Serwet Dilgeş an jî Serwet Dilxweş
Yücel Aslan
Bêguman em Kurd tev mûzikê hez dikin, yek ji min re bibêje dengbêjek an jî sitranbêjek pişt wî çiyayê han e îşev, ez ê peyatî herim, nebe jî ez ê çalepûka serzik herim guhdar bikim, hêjayî gotinê ye " ez li ber defa bêdeng direqisim "
Wan rojê han dostekî min î maqûl ji Bûrsayê min re nivisî got filan rojê şeveke dengbêja heye ez û tu em herin, min jî ser serê xwe daxwaziya wî qebûl kir, ji wê xweştir tiştek tunebû ji bona min, min ê him Mihemedê birayê xwe bidîta him jî diwana dengbêjan da sewta wan e afsûnkirî guhdar bikira him jî qet nebe demeke kin be jî dûrî tehlî tengasiya bajêr, kar û barê dinê bimam.
Roja me hat Mihemedê bira ji Bûrsayê rêket keştiyê siwar bû ez jî Kuçûkçekmeceyê rêketim, ew beriya min peya bû hat Emînonûyê herçî kesên tirafîka stenbolê dizanin ew vê rewşê beled in, axir me hev dît dema me jî fireh bû piştê nan û çayê û sohbeteke Serhedî ye çivir me xwe avêt dîwana dengbêj û sitranbêjan.
Her dengbêjek bi dengê xwe her sitranbêjek bi rengê xwe bername bedew kirin, carcaran ez û Mihemedê bira radibûn ser piya, ewqas xweş û geş diherikî dikarim bibêjim min emrê xwe da şeveke wisa nedîtibû, erê em li xopana Stenbolê bûn lê rihê me ketibû nav zozanên Serhedê ber ava belekiya, em digeriyan li ser bilindciya me tevî pincara ter kilam dixwarin
Wek hûn jî dizanin dengê me kurda pir dilşewat e, ew yeka jî tesadufî nîne, ew agirê dilê me da vî dengî derdixe, ev agirê hezaran sala ye, me ew agira kal û pîre xwe hildaye hela hê venemiriye ew agir… Hemû dengbêjan xweş got hinekan got kewê, hinekan got werî yeman, hinekan jî got qulingo mala te bişewite, lê ez tanga xwe da dibêjim mala hemû dengbêja ava be, ez slav û rêzên xwe pêşkêşî tevan dikim lê ez ê navê yekî bidim bila yê din nexeyîdin ew dilê min da ne sewta wan jî hişê min de ye hemû yan jî hez dikim Xwedê me û wan bêyî hev neke.
Lêbelê yê ku ez dixwazim navê wî bidim, yê ku ez serobinî hev kirim, yê ez girîvekirim, yê ez sermestkirim, yê ev xetana bi min dane nivîsarê Serwet Dilgeş bû dema wî digot Arîn destê min erd û asîmana diqetiya lerzê bedena min digirt, min wetrê ez li Kobanîyê me, nava şer da me dema wî digot "oy hevalê, hevalê, hevalê, hevala Arîn,
gul û çîçeka rojava delala narîn "
hêsirê min dirijiyan erdê ez kelogirî dibûm, dik li ber çavê min bû Girê Miştenûrê, aliyekî dikê bû Girê Zorava, aliyê din jî dibû Girê Sipî, Serwet jî mîna Mûsayê nemir qanas dabû destê xwe lêdixist, erê sitran bi navê Arînê bû lê wê şevê hemû şehîdên Kurdistanê ketin bîra me, navê hemûyan di qeytana fîlmekê de dû hev rêz bûn, me jî yek bi yek temaşe kir. Min careke din hêza hunerê û mezinahiya hunermendan dît, min bi çavê serê xwe dît tembûr çawa dibin tiving, dik çawa dibe kozîk, aheng çawa dibe fîşeng, gotinên ber mîkrefonê çawa dibin gulle di lûleya modoliyê da dirijin, Serwet êş, xemgînî û azarên me kurda kiribû nava vê sitranê me ew êşa dilê wî hîs dikir em bajar, bajar digeriyan. Dawiya bernameyê careka din me ra sitrana Arînê got û em careke din giriyan, ez hela hê bin bandora wî dengê Serwet da me, ez tu carê wê şevê bîra nakim, wê şeva tembûr bibûn tiving, dengbêj jî bibûn şervan, me jî, ji wan ra cebilxane dikişand, me yek caran jî bi çepikên xwe va halan didane wan şervanên hunerê. Piştê bername qediya min çû Serwet nêzîk da dît û nasiya xwe da wî, ez pir şanaz im min ew dilê welatperwer, ew sewta xembar û ew dengê zîz û zelal naskir.
Lê beriya ez gotinê xwe dawî bikim dixwazim vê bibêjim, kesên wek Serwet divê em lê xwedî derkevin wî ne tenê Kurdan re, bi dinyayê re bidin nasîn, wan rojên han Dengê Emerîka beşa Kurdî pêre raportajek kiribû min dît ez pir kêfxweş bûm lê ev têrê nake
Divê em qedrê dengbêj, sitranbêj, hunermend, kurtasî bibêjim ew kesên bi çand û hunerê ra mijûl dibin bizanibin.