SEKVAN -8-,sekvan,8

SEKVAN -8-

A+ A-

Werger: Mordem ZEL

 

Ev mesele carekê li intê siwar bûbû. Her çiqas gelek caran hewesa min di qursaxê min de bimîne jî, baweriya min pê tam bû, dê Pîr Elî şeva xwe li vêderê derbas neke û bireve biçe. Dema Pîr Elî, bi mirinê re rûbirû bimana dê rê û rêzikan hemû binpê bikira. Bi qerbûna şevê re ewr nizimtir bû. Mija ku ji jêrê çiyayên Çewlîgê destpê kir, ser daristanê pêça û berbijor ve bilind bû. Tariyeke zilamat girt ser şevê; bi zehmetî min pêşiya xwe didît. Min tifinga di destê xwe yê rastê de avêt pêlê xwe û êzingekî mazî yê mezin girt û wisa meşiyam. Ji nêzîk ve dengê zûrezûra çeqelekê dihat. Zûrezûra çeqelê dişibiyan dengê dayîkek a li ser gora zaroka xwe bigirî. Bi min sar bû. Ez ditirisiyam; te digot qey ji çar aliyan ve xeybaneyan dor ji min girtibûn û êriş dikirin. Dilê min dikirin di devê min de bê der. Di nav ewqas hengame de tiştên hatibû serê gundiyên Merxoyê û înadkeriya Pîr Elî ji aqilê min dernediketin. La heke ev kalê pîr bi rastî jî, ji nav çembera min li dora wî xêz kiribû dernekeve...

 

Min qet nedixwestin vê bifikirim. Hê nedibû sibê dê ajalên çolê bermahiyeke ji cesedê Pîr Elî nehiştana. Bi qasî seetekî şûnda ji nava mijê derketim; a rastî mijê min terikand û ber bi lûtkeya çiyayên Çewlîgê ve hilkişiya. Niha min rêya xwe baştir didît. Dengê çeqelan hê jî dihatin; wisa xuya bû çeqelê li min temaşe dikir. Ev tevgera çeqelê cesaretê da min. Li ev nuqteya çiyê, di nav tarîtiya dehla gur de ne bi tena serê xwe bûm, çeqelek jî bi min re rêwîtî dikir. Her çiqas bi baldarî binêrim jî, min hevala xwe ya rêwîtiyê nedît. Te digot qey sêrbaz e, carna li pêşiya min, carna li pay min, carna jî li çep û rastê min dizûriyan, lê min ew nedidît. Di seetên derengiya şevê de bi hatina bayekî dijwar hewa bêtir cemidî. Ewrê reş ê dema ez ketim rê li asîmanan bû niha nizimtir bû û xwe berda ser dar û deviyan.

 

Min xwêdanê dabû û westiya bûm. Tevizandineke giran girtibû ser laşê min; digel hemû hewildanan, nikaribûm çavê xwe vekim. Car caran bi meşê re min çavê xwe dida ser hev, lê bi şiyariyê re bi tirsnakî min xwe bilind davêtin û min xwe li serê çiyayekê, di nav dehlekê gur de didît û bi tirseke hovane diricifiyam. Bi vî hawî ez ê zêdetir nikaribûma bimeşiyam. Hewce bû bi qasî çend seetan di şikeftekê de min bêhna xwe bidan û razama. Bi meşê re min çavê xwe li şikeftek an şaxorekê gerand. Herî dawî min şikefteka li gor dilê xwe dît. Zêde ne mezin bû. Heta şikeft nedihat hesibandin. Şaxorekî dirêj a di hundirê zinar de bû. Cihekê ewledar bû û têra min dikirin. Gur nikaribûn derkevin wê derê. Ez ketim şikeftê. Tarî bû, tirsnak bû. Weke însanekî kal ê li ber mirinê dinaliya, nefesê digirt û dida. Di têketina wê da ez rûniştim, min pişta xwe spart zinar, lingê xwe dirêj kir, tifinga xwe kir hemêza xwe; min guhdariya dengê şevê, tarîtiyê, bayê kir û fikirîm; Min ê çi bikira? Gelo ez ê bikaribûma Şêx Seîd bikujim? Min ê xwe çawa ji vê kemînê xilas bikira? Ez dizanibûm, bi kuştina Şêx Seîd min pêsîra xwe ji destê wan xilas nedikir. Dê ji min bixwestana hin kesên din jî bikujim. Dawiya vî karî tune bû. Piştî karê wan bi min biqediyana, dê vê carê min bidana ber guleyan. Hetanî niha timî wisa kiribûn. Dê dawiya min jî wek ya bavê min bûna. Qasekê ez roja vegera bavê xwe ya piştî pênc salan fikirîm; her çiqas dîmenên wenda bin jî weka xeyalan dihat bîra min. Ya Rebî, çi bûbû bi bavê min? Te digot qey miriye û piştî çend mehan ji mezel derketiye hatiye. Ji însan bêtir dişibiyan xeybaneyekî li ser piya digeriya. Gava ew halê bavê min dihat ber çavê min xwîna min disekiniya, ji tirsan kezeba min diqetiya. Roja ku bavê min hatibû malê baraneke dijwar dibariyan. Tu gotineke bi devê wî neketibû û wê şevê hetanî sibehê li ber kuçikê rûniştibû û fikirîbû.

 

Carekî serê xwe bilind kiribû û ji min re gotibû: “Min gelek însan kuşt Cem! Gelek! Jin, zar û zêç, min gelek Ermenî kuşt! Dîmenên wan kesên min kuşt ji ber çavê min naçin, qêrîn û qajîna wan ji goyê min dernakeve! Ez qediyam lawo! Ez qediyam!”

 

