SEKVAN -4-
Werger: Mordem Zel
Ji cihê xwe rabûm, ez çûm min xwe li binê lingê Şîrînê dirêj kir. Dengê zûrazûra guran ji dûr ve dihatin, bi guhdarkirina dengê wan ra di xwe ve çûbûm.
“Cem, Cem!” Min çavê xwe vekir ku dayîka min li ber serê min e. Ji tirsana ez diricifiyan.
“Çi bû dayê?”
“Rabe Cem, hin kes li ser xanî digerin! Ya Xizir! Di vê seetê da ew ê kî bin gelo?”
Ez rabûm ser piya û min got; “Netirse dayê, dibe ajalên çolê bin.” Her aliyê min tevizî bûn. Çavê min hê jî girtî bûn.
“Na Cem, ev însan in, ji giranî û gavavêtina wan kifş e.”
Her çiqas bêjim, “Dayê, bilesebeb neqirqile, ev ajalên çolê ne" jî, ji gotinê xwe ez jî bawer nebûm. Yên li ser xanî digeriyan însan bûn. Bi xaniyê me yê yek qat ê sê ode û salonekî biçûk ve axurek me ya kayê hebû. Ji bo dîwarê axura me ji aliyê bakur ve bi darên mazî yê li berpalê tepik dorpêçandî bû, pirî caran ajalên çolê derdiketin ser xanî û axurên me; dema ez heft heşt salî bûm hirçekî weke ûc û dêw nîvê şevê xwestibû di şibaka mala me de têkeve hundir lê tengezar bûbûn û bi awayekî tirsnak, bi zûrezûra xwe, me ji xewê şiyar kiribû. Bavê min, encax bi şeş guleyan ew hirç kuştibû û ji bo derxistina wî ya ji şibakê nîvê dîwarê xanî xira kiribû. Derxistina wî ya ji şibakê zirarekî mezin dabû me. Niha jî bi guhdarkirina dengê van lingên ser xanî min wê demê bibîranî û heman tirs li ser min çêbû. Min guhdariya deng kir, dibêjim qey dayîka min mafdar bû, yên ser xanî însan bûn.
Baş e, gelo ev kesên ge di vê seetê da li ser xaniyê me digeriyan kî bûn? Bêhemdî min xwe nêzîkê dayîka xwe da.
“Tu mafdarî dayê! Ev ne ajal...” Bi xilaskirina gotina min ra min hew dît di binê şibakê de siya merivekî derbas bû.
“Te dît Cem?”
“Erê dayê, min dît!”
“Gelo kî ne?”
“Nizanim dayê! Dibe ku diz bin!” Min ewqas hêdî got ku min bi xwe dengê xwe bi zehmetî bihîst.
“Em ê çawa bikin Cem?”
Piştî çend deqeyan ez fikirim û min got;
“Çeka bavê min ji sindoqê derxîne dayê.”
“Na! Na Cem! Behsa çekê neke!” got û qîriya paşve reviya. “Nebe, nebe!”
Ez ber bi dayîka xwe ve meşiyam û min got; “Çekû derxîne dayê! Heke ev diz bin ew ê me bikujin!”
Dayîka min ji çekû ditirsiya, heta nifret dikir. Dema çekê didîtin, an jî navê çekê dibihîziya xwe wenda dikir, weke bi edrê bikeve dileriziyan. Sedemê vê jî bavê min bû; bavê min ji Alayên Hemîdiyê ra pênc salan milîsî kir. Piştî mehek şûnda ku vegeriyabû malê, car caran bi girînî behsa kuştina bi hezaran Ermenî dikirin. Bi ew çekê xwe jî kuşt. Wê çaxê hê ez zarok dihatim hesibandin; gelek tiştên li malê dihatin xeberdan min fêm nedikirin. Çima dê û bavê min li ser heman doşekê ranediketin, çima bavê min xwe diavêtin lingê dayîka min digiriya û tika jê dikir, piştre çima li dayîka min dixist û çima bi seetan li ber kuçikê rûdinişt û difikiriyan, û piştre çima bi çeka xwe dawî li jiyana xwe anîbû min fêmnekiribû. Piştî ez parî mezin bûm û hinek têgihîştim, di serî de min xwest ji bo li hemberî bavê min tevgera xirab a dayîka xwe fêm bikim. Piştre jî weke dayîka xwe ez jî ditirsiyam dest bidim ew çeka bavê xwe ya ge pê Ermeniyan kuştibû.
