SEKVAN -7-,sekvan,7

SEKVAN -7-

A+ A-

Ji bo kuştina Şêx Seîd bi xwe bidim rahênandin, min wî dikirin kirasê kesekî zilimkar û bi kuştina wî min xwe weke karekî baş dikim difikiriyam. Lê bêhûde bû; min çi dikirin ez nikaribûm xwe bixapînim û kuştina Şêx Seîd bi xwe bidim qebûlkirin; ew kesê duyem ê di hundirê min de digot "Şêx Seîd nekuje! Mafê te tuneye tu bibî sebebê bidawîkirina jiyana kesekî. Ji jiyana hemû însan û zindiyan re rêzdar be." Ez nikaribûm ew însanê duyem ê di hundirê min de bû bikim kontrola xwe û îkna bikim.

 

Gava ji bo şîva êvarê xwişka min bang li min kir, ez bi xwe hesiyam ku li cihê rûniştî bûm di xwe ve çûme. Bi têketina odeyê re min dît ku siya dêya min û Zel'ê li ber şewqa agir dabû ser dîwarê odeyê û dilîstin. Dêya min lembeya qazaxiyê pênexistibû. Çimkî qazaxî pir buha bû, nedihat peyda kirin. Heta rewşekî awarte çênebûna pênedixistin û li ber ronahiya agirê kuçikê îdare dikirin. Dêya min, Şîrîn û Zel li derdora textê xwarinê çarmêrkî rûniştîbûn şîv dixwarin. Şîva wan şorbeşîr bû; bêhna sîrima ku kiribûn nav şorbeşîrê bi ser odeyê ketibû. Dêya min, bi awayekî bêdeng dikir miremir û ji Zel'ê ya ku loqme di qirika wê de mabûn re digotin "Bi xwe qîza min bi xwe..." Di nav bêdengiyê de derbasî ser sifreyê bûm û li kêleka Zel'ê rûniştim. Hê min loqmeya ewilî nekiribû devê xwe, dêya min got: "Em daweta we kengê bikin Cem?" Loqme ji destê min ket ser sifreyê. Zipziwa bûm. Min li Zel'ê mêz kir. Ew ji min bêtir şaşwaz bû.

“Daweta çi dayê?”

 

“Pirsa daweta we dikim lawê min. Çima tu ewqas şaş mayî?”

 

Nizanibûm çi bêjim. Dêya min mafdar bû, çimkî ez zewicî bûm. Divê weke ya her ciwanan daweta min jî bibana.

 

Şîrînê bi kêfxweşî got: “Em bangî Simoyê zirnevan bikin!”

 

“Mistoyê zirnevan baş lê naxe.”

 

*

 

“Simoyê zirnevan jî pir extiyar bûye qîza min.”

 

“Bilaqe, Simoyê zirnevan baş lê dixe dayê. Ne wisa Cem? Li gor te jî Simoyê zirnevan baştir lê naxe?”

 

Bi miremirî min got: “Erê. Simo baştir lê dixe.” 

 

Min li dêya xwe mêze kir. “Em dawetê nekin dayê. Ji xwe em feqîr in, heke ji bo dawetê em wan çend heb bizinên xwe jî serjêkin bikin em ê ji birçîna bimirin.”

 

Dêya min bi awirên xwe yê tûj bi ser min ve sekinî: “Tu qet vê nefikire Cem! Ez ê daweta we çêkim!"

 

“Başe dayê, tu bêjî çi bila wek te be.”

 

“Bi revandina qîzikê te tiştekî baş nekiriye. Ji bo telafîkirina vê şaşiya we divê em biçin dilê dê û bavê Zel'ê bigrin. Em ê bi îzna xwedê û qewlê pêxember raziya malbata Zel'ê bigrin û roja xwe ya dawetê danî kin. Zêde dema me tune la... Zivistanê girt ber derî.”

 

“Dayê, em neçin hevdîtina malbata Zel'ê.”

 

“Çima Cem?”

 

“Ez ne bawerim me qebûl bikin.”

 

“Çi zirara ceribandinê heye. Ez dixwazim bûka xwe ya xweşik bi malbata wê re li hev bînim.”

 

Niha me yê çi bikirana? Bi pêbehskirina mijarê ez nizanibûm ew ê dêya min çi bertek nîşan bide. La heke Zel'ê qebûl neke? Ez bawer bûm dê qebûl neke, çimkî di urf û adetên me Elewîyan de zewaca bi jinebiyekê re bi hêsanî nedihat qebûlkirin. Hela hela zewaca bi yeka di rewşa Zel'ê de qet nedihat qebûlkirin; kî dizane heke ji aliyê civakê ve bihata bihîstin dibe ku min bikirana qûça nehletê. Ji bona dêya min bi fanatîkî girêdayî baweriya Elewîtiyê bû îşê min pir zor bû. Zel'ê serê xwe kiribû ber xwe, porê wê yê dirêj weşiya bû ser sifreyê. Her çiqas hewa sar be jî, Zel, weke di tenûrê de be xwêdanê didan.

 

“Dê û bavê te xweşin qîza min?”

 

*

 

Zel'ê serê ji ber xwe ranekir û got: “Erê, herdû jî sax in.”

 

“Xwişkên te hene?”

 

“Sê heb birayê min hene.”

 

Şîrînê got: “Çend xwişkê te hene?”

 

“Xwişkê min tunene. Ez tenê me.”

 

“Wê gavê te bi nazdarî mezin kirine.”

 

Zel'ê kire pistapist û got: “Erê.” Gotin di qirika wê de girê bûbûn. Her çiqas birçî bûm jî, ji ser sifreyê rabûm li sedrê min xwe dirêj kir; Şîrînê balgîfekî danîkir bin serê min, lihifê avêt ser min û piştre çû eynika di nav têdana dîwar de bû bi potekê reş nixumand. Çimkî di çanda me de, piştî qerbûna şevê mêzekirina li eynikê weke guneh dihatin hesibandin; dibe ku însan di eynikê de cin û perî û pîrebokên li nav malê digerin bidîne. Ev tevgera Şîrînê min da kenînê. Tam weke jineke extiyar tevdigeriyan. Xwişka min a delal, her ku mezin dibû dişibiyan dêya min. Brûskekê ket; mala me weka hêlekanê hejiya. Barana dibariyan weke çîniqro li darê bixe, dikirin teparep û dilopê ser xaniyê ji heriyê çêkirî dikirin. Dengê zûrezûra guran û qîreqîra beqan di nav dengê baranê de wenda dibûn bi zehmetî dihatin bihîstin. Bi vî hawî di nav hezar xewn û xeyal û kul û keseran de di xwe ve çûbûm û raketibûm.

 

 

“Cem rabe!”

 

Ji ser nivînan firqizîm; ya bang dikir dêya min bû.

 

“Rabe. Me doşeka te li odeyê raxist. Here raze.”

 

“Ez dixwazim li vir razim.”

 

“Li vir tu nikarî razî.”

 

“Çima?”

 

“Hetanî mara we neyê birîn tu nikarî bi Zel'ê re di heman odeyê de razî. Guneh e. Zarokên we yê çêbin dê bibin weledên zinayê, pîç bêne hesibandin. Heta mara we bê birîn divê hun di odeyên cuda de bimînin û destê we negî hevdû.”

 

*

 

Bi awayekî miremir min got “Waa!” û ji ser doşekê rabûm. Min li Zel'ê mêze kir. Zel, li ser mîndera ku li kêleka kuçikê li ser palasê raxistî bû rûniştîbûn. Doşeka dêya min jî, li kêleka ya Zel'ê bûn.

 

“Haydê Cem, rast here odeya xwe, hetanî mara we neyê birandin destê te bi Zel'ê nabe!”

 

Min tiştekî negot û ji odeyê derketim. Tevahiya şevê weke marekê birîndar di nav nivînan de min xwe bir û anî û raneketim. Bi ser ewqas bela û nisûbetiyan de vê carê jî belaya marê li serê min zêde bûbû. Ev belaya ser belayan bû. Destê sibehê di xewê ve çûbûm. Bi xwe hesiyam ku Şîrîn li îwanê di meşka ji çermê bizinê de dew dikeyîne. Xwedan dabû. Ez derbasî hember wê bûm û min dew keyand. Bi halê min keniya.

 

“Li bejna te nayê.”

 

Baranê hê jî lêdikirin; bi qasî şevê dijwar nebû; hûrik hûrik dibariya. Di şibaka îwanê de min li derve mêze kir. Her der şil bû. Dar û devî û erd têra xwe hatibû avdan. Bayê payîzê yê cemidî ku hêdî hêdî dihat pelên rengoreng ê daran dikir xwarê, li hewa dizivirandin û bi ezman de dibirin.

 

“Dayê li ku ye?”

 

“Wayê li hundir.”

 

“Li hundir çi dike?”

 

“Li Zel'ê mêze dike.”