Navberekê heyv derbasî nava perçeyekî ewrê hêşînî yê biçûk bû û şevê ronî kir; tam li hemberî min di nav ewran de weke sêniyekî paxir sekinî bû, bi şewqa xwe ya mirî û jêbir bêdengiya tarîtiyê ronak dikirin. Demekê min li heyvê, li tunebûna xipîxalî ya li pêşiya min dirêj dibû û li tarîtiya şevê mêze kir û Zel'ê fikirîm. Êş û tirsa bîstek berê girtibû ser dilê min cihê xwe bi germahiyeke şîrîn û serxweş re guherand. Bi awayekî tîqetîq min dest bi kenînê kir. Dêya min a dev ji kar û barê xwe berdabû û bi dû min û Zel'ê ketibû hat bîra min. Min mereq dikir, gelo rastiyê bizaniba dê çawa tevbigeriya? Gelo, dê dîsa bi dû şopa me biketa? Li gor wê em li fersendê digeriyan ku hevdû maç bikin, bi hev şa bibin, halbûkî hê ez nizanibûm bê ka jê hesdikim an nakim. Ronahî kurtedemekê domiya. Dema ewr çû ser heyvê tarîtî bêtir qer bû. Xew kete çavê min. Bi barana destê sibehê dibariya re ji xewê şiyar bûm. Her aliyê laşê min tevizî bû. Min hewl da ez rabim ser piya xwe bilivînim. Baran dijwartir bû. Di vê baranê de ne pêkan bû bimeşim. Dîsa ez rûniştim û min li daristana ku hêdî hêdî ronî dibû mêzekir û dengê baranê guhdarî kir. Dengê baranê, dişibiya dengê dêya min a ku min dikirin bêşîka min a bi maxên bin qatî ve girêdayî û ji min re lorînî digot. Bi guhdarkirina vî dengî re di xewê ve çûbûm. Gava şiyar bûm, min dît hundirê şikeftê hemû ronahî ye. Min li seeta xwe ya bikostek a di bêrika şalê min de bû mêze kir; ji yanzdeha derbas dibû. Bi derengî ketibûm; bi derketina rojê re hewce bû biketama ser rê. Bi vî hawî hetanî tariya şevê encax ez ê bigîhama gundê Qirikanê. Demekê ez li devê şikeftê sekinîm, min li daristana gur a jêr, li zinarên tepikên hember ku bi barîna baranê weke sedefê dibiriqiyan, li tepik û çiyayên bêtir dûr ku lûtkeya wan di nav ewran de wenda bûbûn temaşe kir.

 

Baran parî sist bûbû. Li tepikên hember, çend pezkoviyên ku ji nav daristanê derketibûn ser zinaran û weke moriyan li dû hev rêz bûbûn min dît. Qasekê min bi dûrbînê li wan temaşe kir. Nêriyê ku di pêşiya wan de dimeşiya bi qasî gaboxeyekî mezin bû. Pûrtê wî yê sorik ê dirêj weke yê hirçên nû bikevin zivistanê bi erdê re dikişiya. Qorcên wî bi qasî du metreyan dirêj bi dehan şaxê wan hebûn. Ez tênegihîştim bê ka çawa di bin wan de dimeşe. Bi têketina nav dehlê re min dest bi bazdanê kir. Çemê ku ez di ber de bazdidam hêç bûbû, te digot qey ji evîndara xwe dûr ketiye weke kewê ribat dixwendin. Qamûşên ku li dedora çem bûn ewqas gur û asê bûn ku meriv dikare bêje hesp tê de wenda dibûn. Van qamîşan weke nû bikevin biharê ji kokê ve şîn bûbûn. Bi bazdana min re werdekên çiyayî, weke tu çovê bikî kuwara mêşan qefle bi qefle bi ser ava çemê lîşo diketin û difiriyan. Keroşk û rûvî ji nav qamûşên derdora çem pêça bû derdiketin. Dema gihaştim gundê Qirikanê garanên dewaran û keriyên pez û mêşinan têketibûn nav gund. Gundê Qirikanê li berpala tepikek bi dehlê pêçayî hatibû avakirin. Tam li tepikê hember, min bi dûrbînê li gund temaşe kir. Herdû tepikan, geliyekî biçûk ê weke zozanan ji hevdû vediqetandin. Tepikê ez lê bûm, berevajî tepikê gund, bêtir biçûk, tîk, asê û dehla wî gurr bûn. Li bin dareka mazî rûniştim û bi dûrbînê min çavê xwe li gund gerand. Kesekî navsale yê riyo û qamdirêj li ber çem pê gasin erdê xwe cot dikirin. Jineke qirode bi pêhnê pêxas di pêşiya gayan de dimeşiyan. Li ba wan mangeyek û du mêşin hebûn.

 

Bi qasî çend deqeyan min li wan temaşe kir. Mange, li bin dareke mexel ketibû û kayîna xwe dikir. Mêrik gaboxeyan da sekinandin û bera çûkên êrîşê toxim dikirin da. Min temaşekirina gund domand. Armanca min ew bû, ez bizanibim bê ka Şêx Seîd beriya min hatibû gund an na. Hewce bû beriya tarî bikeve erdê ez bizanibim bê ka hatiye an nehatiye, ger hatibe jî, li kîja mal dimîne divê ez bizanibûma. Ji gund bi qasî dused dused û pêncî metre dûr li ber qonaxekî du qat a li qeraxê newalê tevgerekî bala min kişand. Bi dûrbînê min li qonaxê temaşe kir. Li pêşiya holika qonaxê sê merivan du mêşinên serjêkirî bi dareka hewrê ve daliqandibûn û post dikirin. Du heb kûçik jî di dora wan de diçûn û dihatin. Gelek kes diketin qonaxê û derdiketin. Di kuleka bixêriya qonaxê de dûmaneka zirav bilind dibû. Êdî ez bawer bûm, Şêx Seîd di ev xanî de diman. Ji bona min rewşeka naxoş bû. Di hundirê qonaxê de min ê wî çawa bikujtana? Ez vê baş dizanibûm, heke di vê seetê de ez biketama nav gund, ne pêkan bû bi saxî derkevim. Min dît, du kesên çekdar li ser aşê ku li pişt qonaxê bû nobedarî dikin, min fêm kir ku qonax tê parastin. Her ku min bi baldarî li derdora qonaxê mêze kir, min dît ku du kesên çekdar li bin dareka biyê ya li devê newalê, sê çekdar jî, li aliyê başûrê qonaxê, li serê rêya ku diçe gund sekinandî bûn. Piştî ku gundiyan garanên dewaran û keriyên pez û mêşinan hewandin ber bi qonaxê ve dan dû hev û çûn. Hespekê li pêşiya aşê girêdayî bû hevsarê xwe qetand û bi çargavî ber bi gund ve beziya. Ciwanekî qamdirêj ê di temenê min de ji aşê derket û bi dû hespî ket. Bîstek şûnda hesp di nav daran de ji ber çavan wenda bû.