Dema min destê xwe didan wê çekê, diketim kûrahiya hestên ku te digot qey ew qetl û qitûlan min kiriye. Dayîka min, ev çeka jê re "Kujer" digotin, kiribû sindoqa cêz a ji mala bavê xwe anî bû. Sindoqa ji dara gûzê ku bi neqşê gul û guldanka xemilandî û li kîlerê ji bo nivîn û pel û potên nav malê bide ser, kilît kiribû û potekî reş bi ser de berda bû.
Dema ez zarok bûm ji vê sindoqê pir ditirsiyam, ne mecbûr bûma nediçûm kîlerê; dema ez têketama kîlerê jî, ji bo oberiya reş a li ser sindoqê nebînim min çavên xwe digirtin û navê hemû ewliya û sehabeyên dizanibûm rêz dikirim. Te digot qey di hûndirê ew sindoqa ku bi salan bû ditirsiyam lê binêrim da ne çekek, bi hezaran cin û perî hene. Te digot qey em destê xwe bidinê, vekin û lê mêze bikin dê pîrebok û cin û perî jê derkevin me bixwin. Ji zarokatiya min heta niha tu tiştekî bi qasî vê sindoqê min ewqas netirsandibû. Dema diketim kîlerê ji sindoqê min dengên ecêb û sosret û qîrînî dibihîst û ji tirsan ji malê derdiketim û bi seetan nedihatim malê. Hê jî ji sindoqê ditirsim; dema diketim kîlerê bêhemdî be jî navê hemû ewliya û sehabeyên dizanim min digot û ji bo sindoqê nebînim min çavên xwe digirtin. Dayîka min bi vê rewşa min dizanibû. Bi vê wêrekiya xwe şaşwaz bûbûm. Gelo min kilîtê sindoqê ji dayîka xwe bigirta dê cesareta min a vekirina wê çêbûna, ne bawer bûm. Bi zêdebûna dengê lingê însanan ê li ber derî tirsa li ser min zêde bû. Dayîka min, ji min bêtir ditirsiya. Niha pêdiviya min bi ew çeka bavê min a weke beho jê ditirsiyam û bi hezaran Ermenî pê hatibû kuştinê hebû.
“Dayê çekê derxîne!”
Dayîka min bi qîrînî got; “Na Cem çekê ji bîr bike.”
Bi dengê dayîka min ra Şîrîn jî, ji xewê şiyar bû. Ji nav livînan rabû û li ser piya sekinî.
“Çi qewimiye dayê?”
“Cem, kilîtê sindoqa ku çeka bavê te tê de ye dixwaze qîza min.”
“Çima Cem? Tu yê çi bikî bi kilîtê sindoqê?”
Min Şîrînê hişyar kir û jê ra gotim; “Hişşş! Bêdeng be. Li ber derî hin kes hene!”
Şîrîn ber bi dêya min ve nêzîk bû û got; “Li ber derî kî heye Cem?”
Min got; “Nizanim.”
Min bi herdû destan bi destê dêya xwe girt û lava û tika jê kir. “Sindoqê veke çeka bavê min bide dayê!”
“Kilîtê sindoqê bi min re nîne Cem.”
“Li ku ye dayê, kilît li ku ye?”
“Min kilît li cihekî dûrî malê veşartî ye.”
“Tu derewa nakî ne dayê?”
“Rast dibêjim. Nikaribûm kilîtê sindoqê Ii malê bihêlim.”
Min ji dêya xwe bawer kir. Kilîtê sindoqê pê re nebûn. Baş e, min ê niha çi bikirana? Me, dê çawa xwe ji van însanê dor ji xaniyê me girtine biparastana? Tenê vebijarkek min hebû, sindoqê bişkînim û çekê jê derxînim. Lê, ez ê bikaribûm sindoqê bişkînim gelo? Ez ê bikaribûma çeka bavê xwe bigrim û bikarbînim? Bi xwe ne bawer bûn van tiştan hemû bikim.
Şîrînê got; “Yên dor ji mala me girtine gelo leşkerin Cem?”
