SEKVAN -5-,sekvan,5

SEKVAN -5-

A+ A-

Werger: Mordem Zel

Milîsekî li hespê min siwar bûbûn û dîkî jî kiribû hemêza xwe. Ez li dû hesp dimeşiyam, Ehmed jî hema li dû min bû; dema dimeşiya berûyê di rê de berhev kiribû dixwar, ji bo tehl bûn rûyê xwe diqirmiçandin, carna jî tif dikir û ji devê xwe derdixistin. Çeka xwe çepkanî avêtibû ser milê xwe, rextê xwe yê tije gule jî, weke xişir bi ser kincên xwe de avêtibûn stûyê xwe. Dê û xwişka min li dû Ehmed dimeşiyan. Dêya min di rê de kûrr kûrr digiriya. Dev û pozê xwişka min werimî bûn. Di nav daristanê de ku em gihaştin rasteyeka biçûk a bi qasî bêderê, yekê gundiyê me li wir bi gayan cot dikirin rastî me hat. Camêr lingê xwe bi ser gasin da berdabû, bivir hesan dikirin. Bi serê xwe silav da me, tenê gotinekî nekir û lêxist çû. Dema tevî gayên bi gasin ji ber çavê me wenda bû tîrêjên rojê yên ewilî ewr qelaştibûn û derketibûn ser rûyê erdê. Di wê kêliyê de hem milîs, hem dê û xwişka min ber bi rojê ve çong dan û dia kirin. Min jî, pişta xwe spart darekî mazî û li wan temaşe kir. Bi derketina rojê re Ehmed ji hesp hat xwarê, li hemberî rojê bi ser herdû çongê xwe de sijdeyê erdê bû destê xwe di axê de da û piştre di rûyê xwe da û kir pistepist. Nizanim çi digotin, lê heke destê min vekirî bûna min ê tehtekî mezin bigirtan li nava serê wî bixistan. Yek ji kevokên min ê bi me re rêwîtî dikirin çû li ser milê rastê yê dêya min a dia dikir danî. Navberekî ez fikirim ji vê rewşê sûd werbigrim û birevim. Ez dizanim, ger bireviyam min ê xilas bikirana, lê ez dê û xwişka xwe fikirîm û min ev fikrê xirab ji serê xwe derxist. Piştî ku wexta diakirinê xilas bû dîsa em ketin rê. Her ku diçû rê bilind û asê dibû; di rêya ku di nav daristana darên mazî da diçû da pelên hişk û stirîzerk û helegotikan didan ser çonga me; daristan bêdeng û xir û xalî bûn; weke bê terikandin. Dema ji darên mazî berû diketin dikirin şelpênî û deng derdixistin.

 

*

 

Ji dengê çûk û çivîkên ku hê nû ji xewê rabûbû nebûna mirov dê bigota qet tu zindiyekî li vê daristanê najî. Dema em ketin gundê Çorsanê yê li qûntara çiyayên Çewlikê avakirî çîkên baranê hatin xwarê. (Gundê Çorsanê li ser Gimgima Mûşê ye.) Ji çar aliyan de ewr dihatin hev û mezin dibûn, weke balonekî bê pifkirin berfireh dibûn û li ezman belav dibû. Ji lûtkeya çiyayên Çewlikê bi navberî ewr brûskê diavêt, bi awayek heybetî gurînî pê diket, çiya dihejand û ji aliyê rojava de jî ewrekî bi mij û dûman bi ser daristanê ve bilind dibû. Li gundê Çorsanê pêncî şêst mal hebûn û gundekî xweş bû. Di gund da tenê xaniyekî du qat hebû di nav xaniyên bi axê hatibû çêkirin de, ew jî dişibiyan qonaxa Hesen Axa û qesrê dianiya bîra mirov. Silêmanê Bazirgan ji min ra behs kiribûn, di komkujiya Ermeniyan a 1915'an de bazirganekî Ermenî kuştibû û tevî jina wî ya bi qasî dinyakî xweşik dest dabû ser qonaxa wî. Qonaxekê mezin û xweşik bû; mezinbûna bexçeyê qonaxê bi qasî pênç çapan hebû. Di navê de jî cuda cuda cûreyên darên mêweyan hebûn; derdora bexçe bi qasî du metreyan bilind, metrekî fireh bi dîwarê keviran hatibû honandin. Dema em gihaştin ber deriyê ku bi qasî erebeyekî bergîran tê de derbas bibe, dê û xwişka min û dewaran ji min veqetandin, min kirin bexçeyê qonaxê. Kevok, demekê bi şêweyek bêbiryar li derdora min geriyan û piştre bi min re têketin baxçe. Yek ji nava wan firî hat li ser milê min ê rastê danî. Bi têketina qonaxê re Ehmed destê min ê ji para ve girêdayî vekir. Demekê min qolê xwe hejand. Te digot qey hemû estiyê min şikestî ne. Ji bo xirab girêdabûn ben postê destê min hemû şimitandibû. Kevokeke din hat li ser porê min danî. Piştre tevahiya kevokan bi ser min de girtin û belav bûn. Ev rewşa hanê bi xweşa milîsên min anîbûn neçû. Milîsê kor ê şeqetir bi awayek hêrsok bi ser min de meşiya û kevokên li ser min danî bûn qewirand.

 

*

 

Nav bexçe tije milîs û leşker bûn. Bi dîtina ewqas leşker û milîsan tirsek weke bûzê ket dilê min. Rewşeke derasayî bûn. Ewqas leşker û milîs çima li vêderê civiyabûn, Hesen Axa, dîsa ketibû pêşiya çi, gelo herb derketibû? Du heb leşker derketibûn ser darek hirmiyê ya qirase, hirmiyên jê dikirin didan leşkerên li binê darê bûn. Leşkerên binê darê, bi avêtina hirmiyan re hev û du digewixandin û qijînî û qîrînî bi wan diketin. Neh, deh leşker çekên xwe avêtibûn guliyên darên mêweyan û bi awayekî helqeyî civiyabûn diaxiviyan. Deriyê qonaxê yê qata jêrîn bi aliyê bakur ve, yê qata jor bi başûr ve bûn. Derketina qata jorîn bi derenceyek ji textan çêkirî pêkan bûn. Li devê derî holikek derketinê ya bi kevirên xişt hatibû mihevze kirin hebû. Li pêşiya derencê du heb, li hundirê holikê sê leşkerên çekdar nobedarî dikirin. Hin guliyên dara gûzê yên weke sîwanê ser qonaxê girtibû ketîbûn hundirê holikê. Ehmed, bi dîtina qijikên li ser guliyên dara gûzê dikirin qîjeqîj li hêrsê siwar bû; "Herin li ciheke din bikin qîjeqîj! Mexlûqatên bêyom!" Û bi kevirên ji erdê berhev kiribû bi ser qijikan de avêt. Gava qijik firiyan çûn, weke serfiraziyek bi dest bixe bi quretiya fermandarekî meşiya çû rex leşkeran.