 

 

Bi qerbûna şevê re gund ji ber çavan wenda bû. Di tarîtiyê de hêdî hêdî ronahiya lembeyên qazaxiyê çirisîn. Baran sekinî bû, lê ezman bi peleyên ewran pêçayî bû. Bi qerbûna şevê re ji tepikê lê veşartî bûm min xwe berda jêr û nêzîkê qonaxa ku Şêx Seîd lê mêvan bû bûm. Dengên li derdora qonaxê dihatin di pêşveçûna şevê de kêm bûbûn; lê dengê kesên di hundirê qonaxê de civiyabûn dihatin derve. Dengên dihatin derve car caran bilind dibûn, carna jî kêm dibûn. Li pişt dara biyê ya ku ez lê veşartî bûm, min nobedarên çekdar ên li ser bana aşê bûn didîtin. Noberdar rehet bûn, di navbera xwe de suhbeteke kûr dikirin. Yekê ji wan cixareyê dikişandin. Kûçikê ku bi stûnê holika pêşiya qonaxê ve girêdayî bû, weke min ferq bike dem bi dem diewçiya û dixwestin zincîrê xwe biqetîne. Bi ewça ewça kûçikên gund re, wî serê xwe bi jor ve bilind dikir û weke gurekê birçî dizûriya. Heyvê ezman pêça bû û di bin ewran de ber bi rojava ve diçûn. Hewa weke cemedê sar bûbû. Ez dicemidiyam. Zikê min birçî bû; ji bo xwarinê di heqîba min de nanê sêlê, hêjîrê hişk, mewij û dimsa tûyan hebûn, lê min hê destê xwe nedabû wan. Hêdî hêdî ez kişiyam diyarê dara biyê. Dema min vê hewldanê dikirin bi baldarî tevdigeriyam. Bayê dikir vîzevîz, difîkandin û bi min re dibûn alîkar. Pelên dara biyê weşiya bûn, lê guliyên wê weke sîwanê hatibûn xwarê û min dinixumandin; gava ez çûm diyarê dara biyê, qijik û beytikên li ser wê lîs bûbûn firiyan bi hewa ketin. Ez gihaştim astekî û sekinîm. Niha ez li pêşiya şibaka qata duyemîn a qonaxê bûm. Şibak, bi boyaxa kesk hatibû boyaxkirin. Bayê, dara biyê weke hêlekanê dihejandin û hin guliyên wê li camê şibakê dixistin xizênî jê dibirin. Niha ez li pêşiya odeya ku Şêx Seîd û gundî di civînê de bûm.

 

Min hundirê odeyê pir baş didîtin. Odeya ku pênc stûn li bin qatiyê wê bûn, texrîben bi qasî sed û pênce metrekare hebû; sê heb lembeyên qazaxiyê odeyê ronî dikirin. Agirê kuçika ku li aliyê başûrê odeyê bû ji ronahiya lembeyan bêtir odeyê ronî dikir. Zêdetirî sed kes hebûn çarmêrkî li ser xalî, kilîm û palasan rûniştîbûn û paşiya wan bi min ve bûn. Hemûyan guhdariya kalepîrê rûspî yê ku riyê wî bi ser dilê wî de hatibû xwarê û li ber kuçikê li ser doşeka bi herî rûniştî bû dikirin. Min ew kalepîr naskir; Şêx Seîd bû. Ew camêrê ku min li hala Çewlîgê dîtibû bi xwe bû. Li ber kuçika ku odeyê ronî dikirin, min rûyê wî baş ji hev derdixist û didît. Tam wexta tevgerandinê bû, beriya ku hê kesî min ferq nekiribû divê min tifing bi Şêx Seîd ve bidana. Ez bi xwe bawer bûm, di ewqas dûrîtî de ez dikaribûm tenê bi guleyekî Şêx Seîd bikujim. Piştî ku min Şêx Seîd bikuştana şûnda karê min hêsantir dibû; di vê şeva tarî û zilamat de tu kes nikaribû min bigire. Ew ê Şêx Seîd, ji kîsê dê û bavê xwe biçûna. Dema min lûleya tifinga xwe di nav guliyên dara biyê de veşart û ber bi Şêx Seîd ve rast kir weke tiştekî biniqute dilê min. Hema wisa mat mam. Min tu wateyekî nedida ev halê xwe yê hanê. Ez nikaribûm hukmê pêçiya xwe ya li ser tetikê bikim. Dilekî min jî digot nebe nebe tu pên li tetikê bikî. Carekê tu dest bi kuştina însanan bikî êdî dawî lê nayê. Nebe nebe tu Şêx Seîd bikujî! Tu zerareke Şêx Seîd ji te re çênebûye, çima tu yê wî bikujî?

Piştî ku ez nikaribûm pên li tetikê bikim min lûleya tifingê paşve kişand. Min nefeseke kûr da û sand. Te digot qey di tevahiya rojê de min bênavber keviran hilgirtibû. Ji tirsan bû, ji qehran bû nizanim, li ser dara biyê ez diricifiyam. Ji bo ez ji darê nekevin xwarê, min ko li guliyekê stûr anî.

 

 

Ji bona ez fikrê xwe yê kû bi kuştina Şêx Seîd ne qayîl bû defha bikim, min xwe da hev û ji bona ez kuştina wî bi xwe bidim qebûlkirin û rewa bidînim ez fikirîm. Ez ne bi xwesteka xwe ketibûm dû kuştina Şêx Seîd, ez mecbûrê vê rewşê hatibûm kirin. Heke min wî nekuştana dê ez û malbata xwe bihatana kuştinê. Niha dê û xwişka min û Zel di destê leşker û milîsan de êsîr bûn. Jiyandina wan di destê min de bû. Heke min Şêx Seîd nekuştana, dê ew bihatana kuştin. Ez mecbûr bûm bikujim. Min lûleya tifinga xwe kir nav guliyekî duçetel û min nîşan girt. Bi pênlêkirina tetikê re min ê qapaxa serê wî belawela bikirana. Her tişt di nav yek du saniyeyan de diqediyan. Di wê kêliyê de hestekê ecêb min girt. Min got qey Şêx Seîd min ferq kir. Berê wî bi min ve bû, car caran bi aliyê şibakê de mêze dikirin, lê di vê tariyê de ne pêkan bû min di nav guliyên dara biyê de bidîne. Gelo çima bi aliyê min ve mêze dikir? Ev hest li ser min giran bû û min tirisand; erê, ew camêrê kal weke min bidîne dimêziya. La heke min dibîne çima cihê xwe naguhere? Berê tifinga min bi wî ve bû. Gelo çima nediqîriya û min nîşan nedida? Gelo vî camêrê kal dixwestin çi bika? Ji cihê xwe rabû û hat ber şibakê xwe rep kir. Di navbera lûleya tifinga min û wî de tenê camê şibakê hebû. Êdî ez bawer bûm ku Şêx Seîd min dîtiye. Te digot qey ji bona ez tifingê biteqînim ji cihê xwe rabûbû hatibû ber şibakê xwe rep kiribû. Gelo ev camêrê kalepîr merivekê çawa bûn? Gelo dîn bûn, ji jiyanê aciz bûn an maceraperestekî bêtirs bûn û girîngiyê nedida mirinê? Ez nizanibûm vê tevgera wî çawa binirxînim. Her çiqas min dixwestin jî, min xwe îqna kir û min tifingê li Şêx Seîd neteqand. Tifinga min di destê min de, pêçiya min li ser tetikê wisa li ser dara biyê mat mam. Weke Şêx Seîd alanan li min bike, dixwest ez wî bikujim. Zêdetirî panzdeh deqeyan li hember min li pêşiya şibakê sekînî û piştre çû li ser doşeka ber kuçikê rûnişt.