“Nizanim.”
Dayîka min bi herdû destan li çokê xwe xist û got; "Ev diz in, hatine dewarên me bidizin." "Ya Xizir tu alîkar be!"
Dibe ku dayîka min mafdar be; li gor min jî ev diz bûn. Pirsgirêkek me ya bi tu kesî re tune bû. Dijminê me jî tune bû. Bi salane ji gund seetekî dûr li mezreyekî biçûk em ji xwe di halê xwe de dijiyan û me jiyana xwe derbas dikirin. Însan ji hebûn û tunebûna me hayîdar nebûn. Tenê ji bo fitîlên çireyê pîr û ji bo girtina bacê tehsîldar salê carekî dihatin mala me.
Bes, Silêmanê bazirgan ne tê de, ji destpêka xebata min a li gel wî, ev sê salin bênavber dihat mala me û diçûn. Ew jî gava dihatin, bang dikir û li derî dixistin.
Xwişka min bi awayek kelogirî got; “Ger dewarê me bibin em ê çawa bikin? Em ê çi bixwin û vexwin, em ê ji birçîna bimirin!”
Mafdar bû; tevî hev hîvde bizin, heşt ximximk, çar mêşin, du berxik, yek çêlek, yek hesp, çar mirîşk û yek dîkê me yê kor ê azanê ji bîr kiribû hebûn. Heke diza wan ji me bidiziyana em ê ji birçîna bimirana. Divê bi awayekî min wan bi parastana. Min şalwar û îçlikê xwe li xwe kir û satorê li ser sedrê bû girt û ber bi derî ve qesidîm. Armanca min ew bû bi sator sindoqê bişkînim û çeka bavê xwe jê derxînim. Dayîka min, li devê derî herdû destên xwe vekir, xwe li pêşiya min rep kir û lava ji min kir: “Dernekeve der Cem! Tu bi qedrê donzdeh meleyan dikî ji odeyê dernekeve!” Çavên wê tije bûbûn.
“Ez ê biçim odeya din dayê.”
“Çima?”
“Ez ê sindoqê bişkînim û çeka bavê xwe jê derxînim.”
Şîrînê xwe li pêşiya min rep kir û got; “Nebe nebe! Nebe nebe Cem! Nêzîkê wê sindoqê nebe, ew sindoq cinûsî ye! Di hundirê wê de pîrebok hene! Qey te ji bîr kir ge dengên ecêb û sosret jê dihatin.”
“Ji wê sindoqê xwe dûr bide, ji wê çekê xwe dûr bide! Dayîka min mafdar e.”
“Em mecbûrin mala xwe û dewarên xwe biparêzin.”
“Li derve bi dehan kesên çekdar digerin, tu yê çawa bi wan re serî derxînî Cem? Kerîtî neke.”
“Qey te ji bîr kir ku ez sekvanekî baş im dayê?”
“Tu hê zarok tî hesibandin Cem. Ew bazirganê dewaran te tê dike, jê bawer neke.”
Ji nav ew kesên li ber derî civiyabûn bi qîrînî dengekî bilind bû: “Derî vekin!”
Min ew deng nas kir, yek ji milîsên Hesen Axa, hevalê bavê min ê herî baş ê Alayên Hemîdiyeyê Ehmed bû. Min qet ji Ehmed hesnedikirin lê li gor diza bi hatina wî kêfxweş bûm.
Min satorê di destê xwe de hêdîka kir binê sedrê.
“Yê bang dike Ehmed e dayê.”
“Erê, ew ê îblîs û fenek e.”
Dayîka min çû ber şibakê û bi dengekî bilind qîriya; “Tu çi dixwazî?”
“Hesen Axa we dixwaze.”
“Di vê seetê de? Qey hûn nikaribûn li benda sibehê bisekinin?”
“Hesen Axa nesekinî.”
Bi awayekî pistepistî min got; “Em ê çawa bikin dayê? Ez derî vekim?”