 

“Çima?”

 

“Zel nimêjê dike. Qey Zel sunnî ye?”

 

“Te got Zel nimêjê dike?”

 

“Erê. Qey tu nizanibûn ku Zel sunnî ye û nimêjê dike?”

 

Min li Şîrînê mêze kir. Nizanibûm çi bêjim. Nedibû ji Şîrînê re bêjim ez Zel'ê nasnakim. Ez qet nefikirîbûm bê ka Zel Elewî an Sunnî ye; jixwe ji bo min zêde ne girîng bû, lê ji bona dêya min sunnîbûna Zel'ê girîng bû.

 

*

 

Dêya min Elewiyeka fanatîk bû, zewaca min a bi keçikeka Sunnî re dê qebûl nekirana. Ez vê dizanibûm. Serê min bi awayekî sosret di belayê de bûn. Ez ê çawa ji nav vê meseleyê derketama? Şaşwaz mabûm.

 

Min ji Şîrînê re got: “Ez dizanibûm Zel Sunnî ye”

 

“Sunnîbûna Zel'ê zêde jî ne girîng bû.”

 

“Ji bo min jî zêde ne girînge kekê. Min ji Zel'ê pir hezkir. La dêya me, la civaka Elewîtiyê, ew jî zewaca te ya bi keçikeka Sunnî re dê qebûl bikin? Qey tu nizanibûn ku zewaca Elewî û Sunniyan bi dînî hatiye qedexekirin?”

 

“Te weka pîrekî xeber da.”

 

“Rastî ev e…”

 

“Dev ji meseleyên dînî berde, tu bi zewaca min û Zel'ê qayîlî an na?”

 

“Ez ji serî de razî me. Zel qîzekî pir xweşik û baş e; di dîtina ewilî de min jê heskir.”

 

“La dayê?”

 

“Wê jî ji Zel'ê heskir. Lê niha ne bawerim ji Zel'ê hezbike. Jinikê dît ku Zel nimêj dike weke ava sar bi ser serê da bê kirin, şaşwaz bû.”

 

“Ka hela binêrim, di çi halî de ye?”

 

Zel'ê kurkê ji postê xizalê li erdê raxistibûn û li ser nimêjê dikirin. Dêya min jî xwe dabû ber şibakê û li ser piya li derve temaşe dikirin. Reng û rûçik li jinikê zer bûbûn. Biskekê ji porê wê yê ku hê nû tayê spî ketibûnê di bin kofiya wê de bi ser û çavê ve hatibû xwarê. Gava ez çûm rex wê zivirî li rûçavê min nihêrî. Li bendê bûm ku hêrs bibe, del û dîn bibe, bi ser min de biqîre û li min bixe. Lê dayîka min vê carê miradê min di ber min de hişt. Ne hêrs bû, ne qîriya, ne jî dîn û har bû. Bêdeng û stembarî li rûçavên min nihêrî û got: “Zel Sunnî ye?”

 

“Erê dayê, Zel sunnî ye.”

 

“Tu dizanibû li gor baweriyê, zewaca Elewî û Sunniyan qedexe ye?”

 

*

 

“Ez dizanibûm.”

 

“Başe, wê çaxê te çima Zel'ê revand?”

 

Min got: “Ji Zel’ê hesdikim dayê!” Bi rastî jî, min ji Zel'ê hesdikirin nedikirin, nizanim. Min xwest bi destê dêya xwe yê rastê bigirim, destê xwe kişand. Rûçikê xwe tirş kir, nav çavê xwe çiqirand û li min nihêrî.

 

“Pîrê ku mara we bibire tuneye.”

 

“Çima?”

 

“Pirsên xêvokî ji min neke Cem. Ji ber ku di baweriya Elewîtiyê de zewaca bi Sunniyan re ne caîz e.”

 

“Ez ê jî, şêxekê ji gundê Sunniyan bînim bila mara me bibire.”

 

“Şêx jî mara we nabire kurê min.”

 

“Çima?”

 

“Çimkî li gor baweriya şêxan jî, Sunniyekî nikare bi Elewiyan re bizewice.”

 

Ez qîriyam û min got: “Ez ê di cihnema pîr û şêxan kim! Em ê jî qet marê nebirin.”

 

“Nabe Cem! Bê mar hûn nikarin bi hev şa bibin. Zarikên we yê ku bê mar çêbin, zarikên pîç in, heram in. Teqez divê hûn mara xwe bibirin.”

 

Piştî ku Zel'ê nimêja xwe xilas kir, kurkê nimêjê qat kir û danî ser sedrê.

 

Dêya min got: “Yezdan îbadeta te qebûl bike qîza min.” Lê, hem min, hem Zel'ê fêm kir ku ne ji dil got.

 

Zel'ê got “saxbî dayê” û hat ba me.

 

“Tu Sunnî yî qîza min?”

 

Zel'ê bi awayekî şaşwaz û matmayî li rûçavê min û dêya min mêze kir: “Erê, qey hûn ne Sunnî ne?”

 

“Em ne Sunnî ne qîza min.”

 

“La hûn çi ne?”

 

“Em Elewî ne qîza min. Qey Cem ji te re negotibû em Elewî ne?”

 

Awirên Zel'ê bi ser min ve bûn, nizanibû çi bêje.

 

*

 

Ez bi hewariya Zel'ê ve gihîştim û min got: “Min jê re negotibû ku em Elewî ne dayê.”

 

“Çima te jê re negot em Elewî ne Cem?”

 

“Ez tirsiyam ku pê bihese ez Elewî me dê di zewaca bi min re biboriyan.”

 

Dêya min bi qîrînî got: “Di mijareke ewqas girîng de meriv qîzikê dixapîne Cem?”

 

Zel'ê got: “Tu bîlesebe tirsiyayî Cem. Ez ji te hesdikim. Te bigotana ez Elewî me jî ez ê bi te re bireviyama. Başe te negotî ye, bavê min şêxekî pir kevneperest e. Heke bizanibûna tu Elewî yî, min bikuştana jî nedidana te.”

 

Bi gotina xwe ya dawî ferq kir ku pot şikandî. Sorûsorçiko bû.

 

Dêya min, gava ji odeyê derket Zel'ê li kêleka min pişta xwe da dîwar.

 

“Qey Sunnîbûna min pirsgirêkê derxist Cem? Tu bixwazî ez dikarim biçim. Çêya te li ser min heye, te ez ji mirinê xilas kirim. Naxwazim di rûçikê min de tu êşê bikêşînî.”

 

“Zel, ji bona min tu Sunnî yî, Xirîstiyan î, bê dîn î, qet ferq nake, lê ji bona dêya min pirsgirêk e. Dêya min jî, weka bavê te kevneperest e. Dê qebûlkirina te pê giran be, lê ew ê qebûl bika. Çimkî dêya min însaneke pir baş e. Ji bo me pirsgirêka girîng ne dêya min e; em mecbûrin şêx an pîrekî bidînin ku mara me bibire.”

 

“Li gor min, pîr ji şêxan bêtir xwedî xweşbînî û xwedî xweş rêbiwarî ne.”

 

“Sî û sê meseleyên qijikê hene hemû li ser dara tihokê ne. Di cihnema hemûya de birîm!”

 

“Em ê çawa bikin Zel. Rewşa me ji texmînî bêtir zor û zehmet e.”

 

“Bi ber nekeve Zel. Em ê çareseriyeke bidînin.”

 

Bizin û mêşinan di axurê de dest bi mehremehrê kiribû.

 

Dêya min ku tevî Şîrînê li îwanê dew dikeyandin qîriya û got: “Cem, were bi qasî çend seetan van heywanan bibe çolê.”

 

*

 

Şîrînê got: “Baran dibare dayê!”

 

“Tiştek nabe. Dê heywan di axurê de ji birçîna bimrin.”

 

“Wayê ez ê bêm dayê.”

 

Zel'ê got: “Tu yê taştê nekî Cem?”

 

“Dilê min naçe tiştekî Zel.”

 

Piştî ku gur paşve reviyan min çova xwe ji erdê rakir û êrişê guran kir, lê zêde dûr neketim. Bi bihîstina dengê min re, dê û xwişka min û Zel jî derketibûn ser xanî û diqîriyan. Bi qewirandina guran min êrişa ewilî li valahiyê derxist û pêşwendiyeke erênî bi dest xist, bizin û mî li derdora min kom bûn. Newêrabûn xwe bidin ser min, lê ji birçîna dîn û har bûbûn û bê tirs dikirin zûrazûr û di derdora min de diçûn û dihatin. Têgihîştim ku gur dev ji min bernadin, min heywanan da pêşiya xwe û wan ber bi malê ve ajot. Her çiqas nêzîkê malê dibûm gur bêtir nêzîkê min dibûn. Gava Zel û Şîrîn di nav erdên çandî de gihaştin min, gur paşve kişiyan. Şîrînê gava bazdabû ketibû cûyekî û ji serî heta binî di çamûrê de bûbû weke peyker. Ew şev hetanî serê sibehê gur di dora mala me de çûn û hatin û zûriyan, baran jî bê navber barî. Dema serê sibehê rabûm, parçeyek ewr li ezman tune bû. Xweza di bin tîrêjên roja ku di lûtkeya çiyayên Çewlîgê de zirîq dabû de diçirisiyan. Gava ji xewê rabûm, min mêze kir dêya min, Şîrîn û Zel karê xwe yê nav malê qedandine û li ser sifreya rûniştî ne.