 

 

Ez ji dara biyê daketim xwarê û fikirîm ku vegerim malê; hat bîra min ku dê û xwişka min û Zel dîlgirtî ne, di ev fikrê xwe de bihûrîm. Dîsa min li Şêx Seîd nîşan girt û sekinîm. Ez nizanim, bê ka ez li benda çibûm. Demekê wisa destê min li ser lûleya tifingê pêçiya min li ser tetikê, min li şevê û konaxê temaşe kir. Şêx Seîd min dîtibû, lê tu tevgereke di qonaxê de çênebûbû. Min xwe bi xwe got, dibe ku min nedîne û wisa min cesaretê da xwe. Di wê kêliyê de min hew dît yekê devê tifingê da nav pişta min; weke mar bi min ve bide. Êşeke sar kete nav canê min, di damarên min de pêl da û geriya. 

 

Ew kesê ku lûleya tifingê dabû nav pişta min got: “Tifinga xwe bide min.” Li hember wî dernekim û min tifinga xwe da kê. Ji xwe tu wateya li hemberderketinê tune bû. Çawa derketibû ser darê ku min ew ferq nekiribû, bi rastî jî ez heyr mam. 

 

“Çekeka te ya din jî heye an na?”

 

“Na”

 

“Baş e. Zêde xirecir neke û were xwarê.”

 

Pirî bi dengê nizim axivî min bi zehmetî gotinê wî fêm kir. Bi hêrs bûn. Gotinan di devê xwe de dicût û piştre digot. Bi hatina xwarê re min dît du çekdarên din jî li benda me ne. Yek jê ewqas dirêj bû ku di nav taritiyê de, li pêşiya şitlên fesûleyan te digot qey rewta helhelê ye. Çawa ji dara biyê hatim xwarê tifingê kir serê min.

 

“Nebe nebe tu hewl bidî birevî!”

 

“Na, na narevim.”

 

Yê ku tifingê dabû nav pişta min ji darê daket xwarê û hat li pêşiya min xwe rep kir sekinî.

 

“Tu kî yî?”

 

Piştî ku min bersivekê nedayê, çend caran li ser hev pirs kir: “Tu kî yî? Çima tu derketibû ser dara biyê?”

 

“Min dixwestin Şêx Seîd bikujim.”

 

“Yaa!”

 

“Deng hate te? Dibêje ez ji bo kuştina Şêx derketime ser dara biyê!”

 

“Kî te şand? Çima tu dixwazî Şêx bikujî?”

 

“Ez ê guleyekî bikim serê wî.”

 

“Na, meke!”

 

“Em çi bikin pê?”

 

Yê di nav wan de herî kin bûn got: “Em bikujin!” Gava lûleya tifingê da eniya min, ji tirsana min çavên xwe hişk girt û li benda perçekirana serê xwe sekinîm.

 

Yê ku min ji diyarê darê daxistibû hêrsê ser yê kinik bû û weke wî biçûk bixe got: “Zû tifinga xwe paşve bide!”

 

“Lê wî dixwestin Şêx bikuje Nebî!”

 

“Hiş be!”

 

Min çavê xwe vekir û got: “Navê te Nebî ye?”

 

“Erê, navê min Nebî ye.”

 

Min got: “Nebiyê Gimgimî tu yî?” 

 

Navê Nebiyê Gimgimî weke serhildêrê destaneke lehengiyê li ser devan bû. Dihat gotin, bi sedan axayên xwedî erd û zevî û eskeran kuştibûn. Ez pê hesiyabûm lêgerîna wî hatibû derxistin û ji bo keleya wî xelat hatibû danîn. Beriya ez biketama ser rê Hesen Axa di mijara Nebiyê Gimgimî de bi taybet li min temîn kiribû ku bi baldarî tevbigerim. Ji bona min zêde bala xwe nedabû ser hişyariyên wî, min didît ku min çiqas şaşî kiriye. 

 

Got: “Erê, Nebiyê Gimgimî ez im,” û demekê wisa li rûçavên min nihêrî. Rextê min ê fişekan ji nava min vekir, dûrbîn û heqîba min girt û da hevalê ba xwe. Piştî ku lêgerina ser laşê min kir xincera di nav şûtika min de bû jî dît. 

 

Got: “Zarok nîne, depoyê çekan e. Demançeya te jî heye an na?” Hetanî ber lingê min jî mêze kir.

 

“Demançeya min tune.”

 

“Te navê min bihîstibû?”

 

“Erê. Min navê te bihîstibû.”

 

“Te çawa bihîstibû? Baş an xirab?”

 

Kurtedemekî fikirîm û şûnda min got: “Bi rastî ez te xirab dizanibûm.” 

 

Ji xwe çawa be dê min bikujtana. Piştî ku dê min bikujin ez ê çima derewan bikim.

 

“Tê gotin te gelek însanan kuştî ye.”

 

Nebî got: “Qey tu li hember kuştina însanan î?”

 

Qet nefikirîm û min got: “Erê, ez li hember kuştina însana me.”

 

Nebî bi awayekî hêrsok got: “Min nede keninê xorto.”

 

“Tu dibêjî ez li dijî kuştina însana me, lê di demeka ku te dixwestin Şêx bikujî de min te girt. Kurê min, heke tu hê di vî temenê zarokî de dest bi kuştina însanan bikî, hetanî tu werî temenê min tu yê bibî qesasê kuştina însanan. Hadê bide pêşiya min, ez ê te bibim ber Şêx, yê ku te dixwest ew bikujî. Bila biryara kuştin û nekuştina te ew bide.” 

 

Ez fikirîm, Nebî mafdar bû. Dema di silima qonaxê de bi diyar ketim lingê min bi min re nedihatin. Min hêviya xwe ya jiyandinê wenda kir. Hindik mabû ez ji silimê bikevim xwarê. Herhalde Nebî vê ferq kiribû, bi destekî xwe bi milê min ê rastê girtibû. Gava di deriyê odeyê de ez ketim hundir Şêx Seîd rabû ser piya, li Nebiyê ku ji para ve tifingê kiribû serê min mêze kir û got: “Tifinga xwe deyne!” 

Nebî tifinga xwe danî û pişta xwe da dîwarê ber deriyê odeyê ku bi rengê sor boyaxkirî bû û sekinî. Ew îsanên ku li erdê çarmêrkî rûniştî li Şêx guhdar bûn, bi anîna min a wê derê re ji cihê xwe liviyan.

