SERSAL
Mahabad Felat
Sersal, bi qasî tê zanîn, ji 5 rezar salan û vir ve, bi sedema destpêka saleka nû, wekî cejn, pîrozbahî, çand û kevneşopiyekê tê pîrozkirin. Ev dîrok dikare ji 5 rezar salan jî pir kevintir be. Lewre bermayiyên Girê Mirazan (Xerabreşka), yên Heskîfê, yên Hesûnê û yên gelek deverên Silîva û Amedê ku dîroka wan bi qasi tê zanîn digihêje 12 hezar salan, derbarê şêwaza jiyana mirovên wê demê û rîtuelên wan de hin zanyarî didin û ev zanyarî jî didine xuyan ku hîn di wê demê de, têkiliya mirovan bi ger û tevgerên rojê re hebuye û vê têkiliyê bi kevneşopî û pîrozbahiyan honane û xemilandine.
Ez ê hewl bidim bi kurtayî qala grîgî, herikîn, guherîn û cudahiyên vê kevneşopiyê bikim ku di nav herikîna dîrokê de, di nav ol û gelên cuda de, bi dem û şêwazên cuda hatiye pîrozkirin.
Li Împaratoriya Romayê, Salnameya Julyen dihat bikaranîn. Ev salname ji aliyê Julîus Sezar ve, beriya Îsa di sala 46an de hat pejirandin û heya sedsala 16´an jî li welatên rojava ev salname hate bikaranîn. Piştre, Salnameya Gregoryen hat bikaranîn. Ev salname, ji ber zayîna Îsa, weke Salnameya Mîladî jî tê binavkirin ku ji aliyê hesaban ve îroj jî weke salnameya herî rast tê pejirandin. Loma ku Salnameya Gregoryen, ango ya Mîladî, îroj ji aliyê gelek gel û welatan ve tê pejirandin û bikaranîn ku di nav van welatan de, welatên ne xrîstiyan jî hene.
Pirê salnameyan li gor dem û dirêjahiya gera cîhanê ya li dora rojê hatine amadekirin. Ev jî ji serdemeka pir kevin ve, ji serdema ola Mîtrayî ve hatiye zanîn ku cîhan, gera xwe ya li dora rojê di 365 roj 5 saet, 48 deqîqe û 50 saniyeyan de temam dike ku ev di salnameya Gregoryan de weke 365 roj û 6 saet tê pejirandin. Loma ew 6 saet wekî bermayiya salê tê hesabkirin û wan 6 saetên jibermayî 4 salan didine hevdidine hev û didine ser meha sibatê û meha sibatê sê salan 28 roj in û sala 4an ango ji 4 salan carekê ev meh dibe 29 roj.
Lê ew kêliyên kêm ên ji 6 saetan, li gor hesaban, dikarin di 8 hezar salan de şaşiyekê derxine holê ku ev jî pir grîng nayê dîtin.
Kurdan ev çewa hesab kirine, ez ê bême ser wê jî lê ji bilî salnameya Gregoryan, weke tê zanîn salnameya Hicrî heye. Salnameya Hicrî ku weke Salnameya Qemerî jî tê binavkirin, ji hicret ango dema koça peyamberê musulmanan Muhammed a ji Mekê diçe Medîneyê dest pê dike ku ev piştî zayîna Îsa di sala 622an de rû dide û ew sal wekî destpêka dîrokê tê pejirandin.
Salnameya Celalî heye ku ji aliyê Omer Xeyam ve hatiye amadekirin û ji sala 1079a ve hatiye bikaranîn. Li gor vê salnameyê jî Newroz destpêka salê ye.
Salnameya Rûmî heye ku dîse hîcreta Muhammed û salnameya Hicrî ji xwe re bingeh digire, salnameyeka têkel e.
Salnameya Ajelan heye. Ev salname wekî salên ajelan tê bikaranîn û her salek wekî sala ajelekê tê binavkirin, wekî Sala Mişk, Sala Dewaran, Sala Leopar, Sala Kîvroşkê, Sala Masî, Sala Mar, Sala Hespê, Sala Pez, Sala Meymûnê, Sala Mirîşkê, Sala Kûçikê, Sala Beraz
Wisa tê gotin ku di dîrokê de cara yekem Misiriyan salnameya rojê bi kar anîne. Lê em dizanin ku misirî jî ew salname ji Mîtanî û Xuriyan girtine û wan jî ji bav û kalên xwe girtine ku dîroka wê jî diçe heya 12 hezar salan û ev wek me got ji bermayiyên li Girê Mirazan, Heskîfê, Hesûnê û Gelek deverên Amedê mane, piştrast dibin.
Yên 12 car vegera heyvê li dor cîhanê bingeh digirin jî, Salnameya Heyvê bikar anîne. Salnameya Heyvê cara yekem ji aliyê Sumeran ve hatiye bikaranîn.
Her civak dema Salnameyê yan bixwe amade kirine, yan jî salnameyekê bikar anîne, roj û saleka ku ji bo wan grîng e hilbijartine û kirine destpêka salê û ya dîrokê.
Em bêne ser Newrozê: Gelek tişt hatine gotin û nivîsîn heya niha, lê mixabin ku me heya niha jî dev û dest ji çîroka Firdewsî ya li ser derew û manîpulasyonan û bi armanca serobinkirina rastî û dîroka kurd hatiye honan, bernedaye. Beriya her tiştî divê bê gotin ku di dîrokê de împaratorek Asûriyan bi navê Dehak, an Zehak an Ejdehak tune û Medekî bi navê Kawa jî tunebû. Dîsa bi dîroka damezirandina Împaratoriya Medan ve tê girêdan ku beriya zayinê 612 ye, lê dîroka salnameya kurd beriya wê, di sala 700î ya beriya zayina Îsa de dest pê dike.
Newroz wekî ji nave xwe jî diyar dibe, tê wateya Roja Nû ango bi kurdiya îroj Nûroj. Bi yek ji fenomena herî mezin a xwezayê ve girêdayî ev dîrok hatiye hibijartin ku şev û roj dibine yek û destpêka biharê, serkeftina ronahiyê li dijî tariyê ye.
Li gor Salnameya Zerdeşti, Newroz serê salê ye û ji 12 mehan pêk tê. Her mehek 30 roj in û salek ji 360 rojan pêk tê. 5 roj, 5 saet, 48 deqîqe û 50 saniyeyên mayî jî di Zerdeştî de wekî ”pênce” tê binavkirin û ev 5 rojên beriya Newrozê giyana miriyan serdana malbatên xwe dikin. Ji bo şadkirina giyana miriyan jî ew pênc roj xwarin û şîraniyên herî xweş têne çêkirin, mal têne xemilandin û bi vî rengî pêşwaziya roja Newrozê jî tê kirin. Her wiha bi vêxistina agir li serê baniyan û li deverên bilind, giyanên miriyan têne verêkirin û oxirkirin. Dîsa bi heman armancê kesên bi hev re şer kirine û an ji hev xeydan in, li hev tên.
Ne tenê li Kurdistanê lê li Romayê jî Newroz sersal bû. Bala xwe bidine navên mehan ku îroj jî ji aliyê Ewropiyan ve têne bikaranîn; Augustus, Sextilis: tê wateya Meha Şeşan; September Meha Heftan; Oktober Meha Heştan; November Meha Nehan û Desember Meha Dehan. Li gor vê meha Mars ango Adar dibe meha yekem a salê.
Bi hêviya kurd li xwe, li ziman, çand, dîrok û çîrokên xwe xwedî derkevin, bi hev re di nav aramî û aştiyekê de bizanin û bikarin bijîn.
2020-12-31