Dêya min ji min re got: “Xurîniya xwe bike, em biçin nav erd.”

 

“Erd çamûr e dayê.”

 

“Erdê aliyê newalê qûm e, vêga tam wexta wî ye. Em îro wê derê bajonin.”

 

Min got: “Tu mafdarî,” dayê. A rastî min xwe pir bêhal û westiyayî hîsdikir. Lê niha dema ajotina erd bû. Dema min tune bû aciziyê bifikirim. Gava min hesp girêda û pûlix pê xist, dêya min jî beriya destpêkirina kar, parxaça ku di sihena paxir de, serê sibehê zû di kuçukê de pijandîbûn û bi xwe re anîbû ser erd dirêjî Zel'ê kir. A rastî divê me çend roj berê ku cara ewilî alet li erdê xistibû parxaçê çêbikirana, lê ew roj dêya min nerihet bûn, lewra çêkirina parxaçê mabû îro.

 

*

 

Dêya min got: “Were qîza min. Tu parxaçê felq bike.”

 

Zel, çend deqeyan bêbiryar ma û piştre çû rex dêya min.

 

“Tu dizanî dia bikî qîza min?”

 

“Erê. Lê tu dia bike. Tu ji min mezintir î.”

 

Dêya min got: “Başe, qîza min”

 

Gotinên Zel'ê li hisabê dêya min hatibû. Dema parxaçê di navê de kir du qet, min dît ku çavên wê bi awayekî şîrîn biriqîn, rûçikê wê pembeyî bû. Dêya min, parxaçê di navê de kir çend wesle û berê xwe bi rojê de kir û lava kir: “Em îro toximê salê nû davêjin erdê. Bereketa vî toximî ne tenê aydê me ye. Tevî me, heqê kurm, çûçik, kirmori û kêzikan jî tê de heye. Axa pîroz, tu mehsûlekî têr bikî para me, xwarina bi xêr û xweşî bikî qismetê me! Tu me ji hestên parvekirina vî mehsûlê bidî bêpar nekî! Amîn!”

 

“Amîn!”

 

Dêya min, loqmeya ewilî da beytikên di derdora me de diçûn û dihatin; bi dehan beytik ketin ser loqmikên ku dêya min diavêt erdê. Kevokên min ê bi min re hatibûn, li ser darên derdora erd lîs bûbûn jî tevlî wan bûn. Bizin û mêşinên me bi xwe re anîbû jî li derdora erd belav bûbûn û pelê darê şeqoqan dixwarin. Derdora erd bi darên qirase yên şeqoqan honandî bû. Piştî ku min erd bi çar alî xet kir û dest bi avêtina toxim kir, tevî bi sedan çûkên beytik, qijik, reşçêle kevokên min jî êrişê toximê min reşandibû kirin. Lîstikeke dêya min û Şîrînê ya nexweş bi çûkan re destpê kir. Zel'ê bi rişmeyên bergîrê cirnexweş bûbû girtibû. Min bizehmetî pûlix zeft dikirin. Vê jî min hêrsok dikirin.

 

*

 

Piştî nîvroyê baraneke dijwar destpê kir; gava ge bayê pelê darên şiqoqan û pûş û palaxê derdorê kom kir bi hewa xist, ji neçarî me dev ji kar berda. Min pûlix, dêya min toxim kir pişta xwe, Zel û Şîrînê jî heywanan ajotin. Dema em hatim ber malê ez li hesp sîwar bûm û min destê xwe dirêjî Zel'ê kir û jê re got: "Were"

 

Zel'ê ji aliyekî de, bi awayekî bêbiryar li min mêze kir, li aliyekî jî li dêya min a ku li ser sekûya ber malê rûniştî bûn û bi çîta serê xwe xwêdana xwe paqij dikirin mêze kir.

 

 

Dêya min weke gule lê bikeve ji cihê xwe firqizî “Nebe tu pê re li hesp siwar bî! Hetanî mara we neyê birîn pê re li hesp siwar nebe, guneh e."

 

“Were Zel. Dev ji gunehê berde. Bi destê min bigre.”

 

“Nebe nebe qîza min, tu siwarê hesp nebî!”

 

Min bi lava û tikan got: “Were Zel!” Bi destdayîna Zel'ê re min bi destê wê girt û wê li ser qorika hesp siwar kir.

 

Dêya min bi qîrînî ber min ve bazda û got: “Qîzikê deyne, guneh e!” Lê bi derengî ketibû. Min hesp rakir çargavê. Dêya min demekê li dû me bazda û çêrî me kir. Bi dijwariya bayê re pelê daran bi hewa ketibû li ezman digeriyan. Te digot qey li ezman tofana pelan rabûye. Di nav ewrê pelan de min hespê xwe ajot. Pir bextewar bûm. Zel qîriya û got: “Zû zû bajo!” Zel ji min jî bêtir del û dîn bû.

 

*

 

Bi nêzîkbûna mala Pîr Elî re kelecana min zêdetir bû; çokê min dileriziyan. Ditirisiyam. La heke Pîr Elî nexwaze mara min û Zel'ê bibire ez ê çi xwelî li serê xwe kim? Hetanî mara dînî nehata birîn dêya min nedihiştin nêzîke Zel'ê bibim. Jinikê dev ji karê û barê xwe berdabû weke nobedaran bi dû şopa min û Zel'ê ketibû. Ji bo tengezariya ser min rabe, ez xwe bi xwe difikiriyam û min digot, Pîr Elî însanekî baş e, xweşbînî ye, dê ji halê min fêm bike û ji min re alîkar bibe; hema hema ez ê bifetisiyam.

 

*

 

Heke bi awayekî em mara xwe nedin birandinê dê ne dêya min, ne jî em ê rihet bikin. Dêya min, mijara marê kiribû weke nexweşiyê, ku ve diçûn Zel'ê jî bi xwe re dibirin, ji bo ez û Zel neyên gel hev çi ji destê bihatana dikirin. Êdî ji bilî sifreya xwarinê ez û Zel nikaribûn werin ba hevdû. Ev hewldana dêya min zêdetir min hewesdarî dikirin û dilê min bêtir li Zel'ê dikeliya. Meqsûdê cîranê Pîr Elî yê ku rûyê wî spî, bi ser singê wî de hatibû xwarê, digel temendirijiya xwe derketibû ser xaniyê du qatî yê ji axê, weke zarikan dilîstin û diqîriyan: "Ox, ox! Şîva te doh jî şor bû, îro jî şor e!" Û hevjina xwe ya gir a gilover ku ji hêrsa rûçavê wê gewrî bûbûn dibehcandin. Dema jinikê hewl didan di silimê de bi diyar bikeve ku xwe bigîne Meqsûd û lê bixe, Meqsûd dev ji lîstikê berdidan, bi serê silimê digirt bilind dikirin û hevjina wî ji derketina jor dibihûriyan û digotin: “Ûy ez ketim!”

 

“Xwedê te bistîne Meqsûd! Aax ax! Ji xêra xwedê re tu bikevî destê min, ez ê estiyê te bişkînim bavêjim ber kûçikan.”

 

“Ev bû pêncî salin ji tirsan min nedigotin. Ez ê niha bêjim. Xwarinên te şor in. Ox ox! Biteqe!”

 

“Qey tu yê heta gorê li ser banê nemînî la? Çawa be tu yê ji min re werî xwarê!”

 

“Xwarinên te şor in.”

 

“Heke tu bikevî destê min, ez ê di devê te de birîm.”

 

“Tu zehmet min bigirî.”

 

“Çû ji te de Meqsûd!”

 

Neh deh zarok li derdora malê kom bûbûn temaşeyê şerê navbera Meqsûd û hevjina wî dikirin. Yek ji zarokan hêrs bû. Porê wê yê reş ê qirêj heta pehnaya wê dirêj bûn. Tevî zarokan min jî qasekî temaşeya Meqsûd û hevjina wî kir. Ji kêfa Meqsûdê kalepîr ê hişkobiringo yê weke qirş biçûçik bû re gotin tune bû mêriv bêje.

 

*

 

Fersenda bi dest xistibû baş bikardianiyan û jina xwe ya weke defê werimî bû hêrs dikir û hişê wê ji serê dibirin.

 

“Ox ox! Xwarinên te şor in! Kêf kêfa min e, ji kêfa min re gotin tune!”