 

“Li ser dara biyê ya pêşiya şibakê min wî qefiland. Çekdar bû. Di rextê wî de têra kuştina bi sedan însan fişek hene.” 

 

Ez zivirîm min li Nebî mêze kir.

 

Hê kesekî ciwan bû; kêm zêde li dora çil salan emrê wî hebûn. Çavên wî weke deq mezin û heşînî bûn. Riyê wî yê reş sûreta wî ya qemer rapêçabûn. Merivekê feqîrik û xwerû xuya bû; hew mabû bigiriyana. Bi ber hatina min a Şêx Seîd re, hin kesên di odeyê de rûniştî bûn rabûn ser piya; tiştên ku Nebî got, hem wan heyr û miheyrî hiştibû, hem jî bi hêrs kiribûn. Bi dengekî bilind di nav xwe de dest bi nîqaşa ji bo kuştina min kirin. Ez ji ewqas nêrînên hêrsok ê bi ser min de bûn tirisiyam û min serê xwe kir ber xwe û sekinîm. 

 

“Xorto, tu kî yî?”

 

“Di vê seetê de tu li vêderê li çi digerî?”

 

Nebî got: “Ji min re got ez hatime ji bo kuştina Şêx” û kesên ji min pirsan dikirin da sekinandin. Ev gotinên Nebî, weke ava sar bi ser serê wan de bê kirin bandoreke mezin çêkir. Gelek ji wan ji cihê xwe firqizîn, xincerên xwe ji ber şûtikên xwe derxistin, tifingên xwe hildan û bi ser min de hatin. Di wê kêliyê de Şêx Seîd ket navberê.

 

“Hiş bin! Sekan bin hela! Tifingê xwe danîkin!”

 

“Şêxê min, hema wî xwestiye te bikuje.”

 

“Kî te şand?”

 

“Ew ê Şêx bikuştana!”

 

“Ya Rebî! Ji bo kuştina Şêx hatiye!”

 

“Hê ev zarok e!”

 

“Ev zarok ne bi serê xwe ye, hin kesan ew şandin e.”

 

Şêx Seîd got: “Hiş bin! Ka em guhdariya wî bikin, bila xwe bide nasîn; çi kes e, çi karî dike, çi zerara min jê re çêbûye ku dixwaze min bikuje, em fêm bikin.” 

 

Min Şêx Seîd weke westiyayî, zehîf û pîr bibe dît; çavên wî yê weke deqan ketibû çalikan û derdora wan mor bûbûn. Riyê wî yê spî ku bi ser dilê wî de bûn serûçavê wî nuxumandibûn û wisa sûretên wî ketibûn hundirê devê wî.

 

Kefiya ku li serê xwe pêça bû, goşeyekê wê ser çavekê wî nixumandibû. Qeftanê ebayê ku ji jor da li xwe kiribû bi ser çîzmeyê wî de dihatin xwarê, parî kevin bûbû, lê paqij bû. Hat li hemberî min sekinî û li min nihêrî; di awirên wî de ne hêrs, ne kîn, ne dijminatî tiştekî tunebûn. Bi awayekî heskirin weke derdora xwe ronî bike li min dinêriyan. Hetanî îro ez rastî ewqas nêrînên tijî û kûr nehatibûm. Li hemberî awirên Şêx Seîd min xwe weke nû ji dayîk bibim çîpuryan hîs kir; min fedî kir. Te digot qey ev camêrê kal bi rihê min dizane. Weke zarokan pêçiya mezin a destê xwe yê rastê kir devê xwe û fikirî. “Gelo min te li derê dîtibû? Ka tu bisekine hela dê bikeve bîramin an na.”

 

Însanên ku di odeyê de bûn li min dinêriyan. Di bin ew nêrînên dijminwarî de ez pelçiqîm, biçûk bûm, hêviyên min ê jiyanê qediyan. Ez dizanibûm, ev kêliyên dawî bûn niha ez dijiyam. Heke Şêx Seîd van însanan nedana sekinandinê niha ez mirî bûm. Şêx Seîd bi awayekî şanaz qîriya û got: “Hat bîra min!” Weke zarokek xweşhal û bi kêf bû.

 

“Min te li xurba Çewlîgê dîtibû. Ne wisa kurê min?”

 

Min got: “Tu rast dibêjî.”

 

Şêx Seîdê ku rojê bi sedan însanan re rûbirû tê gel hev, tenê bi qasî çend deqeyan min li xurba Çewlîgê dîtibû û naskir. Bi rastî jî ez heyr û miheyrî mam. Bîra wî pir saxlem bû.

 

“Ka bisekine. Ew roj min navê te ji te pirsî bû. Himm, hat bîra min, navê te Cem bû ne wisa?”

 

Min kir miremir û got: “Erê.”

 

Gelo ji fediya bû, ji tirsa bû, ji kelecanê bû nizanim, lê ez di nav xwêdanê de mabûm.

 

“Cem, tu ji Gimgimê yî?”

 

“Erê, ez ji Gimgimê me.”

 

“Tu ji eşîra Loran î?”

 

“Erê, ez ji eşîra Lolan im.” Devê min vekirî mabû. Gelo ev camêrê kalepîr ewqas agahiyên di derbarê min de ji ku girtibûn û kengê û pê hesiyabû. Gelo kesekî pêşbînî bû?

 

 

“Hat fêmkirin. Ji bo kuştina min tu hatî şandin?”

 

“Erê.”

 

“Hesen Axa te şand?” Li hember vê pirsa Şêx Seîd devê min vekirî ma. Gelo, ewqas tiştan çawa dizanibû? Nexwe yekê van agahiyan dabûnê? Ez fikirîm, ji bilî min, Hesen Axa û mîralay kes nizanibûn. Li gora ku min negotibû, ji Hesen Axa û mîralay yekê gotibûn? Ev jî ne pêkan bû; çimkî ez dizanibûm van herdû kesan, ji bo kuştina Şêx Seîd rih ji canê wan diçûn; tenê îhtîmalekî diman. Sêx Seîd xwedî pêşbînî û keramet bû. Gava li ser dara biyê jî min dîtibû, tofana di dilê min de bû hîskiribû û zanibûn ez ê nikaribim wî bikujim.

 

“Ez dixwazim bi taybet tenê bi te re biaxivim ezbenî.”

 

“Başe kurê min. Em derbasî odeya din bibin. Em ê li wir rihet biaxivin.”

 

Pênc odeyên qonaxê hebûn, em derbasî ya herî biçûk bûn. Bi têketina me re du jinên li odeyê bûn tavil derketin der. Şêx Seîd deriyê odeyê girt û li pişt derî li ser piya sekinî.