 

“Diçî ku derê?”

 

Ehmed got; “Hewce dike Hesen Axa û xwenga wî bidînim.”

 

Postê canê wî yê qemer wek komirê reş bûbû.

 

“Çima?”

 

“Xwengê û Hesen Axa ji min xwestibûn ez Cem werînim, min wî anî.”

 

Milîsê kor ê şeqetir serê xwe leqand û got; “Rast e.”

 

Leşkerê dirêj ê ser biçûk got; “Hûn li vêderê bisekinin. Ez ê bi Xwengê re hevdîtin çêkim.”

 

Dema di derenceya ji textan çêkirî de bi jor diket weke sûtên kuçeyê lingê xwe li textikan dixistin û dikirin terpaterp.

 

*

 

Dema pê hesiyam ku mîralayekî min daxwaz dike nizanibûm çi bikim. Çi karê mîralayekî bi min hebû? Gelo yekî min îxbarê wî kiribû? Ez fikirîm lê min encameke bi mentiq bi dest nexist. Ev nediyarî zêdetir min qirqiland û tirisa li ser min zêde kir. Gelo, min û dê û xwişka min ji bo kuştinê anîbûn? Ev fikir wek êşek tûj ket nav damarên min, tê de çû hat û min hişkobiringo kir; hindik mabû bikevim erdê bimrim. Ji bo mirinê hê ez ciwan bûm, min hê nû jiyanê naskiribû û ez ê bimiriyam. Ev neheqî bû. Ji bo min bikujin tu sedemekê tune bû. Heta niha min zerarê nedabû tu kesan. Niha min ê çi bikira? Min li derdora xwe mêze kir. Gelo şensekî min ê xilaskirinê hebûn ku ez birevim? Di nav ewqas leşker û milîsan de tu şensekî min ê xilaskirinê tune bû. Hê min çend gavan neavêta dê min bikujtan.

 

Ehmed li min nihêrî û bi devkenîn got; “Çi bû bi te Cem? Rengê te çû."

 

“Netirse.”

 

“Hûnê me bikujin?”

 

“Na.”

 

“Tu hevalê bavê min bûn, ji min re rastiyê bêje.”

 

Destê xwe da ser pêlê min û got; “Mêze ke Cem, ez jî nizanim çima bangî we kirin lê ne bawerim we bikujin.” “Tenê ji me xwestin em we bi saxî bînin.”

 

Ev gotinên Ehmed parî min rihet kirin. Bi bîstek şûnda leşkerê ku ketibû qonaxê derket der. Destê xwe bi aliyê min de kir û got; “Tu were”

 

Ehmed got; “Ez jî werim?”

 

“Na.”

 

Milîsê kor got; “Ya ez?”

 

“Na, divê hûn li vêderê bisekinin.”

 

Dema di derenceyê de dadiketim jor çongê min dileriziyan.

 

Beriya min bikin hundirê qonaxê, nobedarên li bin holikê bûn, ji serî heta binî min hul û cil kirin. Dema ketim hundirê qonaxê Hesen Axayê li kêleka mîralay rûniştî ji ser sedrê hindav da xwe û rabû ser piya; Hesen Axa, yekî nîvbejnî û ser mezin bû. Serê simêlê xwe yê spî û dirêj weke derziyê bi jor da tûjik kiribû. Rûçikê wî yê qemer çiqirî bû, çavên wî ji rengê hingiv û biçûk bûn. Birûyê wî yê gurr û bi hevdû ve weke şewqeyê serçavê wî girtibû.

 

Li min nihêrî û bi devkenîn got; “Bi xêr hatî Cem;” yek ji diranên wî yê jorîn zêrhelî bû.

 

Min serê xwe hêdîka xwar kir û kir pistepist; “Nav xêrê de bî.” Min bi xwe jî dengê xwe nebihîst.

 

Mîralay, ji ser sedrê rabû, ber bi min ve meşiya û got; “Ev hê zarok e!” Miradê wî di ber de ma. Mîralay, yekê qama wî dirêj û ziravik bû. Li dora pêncî pêncî û pênc salan bû. Yekî zerik ê sûreta wî deqdeqo, çavên wî kesk bû.

 

“Li temenî wê mêze nekin ezbenî. Hûn di vî welatî de bi ser wî de nîşanger nabînin.”

 

“Di vî emrî de nîşangeriyê li ku fêr bû ye?”

 

“Bi Silêmanê bazirgan re digere û pê re dixebite, Silo ew fêrî sekvaniyê kiriye ezbenî.”

 

Mîralay li rûyê min nihêrî û got; “Raste Cem?”

 

Bi dengekî nizim min got: “Erê, rast e.”

 

Bi rastî, ji bo Hesen Axa behsa nîşangeriya min ji mîralay re kiribû ez aciz bûm. Ev mirovê bobelat piştî felaketên nedîtî anîbûn serê bavê min, vê carê dikirin serê min bike belayê.

 

“Tu bi tirkî dizanî Cem?”

 

“Erê.”

 

“Dizanî binivîsî û bixwînî?”

 

“Erê.”

 

“Baş e. Tu xwendin û nivîsandinê li ku fêr bûyî?”

 

“Min li medreseyê perwedehî dît ezbenî.”

 

“Tu çend salîn î Cem?”

 

“Hijdeh salî me.”

 

“Hesen Axa got, tu nîşangerekî baş î. Bi rastî jî tu nîşangerekî baş î?”

 

“Ez ne nîşangerekî başim ezbenî. Hesen Axa pir çirandî ye.”

 

Hesen Axa ket navberê û got; “Dilnizm tevdigere ezbenî.” “Di çarsed pênçsed metreyî de gule di qula derziyê de derbas dike.”

 

Mîralay got; “Ciwanbûniya wî pêşwendiyeke girîng e. Dê bala kesî nakêşîne.” Rûçikê wî yê çiqirandî bi awayekî şanazî vebû, çavên wî yê kesk weke terafa agir di nav xweliya kuçikê de biriqîn. Li hemberî min rûnişt û ji serî heta binî min pîva. Weke keçikek xwazgîniyê wê werin sor û sorçiko bûm; ji rûyê min xwêdanê dikir xwarê.

 

Mîralay kir pistînî û got: “Zirara ceribandinê tune.”