 

Kef bi devê jinikê ketibû, porê xwe kaş dikir diqîriya û digot: “Tu wisa li qarşî min bilîze! Bîstek şûnda dev ji silimê û derketina ser xanî berda û berê keviran da Meqsûd. Meqsûd ji ber parastina keviran weke meymûnê xwe bilind davêtin û virda wêda bazdidan. Bîstek şûnda li derdora malê bi dehan mêr û jin kom bûn. Her diçû xirecir mezin dibû. Gundiyan hevjina Meqsûd weke hirçekî mê ya birîndar bikeve destê însanan dîn û har dikirin; jinik ji kontrolê derketibû; hişê xwe xwaribû; weke perperoka di dora lembeya qazaxiyê de bigere di derdora xanî de diçûn û dihatin, kef ji devê wê difiriyan, diqîriyan, dijmînên negotî dikirin, keviran davêtin mêrê xwe yê li ser xanî weke çêlika meymûnê xwe bilind davêtin, bi vê jî dilê rihet nedibûn porê xwe dikişandin, çêrî însanên li dora wê civiya bûn û dikeniyan dikirin û heb ji hebê nediqetandin. Ji her serî dengekî derdiketin. Di nav vê hengameyê de ku min Pîr Elî dît ez çûm şûna wî. Min xwe xwarê destê wî kir ku maç bikim, nehişt. Sûreta min maçî kir. Bêhna xwedanê û titûnê jê dihat.

 

“Tu çawa yî kurê min?”

 

“Başim saxbî Pîro.”

 

“Dêya te û xwişka te çawa ne?”

 

“Saxbî, başin.”

 

Pîr Elî got: “Wê rojê ez pê hesiyam Hesen Axa tevî dê û xwişka te we bi lez û bez anîbûn gund, min mereq kir, yêzîd çi ji we dixwaze. Peyva yêzîd ewqas hêdî got ku bi zehmetî min bihîst.

 

“Tiştekî pir girîng tune bû Pîro.”

 

Pîr Elî bi awayekî pistepistî got: “Ji wî merivî xwe dûr bide kurê min!”

 

Ji bo sihêtiyê bê ka kes guhdariya wî dike an na li derdora xwe mêze kir.

 

“Heke tu naxwazî weke bavê xwe bibî ji Hesen Axa xwe dûr bide. Dev ji şerê wî berde, çêya wî jî xirabî ye.”

 

“Ez vana dizanim Pîro.”

 

“Hêvîdarim tu dizanî kurê min. Ez pê hesiyam Hesen Axa û mîralay çek û rext û dûrbînê dane te.”

 

Min bi derewînî got: “Tifingê min ji Hesen Axa xwest.”

 

“Çima Cem? Tu yê çi bikî bi tifingê?”

 

“Qey tu pê nehesiyayî Pîrê min?”

 

“Bi çi nehesiyam e?”

 

“Min jin revandî Pîro. Lewra min tifingê jê xwest.”

 

Pîr Elî, bi awayekî şaşwaz li rûçavê min nihêrî û got: “Waa! Tu hê zarokî Cem.”

 

“Carekê bû Pîro.”

 

“Başe. Bi rastî ez şaş mam. Xwedê miradê we bike.”

 

“Saxbî. Spas dikim Pîro.”

 

Meqsûd qîriya: “Wişş! Vê jinê min dikuje!” Serê wî şikiya bû, xwînê rûçavê wî girtibû. Lê kêfa Meqsûd li cih bû. Bi awayekî hêja govenda Qereçolê girt.

 

Pîr Elî di nav lêvan de keniya û got: “Ev herdû jî dîn in.” 

 

“Ka hela bêje, te yê bi min re çi xeber bidana kurê min?”

 

“Dêya min dixwaze bi te re biaxive. Min weke elçî şand ba te.”

 

“Lezgîn e?”

 

“Erê lezgîn e.”

 

“Ez sibê werim mala we dibe?”

 

“Na. Dêya min xwest tu îro werî.”

 

“Dême ewqas lezgîn e. Îro hin karê min hebûn.”

 

“Erê lezgîn e.”

 

“Gelo tiştê ewqas lezgîn be çi ye? Bi rastî jî min mereq kir? Ka bise ez kincê xwe biguherînim em herin.”

 

“Kincê te başin Pîrê min.”

 

Li ser û piyê xwe nihêrî û got: “Bi rastî jî tu mafdarî, hewce nake biguherînim.”

 

Bi destê xwe çîka sergînê ya li şalwarê wî yê reş bûbû paqij kir. Di wê kêliyê de yek ji nav qelebalixa însanan bi awayekî dûdirêj qîriya û bang kir: “Cendirme û tehsîldar hatin!” 

 

Te digot qey teqemeniyekî avêtine nav ew qelebalixa li dora xaniyê Meqsûd kom bûbûn û weke aqilê xwe wenda bikin qîjînî bi wan ket û li malên xwe belav bûn.

 

“Dewarê gund li ku ne?”

 

“Jinê bazde hesp vêşêre!”

 

“Ew ê mirîşkan bidînin!”

 

“Way liminê dayê, ew ê dest bidin ser ardê me.”

 

“Dayê!”

 

“Harûn bazde here qantirê bibe li daristanê berşêde!”

 

“Genim çûn!”

 

Hevjina Maqsûd a ku ev zêdetirî seetekî ye girîftarê Meqsûd û gotina wî ya "Xwarina te şor e!" dibû dev jê berda û çû mirîşkên xwe yê li ser sergoyê bûn girt ku veşêre. Ew kêfa ku bîstek berê li ser Maqsûd bûn firî çû. Ji tirsana weke kevirê li cihê xwe bû teht, newêrabû bê xwarê û li ser xanî bi qîrînî bang dikirin digotin: “Mirîşkan veşêre!”

 

Lê di ev roja dê weledê xwe diavêtin de tu kesana wî nebihîstin. Te digot qey karesatekî an erdhejekî pêkhatiye, tevahiya însanan weke aqil bifirînin bi çep û rastê ve lihev diçûn û dihatin, hacet û heywanê bidîyan direvandin dibirin nav daristanê vedişartin. Di navbera çend deqeyan de agahiya hatina cendermeyan û tehsîldaran li gund belav bû; li gund qiyamet rabû; ji bona xwe ji vêrgûya xilas bikin gundiyan, xwarin û vexwarinên xwe, heywan, her çi hebûn digirtin û ber bi daristana jorê gund ve bazdidan. Vêrgû ewqas zêde bûn ku hemî tev û tal û heywanên xwe bifroşî jî têrê nedikirin. Şensekî mezin bû ku di vê seetê de keriya pez û mêşinan û garana dewaran li gund nebûn. Tevahiya gundiyan ji ber tirsa canê xwe li hev diçûn û dihatin lê balkêş bûn xema Pîr Elî nebûn û pir rihet bû.

 

Te digot qey hatina cendirmeyan û tehsîldaran ji bo wî ye, wisa rihet bûn. Ji cihê xwe tevnegeriya, qutiya titûnê ji bêrika xwe deranî û dest bi pêçandina cixareyê kir.

 

“Qey tiştekî te yê veşartinê tune Pîro?”

 

Pîr Elî li rûçavên min nihêrî û keniya: “Çar heb bizin, yek mange û hebekî kerê min hene, du meh berê hatin wan bi vêrgûyê ve girê dan.”

 

Piraniya diranê wî yên biçûk ji ber kişandina cixareyê zer û kurmî bûbûn. Pîr Elî, merivekî kinik û xwînşîrîn bû. Temenê wî zêdetirî şêst salan bûn. Riyê wî weke riyê rahîbên budîst spî û firfirandî, sûreta wî qemer û çilmisandî bûn. Poza wî zirav û biçûçik bû. Rîşikên kefiya li serê xwe girêdabûn bi ser û çavên wî de hatibûn xwarê. Piştî çend deqeyan keniya û şûnde axaftina xwe di cihê mayî de mabû domand:

“Du meh berê, beriya du seetan me agahiya hatina cendirme û tehsîldaran girt. Vêrgûya kerê min ê pîr nehatibû derxistin. A rastî min sê salan kerê xwe ji tehsîldaran dabû veşartin. Ew roj dîsa min kerê xwe bir li dehlê bi dareka mazî ve girê da û vegeriyam gund. Hê ez negihîştibûm gund, min hew dît kerê min ê pîr bi zirazirê li dû min têket nava gund.”

 

Min axaftina Pîr Elî birî û bi devkenî min got: “Kerê te heskiriyê dewletê bûye!”

 

Pîr Elî, kire tîqetîq û got: “Erê weleh! Wisa bû!..”