 

 

“Keremke bêje kurê min, kî te şand?”

 

“Tenê Hesen Axa min ne şand.”

 

“Qey hin kesên din jî hene?”

 

“Mîralayek jî heye.”

 

“Min texmîn kiribû. Tu navê mîralay dizanî Cem?”

 

Min got: “Na ezbenî” û min wisa serê xwe kir ber xwe bêdeng mam.

 

Şêx Seîd weke dostekî destê xwe avêt ser milê min û got: “Bi ber nekeve kurê min!”

 

Deriyê odê vebû, kesekî navqamî yê qemer, pozxwar û rîreş ket hundir. Bi têketina wî re Şêx Seîd navber da axaftina xwe.

 

“Daxwaziyeke te heye Şêxê min?”

 

Şêx Seîd got: “Na, tu dikarî derkevî. Dixwazim bi vî xortî re taybet biaxivim!”

 

Camêr got: “Başe Şêxê min. Ez ê li derve bim, daxwaziyeke te hebe tu yê bang bikî.”

 

Bi vekirina derî re ku xwest derkeve der, Şêx Seîd bi milê wî girt û da sekinandin.

 

“Tu vî merivî nasdikî Cem?”

 

Min serê xwe hejand û kir pildepild: “Na. Ez nasnakim.”

 

“Ev camêr Şêx Şerîf e. Fermandarê yekem ê hêzên milisên ku di herba rizgariyê de cih girtî ye. Vî camêrî baş nas bike. Çimkî di siberojê de dibe ku ji te bixwazin tu wî jî bikujî.”

 

Fedîkar bûm; ji fediyan sorûsorçiko bûm. Weke avê xwêdanê di ser û çavên min de kir xwarê. Şêx Şerîf hat ba min, bi destê xwe serê min bilind kir, li rûçavên min nihêrî û di nav lêvan de keniya.

 

Şêx Şerîf got: “Çi ciwanekî şimşad û delal e! Bi nasîna te kêfxweş bûm xorto. Fedî neke. Ne hewce ye tu fedî bikî. Yên hewce bike fedî bikin ew kesên ku te di vî temenî de teşvîkê kujeriyê kirin e. Rihet be, netirs e. Şêxê me ji halê însanan fêm dike. A rastî çi be ew ê wê bike.”

 

Her çiqas awirên wî tûj, dijwar û dirende bin, gotinên ji devê wî derdiketin weke pempû nerm, weke dilê dayîkan bi heskirin, şevqat û merhametê tije bûn. Te digot qey di hundirê ew gewdeyê weke çelik ê li hember min de însanekî din heye. Bi derketina derve ya Şêx Şerîf re, Şex Seîd çû ber şibakê û qasekê li şeva tarî temaşe kir. Bayê ku dijwartir bûbû weke zarokek geveze dixwestin şibakê bişkîne û bikeve hundir. Vizika lembeya qazaxiyê ya li dîwarê odeyê dalîqandî kêm bûbû û bi zorê derdora xwe ronî dikir. Bi qerbûna şevê re, dengê beq û qîrqîrokan di nav dengê bayê de, tevlî dengê zûrazûra guran û ewça ewça kûçik û seyan bûbûn û dihatin odeyê. Piştî ku Şêx Seîd qasekê guhdariya derve kir û şûnda hat rex min.

 

“Tu yek ji milîsên Hesen Axa yî Cem?”

 

“Na! Ez ji Hesen Axa nifret dikim.”

 

“Çima?”

 

“Çimkî Hesen Axa însanekî zilimkar e. Ji bilî vê kujêrê bavê min e.”

 

“Qey Hesen Axa bavê te kuşt?”

 

“Yanê wî bi xwe gule li bavê min neteqand, lê wî bavê min ber bi mirinê ve kişand.”

 

“Çawa?”

 

Min got: “Bavê min, di Alayên Hemîdiyê de milîsê fermandar Hesen Axa bû. Bavê min di kuştina bi hezaran Ermenî de cih girtibû. Piştî ku vegeriya malê hişê xwe xwar û xwe kuşt!”

 

Piştre, min behsa serboriyên xwe yê meha dawî ji Şêx Seîd re kir. Di domahiya axaftinê de min serê xwe yê ku kiribû ber xwe rakir û li rûçavên Şêx Seîd mêze kir. Ez matmayî mam. Min dît ku kûrekûr digirî û rondikên wî bi ser riyê wî yê spî ve têne xwarê.

 

Şêx Seîd got: “Bi ber nekeve kurê min. Gava min te li ser dara biyê dît ez dizanim tu ji bo kuştina min hatî şandin. Lê ez dizanibûm tu yê min nekujî. Çimkî bi qasî nîv seetan te nîşan li min girtibû, lê te pên li tetikê nekiribû. Wê çaxê min fêm kiribû ku tu ne kujêrekê yî. Ji bona ez di fikrên xwe de bawer bim hatim ber şibakê sekinîm lê dîsa te bi min ve neda. Wê çaxê êdî baweriya min tam çêbû ku tu ne kujerî, tu qurban î. Bi ber nekeve; ez ji te bawer dikim. Bi rastî jî tu di rewşeke zor da yî. Ya xirab ew e, dê û xwişka te û Zel di destê milîsên Hesen Axa û eskeran de ne. Niha tu yê çi bikî? Te nikaribû min jî bikujî. Dê ew ê, dayîk û xwişka te û Zel'ê bikujin. Di berdêla canê min de canê sê însanên ciwan.”

 

Ko li min anî û maçî kir. “Tu xortekî pir başî kurê min. Hela hela zewaca te ya bi keçikeka ku ji aliyê malbata xwe ve hatiye recimkirin min gelek hestiyar kir. Heta dawiyê li hemberî vê sekna te rêz nîşan didim. Sed xwezî her însanê me bikaribe weke te bifikire.”

 

Dîsa ko li min anî û min maç kir. “Xwedê te biparêze kurê min. Pêdiviya gelê me bi xortên wek te heye.”

 

Ji min re hatibû behskirin ku Şêx Seîd şêxekê kevneperest e û dixwaze di çarçoveya esasên olî de dewletekî ava bike. Min bi çavê xwe dît, bi guhê xwe bihîst ku ew bi xwe li hemberî cezayên recmê ye. Halbûkî gava min dest bi axaftinê kir, ez fikirîm ku dê bi bihîstana qismeke jiyana min Şêx Seîd aciz bibe. Şêx Seîd desmalek a bi dest hatibû neqişkirin ji bêrika şalwarê xwe deranî û pê hêstirên xwe paqij kir. Piştre deriyê odeyê vekir bangî Şêx Şerîf kir. Çend deqe şûnda Şêx Şerîf di derî de ket odeyê. Kefiya li serê xwe dipêça vekiribûn û weke stûmalê avêtibûn ser milê xwe. Porê wî kin hatibû jêkirin. Şêx Şerîf bi vî halê xwe bêtir ciwan û xweşik xuya dikirin.

