Sembola Gur û Vir
Fêrgîn Melîk Aykoç
Ji kerema xwe re berê li ser wêne bifikirin, bi dîrokên dewletên xwedane bingehekî dîrokîne re birûberînin û binirxînin hê vê gotarê bixwînin. Her kom, her hevgel û gelên dibin xwedî serkariyekê yanê dewletê, berê ji xwe re remzeke ku bikane hêza wan bi der bide hîskirinê, hildibijêrin. Mînak, Rûsan karektera xwe bi wêneyê hirçê bi cihanê daye xuyakirin, Almanan Eylo hilbijartine. Fransayê kevok layîqê xwe dîye. Farisan jî şêr kirine nava ala xwe. Dewleta Tirk jî karektera xwe di wehşeta gur de hîskiriye û ew hilbijartiye, hem jî piştî pêşbirkekê di nava qaşo pisporan de. Yanî ne tişteke dîrokî piştî pêşbirkekê ev remza gur hatiye pejirandin.
Dewleta tirk ya li ser kavîlên Osamaniyan hate damezrandin ne xwediyê dîrokekê qedîm bû, ji wê berê li ser du xalên bingehîn rawestiyan 1 – Têza dîrokê, yanê ji netewdewleta avakirî re bingehek dîrokî dîtinê. 2 - Teoriya zimanê rojê. Zimanê wan jî ne zimanê netew, perwerde û zanînê bû, hê jî ji zimanê wan sedî 50 peyvên biyanî yan jî bingeh bîyanî e. Bi zimanekî kurt û kurmancî li ser bingehên sêwirandinê rûniştiye, têkiliya xwe bi dîrokekê qedîm re hiç tine. Ji kerema xwe careke din baş li vê wêneyê binêrin, eynî mîna komaleyekê, piştî damezrandinê li remzan /sembolan digerin. Piştî hilbijartina sembola dewletê hê bingehê wê birin bi Asya, moxol û Maçînê ve girêdan.
Koma kori diroka Tirk cara yekem 1932 an de dicive. Di vê civînê de xwerû di axaftina Afet Innan de xuya dibe ku wê dîrokeke sêwirandi, herwiha hin çîrokên asyayî ve were girêdan. Ev wêneyê me li vir daye jî, her tiştî bi awayeke bêgûman zelal dike. Wêne ticar derewan nakin. Belê eynî wisa dîrokeke li ser derewan diafirînin; ji Skitan bigire hetanî Saka (herdu jî gelê arî ne, ji çavkaniyên Çînê bigire hetanê dîrokzanên Ewropî û Herodot radigîhînin ku ew Arî ne Yên niha li Bazîdê dijîn hê jî bi kurmancî diaxivin) bi taybetî jî ji dîroka moxalan gelek çîrokan werdigirin û wekî yên wan bin, pêşkêş dikin. Di encamê de her kesî dikin Tirk, heta Etruskên Peykerê dêlegur, Romulus û Remus çêkirine, di wê demê de tevahiya Romayê bi destxistibûn jî, ji bo xatirê peykera dêlegura zarokan dimêjîne kirin tirk. Lê hem di warê DNA, hem jî di warê ziman de êdî baş tê zanîn ku zimanê wan zimanekî Îndo German e, bi ihtimaleke mezin ew û Lidyaya li Anatolyayê damezrîbû xizmên hev in. Herodot ji wisa radigîhîne.
Min li ser vê mijarê bingehên Tirkan bi navê: „Netewdewlet û destana ga Oguz“ gotareke berfireh nivîsîye û di malpera „Amîdakurd“ de hatiye weşandin, yên bixwazin dikanin di bin vê navnîşanê de wê gotarê bibîne û bixwîne.
https://www.amidakurd.net/ku/tekst/Netewdewlet_%C3%BB_destana_ga_Oguz
Ya dudyan jî teoriya zimanê rojê ye.