 

Bi guregura ezman re bêdeng bû, di bacê de li der nihêrî. Ji ber gurrêniya ewr qonax weke bêşîka dergûşê hejiya. Niha baran bi dijwarî dibariya. Çîkên barana bi dijwarî dibariya li diyar û camê qonaxê diketin, ba û bagera bi baranê re dihatin difîkandin û darên di bexçe de virda û wêda dihejandin. Di wê kêliyê de kevokek min di ber şibakê de derbas bû û min xwe nêzîkê şibakê da. Ava baranê ya di camê şibakê de dihat xwarê dîtina min a derve asteng dikir. Di wê navberê de zirrîna kerekî li nav gund û dengê guregura ezman tevlihev bû. Hê jî min fêm nekiribû bê ka ji bo çi min û dê û xwişka min anîbûn. Difikiriyam, lê min encamekî bi dest nefixist. Gelo dê bi zorê min jî wek bavê min bikiran milîs? Ev fikir, min dîn dikir. Na, berdêl çi dibe bila bibe, min ê milîsiyê qebûl nekira. Di vê mijarê de bi biryar bûm.

 

Piştî guregura ezman qediya mîralay got; “Tu dizanî ji bo çi me te anî ye vêderê Cem?”

 

“Na.”

 

“Başe, tu texmîn nakî?”

 

“Na. Tu çi ji me dixwazî? We çi kir bi dê û xwişka min?”

 

Hesen Axa got; “Dayîka te û xwişka te başin Cem. Wan mereq neke. Vêga li gund mêvanê me ne.”

 

Mîralay diranê xwe qîc kir, mizmizî û got; “Tu ji dê û xwişka xwe hesdikî?”

 

Bi awayek hêrsok min axaftina mîralay birî û ez qîriyam; “Ji wan pir hesdikim.” Min bi zanatî wisa kir. Bertekek refleksî bû.

 

Mîralay got; “Heke tu ji dê û xwişka xwe hesdikî dê ji me re alîkar bî û bi me re bixebitî.”

 

Hat pêşiya min li ser piya sekinî û li sûreta min nihêrî, hema hema poza wî li poza min diketin. Di bin çavên wî yê nermik ê dikeniyan de min dilhişkî û dilneşewatiyê didît. Di nav xwêdanê da, postê wî yê zerik sor û sorçiko bûbû.

 

“Dixwazî çi bikim?”

 

Mîralay got; “Tê yekî bikujî!” Ewqas rihet digot ku yekî nizanibe dê bigot qey dibêje, ji bexçe kîloyek sêv berhev bike bîne.

 

Min xwe bi qasî çend gavan dûrî mîralay da û qîriyam; “Ez nikarim kesî bikujim!”

 

Bi dîtina nêrînên wî yê dijwar ê weke nêrînên teyrêbaz bibiryar, ez tirsiyam. A rastî bêhemdî ez qîriyam û paşve kişiyabûm; xwesteka mîralay a kuştina yekî min şoke kiribû; bêhemdî min xwe dûr dabû û qîriya bûm. Çend deqeyan şûnda poşman bûm. Mîralay, ji min re çi bêje divê bi ya wî bikim, wî hêrs nekim. Bi hêrsbûna mîralay dizanibûm dê çi felaket bînin serê dê û xwişka min. Li ser vê erdnîgariyê qîmeta tu însanan tune bûn; her tişt di nav lêvê rêveberekî de bû. Bi rewşê dizanibûm, ji felaketên dihatin serê însanên derdorê jî agahdar bûm.

 

Digel her tiştî min ê kuştina kesekî qebûl nekira. Di ber xwe de min got; “Ez nikarim yekî bikujim, na ez nikarim bikujim!” û ber bi şibakê ve meşiyam. Kevokên min dizanibûn ez di qonaxê de me, lewra jî digel dijwariya baranê dihatin di ber şibaka odeya tê de bûm dikirin çîveçîv û difiriyan.

 

Mîralay, gotinên xwe di devê xwe de jidand û got; “Ez ê bi te re vegirî û eşkere biaxivim Cem. Ya dê tu bikujî, ya jî tê bî kuştin. Alternatîfeke te ya din tune ye!”

 

Nêzîkê min bû, stûyê min kir nav pêçiyê xwe û bi nêrînên xwe xwest bandora destgiriyê li ser min çêbike.

 

“Min bikujin fermandarê min! Ez nikarim yekî bikujim!”

 

Hesen Axa kete navê û got; “Dê tu bikujî Cem!”

 

“Ev erkê welatperweriyê ye.”

 

“Ez nikarim însanekî bikujim! Min bikujin!”

 

“Em ê ewilî dê û xwişka te bikujin, piştre te!”

 

“Dê û xwişka min çi kirine bi we ku hûn wan dikujin?”

 

“Wan tiştekî bi me nekirine Cem. Ne em, tu wan dikujî. Welatê me di xetereyê de ye. Ji bo rizgarkirinê û yekîtiyê em peywirekî didin te, tu jî ev peywira pîroz a em didin te qebûl nakî. Ev ji welat re xiyanet e. Cezayê vî sûcî mirin e. Tu lawê ew bavê welatperwer ê ku pênc salan ji Alayên Hemîdiyê re milîsî kiriye. Çawa erkê ku dewlet bide te tu red dikî? Heke bavê te bi vê bihesiya dê ji qehran bimira. Tu jî wek bavê xwe wêrek be, welatperwer be, bavê te qehremanekî bû.”

 

“Bavê min kujerek bû ezbenî. Ji ber qetl û qitûlên kiribû wijdana wî nerihet bû lewra xwe kuşt.”

 

Hesen Axa qîriya ser min û got; “Tewşomewşo xeber nede Cem. Bavê te qehramanek bû. Carek din ji devê te gotinên wisa nebihîzim!”

 

Sûreta wî şipşîn bûbû, çavên wî ji çalikên xwe der hatibûn. Min ferq kir ku weke gaboxeyek rengê sor bidîne dîn û har bûye ez bêdeng bûm û sekinîm.

 

Ez dizanibûm bavê min ne qehreman bûn. Lê di vê mijarê de nîqaşa pê re bêfeyde bû; yê ku niha min teşvîkê kuştina mirovekî dikirin, Hesen Axayê ku bavê min jî mecbûrî kuştina însanan kiribû. Ewqas bêçare bûm, ji fediya nedibûna min ê rûnîbikira û bigiriyam. Behsa kuştina dê û xwişka min dikirin. Ez dizanibûm dê vê pêk bianiyana. Camêran bi biryar û ji dil bûn. Tirsa min ew bû ku heke tiştekî wisa bikin dê yek tune be hesabê ji wan bipirse, bi vê jî dizanibûm û tirsa min zêde dibû.

 

Mîralay got; “Tê gotina me bikî?”