Piştî çend deqeyan şûnda dayîka min fikirî û got; “Veke”
Ji xwe ji xeynî vekirinê tu şensekî me tune bû. Me derî venekirana dê wan bişkandana. Dema min derî vekir yê ku ewilî ket hundir Ehmed bû; berê çeka wî bi awayekî teqînî bi me ve rast kiribû; kesekî nîvkam ê hê nû ketibû pêncî saliya xwe, nav pêlê wî fireh, çavên wî yê reş ji çalikê wan firqizî bûn der, pozeka wî ya xwaromaro hebû. Gava têket hundir bi qolê ceketê xwe sûreta xwe ya bi xwêdan paqij kir. Piştî Ehmed, Elî'yê ku emrê wî li dora sî salî, weke rewtê dirêj û tûle bû, riyê wî yê zerik ê ta bi ta dihatin jimartin ket hundir; pirî şalwarê wî hatibû pînekirin jê re biçûk bûbû û delingê wî heta çokê kişiyabûn jor. Bi vî halê xwe, reben û pêşkenî dixuya; ji milîsek bêtir dişibiyan şanogerekî. Piştî wî, Welî êrişê hundir kir. Welî sê çar salan ji min mezintir bû. Mehekî berê li gund, di dawetekî de em pê re lîstika çirê lîstibûn û min têr û tijî lê xistibû ew rezîl kiribû. Ji wê rojê şûnda navbera me qet tune bû. Ez dizanibûm ji bo tola lîstika çirê ji min bigre di pêşiya fersenda xwe de bû.
Bi têketina hundir re got; “Kî kûçikê we kuşt?”
"Wehşan"
“Tu lê binêr! Kûçik kirine weke kuna seradê.”
Di demeke kin de sêzdeh milîs têketin hundir; yek ne têde min hemûya nasdikirin. Min yekemcar ev milîsê emrê wî zêdetirî şêst salan, çavekî wî kor, bêteşe û qirase, weke qelas didîtin. Bi têketina hundir ra bi çavê xwe yê kor reben reben li min û dê û xwişka min nihêrî. Piştre jî bi ser Ehmed da zivirî û çavê xwe yê saxlem lê şikand.
“Kurê Cemal ev e?”
Ehmed got; “Erê, ev e.”
Korê yekçav weke bazirganê dewaran min pîva û got; “Hê zarok e.”
Dayîka min got; “Hûn çi ji me dixwazin?”
Xwişka min ko kiribû. Weke mirîşkekî çêlikên wê bi êrişa rûviyan re rûbirû bin xwe ji bo parastinê gij kiribû.
Milîsekî ciwan ê qûna xwe dabû ber dîwarê şibakê û cixareya xwe dipêca got; “Hesen Axa we dixwaze.”
Dayîka min, qîriya û got; “Çi danûstandinên Hesen Axa bi me ra hene?” dayîka min qet ji Hesen Axa hesnedikir. Ji destê wê bihatana dê wî bixiniqandana. Çimkî yê ku bavê min bi darê zorê kir milîsê Alayên Hemîdiyê leşker û Hesen Axa bûn. Gelek caran dayîka min pê behs kiribû, bavê min milîsiyê qebûl nekiribû, leşkeran û Hesen Axa, milîsiyê bi darê zorê, bi tehdît û êşkenceyê pê dabûn qebûlkirin.
Milîsê kor ê yekçav got; “Em zêde tiştek nizanin, Hesen Axa dê ji we re rave bike.”
Min got; “Ger em neyên?”
Ehmed qîriya û axaftina min birî; “Wê çaxê em ê bi zorê we bibin.” Ber bi min ve çend gavan avêt û ji milîsan re got; “Destê viya ji para ve girê bidin!” Yekten pênc şeş milîs bi ser min de kumişîn; her çiqas li hemberî wan min hewl da li ber xwe bidim jî biser neketim. Pir bi qewet bûn. Gavek mabû di binê wan de bifetisim. Erê min qam avêtibû lê hê ez xortek nû ketibûm hijdeh saliya xwe.
Ne pêkan bû, bi van kesên qirase re biçim serî. Dema destê min bi benekî qirêj ê bi xwîn girêdan qajînî bi dêya min û Şîrînê ket. Xwişka min qîriya "Cem! Li Cem nexin!" Û xwest xwe bavêje ser min, lê ew milîsê kor ê yekçav bi awayekî hovane tîzikek li ser dilê xwişka min xist, xwişka min hewarî kir û çend metreyan ji me dûr, ket erdê.