 

“Tehsîldar wisa vêrgûyekî avêt ser wî kerê pîr ku bi wî pereyî ez dikaribûm sê heb kerê Misirê yên ciwan bistînim. Min got bila ker ji we re be. Qey qebûl dikin? Bi qasî buhayiya sê heb keran vêrgû avêtin ser û çûn. Hasilî kelam kerê pîr li ser min zêde bû mal û di serê min de teqiya. Wisa xuya ye hê du sê salan jî, ji vêrgûya ew kerê pîr em ê pişta xwe rast nekin.”

 

Di wê kêliyê de komek çûçikên reş di ser me de derbas bûn û Pîr Elî bêdeng bû. Çûçik ewqas pir bûn, weke ewrekî reş ser gund girtin. Gava hatin ser gund ji hev vebûn, xwe sist kirin, berjêr berdan û bi ew dengê xwe yên pîs kirin qareqar û gund dane velveleyê.

 

Kûçikekî gurî yê pûrtê wî weşiya bû, post û estiyê wî weka rengê xwînê sor bûbû li ser xaniyekî yek qat mexel bûn, dema çûkên reş dît ji cihê xwe rabû û ji bo têketinê li quleke geriya. Camêrekî ciwan ê simêl reş û dirêj, simêlê xwe bi jor ve badabû û mêşinekî reş a linga wê ya pêşî girêdayî avêtibû ser milê xwe û bi lezûbez di ber me da derbas bû çû; piştre qîzikeka şeş heft salî ya porê wê weke yê nermokan qusandî, ji navê berjêr tazî bû bi girînî bazdidan. Meqsûd, li ser sifirneyê xanî rûniştîbûn û lingê xwe pê de berda bû xwarê, dikirin tîqetîq û li hevjina xwe ya kufo ku ji bo qefilandinê bi dû mirîşkan ketibû mêze dikir. Her çiqas demeke dirêj be bi dû wan bikeve jî biser neketibûn û mirîşkekî nequfilandibû. Jixwe ew jinika ku Meqsûd wê hêrs kiribû niha del û dîn bûbû. Heke mirîşk biketana destê wê dê serê wan bi destê xwe helbiqetandana. Te diqot qey mirîşk jî bi vê dizanin ziravê xwe kiribûn devê xwe û ji jinikê direviyan.

 

“Hadê em biçin kurê min.”

 

Ketim milê Pîr Elî û min got: “Hadê”

 

Gava em ji gund derketin me dît Simo daye pêşiya qantira barkirî û ji qantirê zêdetir piştiyê êzingan li xwe kiriye û dimeşe. Her çiqas temenê wî şêst û pênc sal be jî weke xortê 20 salî li ser xwe, bi qasî du însanan qirase bûn. Min jê re got: "Li ku bin dê cendirme û tehsîldar bikevin nava gund."

 

Simo bi qîrînî got: "Wişş" û bi herdû destan li çokê xwe xist. Piştiyê xwe yê êzingan ji ser pişta xwe avêt erdê û bi hevsarê qantirê girt dûvrepkî bi dehlê ve meşiya. Camêrekî bizineke nig şikandî avêtibûn ser milê xwe û gundiyekî kal bi tûrekê ard wekî bayê me derbas kirin û derbasî nav dehlê bûn. Yekî din jî li nêzîkê me bang dikir digot: "Bavo qantirê bigre! Qantir reviya!"

 

Bîstek şûnda em ketin nav dehlê; li vêderê daristan firk bû. Virda wêda çend darên mazî, hevris, bî, hewr û çinar ên mezin û qalind li ser piya mabûn. Di nav tebeqeya belçîmî ya ketibû ser erda şil de bi hezaran gulxubar û berfînan zîx dabûn; ev behra şeyda ya kulîlk û çîçekên rengorengo weke pêla şewqa ronahiyê girtibû ser çiya, zinar, gir û latên hawirdorê pêçabûn. Hewaya weke cemedê bû, bêhna çîçek, av û axê didan. Li lûtkeya tepikê em li ser dimeşiyan destpêkirin heta geliyê kûr ê navbera du tepikan dengê yek du çeqelan dihatin. Pîr Elî li pêş, ez jî li dû em giran giran dimeşiyan. Bala min kişand, Pîr Elî bi baldarî dimeşiya û heta karibû pêhn li berfînan nedikirin. Demekê dirêj em wisa bêdeng li dû hev meşiyan. Pîr Elî, xwe dabû ser behra aqil û difikiriyan, min dest bi axaftinê kir.

 

“Li gund, te gotibû ez ê biçim cihekî Pîro. Heke tu bi min re nehatana tu yê biçûna ku derê?”

 

“Ez ê biçûma gundê Merxo.”

 

“Xêr e, çi karê te li gundê Merxo heye?”

 

Min gundê Merxo dîtibû; hema hema min hemû gundiyên wê derê nasdikirin. Bila min bibexşînin bi safikî û "xêvikiya" xwe navdar bûn. “Dîsa çi kirin? Qey xwazgîniyê te ji bo çûçik neçin gundê wan, pireya ser Çemê Miradê avêtin avê?” Ev pirsa min demdirêj Pîro da kenînê.

 

Pîr Elî got: “Xwezî ji bo çûçik neçin gundê wan pireya Çemê Miradê bavêtana avê! Vê carê zêdetir tiştekî xêvikî kirin kurê min! Ez ê hê ji destê van xwazgîniyê xwe pir bikêşînim li vê dinê” û xwe bi xwe kir tîqetîq keniya. Kenîna Pîr Elî min di nav mereqê de hişt. Gelo van însanên safik vê carê çi kiribûn ku Pîr Elî ewqas dikeniyan?

 

“Tu yê ji min re behs bikî gundiyên Merxo çi kirine an na Piro?”

 

“Ez bêjim jî tu yê bawer nekî!”

 

“Ji bona zêdetir ez mereqê bikim tu wisa diaxivî ne. De hadê êdî bêje Pîro. Qey dîsa di şûna genim de xwêy avêtin erdê xwe?

 

“Fêm bû, heta ez nebêjim dê destê te li pêsîra min be.”

 

“Tabî dê destê min li pêsîra te be Piro! Agahiyeke ji gundê Merxo hebe û tu pê behs nekî. Heta biaqil tê meriv ji bo agahiyeke wisa mêr jî bikuje . Hadê vebêje!” 

 

“Tu Zilfo nasdikî, ji gundê Merxo ye?”

 

Min axaftina Pîr Elî birî û got: “Zilfoyê kose?” Min Zilfoyê kose nasdikirin. Merivekî kej bû, tayek riyê wî tune bû. Hê nû ketibû çilsaliya xwe û ezêb bû. Bi tena serê xwe li derveyî gund di xaniyekî biçûk de dijiyan. Her çiqas piraniya gundiyan saf û xêvik bin jî, Zilfoyê kose, yekê fenek û qurnaz bû, çavê wî di serî de dilîstin. 

 

“Hii... Ha ew Zilfo, tu dizanî çi kiriye?”

 

“Çi kiriye Pîrê min?”

 

“Ji vir du meh berê, temamê gundiyan li ser bênderê civandî ye û gotiye yan hûnê min xwedî bikin yan ez ê navê gund bi rezîlî li heft diwêlê ecnebî belavbikim. Gundiyan ewilî gotine qey heneka dika, jê bawer nekirine. Gelo, dê kose çawa navê gund bi rezîlî belav bike? Tam di dema belavbûnê de gundiyekî kalepîr ji Zilfo dipirse, em ferz bikin me te xwedî nekir, tu yê ji bo rezîlkirina me çi bikî. Zilfoyê kose gotiye ez ê qûna xwe bidim. Bi vî hawî dê navê gundê we derkeve qûndetiyê. Bi bihîstina van gotinên Zilfo, gundî weke marî bidînin zipîzer dibin. Li gund sê roj û sê şev civînan li dar xistin e. Ev kose çi bike bi aqil tê. Herî dawî li hemberî kose serî tewandine û bi şertê rojê yek xwarinê bidinê biryar girtin e.”

 

Ez keniyam û min got: “Ji xwe ji vî gundî jî tiştek wisa hêvî dibûn.” A rastî ev xinzîriya Zilfoyê kose bi zora min çûbû.

 

Meriv ji safikî û xêvikiya ciranên xwe ewqas jî bê wijdanî îstifade nake? Gundî xêv in. Zilfo qûna xwe dide bila bide, dev jê berdin.”

 

“Wisa nebêje kurê min!”

 

“Wê çaxê bila weke xêvoyan heta hetayê Zilfoyê kose xwedî bikin!”

 

“Ji xwe xwedî dikin.”

 

“Wê çaxê pirsgirêk çi ye Pîro? Ji bona çi bangî te kirine?”

 

“Pirsgirêk ji gundiyan dernakeve, pirsgirêk ji Zilfo derdikeve. Zilfo meselê ji serê xwe zêdetir dirêj dike. Niha jî xwarinên gundiyan naecibîne. Gundiyan tehdît kiriye gotiye hûn rojê berxikek an ximximek ji min re serjê nekin ez ê dest bi qûndetiyê bikim.”