 

Ez nizanibûm bê ka çawa bersivê bidim mîralay. Min, çend deqeyan li barîna baranê temaşekir û fikirîm. Dizanibûm, ji bo biryarê zêde dema min tune bû. Di wê kêliyê de xwekuştina bavê min a li pêşiya eliyê hat bîra min, wekî wê kêliyê lerizîm. Gule, li binê çeneya bavê min de ketibû, qaqotika serê wî perçe kiribû, çûbû di qurmê dara mazî de giç bûbû. Porê wî, postê serê wî, goşt û mejiyê wî li hawirdorê belav bûbû. Sûreta wî nedihat naskirin. Te digot qey hemû xwîna canê wî li erdê rijiya ye. Çaqa wî ya rastê ketibû binê zikê wî. Qefleya mêş, moz û zerqetikan li ser cesedê wî kom bûbûn.

 

Mîralay got; "Milîsan agahdar bikin, bila dê û xwişka Cem werînin vêderê."

 

Hesen Axa got; “Temam fermandarê min.”

 

Weke tiştekî ji hundirê min derxînin min got: “Hunê çima dê û xwişka min werînin vêderê?”

“Em ê wan bikujin!”

 

“Mekin!”

 

Bi vekirina derî re ku Hesen Axa bang li “Nobedar” kir, çokê min şikiyan. Herî dawî min bi dîwar girt û neketim erdê.

 

“Hûn dixwazin kî bikujim?”

 

Hesen Axa, got; “Haa wisa aqilî be, ne xwe xemgîn bike ne jî me aciz bike, derî girt û hat rex Mîralay.

 

Sûreta ku bîstek bêrê mirûz bû niha rûken bûbû û dikeniya. Bi destê xwe yê rastê xincera dûvzîv a di ber şûtika li nava wî lefandî de veşartî girtibû. Tam xwe xwarê binê guhê miralay kir ku jê re tiştekî bêje bi awayekî metirsî guregur bi ezman ket. Hesen Axa, weke gule lê bikeve ji cihê xwe bilind firiya. Dengê ezman bi dirêjahî olan da, camên qonaxê kirin zingezing û lerizîn.

 

“Hûn dixwazin ez kî bikujim?”

 

Mîralay got; “Em dixwazin tu Şêx Seîd bikujî.”

 

Ez qîriyam; “Ooo!..“ Devê min vekirî ma. Ez nizanibûm çi bêjim. Şêx Seîdê ku dixwestin wî bikujim salekî berê li hala heywanan a Çewlikê min ew dîtibû. Li dora wî bi sedan însan hebûn. Silêmanê bazirgan, Şêx Seîd bi min nîşan dabû û gotibû; “Şêxê Tarîqata Neqşebendî Şêx Seîd e. Camêrekî pir navdar e.”

 

Şêx Seîd, hatibû gel mêşinên me yê ku ji bo firotinê me anîbû bazara heywanan, destê xwe di serê min de dabû, porê min firikandibû û gotibû; “Navê te çi ye?” Gava min navê xwe jê re gotibû, ew xwedana ku bi ser min ketibû qet ji bîra min neçûbû. Bi ev şêxê ku Kurdan jê rê rêz digirtin, jê hesdikirin û di oxira wî de diçûn mirinê wisa hatibûm nasîn. Niha jî Mîralay ji min dixwestin ez ew şêx bikujim. Başe, gelo çima dixwestin ew şêx bikujin?

 

Mîralay got; “Tu Şêx Seîd nasdikî Cem?”

 

“Erê. Min Şêx Seîd sala par li bazara heywanan a Çewlikê dîtibû. Li derdora wî bi sedan însan hebûn.”

 

“Niha tu wî bidînî nasdikî?”

 

“Erê nasdikim.”

 

Mîralay, li Hesen Axa mêze kir, keniya û mizmizand; “Pir baş e, pir baş e.”

 

“Dê ev bi ser bikeve.”

 

“Ez jî wisa difikirim, Cem, ciwanekî wêrek û welatparêz e.”

 

“Hûn çima dixwazin Şêx Seîd bikujin?”

 

Mîralay got; “Ez dizanibûm dê ev pirsê bikî Cem.”

 

Weke teyrekî dirrinde li dora belatekî baskan biçirpîne hemêza xwe vekiribû û bi kêfxweşî di dora min de diçû û dihat. Piştre çû ber xalîçeya li dîwar daliqandî û bi pêçiyên xwe wê firikand. Pişta wî bi min da bû û dest bi axaftinê kir.

 

“Şêx Seîd xiyanetkar e, dixwaze welatê me perçe bike û dewletekî Kurd ava bike; Şêx Seîd û hevalên wî bi navê Azadî rêxistineke veşarî ava kirine û di nav amadekariya raperîn û serhildanê de ne. Dewlet wan dişopîne; me beriya demekê kin sergerdeyê rêxistina Azadî, serokeşîrê eşîra Cîbranî Mîralay Xalid, Ûsiv, Ziya, Hecî, Mûsa û bîst endamên rêxistinê li Erzeromê girt sewqî dozgeriya leşkerî ya Bilîsê kir. Ji bona Şêx Seîd jî me tezkereya girtinê derxist. Hindik mabû em Şêx Seîd bigrin, lê ji destê me xilas bû. Her çiqas Şêx Seîd serokê rêxistinê nebe jî, weke serokê Tarîqata Neqşebendî di nav Kurdan de gelek bandora wî heye û tê teqdîrkirin. Divê em gaveke zûtir dengê wî bitepisînin. Heke em Şêx Seîd tune nekin ew ê di demên pêş de ji bo me bibe xeteriyekî mezin .”

 

Min axaftina mîralay birî û got; “Çima hûn bi leşkeran Şêx Seîd nadin kuştin?”

 

“Şêx Seîd, serokek oldar ê Tarîqata Neqşebendî ye; ev terîqat di nav Kurdan da pir berbelav û xurt e. Em naxwazin bi leşkeran ew bidin kuştinê û gel bikin dijminê xwe. Divê ev kar bi yekî sivîl bê kirin, siyaseta herî rast ev e ku Şêx Seîd di qurimtiyê de bê kuştin. Heke leşker ew bikujin dê bibe qehreman, her dem bibe pirsgirêk û derkeve pêşiya me. Te min fêm kir?”

 

“Erê, min fêm kir.”

 

“Tu yê Şêx Seîd bikujî?”

 

Bi awayekî xemgîn min got; “Qey ji bilî kuştina Şêx Seîd alternafîkekî min heye?”

 

“Na. Welat erkê kuştina Şêx Seîd daye te. Divê tu ev erkê xwe bi serkeftî werînî cih. Piştî ku tu bi ser ketî dê dewlet sed heb zêr û li ku bixwazî li wir araziyeke mezin bide te.

 

Heta ku tu bijî dê dewlet te biparêze û dê hetanî mirinê jî miaşê te bide. Bi kurtasî şens û fersend hatiye ber lingê te.”

 

Min got; “Divê ez vî karî kengê bikim?”

 

Pêveberdanên ku mîralay pêşniyar dikirin di xema min de nebûn. Jixwe ez bi van gotinên wî jî ne bawer bûm. Derdê min dê û xwişka min bû; min digot ez ê wan çawa ji kuştinê xilas bikim.