Heta li dinyayê hebim, ez ê wê tîzika wî ji bîr nekim. Her çiqas ji dev û pozê wê xwîn were jî xwişka min ne giriya û ne jî, ji wan ra lava û tikan kir; fistanê wê yê sor ê gulgulî û şalwarê wê yê ji qumaşê Amedê çêkiribû di nav xwînê de ma. Dayîka min bi dîtina halê Şîrînê dîn û har bûbû; pênc milîs nikaribûn wê zeft bikin. Dayîka min, dev li destê milîsekî bi navê Elî kir û bû hewar hewara Elî. Ji bo wî ji destê dayîka min derxînin çend milîs bi kulmik û tîzikan li dêya min dan; kofiya serê dêya min a bi xêliyekî kevin pêçayî bû ket xwarê. Porê wê yê dirêj û bi kezî ku hê nû tek tûk spî ketibûnê derket der. "Ûşşş!" Dayîka min bi awayekî hêrsok xwarê erdê bû kofiya xwe girt da serê xwe û qîriya; "Li zarokê min nexin!" Niha di rewşekî wisa dirrinde û tirsnak de bûn min bi xwe wê nasnedikir.
“Wisa nekin!”
Ehmed sîleyekî da bin guhê min û got; “Tu yê werî?” Piştre bi çeneya min girt û bi kînaye li nav çavê min nihêrî; bêhna titûn û pîvazê ji devê wî dihatin.
“Li dê û xwişka min nexin. Ez ê werim.”
“Baş e. Wisa aqilî be.”
“Min bibin, bila dê û xwişka min bimînin.”
Milîsê kor ê yekçav got; “Nabe. Hesen Axa xwest em we her sêyan jî bibin.”
“Heke hûn me hemûyan bibin dê dewarên me di axurê de ji birçîna bimirin. Dê kî li dewarên me mêze bike?”
“Em ê dewarên we jî bibin.”
“Çima?”
Ehmed kulmika xwe bilind kir û; “Tu pir pirsan dikî!” “Ez ê devê te bişkînim ha!. Dewaran ji axurê derxînin em birêkevin. Derengî ye.”
Dema em ketin rê hê roj derneketibû; serê tepikê hember mala me yê bi darên mazî yê pel weşandî dorpêçandî bû, bi ewrekî reş ê barînê hatibû girtin. Hewa sar bû. Bayê ku hêdî hêdî dihat daran dihejandin, pelê wan ê hişk û gevzikê bi serhev de diqelibandin û bi ser me de lod dikirin. Ji dûr ve çiyayên Çewlikê yên bi berfê pêçandî bi ser Gimgimê ve wekî dêwek birîndar dinaliyan, car caran jî weke bergîrekî hêç dikir hîşehîş. Her çiqas êvarê baran nebarîbû jî, ax, dar, giya û zinar tev şil bûn. Dema em birêketin hişê min li ser kevokên min ê di axurê de mabûn ma. Çend rojan em ji wan dûr bûna dê çawa ba gelo? Ya heke rûvî bi şevê di şibaka vekirî de bikevin hundir û wan bixwin? Min li ber xwe neda, ji bo vekirina destê xwe, min ji Ehmed re lava û tika kir. Dema destê min ê ji para ve girêdayî hat vekirin û azad bû min bi awayekî dirêj fîkand, di navberê de deh deqe derbas nebû her sêzdeh kevokên min jî, li ser me peyda bûn û dest bi zivirandinê kirin. Bi vê pir kêfa min hat. Kevok di dora min de diçin û tên, li ser serê min, destê min, nav pêlê min û carna jî bi ezman de diçûn dibûn bi qasî xiçekî biçûk û teqle diavêtin. Hemû milîsan bi hesûdî û bi heyranî li kevokên min temaşe dikirin. Kevokek li ser serê Şîrînê ku destê wê ji para ve girêdayî bû danîbû û weke bixwaze pê ra biaxive dikir çîvaçîv. Sê milîs di pêşî da bizin û mêşinan dajotin, milîsek li dû mange û mirîşkan dimeşiyan. Bi çova mazî ya di destê wî da ji cihê belesebeb da li heywanan dixistin û dijmînên pîs didan.
Dê bidome..