SERPÊHATIYA MIHIKÊ LAWÎN Û KALÊ MIHO
Ez ê di vê gotarê de behsa serpêhatiyeke li zozanê jorîn qewimiye bikim.
Ev serpêhati, tenê xunavekî ye di nav behra dîrokê de..
SERPÊHATÎ
Kalê Miho, bavê dêya Mihikê Lawin e, ango Mihikê Lawîn torinê Kalê Miho ye.
Di demekî de, di navbera Mihikê Lawîn û xalê wî Elo de nîqaşekî çêdibe û Elo tê kuştin.
Li ser vê bûyerê Mihikê Lawîn bar dike diçe li herêma çiyayê Gindorê, li Kanîzilê bi cih dibe û kon vedigire.
Hebekî xwişka wî heye, navê wê Gewrê ye.
Gewrê, keçikeke têr rind û bedew e.
Axayekî bi navê Xêlid jî hebûye, dildarê Gewrê bûye.
Ji bo wê ji xwe re bîne, dikeve dû fen û fûtikan.
Xêlid Axa, dizane ku Mihikê Lawîn xalê xwe kuştiye.
Diçe ber Kalê Miho fesadiyê pê de dike ku wî bixapîne û Mihikê Lawîn bikujin, Gewrê jî birevîne û bibe li xwe mar bike.
Xêlid Axa û Kalê Miho, şêwr û mişêwra xwe dikin û biryara kuştina Mihikê Lawîn digrin.
Jina Kalê Miho, navê wê Pîr Fatimê ye.
Pîr Fatimê pê dihese ku şêwra xwe kirine û biryara kuştina Mihikê Lawîn dane, ji Kalê Miho bi klam û qayde dipirse..
Li ser vê serpêhatiyê, cihê wî nav gul û guldankan be, dengbêjê bê nav û deng, Mistefayê Firdeysî ku bi salan klaman digotin û sewta wî nehat bihîstin wisa digotin;
(Firdeys, gundekî girêdayî ser navçeya Licê ya Amedê ye)
Pîr Fatimê dibêje...
Heylo lo heylo looo
Heylo lo heylo looo
Heylo lo heylo looo
Heylo loo
Hemê Zerê û Xêlid Axa
Ji êvara xwedê da
Şêwr û mişêwrê giran danîne
Qe hêvîya te jê heye yan tinîne?
Kalê Miho, lê vedigerîne û dibêje..
Heylê lê heylê lêêê
Heylê lê heylê lêêê
Heylê lê heylê lêêê
Pîr Fatimê heylê lê lêê
Pîr Fatimê lez ke bilezîne
Ji min re pot û pantoyê min
Ji qelşê kuwaran derîne
Li nava milê min ke
Heft çovê gompalê asin
Têde bikişîne
Toz û dûmana bibe
Di kuçik û kulfikê de
Jê biweşîne
Belkî Mihikê Lawîn bikujim
Ez axîn û ofîna
Dilê xwe pê bînim
Heylê lê heylê lêêê
Pîr Fatimê dibêje..
Heylo lo heylo looo
Heylo lo heylo looo
Heylo lo heylo looo
Heylo loo
Elo lo lawo elo lo lawo
Kor rindo lo lawo
Kalê Miho dîsa lê vedigerîne û dibêje..:
Heylê lê heylê lêêê
Heylê lê heylê lêêê
Heylê lê heylê lêêê
Pîr fatimê heylê lê lêê
Ez ê berê xwe bidim
Welatê serhedê
Zozanê şerefdînê
Çiyayê Gindorê
Ser kaniya mêrga Kanîzilê
Mihikê Lawîn bikujim
Xwîna wî ji te re bînim
Heylê lê heylê lêêê
Kalê Miho, Xêlid Axa û Hemê Zerê, tevî çend peyayan di berbanga sibê de dikevin ser rê û ber bi mêrga Kanîzilê ve hespê xwe dibezînin..
Hemê Zerê, serekpeyayê Xêlid axa ye.
Dema di rê de diçin, Xêlid Axa ji Kalê Miho re dibêje, ji me re klamekî bêje..
Kalê Miho, destê xwe dide ber guhê xwe û dibêje..