 

“Piştî girtina serokê rêxistina Azadî Mîralay Xalid, Şêx Seîd di nav tevgerê de ye. Digere, xelkê fît dike, dixwaze wan li hemberî dewletê bi rêxistin bike. Dewlet gav bi gav li dû ye ew dişopîne. Li gor îstîxbarata me girt Şêx Seîd, dê sibe biçe gundê Madragê. Tu yê beriya wî biçî gundê Madragê, li cihek asayî bikevî kemînê û li benda hatina Şêx Seîd bisekinî; bi têketina wî ya nav gund re tu yê pê ve bidî. Ji bîr neke, divê di guleyê ewilî de tu wî bikujî. Çimkî bi awayekî baş tê parastin, dibe şensekî te yê guleyê dudûyan çênebe. Te min fêm kir Cem?"

 

“Min fêm kir. Lê çeka min tune.”

 

Hesen Axa got; “Mereq neke Cem. Plansaziya her tiştî hatiye kirin. Dê çekekî nû, rextekî tije gule û dûrbînekî nû bidin te. Her tişt amade ye û li benda te ye.”

 

“Te gundê Madragê dîtiye Cem?”

 

“Erê, dema me dewaran biribû Mûşê em du caran di ew gund de derbas bûbûn.”

 

“Tu rê dizanî?”

 

“Erê, ez rê dizanim.”

 

“Tu yê di çend seetan de biçî?”

 

Piştî fikirandina qasekî min got; “Di heft heşt seetan de ez ê biçim”

 

“Wê çaxê piştî nîvroyê bikevî rê destê sibehê tu digîjî gundê Madragê?”

 

“Erê, heke pirsgirêkek dernekeve di wan seetan de ez ê bigîjim gundê Madragê.”

 

Mîralay got; “Eferim ji te re Cem. Tu vî erkê xwe pêk bîne û heta dawiya emrê xwe di rihetiyê de bijî.”

 

“Heke Şêx Seîd neyê gundê Madragê, ez ê çawa bikim?”

 

“Erê Cem, tu mafdar î. Pirî caran Şêx ji bona xapandinê naçe cihê diyarkirî. Di demên dawî de bênavber vê teqtîkê bikartîne. Camêreke zana û aqilmend e! Herhalde dizanê em ê jê re sûîqestê bikin. Lewra jî pir bi baldarî tevdigere, tê parastin, li derdora wî bi sedan nîşanger û kesên wêrek civiyan e. Tu heta rojavayî li bendê bisekine, heke nehat gund, tu vegere, te fêm kir?”

 

“Erê. Li dê û xwişka min baş mêze kin.”

 

Mîralay; “Mereq neke Cem, dê li dê û xwişka te baş bê mêzekirin. Dibînî, gavek nema bû ez ji bîr bikim. Ji bo parastina te ya ji leşker belgeyek taybet hatiye amadekirin. Dema tu ev belgeyê bi leşker nîşan bidî dê li hember te bikevin rawesta amadehiyê. Çimkî di vê belgeyê de hatiye diyarkirin ku tu ji bo karekî pir girîng û veşarî hatî peywirdarkirin, lewra jî divê hemû yekîneyên leşkerî ji te re alîkar bibin. Bi kurtasî ji niha û şûnda tu kesekî pir nestêle û navdar î." Piştre bi ser Hesen Axa de zivirî: “Hesen Axa, ew belgeya hatibû amadekirin bide Cem.”

 

 

 

Hesen Axa, ji cêba şalwarê xwe kaxizekî di nav muşembeya findkirî de hatibû pêçandinê derxist da min.

 

“Ev ê belgeyê baş biparêze. Heta dikarî wenda neke. Çimkî dê pir kêrî te bê.”

 

Wexta min kaxiz ji Hesen Axa girt kir bêrika xwe, te digot qey marekî jehrî dikimê, hesteke neyînî bi min re çêbû. Ez derbasî ber şibakê bûm û min baskek xwe vekir, dirêj dirêj fîkiyam. Bîstek şûnda hemû kevokên min li pêşiya şibakê civiyan.

 

Mîralay; “Ev çi ne?”

 

“Kevokê min in.”

 

“Tu kevokan xwedî dikî?”

 

“Erê.”

 

Hesen Axa; “Çend heb in?”

 

“Sêzdeh.”

 

“Yê Husên nêzîkê sed heb kevokê wî hene. Çend rojan berê yek jê mir, camêr heta êvarê ji bo kevoka xwe giriya. Ev jî cûreyek nexweşiyê ye.”

 

“Ez dikarim kevokan bigrim hundir?”

 

Hesen Axa; “Na, lê tu dikarî di bexçe de êm bidî wan.”

 

Dema roj, di nav ewrên reş û tarî yên girtibû ser lûtkeya çiyayên Çewlikê yên bi berfê pêçandî de wenda dibû ez ji gundê xwe gelek dûr ketibûm. Şiverêya ku tê dimeşiyam di pişta çiyayan de carna serberjêr, carna berbijor, carna di newalên kûr û fireh de, carna di hevraz û kendalên bê ser û bin de teng dibûn, rê nedidan derbas bibim; tewra hinek cih hebûn ji bilî kulmek ewr ti tiştek nedihat dîtin. Di kêliyên wisa de, tenêtiyeke ecêb û tirsa tunebûnê min vediciniqandin, difetisandin. Ji bona kes min nedîne, heta pêkan bûna di daristanan, mêrg û zevî û di dûlêr û hendefan de dimeşiyam. Ji bona ez dizanibûm erkê min erkeke xeternak e, bi baldarî tevdigeriyam. Divê tu kesî min nedîtan û min Şêx Seîd bikujtan û vegeriyam. Ji aliyekî de dimeşiyam ji aliyekî de difikiriyam. Emrê min biçûk bûn, lê mîralay çima erkê kuştina Şêx Seîd dabû Kurdekî Elewî ez dizanibûm. Mîralay, dê lêlê bikiran lolo lê bihatan; hem dê Şêx Seîd bida kuştin, hem dê eşîrên Kurd ên Elewî û Sunnî bi sedsalan bikira dijminê hev û rê li pêşiya yekîtiya wan bigirta.

