ser piya, min hembêza xwe vekir û got; “Binêre spîsax im”
“Ne di destê min de ye, pir tirsiyam.”
“Hadê keça min here raze, divê tu serê sibehê zû rabî dewaran bibî çolê.”
“Bi zorê neke dayê, bikevim nav livînan jî xewa min nayê. Jê veger, ez jî jixwe ligel we rûnîkim.”
“Jê veger dayê, bila ligel me bimîne.”
“Li çolê raze, dê gur û herç dewaran bixwin.”
“Ez ranakevim.”
“Jê veger bila bixwin dayê.”
Dayîka min bi ser min de qîriya û got; “Tu çi tewşomewşo xeber didî Cem?”
“Qey ji me re tunene dewar.”
“Kî dewaran dide me, dê merivên bêxêr ê bavên te bidin, piştî xwekuştina bavê te tenê carekî derî li me venekirin, dê dewaran bidin me Cem?”
***
“Ez behsa merivên me nakim dayê.”
“Tu behsa kî dikî?”
“Ez behsa bazirganê dewaran, Silêman dikim. Camêr ji bo te del û dîn bûye, qayîle hemû mal û milkê xwe raxe ber lingê te.”
“Tewş xeber nede Cem. Dema henekan nîne.”
“Henek nakim dayîka min, tu ciwanî, delalî û jinebî yî, ew jî bê jin e û mêrebî ye.”
“Hiş be. Tu pir çenebaz bûyî. Bi wî bêbawerî re di dinyayê de nazewicim?”
Bi devlikenî min got; “Wê çaxê em te bidin yekî kalepîr dayê”
A rastî ji qehran hundirê min dişewitiyan. Kuştina Reşo min gelek xemgîn kiribû. Min bi çenebaziyê dixwestin agirê dilê xwe vemirînim. “Dê ji te re têr û tijî diayan bike.”
Dayîka min bi awayekî hêrsok pirsî; “Ew bazirganê dewaran dê kengê bê te bibe?”
Min got: “Heke eksî tiştekî çênebe gotibû ez ê sibê êvarê werim. Heta sibê êvarê divê ez karê xwe yê cot xilas bikim. Lê hesp pir bêxulqî dike.”
Piştre min li dêya xwe mêze kir û mizicîm. “Qey kêfa te hat dayê?”
“Ji çi re kêfa min hat?”
“Ji hatina Silêmanê bazirgan re.”
“Cem, te lingê xwe pir dirêj kir! Ez ê li çapa devê te xim ha!”
Min got; “Hêrs nebe dayê.” û ji ber dûr ketim.
Di demên wiha de, ne diyar bû dê dayîka min çi bike. Bêdeng bûm. A rastî ez dizanibûm dilê dayîka min ji Silêmanê bazirgan re hebû. Heke Silêman li gor dilê dayîka min kesekî oldar bûna bawer dikim dê pê re bizewiciyana. Her çiqas min henek dikir jî, bi pêbehskirina zewaca dayîka xwe pir bêkêf û nerihet dibûm. “Qey dê tu ji Silêmanê bazirgan çêtir yekî bidînî?”
***
Melkisê girt û bi ser min da qîriya; “Cem, Cem!” ji tirsana min xwe da paşiya Şîrînê.
Min got; “Ez li pey Dizgûno me.”
Dema dayîka min navê Dizgûno bihîst melkisa di destê xwe de maç kir û di ber xwe da berda. Di demên wiha de, girêdayîbûna wê ya bi baweriyê pir kêrî min dihatin.
Şîrînê bi devkenî got; “Cem, tu dilê dayîkê dihêlî.”
“Ê de başe, ez ê êdî neaxivim.”
“Dê baş be, nexwe tu yê ji dayîkê lêdanê bixwî.”
Niha Şîrîn ewqas rind, ewqas şîrîn bû, min dikirin ez wê hembêz bikim. Ne ji bo xwişka min e, Xwedê şahid e, di dinyayê de weke Şîrînê xweşik, xwînşîrîn, bi kêf û eşq kêm qîz têne dîtin. Weke çîçeka berfînê di nav berfê de qam avêtibû; saf û teze; ji çav û sûretên wê bextewarî û jiyan dipijiqîn.
Hêdî hêdî çavê min dihatin girtin û min ji Şîrînê re got; “Li ser doşeka min xwe dirêj ke”
Gotina min kir û li ser doşeka ku li ser sedra aliyê dîwarê rojhilatê malê raxistî bû bi cilên xwe ve dirêj ket û lihîfê kişand ser xwe. Zêde derbas nebû di xewê ve çû. Dayîka min li ser şeltika ber kuçikê raxistî bû pişta xwe da dîwar, çavên xwe girt û kir pistepist, “Sibeh e.”
Qasek şûnda jî di xwe ve çû. Piştî razana dayîka min, mal bêdeng bû. Ronahiya tava heyvê cih guherandibû û şewq didan ser dîwarê jorê pixêriyê. Demekê min li derve mêze kir; rûviyekî nêzîkê belatê kûçik dibû. Rûvî, di derdora kûçikê mirî de dolamalî dibû, lê ditirsiyan xwe nêzîkê wî bide. Rûviyekî dûvdirêj û boz bû. Navberekê ez fikirîm derkevim der wê biqewirînim, piştre min dev jê berda. Paşê ez dayîka xwe û Silêmanê bazirgan fikirîm. Bi fikrandina çûyîna Amedê kêfxweş bûm. Beriya salekî jî em çûbûn Amedê. Gelo çiqas mezin bû û çiqas însan li wir dijiyan? Hat bîramin, bi Silêmanê Bazirgan re li Derê Mêrdînê me pêşbirka hespan çêkiribû. Bi vê bîranînê devken bûm.
Dê bidome..