 

“Keremke Şêxê min”

 

“Tifînga vî ciwanî bîne!”

 

Şêx Şerîf, bi awayekî şaşwaz got: “Tu yê çi bikî bi tifinga wî Şêxê min?”

 

“Tu bîne ji te re çi!”

 

Şêx Şerîf bi miremir got “Temam, serçavan” û bê xwestek ji odeyê derket. Piştî ku Şêx Şerîf ji odeyê derket der, Şêx Seîd dîsa çû li ber şibakê xwe rep kir. Ez hê tênegihîştibûm bê ka Şex Seîd çima tifinga min dixwestin. Gelo dê bi tifinga min, min bikuştana, an dê tifingê bidana û min azad bikirana? Heke min azad bika ez ê çi bikim? Ger Şêx Seîd nekujim û vegerim malê, dê ew ê hem min, hem dê û xwişka min, hem jî Zel'ê bikujtana. Ez bi vê bawer bûm.

 

“Pîr Elî di mijara nebirandina mehra te de bibiryar e!”

 

“Erê. Min wî kuta, pê êşkence kir, gefên mirinê lê xwar, lê mixabin min wî raziyê birîna mehrê nekir.”

 

“Herî dawî te li dora Pîr Elî helqeyê xêz kir û hê tu hatî ji bo kuştina min?”

 

“Erê. Eyn min wisa kir.”

 

“Di texmîna te de Pîr Elî hê jî di hundirê helqeyê de ye?”

 

“Texmîn nakim, bi qerbûna şevê re newa reviyê çûye. Ewqas ehmeq nîne bi şevê li wir bimîne û bibe xwarina gur û rûviyan.”

 

“La ger ji nav çemberê dernekeve Cem?”

 

“Tu şensekî wî yê jiyanê namîne.”

 

“Te tiştekî baş nekiriye Cem.”

 

“Mehra min nebirî.”

 

“Her alimê olê yê ku mehra te nebire tu yê ew bikujî?”

 

“Bi kirina wî ya nav helqeyê, min nexwest wî bikujim, tenê min xwest ez sihêtiya wî bikim, hela çiqas bi baweriya xwe ve girêdayî ye. Ez fikirîm, heke ji nav çemberê derkeve û urf û adetên xwe binpê bika ez ê wî mecbûrî birandina mehra xwe bikim.”

 

Ez sekinîm û min li rûçavê Şêx Seîd mêze kir.

 

“Di şûna wî de tu bûna, te yê mehra min bibirandana?”

 

“Min ê mehra te bi dil û can bibirandana Cem.”

 

“Ji min re hatibû gotin, ew ê tu şêx û alim mehra min nebirînin.”

 

“Rast gotin e. Lê ez bûma min ê mehra te bibirandana.”

 

Min jê bawer kir. Ev camêrê kalepîr kesekê pir cuda bûn. Bi naskirina wî re têgihîştim ku ne pêkane wî bikujim, hêdî hêdî min jê hesdikirin.

 

“Li gor te, Pîr Elî dê şeva xwe di nav çemberê de derbas bika Cem?”

 

“Na xêr. Li gor min, newa ji zû ve reviyê çûye malê.”

 

“Li gor min, Pîr Elî hê jî di nav çemberê de sekinandî ye.”

 

“Ji bo vê bike, hewce ye dîn be.”

 

“Ev ne dînîtî ye. Tiştekî cuda ye, girêdan e! Tu dizanî li navçeya Melkisî ya Dersîmê Şikeftên Dewrêş hene, gel ji wan re qulên Dewrêş dibêjin. Di nav zinarekî mezin de bi sedan şikeftên bi qasî metreqareyekî, yek li ber yekê hatine çêkirin. Bi hezaran sal berê, di wexta Mûsa Pêxember de Dewrêş vekişiyane wan şikeftan û bi dehsalan xwe li hember jiyanê tecrîd kirin e. Tu dizanî çima? Li xwe geriyane kurê min. Gelo em xwe çiqas nasdikin?”

 

Gava Şêx Şerîf ket odeyê, Nebiyê Gimgimî jî pê re bû. Di nav derî de min mêze kir îwan bi dev re tije însan e. Bi têketina Şêx Şerîf û Nebî re, Şêx Seîd navber da axaftina xwe. Şêx Seîd têgihîşt ku Şêx Şerîf û Nebî bi zanatî derî vekirî hiştine derî girt.

 

 

Şêx Şerîf tifingê dirêjî Şêx Seîd kir û got: “Ha ji te re tifing Şêxê min.”

 

“Tifingê nede min, bide Cem.”

 

Got: “Temam Şêxê min” û bixwaze nexwaze tifingê dirêjî min kir. Gava min tifingê ji destê Şêx Şerîf girt ez ji awirên wî tirsiyam; nêrînên wî weke devê kêrê tûj, dijwar û weke çavên teyrê baz ê nêçîra xwe negire dirinde bûn. Te digot qey bi çavên xwe gef û guran li min dixwe, dixwaze tiştekî bêje. Min hê jî fêm nekiribû bê ka Şêx Seîd dixwestin çi bika. Bi awayekî matmayî ji aliyekî de min li çeka xwe nihêrî, ji aliyekî de li Şêx Seîd mêze kir.

 

Şêx Seîd destê xwe bi Şêx Şerîf de rast kir û got: “Fişekan jî bide.” Li min nihêrî û got: “Tifing vala ye. Tê de fişek tune ne.” Min li tifingê mêze kir. Bi rastî jî vala bûn. Gelo Şêx Seîd çawa zanibû tifing vala ye? Şêx Şerîf ji cêba şalwarê xwe kulmek fişek derxist û da min. Ez li Şêx Şerîf û Şêx Seîd nihêrîm. Herdûya jî hevdû baş nasdikirin. Heke ne wisa bûna ew ê Şêx Seîd li ku bizanibûna Şêx Şerîf dê tifinga vala bida min.

 

Şêx Seîd, ji Şêx Şerîf û Nebî re got: “Derkevin derve!”

 

Şêx Şerîf got: “Em herdû jî?”

 

“Erê. Hûn herdû jî derkevin der. Guhê xwe bidin û li min baş guhdarî bikin. Di vê odeyê de çi bi serê min bê bila bê, divê hun destê xwe bi Cem nedin, divê hûn bi saxî û silametî wî ji vêderê birêbikin.”

 

Nebî, bi çavên tirsnak li rûçavên Şêx Seîd nihêrî û got: “Çima dê çi bê serê te bê Şêxê min?”