 

Ev plana mîralay a bi awayekî dahî, ji min re pir tirsnak dihat. Di rûçikê min de, bi salan dê însanan hevdû bikujtan. Her ku ez vê difikiriyam xwîna min di damarên min de dicemidî, lingê min bi mi re nedikişiyan. Ev çûyîna min, dê bibûna destpêka pevçûnekî û sebebê kuştina ne tenê kesekî, kuştina bi sedan kesan. Lewra jî tengezar dibûm û dikirin biteqiyam. Ji destpêka ketina min a rê de baranê navberekî biçûk dabû, lê ewrên reş û tarî ezman girtibûn, dihevde diçûn û berfireh dibûn, dikirin guregur û uf û kuf, dengên tirsnak derdixistin û xwezaya xir û xalî dikirin tenganiyê. Roj çûbû ava, lê ewrên bi ser çiyayên Çewlikê de girtibûn weke rengê zer ê zêrê dibiriqiyan. Tarîtiyê, weke hebûna sirdarek reş hêdî hêdî xwezayê dinixumand û dipêçandin. Dengê bayê di nav daristanê de weke bibeze li zinar û daran diqelibiya û dengên ecêb û sosret derdixistin; ba, carna weke gurên birçî dizûriyan, carna weke bûkek evîndar bi eşq dikirin miremir, carna weke dêwekî ji bo tunekirina rûyê erdê were dikirin nirînî. Her çiqas ez dizanibûm ev dengên xerîb û derasayî ji ber bayê dihatin jî ditirsiyam, min bi çar çavan li derdora xwe guhdarî û bêhn dikir û dimeşiyam. Weke pizan şilopilo bûbûm; ji her derê min av diniqutiyan. Diqerisiyam. Her ku şev diqeriyan hewa zêdetir sar dibû, ba bêtir dihat, lê min ne sermayê, ne aciziyê, ne jî bêxewiyê hîsdikirin. Demekê piştre bi rêveçûnê ez ketim nav xeyalan. Wê kêliyê ez hebûm, an tunebûm nizanim. Bi tevahî ez li ser Şêx Seîd kûr bûbûm. Êdî tu tiştekî di xema min de nebû. Ne barîna baranê, ne qerbûna şevê, ne bayê weke bûzê ku dengên ecêb derdixistin, ne dengê zîrezûra guran... Tu tiştekî di xema min de nebûn. Weke kidûnekî şereba Xarpêtê vexwim. Xwezî bimiryam neketama vî hal î.

 

Min dikir nedikir ev çûyîna ji bo kuştina însanekî min qebûl nedikir, dilê min dikirin xwe bixwe. Ez têk çûbûm. Xirabiyê min jî têk biribû. Hesen Axa û leşkerên ku bavê min kiribû milîsê Alayên Hemîdiyê êdî min jî kiribûn bin fermana xwe. Ez diçûm ji bo kuştina Şêx Seîdê ku tu zerareke wî ji min re çênebûbû. Dibe ku baweriyên min cuda bin lê ez Kurd bûm. Weke her însanên li ser vê erdnîgariyê min jî êş dikişandin, çand û ziman û baweriyên xwe azad nedijiyam. Temenê min biçûk bû, lê ez vana hemû ji Silêmanê bazirgan fêr bûbûm. Ez pê hesiyabûm ku Şêx Seîd hewl dide van pirsgirêkan çareser bike. Ji ber vê yekê ev demekî dirêj bû bi awayekî veşartî eleqeyekî min û heskirina min jê re çêbûbû. Ez ê çawa bikaribûma Şêx Seîd bikujim? Min bawer nedikir ez vê pêk bînim. Lewra jî, xemgîn dibûm, dê û xwişka xwe difikiriyam û bi kuştina Şêx Seîd min dixwestin xwe mafdar bidînim û dengê dilê xwe ye serhildêr min ditepisandin. Xwe bi xwe di nav lêpirsîn û şerekî hestiyarî de dimeşiyam. Ewqas di xwe ve çûbûm ku ez nizanibûm di ku derê de û bi çi qaydeyî dimeşim. Weke pelek ji ber virtone û tofanê bifire, hestên xweajoyî min girtibûn dikişkişandin. Bi xwe dîtina li nav xirabeyên gundekî mezin, ji dinyaya xewn û xeyalên têde bûm şiyar bûm. Ez pê hesiyabûm ev gund, gundekî Ermeniyan e û navê gund Axdat e. Her çiqas bêbawer be jî, Silêmanê bazirgan bi xwe jî nexwestibû em bi şevê di ev gundê hanê de derbas bibin. Çimkî digotin, bi qerbûna şevê re xeyaletên însanên vî gundî yên hatine kuştin di nav xirabeyan de digerin. Bi sedan însan hebûn sond dixwarin ku di nav xirabeyan de xeyaletên wan dîtine. Qet ji bîr nakim, dema ez panzdeh salî bûm, xalê dêya min carek hatibû mala me mêvaniyê û behs kiribû. Ew şev ez ranezabûm û ji tirsan min bi xwe de kiribû. Têkildarî van xeyaletan tişt nemabû min bihîstibû ku bi şevê di nav xirabeyan de derdikevin...

 

Bi şewat û xirakirinê dîwarên xaniyan bi ser hev de ketibûn, di nav xirabeyan de hin tepikên biçûk çêbûbûn û darên maz, hevris û dehlan qam avêtibûn. Di nav gund de cobarekî derdora wî bi dehl, bî, narewan gûz, sêv, hirmî, qeysî, hêjîr û tûyan pêçayî hebû. Xirabeyên dêrê ku li lêvê cobar bû di tarîtiya şevê de weke dêw xuya dikir. Dibe ku sedema ev dîmenê hanê, dara biyê ya ku di gewdeyê wê de şaxorek mezin çêbûbû û wek sîwanê guliyê wê vebûbû be. Tawana dêrê hilweşiya bû, lê her kevira wê ji dil û bi hostayî hatibû çêkirin, bi nexşên gul û xaçê hatibû xemilîn û dîwarên wê yê fireh hê li ser piya bû. Bi tirs û hof ez nêzîke xirabeyên dêrê bûm. Her çiqas şil bibim, ji serma biricifim jî, min xwêdanê dabû. Bi hatina dengekî ji nav xirabeyan, weke dilê min jê be û bikeve hundirê min. Min xwest birevim, lê nikaribûm birevim. Wisa li cihê xwe asê mam, bûm kevir. Min hew dît keroşkek û pênc çêlê wê ji nav xirabeyan derketin, bi dîtina wan ez parî rihet bûm. Keroşk û çêlê xwe çend deqeyan li min nihêrîn û reviyan di newalê de wenda bûn. Ev cobarê ku berjêr hindik xwar diherikiyan, di vê şeva qer, bêdeng û xir û xalî de te digot qey ji xirabeyan re klamekî hewariyê miremir dikirin. Çend deqeyan li pêşiya dêrê li ser piya sekinîm, min ji xwe lê mêze kir û fikirîm. Demekê li ev gund bi hezaran Ermenî dijiyan, dixebitîn, çêdikirin, hesdikirin, dihonandin; hêviyê wan, xeyalê wan, eşqê wan, fikrê wan, urf û adet û baweriyê wan hebûn. Demekê li vêderê jiyanek hebû. Niha ji wê jiyanê tenê xirabe mabûn. Gelo, dema van însanan kuştin bavê min jî bi wan re bû? Gelo, bi rastî jî her şevê xeyaletên miriyên vî gundî di nav xirabeyan de digeriyan? Van pirsan min tirsandin, hilweşandin. Divê gaveke zû ji vêderê derkevim. Min li derdora xwe mêze kir. Di nav xirabeyên hema li hember min de dareke dirêj a narewanê hebû. Min got qey li bin darê qeretûnekî xuya kir.