 

“Welehî helal be ji mêrik re, dê ev koseyê beredayî hemû heywanê gundiyan bide serjêkirin û bixwe!”

 

“Tu hê di zexeliya meselê de yî. Gundî di şînê de ne. Her hefteyê nûnerekî dişînin ba mîn. Ez nizanim çi bikim.”

 

“Ji te dixwazin tu çi bikî Pîro? Tu yê qûna Zilfo bi keviran tije bikî?”

 

“Ji min dixwazin ez Zilfo ji daxwaziya wî ya serjêkirina heywanan biborînim.”

 

“Çima ji te naxwazin tu Zilfo ji xwestina xeracê biborînî, dixwazin ji serjêkirina berxik û ximximkan biborînî?”

 

“Me ew jî ceribandin kurê min. Min du rojan ji Kose re lavayan kir, mixabin di vê dîwanetiya xwe da nebihurî.”

 

“Çima bibûre kî? Nan ji baniyê av ji kaniyê. Rabe rûnî li kêfa xwe mêzeke. Xêvikên wisa dîtiye çima jê bibûre? Başe, tu yê carek din jî biçî ba Zilfo?”

 

“Nizanim kurê min. Ez şaş mam. Ji aliyekî de Koseyê weke qantirê înatker, ji aliyê din ve bi hezaran gundiyên feqîr û belengaz. Nizanim ez ê çawa van însanan ji xezeba Kose rizgar bikim.”

 

“Çima tu kevira naletê li ser deriyê wî danaliqînî?”

 

“Min Kose bi vê tehdît kir. Lê gava min vê kir got demildest ez ê dest bi kar bikim, bi vî hawî dest û lingê gundiyan girêda. Ji bo kevira naletê li ser deriyê wî nexim gundiyan ji min re lavayan kirin. Ez qimîşê wan nebûm.”

 

Ji nav dehlê dengê xiştêniya lingan hat û bêdeng bû sekinî. Ji bo min ji dengê lingan fêm kir ajalekê biçûk e, bi qasî Pîr Elî kelecanê min negirt. Rûviyekî dûva xwe ya dirêj bi erda şil de dikişandin û ji nav daran derket hat. Bi dîtina me re vegeriya di nav dehlê de wenda bû çû. Piştî rûvî derket ser rêya me û şûnda me behsa gundê Merxo nekir. A rastî gelek tişt hebûn ez ji Pîr Elî bipirsim, lê min dixwestin ez pirsgirêka xwe ji Pîr Elî re vebêjim. Min plansaziya vekirina mijarê giran giran dikirin ku ez fikrê Pîr Elî bigrim. Ji bo plana xwe bikim meriyetê min dest bi gavavêtinê kir. Ewilî min ji Pîr Elî pirsa xisûmetiya navbera Elewî û Sunniyan kir. Pîr Elî, ji min re behsa kuştina Hz. Elî ya di mizgeftê de li ser nimêjê, jehrîkirina Hz. Hesen û şehîdkirina Hz. Husên a li Kerbelayê kir. Ez bi tiştên Pîr Elî behsdikirin dizanibûm, lê dîsa jî min bi bêhna fireh li Pîr Elî yê ji çavên wî hêstir dibariyan guhdarî kir. Hêstirên ji çavên Pîr Elî diniqutiyan bi ser riyê wî de dihatin xwarê. Bi rastî li hemberî vê heskirina Pîr Elî şaşwaz bûm. Bûyerekê hezar û pênsed sal berê qewimî bû çawa ewqas li ser Pîr Elî tesîreke çêdikir, bi rastî jî di fêmkirinê de min zehmetî kişand.

 

Min got: “Ev hemû tiştên tu pê behsdikî hezar û pênsed sal berê di navbera Ereban de qewimî ne, em nikarin însanên vî zemanî ji ber wan bûyeran sûçdar bikin.” Pîr Elî demekê wisa li rûçavê min nihêrî.

 

Rondikên xwe paqij kir û got: “Tu mafdarî kurê min.”

 

Min got: “Elewiyek û Sunniyek dikarin bi hevdû re bizewicin?”

 

Herî dawî bi vekirina mijarê re rihetiyek hatibû ser canê min.

 

Pîr Elî, qet nefikirî û bê teredut got: “Na, nikarin bizewicin.” Vê bersivê min hilweşand û pê hêrs bûm.

 

“Çima nikarin bizewicin Pîrê min?”

 

“Mesebê wan cuda ne loma.”

 

“Lê em ji heman olî ne.”

 

“Tu mafdarî, em ji heman olî ne lê rêyên me ji hev qetiyan e.”

 

“La heke pir ji hevdû hesbikin?”

 

Pîr Elî nepîvayî got: “Bila ew jî hesnekin heyran! Însan li gor hest û hîsiyatên xwe teşe nade jiyanê. Mecbûre li gor urf û adetên civaka tê de dijî tevbigere. Heke di dîn de tiştekî hatibe qedexekirin ew qedexe ye. Ev qedexe tenê bi carekê be jî nayê şikandin.”

 

“La heke ji urf û adet û baweriyan bawer neke? Qey mafê wî yê jiyaneke cuda tuneye?”

 

“Na, di vê mijarê de bawerî û urf û adet pir hişk in.”

 

“Başe, wê çaxê dê însan çawa azad be?”

 

“Hela tu ew gotina di bin zimanê xwe de derxîne kurê min. Herhal ji bo axaftina van tiştan te ez ji gund neanîm van dera? Em dikaribûn li mala min jî van tiştan biaxivin. Ne wisa?”

 

“Tu mafdarî Pîro. Yê bangî te kir ne dêya min e, ez im.”

 

“Ez bi vê dizanibûm kurê min. De hadê hela ew derdê xwe ji min re vebêje li te guhdarî bikim.”

 

“Min ji te re behsa revandina keçikek kiribû ne wisa?”

 

“Erê te behs kiribû. Qey qîzika te revandiye Sunnî ye Cem?”

 

“Erê Sunnî ye.”

 

“Tu dixwazî ez çi bikim?”

 

“Dixwazim tu mara me bibirî.”

 

Pîr Elî got: “Oooo! Daxwaziya tiştên nepêkan ji min neke kurê min. Tiştekî aydê min bixwaze bidim te, lê guhertina urf û adetên aydê civakê ji min daxwaz neke; ez ne însanekî ewqas hêzdar im.” Destê xwe yê dirêjî min kir dileriziyan.

 

Serê xwe hejand û kire miremir: “Nabe Cem. Ez nikarim mara te bibirim”

 

 

Ez qîriyam û min got: “Başe, wê çaxê dê kî mehra min bibire?”

 

“Bawer dikim ji bo birîna mehrê tu yê pîr an şêxekî nedînî.”

 

“Başe, ez ê çawa bizewicim Piro?”

 

Pîr Elî got: “Tu jî bê mehr bijî.” 

 

Ez heyirî mam; bi rastî min hêviya bersiveke wisa ji Pîr Elî nedikir. Gotinên wî rast bûn. Ji bona min mehr tenê libateke ne ji dil bû; tu girîngiya wê tune bû; civak zewaca min qebûl dike nake ew dizanin, ne xema min e. Lê de were safî ke, bi dêya min re serê min di belayê de bû. Heta mehra olî neyê birandin dêya min destûrê nedidan ez nêzîkê Zel'ê bibim.

 

"Ez bi jiyana bê mehr qayîlim lê dêya min ne qayîl e. Pêgirtiye hîlobîlo mehra dînî bibir. Dibêje hetanî mehr neyê birîn tu nikarî nêzîke Zel'ê bibî. Hasilî kelam bi dêya min re serê min di bêlayê de ye Pîro. Were jê veger tu mehra me bibire."

 

“Rebenê min! Barê te giran e! Ez bi dêya te dizanim, hetanî mehra we neyê birîn nahêle tu nêzîkê qîzikê bibî. Yezdan alîkarê te be!”

 

“Alîkariya ku tu dikarî bikî çima sewqî Yezdan dikî Pîro?”

 

“Hêviya xwe ji min bibire Cem. Ez nikarim alîkariya te bikim.”

 

Ez qîriyam: “Tu yê ji min re bibî alîkar Pîro!”

 

Ji hêrsana canê min diricifiyan.

 

Pîr Elî got: “Kurê min, ez nikarim alîkariya te bikim.”

Xwest bi destê min bigire. Min bi awayekî dijwar destê wî tehm da.

 

Min bi herdû destan bi pêsîra Pîr Elî girt û got: “Tu yê bibî alîkar û mehra me bibirî!”

 

“Tu dixwazî çi bikî Cem?”

 

“Tu mehra me nebirî ez ê te bikujim!”

 

“Te aqil firandiye kurê min, bi zorê mehr nayê birin? Mehra bi zorê qebûl nabe.”