Teoriya Zimanê rojê gelek caran bûye mijara pêkenokan, lema gelek zanyar di bin vî serenavî de nêzîkê wê teoriyê dibe „Sözdebilimsel“ yanî „qaşo zanistî!“ Di wê gotara di malpera Amidakurd de ev mijar jî baş hatiye vekirin, bi taybetî jî rola Kvargîçê Polanî. Kori zimanê TC ya III. an ku roja 26 tebaxa 1936 de li qesra Dolmabahçeyê civiyaye. Di wê civînê de biryara zimanekî ji peyvên heyî, peyvên çêkirî, yên ji hin devokên asyayî hatine wergirtin çêbikin. Mînak „hamur“ ji „xmr“ ya erbî çêkirine (çavkanî: Murat Belge-Bîrîkîm). Gelek peyvên arî- kurdî girtine hinek guherîne. Mînak peyva „ataş“ peyveke arî ye, girtin kirin „atêş“. Dîsa peyva „Dayî“ ji kurdî girtina (ji dayê tê.). Bi gotineke kurt bi van dizî û alkariya teoriya Kvargiç zimanekî afirandine. Ji bo vê jî gelek çîrokên asyayî wergirtin û ji xwe re kirin mal.
Di salên şêstî de jî têza „îslama Tirk“ derxistin pêş û bi rêya wê gelek tarîqatên mîna Fetullahî damezrandin û gel bi rêya wan tarîqatan xapandin. Bi taybetî jî di nava Kurdan de kesên weke Menzîl, li Erzîncanê jî Îsmaîlaxa baş bikaranîn.
Remza gur
Niha jî Tirk di nava hewldaneke din de ne. Wan vê carê jî destpêkirine ku bingehekî ji sembola MHP ya bi tiliyan serê gur nişandanê re bibînin, hinên wan hetanê „Zhou Shu“ ya Çînê ku wan ev çîrok jî DIZÎNE, jê re „Ergenekon“ gotine û kirine mîtolojiyek xwe ya dîrokî. (Vir /derew)
Ji bo bikanin vê bidin pejirandin, çend kesên ku dewletê Dr. daniye pêş navên wan derdixin ser dikê û didin axaftinê...
Lê cihan tev de dizane ku Cara yekem Alparslan Türkeş dema li Bakuya /Azerbeycanê 1991 an de bi tevê siyasetmedarê Azerbeycanê Ebulfeyz Elçibey di xwepêşandanekî de derket pêşberê gelê Azerbeycanê û bi tiliyan serê gur nîşan da. A ji wê vir ve bi aliyê alîgirên xeta MHP ya faşîst ve tê bikaranîn. Yanê ti bingeheke wê ya dîrokî mîrokî tine. Dîroka wî Turkeş e. Hewwww!
Wêneyê Gur
Wêneyê gur; ji bo Moxolan gelek giring e, lewre navê keyserê wanê yekem Borte-chinua bû û ev peyv jî tê wateya „gurê boz.“ Moxolan ev nav ji Tîbetiyan girtibûn, lewre ew Xan yan jî serwerê wan ji Tîbetê bû û li Tîbetê jî gur wek sembol e.
Yanî gelek zelale ku ti têkiliya „Gurê Boz“ û netewa li Anatolya ji xwe re Tirk dibêje re, tine.
Kemalîstan di destpêka Komara tirkiyê de, ji vir ji wir civandin û her tişt ji xwe re kirin mal. Hew.
BALA XWE CAREKE DIN BIDIN WÊNE; TA DI SERDEMA Ittahat Teraqi de li sembola geryane.
Di sitranên me ya gel de jî çavê gur li xwînê ye.
„Gur tê bi xar e
çavî li kar e
karka muxtar e ..
Gur tê bi çerx e
Çavî li berx e
Berxa metarx e
https://www.aniyuzuk.com/bozkurt-isaretinin-tarihi-.dhtml
https://www.posta.com.tr/gundem/bozkurt-isaretinin-anlami-nedir-ilk-kim-yapti-1391159
https://onedio.com/haber/alparslan-turkes-bozkurt-selamini-ilk-ne-zaman-kullanildi-1232371
https://www.ayk.gov.tr/wp-content/uploads/2015/.pdf