 

Tirsekî sar di damarên min de çû hat û min hejand. Ev çi bûn gelo? Ew qeretûne û reşahî mezin bû û hêdî hêdî tevgeriya. Ya min didît rastî bûn gelo? Min dest bi rêve kir, seriyo bi qurbana lingan bî. Reviyam û reviyam, te digot qey niha bi hezaran pîrebok û şevreşk bi dû min ketin e. Qîrîna wan çingînî ji guhê min dibirin. Piştî seetekî şûnda ku sekinîm xirabe gelek ji para ve mabûn. Ne spêle ne pîrebok ne jî ew dengê wan ê bêhna min teng kiribû dihatin. Ez pir westiyabûm; qelbê min dikirin ji qefesa singê min derkeve der. Min nefes nedigirtin. Ew tiştê ku li nav xirabe û xirban min dît çibûn gelo? Gelo hirçekî bûn, gelo şevreşk û spêleyên bi sedan însanan pê behsdikirin, an guliyê darekê bû bi bayê dileqiya bûn? Li bin darekî mazî li ser erda şil, bi ser piştê dirêj ketim; min çek û heqîba xwe kir bin serê xwe. Kûr kûr min nefes girt û da. Li nêzîkê min, di nav daristana tarî de dengekî dihat. Dengê lingê heywaneke çiyayî û kûvî bû. Demekî min guhdarî kir, piştre min li heyva ku weke lembeya bi qazaxiyê li pişt perdeyên tûl vêketî be di pişt ewran de diniziliyan min temaşe kir. Hinek bêtir li jor bi zûrezûra du guran re ji cihê xwe rabûm, min çeka xwe girt, pişta xwe da dara mazî û weke heywanekî kûvî ya derkeve nêçîrê min bêhna şevê û tarîtiyê girt. Bayê bêhna axê, avê, kulîlkan û pelên rizandî didan. Bi çîk avêtina barana bi bayê re destpêkir ez meşiyam. Min ji heqîba xwe felqekî bastêxê derxist ku bixwim, lê di qirika min de neçû xwarê; te digot qey qirika min xitimî ye.

 

Ewqas bextreş, ewqas bêçare bûm, min dikirin kûrekûr bigrîm. Bîstek şûnda barîna baranê dijwar bû. Daristana tê de dimeşiyam bi dengê baranê re dikir vizînî û orînî jê diçû, newal û rûbarên hawirdorê bi ava laserê re tije bûbûn û xwişaxwiş dikirin. Niha guran nêzîktirê min dikirin zûrazûr. Car caran difikiriyam, min digot qey hema li pay min in.

 

Heta çend caran min got qey guran ji para ve êrişê min kirin, ez derketim ser darên mazî. Pirî caran bi Silêmanê bazirganê dewaran re bi şevê meşiyabûm. Wan çaxan jî tirsiyabûm lê tiştên vê carê ez jiyabûm di tu rêwîtiyekê de nejiyabûm. Ez nesekinîm, meşiyam. Piştî rêwîtiyeke dijwar ji sibehê re du seet mabû ez gihaştim zinarên jorê gundê Madragê. (Gundê Madragê li ser navenda Çewlikê ye.) Hal di min de nemabû. Ji her derê min avê dikirin xwarê, bi boneya sermayê weke canê min xwe bispêre agir dişewitiya û pûrtê canê min gijgij dibû. Te digot qey ji çar aliyan de derzî û şûjin di canê min de diçin. Şikefta min xwe spartibûnê biçûk bû, lê ji dijwariya baranê û vîzevîza bayê min diparastin. Te digot qey ezman qelişiyê, bi kurtenavber birûskan diavêtin, tarîtiyê ronahî dikir û bi dengekî tirsnak şevê dihejandin. Min heqîb û çêka xwe, rextê fişekan û dûrbîna xwe bi dîwarê şikeftê ve daliqand û xwe çipuryan kir cilê xwe esirand û piştre li xwe kir. Li devê deriyê şikeftê sekinîm û min li gundê Madragê ku bi qasî çarsed pêncsed metre li jêr bû guhdarî û temaşe kir. Tarîtiyê gund quritandibû. Li gund tu nîşaneya jiyanê tunebû. Car caran kûçik û se direhiyan dikirin ewtênî, lê dengê wan di nav dengê ezman, baran û bayê de wenda dibûn diçûn. Şêx Seîd ket bîra min ez fikirîm. Bi destpêka rojê re min dia kir ku neyê gund. Halbûkî ev demeke dirêj bû min qet dia nekiribû. Ewqas di rewşeke bêçare de bûm, ji bilî diayê tu tiştekî bikim û bifikirim tune bûn. Bîstek şûnda weke zarokek bê biçûkxistin, kêmî xwe were dîtin kûrekûr giriyam. Wisa di xewê ve çûbûm.

 

Niha li malê me. Nizanim, şeve an roj e? Lê, mala me şevereş û zilûmat e. Ji nîşka ve ronahiyeke birqok a çav li ber venedibû girt nava mala me. Sindoqa ku çeka bavê min tê de veşartî vedibû û mirî jê derdiketin; bi hezaran mirî; hinek jê serê wan, hinek gewdeyê wan, hinek qolê wan, hinek çaqê wan; hinek jê rodiyên wan hatibûn der, hinek jê weke laserê hêstir dibarandin, hinek jê dikirin zarezar, hinek jê qajînî pê diketin dilê însan pê perçe dibû... Li ber xwe nadim û bi qîreqîr dest bi revê dikim...