 

“Tu min ditirsînî Şêxê min.”

 

Şêx Seîd got: “Hunê soz bidin min.”

 

Şêx Şerîf û Nebî li rûçavên hevdû nihêrîn.

 

“Soz bide min Nebî!”

 

Nebî bibe nebe got: “Soz”

 

“Şêx Şerîf, tu jî soz bide min!”

 

“Soz didim. Di vê odeyê de çi bi serê te bê jî ez ê bi saxî û silametî Cem ji vêderê derxînim û birêkim.”

 

“Saxbin! We min bextewar kir. Hûn dikarin derkevin.”

 

Bi derketina Şêx Şerîf û Nebî re, Şêx Seîd deriyê odeyê girt û zerzereyê sergilor û qalind ê ji dara hevirsê kişand pişt derî.

 

“Niha em bi tenê man Cem. Min bikuje! Heke tu dixwazî dê û xwişka te û Zel bijîn min bikuje!”

 

Ez qîriyam û min got: “Na! Ez nikarim te bikujim!” û ji Şêx Seîd dûr ketim. Ji tirsana ez weke tûra nava avê diricifiyam. Te digot qet tifing di destê wî de ye.

 

Bi qîrînî min got: “Ez naxwazim tu kesî bikujim!” û fişekên di tifingê de bûn min deranî di şibakê de avêt derve û pişta xwe da dîwar kûrûkûr giriyam. Însanên derve bi bihîstina dengê min re êrişê devê derî kirin û guregur li derî xistin.

 

“Derî veke Şêxê min!”

 

“Çi bû, çi qewimî?”

 

“Derî veke Şêxê min!” Min vî dengî naskir. Yê diqîriyan Şêx Şerîf bû.

 

“Dînîtî neke Şêxê min!”

 

“Derî bişkînin!”

 

“Zû bivirekê bînin!”

 

“Şêx Seîd dikuje!”

 

“Nebe destê wî bi Şêx bibe!”

 

Însanên li devê derî kom bûbûn hewl didan derî bi pêderî ve ji cihê wî rakin. Şêx Seîd hat gel min, serê min rakir û sûretên min maçî kir.

 

“Xwe neqeherîne Cem.”

 

“Ez pir bêçare me ezbenî!”

 

Şêx Seîd got: “Çareya her tiştî heye” û bi destê xwe hêstirên min paqij kir. “Binêre berf dibare.” Ez vegeriyam min li derve mêze kir. Kuliyên berfê ji ezman dolamalî dibûn li ber şewqa ronahiya lembeya qazaxiyê ya çilmisî de dilîstin û dihatin xwarê.

 

Heke Şêx Seîd ji min re negotana “Beriya tu biçî malê, here Pîr Elî xilaske,” min ê serî li Pîr Elî nedana. Ez ewqas bi xwe bawer bûm, min digot bi qerbûna şevê re teqez dê Pîr Elî bireve, gava min wî di nav çemberê de dît ez velîstim. Êdî ez bawer bûm ev camêrê kalepîr ji hiş û aqil bêpar bûn. Pîr Elî, di nav çokî berfa erdê girtibû de, pişta xwe dabû qurmê dara mazî ya ku guliyê wê bi giraniya berfê hatibû xwarê û weke bûtikên dara bihîvê bi spîbûna berfê habibû paçandinê, rûniştibûn û destê xwe kiribû binê çengê xwe. Ji sermana weke tûra nava avê diricifiyan. Bi qasî bûstekî berf li ser serê wî hebûn. Bi dîtina min re, weke parsekekê xizneyê bidîne bi kêfxweşî ji cihê xwe firqizî.

 

“Tu li ku mayî Cem?”

 

“Min got qey tu yî birevî biçî.”

 

“Hetanî tu xêza çembera dora min jê nebî ez ê çawa biçim.”

 

“Tu dîn î. Min te li qeyd û bendan û feleqeyê nexistî ye. Ser û binê wê min helqeyekî li dora te xêz kiriye. Te lêxistana biçûna mala xwe. Însan vê şevê, li serê vî çiyayê xir û xalî di bin barîna berfê de çawa disekine?”

 

“Tu nikarî min fêm bikî kurê min.”

 

“Ez te baş fêm dikim Pîro. Baş fêm dikim. Tu însanekî paşverû yî. Aqilê min pê nayê, çawa tu di nav çemberê de sekinandî yî. Ev çi bawerî ye? Bi raya min tu kole yî Pîro. Kole û girtiyê bawerî, fikr û urf û adetan î. Qeyd û bendan ne li dest û lingê te, li dilê te xistin e. Rizgarbûna te ne pêkan e. Tu yê wek koleyekî bimirî.”

 

“Ji bo tu min fêm bikî, hewce ye tu ji baweriyên min bawer bikî û hîsiyatên min hîs bikî Cem.”

 

“Bawerî, urf û adet û fikr ne tiştên mayînde ne. Îro hene sibê tune ne. Heke însanekî hewl bide, xwe bike qurbana bawerî û urf û adetan, divê meriv ji aqilê wî pirsiyar bike. Çima ez vana ji te re dibêjim kî. Nexwe tu ferqa te û gundiyên Merxo yê ku ji bo Zilfoyê Kose qûna xwe nede wî xwedî dikirin tunebûye. Êdî hewce nake serê xwe bi tê re biêşînim. Min yekê ku mehra min bibire dît. Lêxe here mala xwe!”

 

“Xêzikê jê bibe Cem.”

 

Bi awayekî hêrsok qîriyam û min got: “Ez ê jê bibim!” Hê jî ez tênegihîştîbûn ku ev kalepîr di vê şevareş de, li vê çola xir û xalî di binê barîna berfê de çawa sekinî bûn. Min guliyekî ter ji dara mazî qijihand û pê berfê paqij kir. Gava min vê dikirin ji dilê min dihatin ez bi hîrehîr bikenim, lê min li hemberî xwe kalepîrê ku ji sermana weke gilokê qefilî bûn didît û di şûna keninê de min dikirin rûnikim û bigrîm. Piştî paqijkirina berfê min xwe li ber poza Pîr Elî rep kir: “Temam e? Niha tu azadî?”

 

Pîr Elî got: “Temam e. Saxbî Cem! Saxbî kurê min! Bi derketina ji nav çemberê, hat min ko kir û maçî kir. Dest û ser û çavê wî weke cemedê bûn. Riyê wî weke stiriyê jijoyeke xeteriyê hîs bike ta bi ta gij bûbûn. Her çiqas min dixwestin jê nifretê bikim jî bi xemgînî min fêm kir ku ez jê hesdikim. 

Dê bidome..


Gotinên miftehî :