1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. Siltan Xidir, an jî bi navê tê naskirin Feqîr
Siltan Xidir, an jî bi navê tê naskirin Feqîr,siltan,xidir,an,jî,bi,navê,tê,naskirin,feqîr

Siltan Xidir, an jî bi navê tê naskirin Feqîr

Yek ji efsaneyên herêma Dersîmê ye

A+ A-

Mordem ZEL

Her çiqas efsaneyên Dizgûno û Mûnziro bi nav û deng bin jî, efsaneya Siltan Xidir jî hema hema bi qasî wan navdar e.

 

Li gor rîvayetên têne gotin, çîroka efsaneyê ji welatê jorîn dest pê dike.

 

Rêwîtiya Feqîr, a ji welatê jorîn bi şev û rojan dewam dike.

 

Dema tê ber çemê mûradê ji qeyîkvanan daxwaz dike ku xêra xwe wî derbasî jeberê çem bikin lê ji bela feqîriyê daxwaza wî qebûl nakin.

 

Feqîr, li ser helwesta wan a dij mirovahiyê, cibeya xwe davêje ser avê û li ser sakoya xwe derbasî jeber dibe.

 

Kesên şahidiya vê rêwîtiya Feqîr a li ser çemê Mûradê dikin matmayî dimînin.

 

Ev rêwîtiya Feqîr a dûrî aqil li herêmê belav dibe û dikeve devê herkesî.

 

Di wê demê de, li herêma gundê Saxman'a Pîrtagê hukumdarekî hebûye kesekî xêrnexwaz û xayîn bûye, bi behskirina Feqîr pir aciz dibe.

 

Li ser pêbehskirina Feqîr, hukumdar nerazîbûneke tund nîşan dide.

 

Hukumdar, li çend peyayê xwe temîn dike ku biçin Feqîr bikûjin. 

 

Peya diçin li newal û mesîlan digerin wî dibînin û davêjin bîrekî bê ser û bin.

 

Rojekê di ser de derbas nabe, mêze dikin dîsa Feqîr li newal û mesîlan digere.

 

Hukumdar bawerî pê tîne ku Feqîr kesekî xwedî keramet e.

 

Bi vê bîr û baweriyê xeberê dişînin ji keyê qela Pîrtagê re.

 

Keçikeke key hebûye navê wê Siltan bûye, ji dest û lingan şikestî û ker lal bûye.

 

Key, çend peya dişîne dû Feqîr û wî dibin hizûra key.

 

Key ji Feqîr re dibêje:

- Ev çendî ye nav û dengê te bi kerametiyê li herêmê belav bûye, tu dikarî vê keçika min baş bikî?"

 

Feqîr, dengê xwe nake.

 

Bi bêdengiya Feqîr re, keçika Key tînin hizûra wî, çawa çav bi Feqîr dixe wek ji qaşika hêkê derkeve sipîsax dibe.

 

 

Key dibêje;

- Heke tu qebûl bikî ez ê qîza xwe bi te re bizewicînim da ku heta dinya hebe navê wê bi navê te re bê behskirin.

 

Feqîr, daxwaza key qebûl dike û bi keçikê re dizewicin.

 

Navê Feqîr ê rastî Xidir e, piştî dizewicin herkes navê qîzikê jî bi navê wî re bilêvdikin û dibêjin Siltan û Xidir.

 

Siltan û Xidir dizewicin û derbasî herêma gundê Zêvê dibin.

 

Li berpala çiyayê Zêvê kozikekî ji dar û percînan lê dikin û li wir dijîn.

 

Dem û dewran derbas dibin, rojekê fermandarekî bi navê Eladîn paşa tevî ordiya xwe li herêmê bi cih dibin.

 

Çend nobedar kozika Siltan Xidir ferq dikin û agahî dibin ji Eladîn paşa re.

 

Eladîn paşa, ferman dide çend eskerên xwe ku biçin sihêtiyê bikin.