 

“Qebûl dibe nabe ne xema min e. Bes bila dêya min qayîl bibe.”

 

“Mixabin Cem, ez nikarim mehra te bibirim!”

 

Min xincera xwe ya kiribû ber şûtika pişta xwe deranî û da bin qirika Pîr Elî: “Tu yê bibirî Pîro, tu yê mehra min bibirî!”

 

Pîr Elî bi awayekî devken li rûçavên min nihêrî got: “Tu henekan dikî ne wisa Cem?” A rastî fêmkiribû ez çiqas ji dil im.

 

“Ez pir ji dilim Pîro. Tu mehra min nebirî ez ê te bikujim!”

 

“Qey ji bona ez mehra te nebirim tu yê min bikujî Cem?”

 

“Erê.”

 

Pîr Elî got: “Ez nikarim mehra te bibirim!”

 

Piştre qet devê xwe venekir û gotinekî negot. Qet ez nefikirîbûm dê ev camêrê kal ê kinik ewqas înadker û girêdayî baweriya xwe be. Xwezî li dijî min derbiketana, biqîriyana, bixwestana li min bixe û nifiran bikirana. Lê Pîr Elî yek ji vana jî nekir. Bêdeng û bêtevger sekinî û xwe li benda wijdan û merhameta min hişt. Ewqas feqîr, ewqas şîrîn bûn ku ez tirisîm li çavên wî binêrim. Di çavên wî de tu nîşaneya xirabiyê tune bû. Şewqa heskirinê ya ji çavên wî dibariyan, weke êş û elemê li min dipêçiya, dibûn asteng û nedihêştin xirabiyekî bikim. Halbûkî hişê min ne li serê min bû, kî dizane dibe ku ez Pîr Elî bikujim jî. Vêga tu xirabî tune bûn ku ez nekim. Te digot qey berpirsiyarê tiştên ez dijiyam hemû Pîr Elî ye, min dixwestin hemû hêrsa xwe di serê Pîr Elî de derxînim û wî lîme lîme bikim. Heke Pîr Elî li dijî min derbiketana dibe ku min wî bikujtana. Lê, li dijî min derneket û weke mêşineke qurbanê xwe spart merhameta destê min.

 

“Cara dawî ji te dipirsim, tu yê mehra min bibirî an na?”

 

“Ez nikarim mehra te bibirim Cem.”

 

“Ez ê te bikujim.”

 

“Bi kuştina min tu tiştekî bidest naxî kurê min.”

 

Bi qîrînî min got: “Ez ê bixim” û min xincera di destê xwe yê rastê de kir destê çepê û bi kulmikekî jidandî li valahiya zikê Pîr Elî xist.

 

Pîr Elî kir ûyînî, naliya û bi dev û rû çû erdê. Piştre yek dû sê... kulmik li dû kulmikê min lê xist. Kulmikê min li ser laşê camêrê kalepîr bariyan. Min xwe wenda kiribû. Gava min xwe û aqil da hev, min dît Pîr Elî li bin dareka mazî di nav pelên ji darê weşiyayî de bi dirêjahî ketiye erdê. Ser û çav, dest û pî, tevî kincan di nav xwînê de lewitî bû. Ez jî weke Ezraîl li ser dilê Pîr Elî rûniştibûm û min xincerê dabû bin qirika wî. Dema min ferq kir ez li ser dilê Pîr Elî me, bi tirsnakî rabûm ser piya. Min çi dikirin wisa? Çi dibû bi min? Weke rûviyeke birçî di destê min de xincer û di dora Pîr Elî de dolamalî bûm. Kêfxweş bûm ku min ew nekuştibû. Dibe ku min ew bikuştana, nedihat bîra min bê ka min çiqas li Pîr Elî xistiye û pê îşkence kiriye. Li ber Pîr Elî rûniştim û min serê wî ji erdê bilind kir. Pîr Elî çavên xwe vekir û li min nihêrî kire pistepist: "Te hêrsa xwe deranî Cem?" Bi zehmetî min dengê wî bihîst.

 

“Tu yê mehra min bibirî an na?”

 

“Na Cem! Ez mehra te nabirim!”

 

Min got: “Wisa xuya ye têra te bi kutanê nehatiye!” û min dîsa kulmika xwe rakir, lê Pîr Elî çavê xwe vekir û min lê nexist. Ez rabûm ser piya û ji hêrsan ez bi pêhnan ketim qurmê dara mazî hetanî linga min êşa. Pîr Elî xwe da hev û li min nihêrî.

 

Got: “Hişê xwe bike serê xwe kurê min. Tu yê linga xwe bişkînî.”

Ez zivirîm min bala xwe da Pîr Elî, nizanibûm bêjim çi. Gelo Pîr Elî însaneke çawa bû? Digel ewqas lêxistin û kutanê dîsa jî min difikiriyan. Gelo ji dil digotin, an rol dikirin, min fêm nekir.

 

“Were ji ev înada xwe dakeve. Mehra min bibre. Carekê jî rîayeta baweriya xwe neke.”

 

“Kadîna kayê, ji bo hesp bi awayekî, ji bo evîndaran bi awayekî bêhn dida kurê min. Ez nikarim mehra te bibrim.”

 

“Başe Pîro. Ez ê te di ezmûnekê de derbas bikim, ka em binêrin di baweriya xwe de çiqas ji dilî.”

 

“Tu dixwazî çi bikî bi min kurê min. Ez camêrek kalim, zêde tehdayê li min neke. Dibe li ber xwe nedim û di destê te de bimirim. Di rûçikê min de tu yê bi ciwanî di hefs û zindanan de mehf û perîşan bibî. Ne heyfa ciwaniya te ye?”

 

“Ez ê li te nexim. Ez ê te têxim nava çemberê.”

 

Min ji dara mazî qîjikek şikand û pê derdora Pîr Elî xêz kir. Di nav gel de kesê biketana nava çemberê bi serê xwe nikaribû derkeve. Tenê rêya derketina wî bi jêbirina helqeyê pêkan bû. Ev jî bi destê ew kesê ku helqeyê xêz bike mimkûn bû. Ev adet di salên dawî de hêdî hêdî li ser civakê zêde bibandor nebûn û tesîra xwe wenda kiribû, lê kesên olperest, sofî, pîr, rayber, mirşîd û yên wek wan fanatîk hê jî girêdayî vê çandê bûn. Ka em ê binêrin Pîr Elî çiqas girêdayî baweriya xwe ye? Ev plana ku min herî dawî bi aqil kir li hisabê min hat. Ji bo Pîr Elî, dê ev ezmûneke gelek baş bûna. Ez bawer bûm dê li ber xwe nedana û derbiketana derê helqeyê. Bi vî hawî min ê bigotana Pîr Elî girêdayî baweriyên xwe nîne û min ê pê stû bidana xwarkirinê.

 

“Wisa neke kurê min! Ji bo Xwedê ev helqeya te li dora min xêz kiriye jêbibe!”

 

“Min li dora te helqeyê xêz kir. Ka em ê binêrin tu çiqas girêdayî baweriya xwe yî? Ez ê sibê werim sihêtiya te bikim. Heke tu ji çemberê dernekevî ez ê di birandina mehra xwe de biborim, lê heke tu ji çemberê derkevî biçî malê bi darê zorê be jî ez ê mehrê bi te bidim birîn.”

 

“Tu dîn bûyî kurê min! Vê çemberê jê bibe! Pê bihesin dê pîr kevira naletê li ser deriyê te daliqînin, bi salan dê kes devê te veneke û bi te re neaxive!”

 

“Ne di xema min de ye.”

 

“Ji bo ez vana bijîm, min çi guneh kir ya Rebî?”

 

“Vayê ez diçim.”

 

“Vê heqeyê jê bibe Cem!”

 

“Ez ê sibê werim.”

 

“Dîn nebe kurê min. Dê gur min bixwin.”

 

“Gava gur hatin derkeve ser darê. Sihûda te heye di nav çemberê de dareka mazî ya qirase heye.”

 

“La ger hirç bên?”

 

“Ew jî sihûd û taliha te ye. Gava hirç hatin tu jî bireve. Min te girê nedaye, tenê li dora te çemberekî xêz kiriye.”

 

Pîr Elî got: “Ya Rebî, ev çi bû te anî serê min!”