Heylo lo heylo looo
Heylo lo heylo loo
Karwano lo karwano loo
Rêya me dûr e pir dikşîne
Pêşî û paşî ji karwanê me re qet tinîne
Bi raya min
Bi raya rebê alemê
Wê Hemê Zerê û Xêlid Axa
Bêne kuştinê
Herdû jinê wan bê xwedî bimîne
Hege xwedê lawikî bide wan
Em ê navekî li wan deynin.
Xêlid Axa dibêje, Kalê Miho te şaş kir!
Kalê Miho, dibêje na na, wele min qet şaş nekiriye..
Her çiqas Mihikê lawîn Elo bikuje jî, wijdana Kalê Miho qebûl nake bibe sebebê kuştina torinê xwe.
Xîra wî bar nabe û gotinê klamê bi ser wan de diqelibîne, lê ew nizanin bê Kalê Miho çi difikire!
Nêzîk li goma Mihikê Lawîn dikin, Kalê Miho ji Xêlid Axa û Hemê Zerê re dibêje;
"Em niha aşêboş bi ser konê de bigrin nabe, Mihik jî bi qasî xwe heye, bi dehan peyayê wî jî hene, nexwe em ê pê re serî dernekevin, bila parî bibe tarî şev biqere hê em bi ser kona wî de bigrin"
Xêlid Axa û Hemê Zerê nizanin bê kalê miho çi pîlan çêdike..
Hespê xwe girêdidin û dikevin xewê.
Kalê Miho, xew nakeve çavê wî, radibe bi dizî zînê hespê wan datîne û hevsarê wan vedike.
Hesp diteriqin diçin mêrga Kanîzilê nêzîkê kona Mihikê Lawîn diçerin.
Nexwe, wê êvarê ciwaniya Mihik jî wenda bûye û Gewrê jî li ciwaniya wî digere..
Gewrê, ku li ciwaniya Mihik digere, hespê wan di mêrgê de ferq dike û bang dike, dibêje;
Heylo lo heylo looo
Heylo lo heylo looo
Karwano lo karwano lo
Karwanê karwanê
Li wê mêrgêyo looo
Ez ketime bextê we
Bikevin bextê xwedê yo looo
Ciwaniya kekê min ji êvarda
Wenda bûye ne li wê yo?
Heylo lo heylo looo
Heylo lo heylo loo
Kalê Miho, dengê Gewrê nas dike.
Kalê Miho dibêje;
Ez ê bi mêrga Kanîzilê diketim
Mêrg e giya ye
Min çiniye te badaye
Serê te bixwara bi ciwaniya kekê te ve
Ji êvar da bi terqa ye
Vayê li va nava hespa ye.
Gewrê, xwe ji jor de berdide tê xwarê, Kalê Miho diçe pêşiyê..
Dibêje, Gewrê!
Gewrê dibêje, ha Kalo!
Dibêje, "Bêmiradê, la Xêlid Axa û Hesê Zerê ji serê sibê de tevî peyayên xwe ji bo kuştina Mihik û revandina te hatine, qe haya we jê tinîne?
Gewrê, dibêje na!
Dibêje; "Dev ji ciwaniyê berde, lez bike bilezîne, xeberê bide Mihik bila pûş û palaxê dora konan agir berde bişewitîne û bê filan niqebê. Ez ê jî wan ji xewê rakim û Mihik ji wê de ez ê ji vir de bi wan ve bidim, em ê wan bikujin.."
Gewrê, li ser van gotinan li bazdanê xeberê digîne Mihik û derdora kona didin agir û dişewitînin.
Kalê Miho, bang li Xêlid Axa û Hemê Zerê dike, dibêje hela rabin malmîratno, hûn ketine xewa mirinê, ka mêze kin çi qewimiyê haya me jê tinîne, agir bi kona Mihik ketiye, dûmana wî li erşê ye.
Radibin, erê, dûmanekî reş bi ser konan ketiye. Li derdora xwe mêze dikin ku zînê hespê wan û filan bêvan li wir in, lê hesp wenda ne.
Di nîqaş û lêgerîna hespan de, Mihik ji aliyekî de tifingê li wan diteqîne û Kalê Miho jî ji aliyekî de bi wan ve dide û wan dikujin.
Yê sax ji mala xwe derneketiye.
Mordem Zel
15/11/2018 Licê