 

Esker diçin, mêze dikin ku jin û mêrekî feqîr di binê kozika çilo de rûniştîne.

 

Ji Siltan Xidir re dibêjin;

- Tu kî yî, çi kes î?

 

Dibêje;

- Ez feqîrekî Xwedê me, wekî hûn dibînin ez û hevala xwe tenê ne, em ji xwe li çol û çiyayê xwe digerin, tenê kozikekî me û xilikekî tirş û dêliyekî tirî û heqîbekî cehê me heye.

 

Esker dibêjin;

- Fermandar ji me daxwaza birina te kir, em hatine ji bo te bibin hizûra wî.

 

Siltan Xidir dibêje;

- Ez xwediyê van çol û çiyan im, hûn û fermandarê xwe mêvanê van çol û çiyan in, divê hûn werin mêvaniya min. Li fermandarê xwe silavan bikin heger ew nehat, ez ê bîstek şûnda werim wî bibînim.

 

Esker vedigerin diçin.

 

Piştî çûna wan, Siltan Xidir jî diçe gel Eladîn paşa.

 

Ji Eladîn paşa re dibêje;

- Ewqas ji rêya dûr hûn hatine welatê me, de ka keremkin em derbasî kozika me bibin.

 

Sekna Siltan Xidir li ser Eladîn paşa bêhemdî tesîr dike.

 

Eladîn paşa, eskerên xwe kom dike û dikevin ser rêya kozika Siltan Xidir.

 

Dema dikevin rê, Eladîn paşa fermanê dide eskeran ku rêya tê de bimeşin ji keviran paqij bikin.

Heta digîjine binê kozikê rê dibe wek rêya kaniyê.

 

Dema digîjine ber kozikê, Eladîn paşa jê re dibêje;

- Te ewqas rê em anîn, ka cihê me di kozika te de heye?

 

Siltan Xidir dibêje;

- Hûn keremkin hundir, Xwedê mezin e, cihê we hemûyan heye!

 

Pêşî Eladîn paşa û dû re esker hemû derbasî binê kozikê dibin.

 

Di kozikê de palasekî ji rêsê pez hebûye bi qasî sedcadê mezin bûye û têra rûniştina ordiyekî esker bûye.

 

Siltan Xidir, xilikê tirşikê û dêliya tiriyê datîne ber ordiya Eladîn paşa, dixwin naxwin jê kêm nabe.

 

Cehê di heqîbê de dike ber hespê wan ew jî kêm nabe.

 

Eladîn paşa, qenaet pê tîne ku Siltan Xidir xwedî keramet e.

 

Dibêje;

- Bi destûra te be, ez ê sê eskerên xwe yên dilxwaz bikim xizmetkarên te.

 

Siltan Xidir, xwesteka wî qebûl dike.

 

Eladîn paşa, sê eskerên dilxwaz ên bi navê Delîl, Mûnzir û Resûl dike xizmetkarên wî û vedigerin heremê diterikînin.

 

Dem û dewran derbas dibe, Siltan Xidir û her sê esker dibin sir û li cihê kozik lê bûye wenda dibin.

 

Piştî gundê Zêvê tê avakirin, gundî sergîna heywanên xwe dibin li cihê kozika Siltan Xidir vala dikin. Ev jî dibe sebebê tirsekî mezin û tesîrekî bibandor li ser xelkê gund çê dibe.

 

Heta roja îro jî, gundî piştî saeta mexrîbê ji tirsana newêrane ji malên xwe derkevin.

 

Bi vê boneyê Siltan Xidir ji wê derê bar dike diçe li jorê gund bi cih dibe.

 

Ziyareta Siltan Xidir, vêga li jorê gundê Zêvê ye û her dem û wext tê ziyaretkirin.

 

Bawerî pê heye ku ziyareta Siltan Xidir ji bo gelek nexweşiyan dibe şîfa.

 

Kesên pêbawer her dem diçin ser ziyaretê û qurbanên şîfayê didin û dia dikin.

04/03/2019 Licê