 

Dema bi xwe hesiyam canê min diricifiyan. Dengê zirîna kerekî li nav gund dihat min. Rabûm ser piya, êdî rojê xwezayê ronî dikirin. Baran sekinî bû, ax, giya, dar û devî û zinar bi barana bi şevê barî bû re têrpaqij bûbûn û dibiriqiyan. Te digot qey yekî bi şevê xwezayê bi rûnê teze şûştî ye. Tîrêjên rojê, rûyê erdê bi cimbûşa rengan xemilandibû. Gundê ku bi şevê wek mirî bêdeng bû, êdî zindî bûbû, weke qoşikekî kîsoyê girtibûn berpalên çiyayê Çewlikê, malên biçûk weke kuwarên mêşan derketibûn der, însan û heywan vereşiya bûn. Bizin, mêşin û garana pez û dewarên gund li qûntara tepikê darên mazî belav bûbûn. Min nîskokên dûrbînê paqij kir û dest bi temaşekirina tepikên derdora gund girtibû kir. Li gund, liv û tevgereke derasayî tunebû. Weke li her gundî rojekê ji rojên rêzê bûn. Bi vê kêfxweş û hêvîdar bûm; heke Şêx Seîd bihata gund, dê li gund tevgerekî hebûna. Heta niha min kesekî çekdar nedît li nav gund. Dîsa jî, ji bo kêfxweşiyê divê min lez nekirana. Hê roj pir dirêj bûn. Şêx Seîd û hevalên xwe her gavê îhtîmal hebû derbiketa û bihatana. Li aliyê rojavayê gund, derdora wî bi devî û kijotikan pêçayî newalekî kûr derbas dibû. Kalepîrekî rîdirêj li ser pireya ji dara hatibû çêkirin rîniştibû, lingê xwe pê de berda bû, bi çova di destê xwe de ava di bin pireyê de diherikiyan re dilîstin. Min kalepîr baş didîtin. Li qeraxê newalê hespeke kihêl û dehşê xwe diçêriyan. Ji hespê berjêrtir zarokek neh deh salî mangeyek û du bizin diçêrand û li binê dareke biyê rûniştî gûyê xwe dikirin.

 

Bi dûrbînê, min çavdêriya nav gund û hawirdorê kir. Kesên bihatana gund tune bûn, lê gelek însan hebû derdiketin derê gund. Hinekî diçûn nav erdê xwe, hinekî diçûn rezan, hinekî jî diçûn ber dewaran. Camêrekî bi barê qantirê ji gund derdiketin ket ber dûrbîna min. Yekî qama wî dirêj bû. Dinyakî pot û pertal li serê xwe pêçabû. Dema gihaşt fetlanoka newala jêrê gund, qantira xwe sekinand û bi darekî ve girê da, pişta xwe da darekî û sekinî. Di navberê de çend deqe derbas nebû, jinekî derket hat. Jinik jî yeka qama wê dirêj bû. Bi gîhaştina ber mêrik re li hevdû lefiyan û hevdû maçkirin. Piştre mêrik, jinikê girt hemêza xwe û wê bir cihekî bi devî û gezik bûn. Li wêderê min wan nedîdîtin. Piştî nîv seetan ewilî jinik ji nav devîstanê derket. Mîna qet tiştekî nebe xwe li ba xist û çû. Piştî jinik ji wê derê dûr ket, mêrik jî hat, qantira xwe ya bi darê ve girêdayî girt û ji fetlanekê berbijêr ve meşiya. Li ciheke din, sê jinên di bin piştiyê êzingan de bûn li dû hev dimeşiyan. Ev jinên hanê, di bin giraniya piştiyê êzingan de tewiya bûn. Kûçikek lingek wî kulek jî li dû jinan dimeşiya. Li jêrê gund çend heb gundiyan jî guzan diweşandin. Ciwanekî di temenê min de û yekî dirêj ê têgihîştî bi diyarê dara gûzê ya weke dêw bi ezman ketibû ketibûn û dihejandin, bi rewtên dirêj hewl didan gûzan ji guliyan bikin xwarê, sê jin û du zarok jî gûzên diketin erdê berhev dikirin. Pisîkek jî bi zarokên gûza top dikirin re dilîstin û dolamalî dibû. Piştî ku ez aciz bûm, min dev ji mêzekirina dûrbînê berda. Min heqîba xwe ya ji mûyê bizinan hatibû çêkirin vekir, desmala xwe jê derxist û pê lûleya çeka xwe ya ji êvar de li ber baranê şil bûbû paqij kir. Piştî paqijkirina çekê, min guleyên di rext de bûn derxist, wan jî yekoyek paqij û zûha kir. Dema min ev kara dikir, ez kûr kûr fikirîm; gelo dê dawiya min jî bibe wek a bavê min, gelo ez ê jî weke bavê xwe mecbûr bimînim dawî li jiyana xwe bînim? Rêya ez tê de diçûm ber bi wir ve bû.

 

Ji van nêrînan tirsiyam. Xewa ku min şeva çû dîtibû hat bîra min, min xwest şîroveya wê bikim, lê negîştim encamekî. Te digot qey, ya min dîtibû ne xew bû, bîranîneke bîstek berê jiya me bû. Kuştina Şêx Seîd pêngava ewilî bû. Bi vê pêgavê re, dê hin qetlên din jî çêbin. Ew ê roj bê qetlên min kiriye dilê min bixwin biqedînin, ez ê jî weke bavê xwe li ber xwe nedim û xwe bikujim. Divê min fersendê nedana ew kesên şikil dabû jiyana bavê min, bidin jiyana min jî. Ax, ax! Heke dê û xwişka min di destê wan de nebûna, kija hêz dikaribû singû têxe stûyê min?

 

Qeflekî quling ji aliyê rojhilat ve hatin demekê li ser gund geriyan; ewqas pir û ewqas xweş diziviriyan min xwe negirt û li wan temaşe kir. Qefleya qulingan bi qasî deh panzdeh deqeyan li ser gund geriyan û piştre bilind bûn bi aliyê rojava ve dan dû hev û çûn.

 

Min hew dît ku di şiverêyek aliyê rojava de du kes derketin ez bi kelecan bûm, ji tirsa dilê min kut kut lê xist.

 

Xwe bi xwe min got; “Ya Star tu mezinî, bila ew ê tê Şêx Seîd nebe!”

 

Min nedixwestin ez tu kesî bikujim. Min dûrbînê girt destê xwe, lê ji tirsan newarabûm pê mêze kim. Ya ew ê ku dihatin Şêx Seîd be, minê çi xwelî li serê xwe bikiran? Gelo min ê Şêx Seîd bikuştana? Dema min dûrbînê da ber çavê xwe, destê min dileriziyan. Min dît ku Şêx Seîd ne di nav wan de ye, kêfxweş bûm û min ji kûr da oxîneke kişand. Heke Şêx Seîd bihatana gund, min ê wê çaxê çi bikira? Bi vê dêrûniyê min ê Şêx Seîd çawa bikuşta? Min ew kesan heta ketin nava gund jî şopand. Yek jê temendirêj, yek ciwan bûn. Yê ciwan çiwalekî giran dabû ser pişta xwe dikişandin. Kûçikek xişin ê li pêşiya xaniyekî yek qat ê deriyê wi ber bi min ve bû û li pêşiya derî sê darên kevnare yên hewran hebû êrişê wan kir. Ew xortê ciwan reviya xwe da pey ew ê kalepîr, yê kalepîr jî, qet ji cihê xwe nelivî û tevnegeriya.

Dê bidome..


Gotinên miftehî :