 

Li ber qurmê darê çok danî erdê û serê xwe kir nav herdû destê xwe. Bi bazdanê ji wê derê dûrketim. Bi qasî sed dused metereyan dûr di nava dehlê de min xwe veşart û li Pîr Elî temaşe kir. Armanca min ew bû ku ez bi çavên xwe bidînim Pîr Elî derkeve derê helqeyê û ez wî mecbûrî birandina mehra xwe bikim. Min bawer dikirin dê Pîr Elî çember filan guhdarî neke û bipeke bireve. Lê Pîr Elî careke din hewesa min di qursaxê min de hişt. Du seetan min lê temaşe kir. Derneket derveyî çemberê û di dora darê de çû hat. Min însanên civaka tê dijiyam fêm nedikirin. Li gor min, di navbera gundiyên Merxo yên ji bo parastina navê gundê xwe ji Koseyê qurnaz re stû xwar kiribûn û Pîr Elî de tu ferq tune bûn. Herdû alî jî bûbûn qurbanê qeyd û bendên baweriyê. Lê ez bawer bûm dê Pîr Elî li ber xwe neda û bireve. Herhalde piştî şev biqeriya dê li ev çola xir û xalî di nav çembereke xêzkirî de bi qasî ji ajalên çiyayî re bibe xwarina paşşîvê ehmeq nebûn ku bimîne. Piriya sekinîm ez aciz bûm, min berê xwe da malê. Sebra min nema ku bisekinim û li Pîr Elî temaşe bikim. Çi çax dibe bila bibe, dê dawiya dawî Pîr Elî jî aciz bûbana û bi ketina tariyê re bitirisiyan biçûna malê, ji vê bawer bûm. Tirseke pîs di dilê min de hebû, la ger ev camêrê înadker ji çemberê dernekeve û hê nebe tarî bi dehan gur û hirç bihatana mêvaniya wî.

 

Serê sibehê ku biçûma, min ê estiyekî jê nedîtana. Dîsa jî ez venegeriyam. Gava ez gihaştim malê, min dît ku milîsên Hesen Axa û leşkeran dor ji xanî girtin e. Min texmîn dikirin bê ka çima dor ji xaniyê min girtin e. Dê ji nû ve min bişandana ji bo kuştina Şêx Seîd. Ji xwe kêfa min qet tunebû, yekcar kêfa min çû û dilê min weke cemedê sar bû. Min nedixwestin Şêx Seîd bikujim. Bi gihaştina ber derî re milîs û leşkeran dor ji min girtin.

 

Yek ji milîsan got: “Tu bi derengî ketî?” 

 

“Bêhna Hesen Axa çikiya.”

 

“Hesen Axa li ku ye?”

 

“Li nav Bostan rûniştî ye.”

 

“Hesen Axa çi dixwaze ji min?”

 

“Nizanim.”

 

“Dêya min, xwişka min, hevjina min li ku ne?”

 

Milîsekî got: “Ew li malê ne. Hesen Axa derketina wan a derve qedexe kir.”

 

Dît ku Hesen Axa ber bi me ve tê hiş bû. Li kêleka Hesen Axa sê heb milîs, pênc heb leşker hebûn.

 

“Tu li ku mayî Cem?”

 

Min bi derewînî got: “Cendirme û tehsîldarên hatin gund nehiştin ez ji gund derkevim. Herhalde min ê ji wan re negotana ev bû sê seetin bi Pîr Elî îşkenceyê dikim. Gava min Pîr Elî bi bîra xwe anî, min got newa reviya ye. La ger nereviya be. Min qet nedixwestin ez vê bifikirim. Ji kirinê xwe hêdî hêdî min poşmaniyê hîs dikirin.

 

Hesen Axa got: “Hadê Cem, xwe amade bike rê ya te heye.”

 

Wekî nizanibûm min got: “Ez ê biçim ku derê?”

 

Hesen Axa bi devkenî got: “Tu bi erkê xwe dizanî Cem.” 

 

Weke hevalê min be ket qolê min û min ji nav milîs û leşkeran dûr xist. Tişta ku herî zêde min jê nifretê dikirin yek bikeve qolê yekê. Bi rastî bi vê ez pir aciz bûm. Gavek mabû ez xwe wenda bikim û dest bikim qirika Hesen Axa. Lê min vê nekir.

 

Carekê min hevsarê xwe kiribû destê Hesen Axa; ez dibêjim qey ji niha û pê ve dê qedera min wî diyar bikira?

 

“Qey tu zewicî Cem?”

 

Bi awayekî bê xwestek min got: “Erê, ez zewicîm.”

 

“Gava tu zewicî çima te ez agahdar nekirim?”

 

“Ez qet nefikirîm. Min got dibe bala te nekişîne.”

 

“Tu şaş dizanî Cem. Êdî tu milîsê min ê herî çak î. Ji îro û şûnda divê ji her karê te agahdar bim. Niha ez ê te bibexşînim. Careke din wisa neke. Di vegerê de em ê bi berfirehî dîsa biaxivin”

 

“Ez ê biçime ku derê?”

 

“Tu yê biçî Şêx Seîd bikujî. Vê carê agahî saxlem e. Ji me re agahî hat, Şêx Seîd dê roja çarşemê biçe gundê Qirikanê bi axa û axaletên piştgiriyê didinê re civîneke lidarbixe. Em dixwazin roja çarşemê tu Şêx Seîd bikujî. Te gundê Qirikanê dîtiye Cem?”

 

“Erê. Ez çend caran çûme wî gundî.”

 

“Tu kengê çûyî?”

 

“Herî dawî vê biharê ez çûm. Gundekî mezin e. Silêmanê sîmsar ji wê hebekî ga û sê heb bizin sand.”

 

“Tu yê di çend seetan de biçî gundê Qirikanê?”

 

“Deh, deh donzdeh seetan de ez ê biçim.”

 

“Pir baş e. Hema bikeve rê. Çimkî civîn sibe êvarê ye. Beriya çend seetan tu biçî gund dê baştir be.”

 

“Beriya sibe êvarê ez ê li wê derê bim.”

 

“Di çol û çiyayan de here. Bila kes te nebîne. Bi baldar be. Heta tu dikarî di guleyê ewilî de Şêx Seîd bikuje. Çimkî li derdora Şêx Seîd bi sedan çekdarên baş hene. Ez pê hesiyam Nebiyê nijdevan ê Gimgimî jî tevlî Şêx Seîd bûye û pê re digere. Divê tu pir bi baldar bî. Bi taybet ev Nebiyê Gimgimî kesekî pir xeternak e. Nema kes pê bihese ku benda ji tabûrekî leşker bi tena serê xwe qelaştiye û derketiye. Te fêm kir?”

 

 

Bê çare min got: “Erê”

 

Gava ez ketim rê, roj li ser çiyayên Çewlîgê digeriyan. Siya çiyayên Çewlîgê dabû ser daristanê. Ba, weke tolazekî derkeve tolaziyê di nav darên pel weşandî de dihatin, dikirin fîzefîz, difîkandin û avê direşandin. Ewrê ku her gav digirtin ser çiyayên Çewlîgê îro gelek li hewa digeriyan. Her çiqas gundê Qirikanê li berevajî cihê Pîr Elî be jî, min rêya xwe guhert û çûm dîtina Pîr Elî. Min mereq dikirin. Gelo hê Pîr Elî di nav çembera min xêz kiribû de ye, an bi tarîbûna şevê re reviya bû çûbû? Ez bawer bûm newa çûye. Çimkî min bawer nedikirin xêzikeke biçûk wî li wê derê bide girêdanê. Gava ez gihaştim ber Pîr Elî, min ew dît ku di nav helqeya min xêz kiribû de semahê digerîne. Bi dîtina vê rewşê şaşwaz bûm. Ev meriv bi rastî jî dîn bûn. Hewce bû ji nav vê helqeyê zûda derbiketa, lê ew hê jî di nav çemberê de bû. Pîr Elî ji xwe ve çûbû. Diqîriyan digotin: “Ya xwedê tu dengê min dibihîzî, tu min ji vê derê xilas bikî!” û di dora dara mazî de diçûn dihat weke baranê hêstiran dibarandin. Weke miriyekî bû. Niha di nav hebûn û tunebûnê de bûn. Ne di ferqa min de, ne jî di ferqa ew tarîtiya şêva zilamat de bûn. Ji rûyê erdê veqetiya bû, ketibû nav xeyalên ruhanî yê bêsînor û xwe wenda kiribû. Ewqas xweş semahê digerandin ku min xwe negirt û lê temaşe kir. Heke dema min hebûna ez ê bi seetan bisekiniyam, min ê lê temaşe bikirana; bi temaşekirina wî hîsiyata hizûrekî ruhanî li ser min çêdibû. Zêde wexta min tune bû. Hatina min a vêderê zêdetirî du seetê min girtibû. Ev înadkeriya Pîr Elî bêtir min beecand, min ew li wê derê hişt û dîsa ketim ser rê. Çi halê wî heye bila bidîne, min dest û lingê wî girênedabû, bila derketa biçûna malê. Min got ez ê di vegerê de dîsa serî bidimê. Heke ez wî di nava çemberê de bidînim, ez ê qenaetê bînim ku bi rastî girêdayî baweriya xwe ye. Heke derketibe, ez ê bi zora tifingê be jî wî bigrim bibim pê mehra xwe bibirim.

 

Dê bidome..


Gotinên miftehî :